Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,026
Wêne
  124,090
Pirtûk PDF
  22,094
Faylên peywendîdar
  125,881
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,862
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,576
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,731
عربي - Arabic 
43,937
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,447
PDF 
34,695
MP4 
3,834
IMG 
234,120
∑   Hemû bi hev re 
274,096
Lêgerîna naverokê
Hêrsa komkujiya Kobanê bû bingehê berxwedan û hêza têkbirina DAIŞ’ê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hêrsa komkujiya Kobanê bû bingehê berxwedan û hêza têkbirina #DAIŞ# ’ê
Birûc Resûl/Qamişlo

Sibeha roja 25`ê Hezîrana 2015`an kolanên bajarê Kobanê û gundê Berxbotanê bibûn gola xwînê. Li tevahiya kolanan cenaze hebûn. Kolan bibûn şahidê bûyerek xemgîn û şûnek sîl nabe di bîra her kesî de hişt.
Kobanê ya bi navê xwe bû kelha berxwedan û serkeftinê yek ji bajarên Rojavayê Kurdistanê ye ku yekemîn car gavên şênber ên têkoşîna azadiya gelê kurd û Kurdistanê lê hat avêtin. Gelê Kobanê bi vê gavê re bîrdoziya tevgera azadiya Kurdistanê nas kir û bi wê gava yekemîn şûnde bû cihê berxwedan û serkeftinê. Lewra ew gava pîroz a ji tevahî gelê Rojhilata Navîn û cîhanê re bû çavkaniya hêvî û baweriyê ji 1979`an ve heta 2011`an rêxistinbûneke xurt xwe weke gel ji xweliyê xwe afirand û bi wê afirandinê gava yekemîn a şoreşa 19`ê Tîrmehê hat avêtin. Ev şoreşa ku bi pêşengiya jinan xwe bi felsefeya û birdoziya azadiyê perwerde kir, hat destpêkirin di roja me ya îro de li tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûye û ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û mirovahiyê bûye çavkaniya hêvî û berxwedanê.
Çeteyan bi hemû hêza xwe êrîşî warê şoreşê kirin
Şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û navenda wê Kobanê bû, gelek hêzên desthilatdar ji bo xwe weke xetere dît. Di wê navberê de projeya çeteyên DAIŞ`ê derdikeve holê ku li gelek welatan êrişên hov pêk tîne û bi taybetî li Sûriye û Iraqê xwe bi cih dikin û gelek bajaran desteser dikin. Dewleta tirk ku dijminahiyeke dîrokî bi gelê Kurd re daniye û her wiha hebûna xwe li ser bingehê tunekirina gelê kurd ava kiriye, çeteyên DAIŞ`ê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û di 15`ê Îlona 2014`an de berê êrişên wan dide Kobanê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di wê navberê de bangewaziya xwedîderketina li Kobanê û rêgirtina li ber çêbûna komkujiyan dike. Pişt re seferiya xwedîderketina li Kobanê tê ragihandin ku bi hezaran keç û xortên Kurd berê xwe didin Kobanê û li rex şervanên YPJ`ê û YPG`ê li dijî DAIŞ`ê şer dikin. Piştî berxwedana ku 134 rojan berdewam dike, Kobanê di 27`ê Çileya 2015`an de ji çeteyan ve tê rizgarkirin.
Kêfxweşiya vegera welat nîvco ma
Piştî mizgîniya tunekirina DAIŞ’ê ji Kobanê gelê wê ku koçberî Bakurê Kurdistanê bibûn, bi lez û bez vedigerin warê xwe û di nava bermahiyên şer de dijîn. Piştî zayîna nû ya gelê Kobanê, wan roj bi roj malên xwe ji nû ve ava dikirin. Di nava hestên kêfxweşî û metirsiyê de, çeteyên DAIŞ`ê bi alîkariya dewleta Tirk di 25`ê Hezîranê de êrîşî navend û gundewarên Kobanê dikin. Çete komkujiyên hov ku bi çekan, sator û şûran bi sedan kes qetil dikin. Di vê komkujiya ku weke rojeke reş ket dîroka gelê Kobanê de, 233 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Piştî çend mehan ji têkçûna DAIŞ’ê, bi piştgiriya tirkiyê derbasî kobanê bû
Li gorî gotinên gundiyan, saet 04:00’ê seharê komek ji 80 heta bi 100 çeteyên biyanî û sûrî ku cilên YPG’ê li xwe kiribûn tevî 8 erebeyên leşkerî bi dizî ji gundên başûrê Kobanê ber bi bajêr ve çûn. Lê berî wê jî bi çend mehan li heman bajarî 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê li kolanên wê hatin kuştin û têk çûn.
