Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,836
Wêne
  123,941
Pirtûk PDF
  22,084
Faylên peywendîdar
  125,663
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Li hemberî dagirkeriyê dîplomasiyek xurttir pêwîst e
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya û hevkarên wê çavkanî û referansên pêwîst pêşkêşî xwendekarên zanîngehan û xwendina bilind dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Li hemberî dagirkeriyê dîplomasiyek xurttir pêwîst e
Zekî Bedran

#Dewleta Tirk# kampanyaya perçiqandina Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji Kurdan paqijkirinê dimeşîne. Gef û êrişên li hemberî van herêman bi awayekî rûtîn didome. Rêveberiya Baxçelî û Erdoganê faşîst propogandaya ku tevahî Tirkiyê bixe nava şer didomîne. Qaşo dijminahiya li dijî Kurdan, polîtîkayên dagirkirina Rojava û başûrê Kurdistanê “weke pirsgirêkek ser siyasetê û netewî ye”. Dixwazin bi van gotin û kampanyayan tevahî muxalefeta li Tirkiyê radest bigirin.
Dibêjin, “Em tu caran destûr nadin ku li ber pozê me terorîstanek bê avakirin”. Herî dawî Erdogan ji vegera Ewropayê heman gotin dubare kir. Digot, “Hilbijartina çi, em destûr nadin lîstokên rewakirina rêxistina terorê û avakirina terorîstanê. Tirkiye ji bo xirabkirina lîstokan pir pispor e”. Tevahî pisporiya li hemberî gelê Kurd bikar tînin. Li tu derê cîhanê dema gel hilbijartinên xwe yên herêmî pêk tîne weke gefek terorê nayê dîtin. Erdogan Hemasa ku DYE û Ewropa weke terorîst dibîne rewa dibîne û piştgiriyê dike. Hêjmara Filistîniyan ji ya Kurdan pir kêmtir e, lê ji bo Filistîniyan dewletê dixwaze. Lê dema mijar tê Kurdan, cîhanê radike ser lingan! Dibêje ji bo rêveberiya xweser hilbijartinê neke me bi Pûtîn re jî hevdîtin pêk anîn. Ji bo ku li dijî Kurdan piştgiriyê bigire çû Çînê û hevdîtin pêk anîn. Kurd û gelên din ên Sûriyê ji bo li ser axa xwe bijîn têkoşînê didin. Sûriye hilweşiyaye û wêran bûye, gel di nava zehmetî û feqîriyê de dixeniqe, hewl dide li ser lingan bimîne. Lê dewleta Tirk artêşa xwe xistiye vê axê, wêran dike, aştî û çareseriyê asteng dike. Tevahî hêzên cîhanê ji vî şerî bêzar bûne, westiyan e. Dibêjin bila çareseriyek bê dîtin. Lê rejîma faşîst a Erdogan planên nû yên dagirkerî û êrişan dike. Ji bo vê jî bi tevahî hêzên cîhanê re hevdîtinan pêk tînin û bazarê dikin.
Dibêjin, “PKK û YPG heman in. PKK’ê terorîst e”. Başe wê bi milyonan Kurd çawa bin? Dê dewleta Tirk çi bi gelê Kurd bike, ji bo wan çi difikire? Ev pirs nayên rojevê. Kesekê van ji faşîzma Tirk bipirse tune ye. Hesab dikin û dibêjin, “Her çawa be DYE û Ewropayê PKK’ê xistine lîsta terorê. Ezê jî YPG’ê li vê zêde bikin û Kurdan bavêjim derveyî rewabûnê”. Jİ ber vê sedemê DYE û dewletên Ewropayê jî ji van komkujî û wêrankirinê berpirsyar in. Eger wan PKK’ê weke terorîst îlan nekiribana ev şer heta niha xilas bibû û zordarên weke Erdogan nedikarîn evqas bi rehetî biaxivin û derkevin holê.
Dema Kurd li Tirkiyê bi rêyên hiqûqî destkeftiyekî bidest dixin jî rêveberiya faşîst a Erdogan dibêje pişta xwe didin Qendîlê û PKK’ê û êriş dikin. Tevahî şaredariyên ku HDP’ê qezenç kiribûn du qonaxan hatin desteserkirin. Bi hezaran siyasetmedar bi hênceta “Propogandaya terorê kirine, endamên rêxistina terorê ne” xistin girtîgehan, bi dehan sal di girtîgehan de tên girtin. Bi heyûlaya PKK’ê û terorê siyasetmedarên Tirk dînomîno bûne. Hişê wan nexweş e, dil û çavê wan tarî bûne, xirabî û zilmê berbelav dikin. Ji derveyî rawestana li hemberî van hêzên qirker û zilmkar tu vebijêrkeke din tune ye. Ji gotinê, hiqûqê û mirovayiyê fêm nakin.
Rejîma Erdoganê faşîst ji bo tunekirina Kurdan û lêgerînên demokratîk seferber bûye, di vê demê de rêveberiya xweser çi dike? Mehkûmkirin û eşkerekirina dagirker û zordaran têrê nake. Ev pirsgirêkê çareser nake. Diyare ku pêwîste bi zimanê ku ew fêmdikin bê axaftin. Eger ew êriş dikin û amûrên zordariyê bikar tînin, tu jî neçarî bergirî û amedekariyên wan rawestînin pêş bixî. Erdogan bi tevahî cîhanê re hevdîtinan pêk tîne, bazaran dike. Ragihandin û hêza dewletê, istixbarat xistiye tevgerê. Ew niheq e lê te niheq dide nîşan. Ji tevahî cîhanê re dibêje, “Tirkiye di bin gefê de ye, belaya terorê li ser me heye, em bi wê re şer dikin, piştgiriyê bidin me”.
Propoganda û dîplomasiya ku rêveberiya xweser li hemberî van kampanyayên zilmkar dimeşîne pir lewaz e. Rêveberiya xweser di vê mijarê de rexneyek cidî heq dike. Ew bixwe êrişî tu kesî nake, azadiya kesî asteng nake. Li ser axa xwe dijî û xerîkî karê xwe ye. Dê Tirkiye ji derve de bê, lêxe û talan bike û bêje ez nahêlim tu hilbijartinê pêk bînî! Aliyek vê yê ku bê pejirandin tune ye. Eger ev rastî ji gelên cîhanê re bê ragihandin, evqas derfeta faşîzma Tirk namîne. Tenê sûc avêtina ser pişta dijminan têrê nake, pêwîste rêveberiya xweser hinekî bisekine û li xwe binêre. Profîla ku çêdike pir ketiye.
Tirkiyê tevahî binesaziya aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qadên wê yên jiyanê kirin armanc. Ev di rewşa şer de jî sûc in. Heman demê de kesekî li hemberî Tirkiyê şer îlan nekiriye, êriş nekiriye, dagirkerî û êriş yekalî ne. Pêwîste zordariya Tirkiyê bi awayek bi bandor bi xebatên dîplomatîk bersivekê bigire. Ya herî girîng û esasî jî ewe ku pêşketinên heyî ji gelên cîhanê re bên ragihandin, tevahî hêzên alîgirên demokrasiyê bixin tevgerê. Di vê wateyê de rêveberiya xweser kêm maye û em dikarin bêjin ku pêşketinan dereng dişopîne. Bi bêdengiyê faşîzm nayê rawestandin. Eger berxwedan bê kirin pêwîste li tevahî qadan bê kirin û domdar be.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 401 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 02-02-2025
Gotarên Girêdayî: 12
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 19-06-2024 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 02-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 03-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 03-02-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 401 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.282 çirke!