14’ê
TîrmehêTîrmehê bingeha têkoşîna azadiya gelê Kurd ava kir
Birûc Resûl /Qamişlo
Di 14’ê Tîrmeha 1982`an de ciwanên Apoyî yên Kurd, Laz û Tirk li dijî faşîzma dewleta Tirk û derbeya leşkerî ya hovane ya 12’ê Îlonê di Zindana Amedê de bi canê xwe felsefeya ‘berxwedan jiyane!’ nivîsîn. Îro jî bi rihê berxwedana 14 Tîrmehê şervanên azadiyê li Qadên Berxwedanê serkeftinên mezin bi dest dixin û hêza dagirkera tarûmar dikin
Ji dîrokê û heya derketina Tevgera Azadiya Kurdistnaê gelê Kurd, ji bo parastina çand, hebûn û xaka xwe li ber xwe daye. Çanda berxwedanê, li Kurdistanê vediguherê şêwaza jiyana gelê kurd. Lê ji ber gelek caran bê pêşengî, bê bîrdozî û zanistî berxwedan pêşketiye, gelê kurd êşên mezin jiyan kiriye. Lê berxwedana 14’ê Tîrmehê weke daneheva tevahî vê dîroka gelê kurd yê berxwedêr, bi şêwazekî nû, ku mîna wê çênebûye, pêş ket.
Dîroka berxwedana 14’ê Tîrmehê
Piştî derbeya 12`ê Îlonê li Tirkiya yê di girtîgehan de pêvajoyek nû destpê kir. Girtîgeh bibûn wek kampên mirinê. Hetanî 14`ê Tîrmehê ev wiha dewam kir.
Di 14`ê Tîrmehê de, li Amedê, li dadgehê doza Hîlwan û Sîwerêk bi ber encambûnê diçû. Mehmed Xeyrî Durmuş çû ser kûrsî û ew axaftina dîrokî kir: “Mirov ji bo parastina rûmet û nirxên xwe jiyana xwe didin ber çavên xwe. Em ê sucên mezin ên li vir pêk tên, raxine ber çavên raya giştî. Ji bo mehkûmkirin û rakirina îxanet û teslimiyetê, Mazlum Dogan û Çaran gavên pêşeng in. Wê li vir raneweste, wê bimeşe. Li vê derê her cureyê îşkenceyê li ser me tê meşandin, tu wateya jiyanê nema. Ez niha eşkere dikim ku ji bo şermezarkirina van kiryarên hovane ji vê demê û şûnde dest bi bi çalakiya `Rojiya Mirinê`dikim.”
Ev gotinên Mehmed Xeyrî Durmuş di 14`Tîrmeha 1982`an de, li Amedê di dadgehê bilind bûn. Piştî Xeyrî Durmuş, ji kadroyên pêşeng ên PKK ê, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, Mustefa Karasu, Fuat Çavgun, Alî Kiliç, Bedrettîn Kavak û Hamîd Kankiliç jî tevlî rojiya mirinê bûn. Berxêdêrên rojiya mirinê anîn li koguşa 35`an bicîh kirin. Li vê derê îşkence berdewam dikir. Ji bo dawî li vê çalakiyê bînin zextên dijwar hebûn. Lê çalekvan bi israr bûn. Êdî roj bi roj rewşa çalakvanan xeter dibû. Mistefa Karasû bû şahidên rojên dawî: “Çavên Kemal piştî rojên 40’î êdî nedidîtin û ji me re jî negot. Berê jî di greva birçibûna ya Adara 1982’an de cih girtibû. Ji wê demê de digot ku ez kêm dibînim. Bijîşk wî muayne dike, li Kemal dinêre, Kemal li cihek din dinêre. Piştî wê, tê famkirin ku çavên wî nabînin.” Kadroyên pêşeng ên PKK`ê, ji roja 45`mîn û vir ve, rakirin nexweşxaneyê.
Roja 7’ê Îlonê Kemal Pîr, 12’ê Îlonê Xeyrî Durmuş, 15 Îlonê Akif Yilmaz, 17 Îlonê jî Alî Çiçek, şehîd bûn. Di rojên dawî de daxwazên wan hatin qebûlkirin. Piştî çalakiyê faşîzim û îşkencekar neçar man paşve gav biavêjin û îşkenceyan bidin rawestandin. Girtiyan hin maf jî bidest xistibûn.
