Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,902
Wêne
  123,958
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,770
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
‘Azadiya Rêber Apo mifteya çareseriya aloziyan e’
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her wêne ji sed peyvan bêtir dibêje! Ji kerema xwe re wêneyên me yên dîrokî biparêzin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Azadiya Rêber Apo mifteya çareseriya aloziyan e’
Birûc Resûl/Qamişlo

Berdevkê Insiyatîfa Suriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzir diyar kir ku azadiya #Rêber Apo# , kilîta çareserkirina aloziya Sûriyê û tevahiya Rojhilata Navîn e û got: “Pêwîste partî, alîgirên azadiyê û demokrasiyê, ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî têkoşîneke hiqûqî û siyasî bimeşînin.”
Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê, di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de serdana 33`ê partiyan kir. Pêngava navneteweyî ya ku dostên Kurdan û demokratan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd hat destpêkirin, êdî roj bi roj firehtir û çalaktir dibe û bi armanca ku têkoşîna qanûnî, hiqûqî û siyasî ji vê xurttir bidin meşandin û partî li hember tecrîdê helwesta xwe bikin yek. Di vê çaçoveyê de berdevkê Insiyatîfa Suriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzir ji Rojnemeya me re axivî.
Ferzende Munzir balkişand ser serdana Partiyên siyasî û ancamên wê û wiha got: “Armanca me ji serdanên partiyan di çarçoveya pêngava cîhanî ya ku bi duruşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’, ye. Me dixwest ku peyama û helwestên partiyan jî di derbarê pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan bigin. Her wiha me xwest ji wiha zêpdetir ev partî tevlî pêngavê bibin ku xebat û berhemên xwe hîn zêdetir bidin pêş ji bo azadiya Rêber Apo a fîzîkî. Armanca me ew bû jî ku Rêber Apo bibe Rojeve her partiyekê. Li ser vê bingihê me serdana 33`ê partiyan kir û di heman demê de nîqaşên berferher di derbarê rewşa Rêber Apo de hat kirin, li ser 12 rojan ev serdan dewam kir. Ev partî jî, partiyên kurdan, ereban, suriyanan û aşûriyan bû. Her wiha ev serdana partiyan ne cara yakema ku Insiyatîfa Suriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan pê radibe, ev cara 3’me û her wê berdewam be.”
‘Pêwîste her kes xwe berpisyar bibîne’
Ferzenade di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di serdanên patiyan de gelek nîqaş hat kirin û encam jî hat girtin. Di nava van nîqaşan de, nîqaşên siyasî, hiqûqî, fikirî û hete li ser çalakiyê ku ji bo azadiya Rêber pêk tên, hat kirin. Her wiha cîhan tevahî dibîne ku azadiya Rêber Apo çaraseriya tevahî pirsgirêkane û edelet wê xwe bide pêş. Pêwîste ku tekoşîna me ji wiha zêdetir û aktîvtir be, da ku em vê pêngavê bi ser bixin û Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bikin. Nameyên ku me ji rêxistin û aliyên navneteweyî re şandin, pêşinyar hat kirin ku ji Rojhilata Navîn re jî were şandin. Me van namyên ku li ser rola Rêber Apo û doza kurd ji Rojhilata Navîn re şand. Şikandina tecrîdê û azadiya Rêber Apo ne tenê insiyatîf berpisiyare, pêwîste her kes xwe berpisyar bibîne û bi erkên xwe yê ku ji bo azadiya Rêber Apo rabin, îro ev gav ji hesî tê xwestin. Em dikarin bêjin ku serdanên me ji bo partiyan cihê hêz û moralê bû.”
‘Em dixwazin her kesî bixin bin berpisiyaritya wan ya dîrokî de’
Ferzende Munzir di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li gorî peymanên cîhanî pêwîste Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe û wiha qedand: “Xebatên me ji bo insiyatîfê û bi taybet ji gelek saziyên hiqûqî û tendirustî yên cîhanî re me name li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan re, radestî wan hat kirin. Her wiha niha jî li gor van peymanên cîhanî pêwîste Rêber Apo azad bibe, ji ber ku neheqiyeke mezin li hemberî wî tê meşandin û heya niha ti agahî jê nayê girtin ku rewşa wî ya tendirustî çawa ye di çi astengiyan re derbas dibe. Ji ber vê yekê me name li ser rewşa Rêber Aop ji hemû saziyên cîhanî re şandin da ku rewşa Rêber Apo were diyar kirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Rasta em dixwazin her kesî bixin bin berpisiyartiya wî ya dîrokî de û bi erkên xwe yê exlaqî rabin, ev doz doza sedsalê û mirovahiyê ye. Em heya dawî li berxwe bidin û pêngava azadiya Rêber Apo wê hîn zêdetir mezin û berferhtir bibe ku êdî tevahî cîhan daxwaza azadiya rêber Apo dikin û azadiya Rêber Apo bi wate dibînin. Azadiya Rêber Apo, kilîta çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn û aloziya Sûriyeyê ye. Ji ber wê divê partî, alîgirên azadiyê û demokrasiyê, ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşîneke hiqûqî û siyasî bimeşînin.”[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,380 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 02-02-2025
Gotarên Girêdayî: 15
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 02-06-2024 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 02-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 03-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 28-06-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,380 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.125 çirke!