Çete dabeşî du koman bûn, ya yekê yekser ber bi bajêr ve çû, ya din jî li derdora gundê Berx Batan belav bû. Komê ji tariya şevê û cilên YPG’ê ji bo derbasbûna bajêr sûd girt.
Piştî derbasbûna bajêr, çete li ser banê xaniyên bilind û hin herêmên stratejîk; firûna alî, avayiya Rêveberiya Xweser, riya Heleb a başûrê bajêr, derdora benzîxaneya Mistefa Derwêş, taxa Kaniya Kurdan a rojhilatê bajêr, taxa Cemarik, Qada Azadî ya nava bajêr, Sûka Hal a kevinn û Kolana 48, belav bûn.
6 şervanên Hêzên Ewlekariya Hundir, 4 ji wan ji gundê Berx Batan li erebeyekê siwar bûn û dan dû karwan û zanîn ku ne şervanên YPG’ê ne, lê di ketina bajêr de hatin gulebarankirin.
Ji 3 eniyan ve DAIŞ`ê hewl da Kobanê kontrol bike
Kolan bû gola xwînê, di encamê de ji zarok û jin û extiyaran 233 kes şehîd bûn.
Di wê navê de şervanên YPG/ YPJ’ê bi desteka asîmanî ya Koalisyona Navneteweyî operasyona rizgarkirina bajarokê Sirînê ji çeteyên DAIŞ’ê dimeşand. Dewleta Tirk deriyê Mûrşid Pinar yê li nêzî Kobanê vekir ku erebeyên bombebarkirî yên çeteyên DAIŞ’ê derbasî bakurê bajêr bibin.
6 şervanên Hêzên Ewlekariya Hundir di şerê bi çeteyan re ya li nêzî avayiya rêveberiya kantonê ya bajêr şehîd bûn. Bi vê re şerê li kolanan dest pê kir. Sekvanên DAIŞ’î yên li ser banên dibistan û avayiyên stratejîk bi cih bûyên her kesê didîtin gule berdidanê.
Komkujî derket asta qirkirinê
Rêbazên herî hovane yên serjêkirin û gulebarankirinê li dijî gelê Kobanê pêk anîn. Bi kurtasî her cûre amûrên ku di asta navdewletî de hatine qedexekirin û her cûre rêbazên dermirovî yên ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin bikaranîn. Çeteyan bi cil û bergên Yekîneyên Parastina Gel û ‘Artêşa Azad’ êrîşî sivîlên di malên wan de kirin, ketin malên wan û her kesê ku rastî wan dihat şehîd dikirin. Li gorî gelek raporên rêxistinên mirovî, komkujiya ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatiye kirin, derketiye asta qirkirina Kurdan.
DAIŞ dîsa li kobanê têk çû
YPJ, YPG û Hêzên Ewlekariya Hundir li gel welatiyan nuqteyên bicihbûna çeteyan li bajêr dorpêç kirin. Di 3 rojên şerê li kolanan de YPG’ê piraniya çeteyan kuştin û hin çeteyên xwe bombe kiribûn jî girtin.
Bîlançoya komkujiyê
Di daxuyaniya Meclisa Rêveber a kantona Kobanê ya 21’ê Tîrmeha 2015’an de hat eşkerakirin ku komîteya lêpirsîna rastiyan diyar kir ku di komkujiyê de 233 sivîl şehîd bûne. Ji wan 27 sivîl ji gundê Berx Botan in. 273 sivîl jî bi guleyên çeteyan birîndar bûn. Di 3 rojên paqijkirina bajêr ji çeteyan de nêzî 30 şervanên YPG, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundir şehîd bûn.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 543 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 02-02-2025
Gotarên Girêdayî: 38
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 23-06-2024 (1 Sal)
Bajêr: Kubanê
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Dosya (Peldankên (Faylan): Dewleta Îslamî – DAIŞê êrîş dike
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 02-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 03-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 03-02-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 543 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.422 çirke!