Bi heqîqeta Rêber Apo berxwedan hat avakirin
Ev berxwedan, bi zanebûna fikir, bawerî, felsefe, bîrdozî û şêwazekî nû yê tekoşînê hate pêşxistin. Ev şêwazê nû yê berxwedana bi zanistî pêşket bi heqîqeta Rêber Apo hate avakirin. Li Kurdistanê tovên vê berxwedanê hate avêtin, bi demê re veguherî tekoşîna gel a şoreşgerî. Li hemberî feraseta dewleta Tirk a darbekar, faşîst, dagirker û qirker berxwedana dîrokî a 14’ê Tîrmehê ji bo gelê kurd yê li her çar parçeyê Kurdistanê û jina Kurd bû destpêka demekî nû ya tekoşîna xwebûnê. Êdî gelê Kurd, ji bo avakirina jiyaneke bi rûmet û bi destxistina nasnameya azad ev berxwedana dîrokî hembêz kir, xwedî lê derket û di oxira domandina vê berxwedanê de keç û xortên herî hêja kirin berdêl. Berxwedana ku di pêşengtiya Kemal, Xeyrî û Sarayan de pêşket li Kurdistanê bû bingeha gavavêtina pêngava 15`ê Tebaxê û avêtina tova şerê gelê şorgerî. Gotina ‘Berxwedan Jiyan e’ êdî li Kurdistanê bû bingeha felsefeya jiyana azad.
Pênasekirina berxwedana 14`ê Tîrmehê
Pêşengê berxwedana 14’ê Tîrmehê Şehîd Kemal, berxwedana ku dane pêşxistin wiha pênase kiriye; “Em jiyanê, bi qasî ku di oxira wê de canê bidin jê hezdikin.” Ev wateya mezin, li Kurdistanê bû xet, helwest û biryardariya mezinkirina tekoşînê.
Pêşeng û tekoşêra mezin Sara berxwedana dîrokî bi vê awayî pênase dike; “Berxwedana 14’ê Tîrmehê ne pêvajoyek bû, hate jiyîn û bi dawî bû. Ev berxwedan, bi her awayî dîroka gelê Kurd îfade dike.”
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi zanebûna vê dîrokê erk û berpisyariyên pêvajo ji wan dixwest hembêz kirin. Dem û kêliya dijîn bi wate kirin. Bi vê berxwedanê re zihniyet û siyaseta tinekirin û qirkirinê ya li ser gelê Kurd dihate ferzkirin, darbeya herî mezin xwar. Li hemberî feraseta teslîmiyet û îxanetkariyê, pêşengên 14’ê Tîrmehê rêya milîtanî û şoreşgeriya zor hilbijartin û dersekî dîrokî dan dagirkerên Kurdisanê. Ji lewra di tekoşîna partiya me de, di her dem û pêvajoyên dîrokî de kadro û milîtanên Apoyî bi rola xwe ya dîrokî rabûne û bûne pêşengên demê.
Bi rihê 14’ê Tîrmehê gerîla bi ser dikevin
Di vê dema tekoşînê a dijwar de, berxwedan û rûhê 14’ê Tîrmehê, bi pêngava şoregerî di pêşengtiya gerîlayên serdemê de li Zap, Avaşîn û Metînayê tê jiyankririn. Di roja îro de dewleta Tirk û destekdarên wî bi feraseta faşîst ya darbeya 12’ê Îlonê bi plangeriyên nû êrişî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê dike. Şerekî herî kirêt û dijwar li hemberî Rêbertiya me dide meşandin. Çawa ku li hemberî faşîzm û darbeya 12’ê Îlon’ê berxwedana dîrokî hate pêşxistin. Îro jî li hemberî êrişên topyekûn, tecrîda girankirî û plangeriya tasfiyekirinê bi rûhê 14’ê Tîrmehê berxwedaneke topyekûn tê meşandin. Li hemberî êrişên qirker yên dewleta Tirk û hevkarên wê weke gel, gerîla û tevahî dîlgirtiyên zindanan , li ser şopa vê berxwedana dîrokî li ber xwe didin şer û tekoşînekî man û nemanê didin meşandin. Li ser heqîqeta vê berxwedana dîrokî, îro gerîla bi kevneşopiya heman rûh, ked, fedekarî, tekoşîn û berxwedanek destanî şer dike. Gerîlayên HPG’ê û YJA Star bi sekna berxwedêr ya Kemal, Xeyrî, Akîf û Alî Çîçekan, bi rûhê serhildariya Sara li Zap, Avaşîn û Metînayê li ber xwe didin. Eger di roja îro de, dewleta Tirk a faşîst, dagirker û hêzên Kapîtalîst yên bi hemû derfetan hevkarî ji dewleta Tirk re dikin, di siyaseta xwe ya tinekirin û tasfiyekirina tevgera azadiyê de bi sernakevin, ev bi saya rûhê berxwedana 14’ê Tîrmehê ye.
[1]