Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,984
Wêne
  124,075
Pirtûk PDF
  22,090
Faylên peywendîdar
  125,835
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
Nermbûn tune ye, şer didome
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her bûyereke li seranserî welêt, ji rojhilat heta rojava û ji bakur heta başûr... Wê bibe çavkanî ji bo Kurdîpêdiya!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Nermbûn tune ye, şer didome
Zekî Bedran

Fenên Erdogan ên nermbûnê rawestîna şer û #Kurdan# nagire nava xwe. Êrişên xwe yên li Sûriyê didomîne. Ji bo êrişên berfirehtir pêk bîne hewl dide erêkirinê ji Rûsya û DYE yê bigire. Heta ev hêz qada hewayî venekin, Tirkiye nikare êrişên hewayî yên berfireh pêk bîne. Ji ber ku parastina qada hewayî di destê van hêzan de ye. Êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê jî her ku diçe berfirehtir dibin. Di bikaranîna çekên qedexekirî û kîmyewî de zêdebûnek tê dîtin.
Weke berdewamiya van êriş û amedekariyan, di doza komployê ya Kobanê de seza li rêveberên HDP’ê barandin. Navê dozê doza Kobanê bû. Rêveberên HDP’ê weke berpirsyarê kişkirina gel û qetilkirina bi dehan mirovan dîtin. Baxçelî û Erdogan her tim gelê Tirkiyê û raya giştî ya ji derve bi van mijaran xapandin. Lê tu rêveberên HDP’ê ji ber van dozan seza negirt. Xebatên wan ên di qada zagonî û daxuyaniyên wan kirin hêncet. Bi biryarên wan piştrast bû ku delîl tune ne, doz bi temamî tol û tesfiyeya siyasî ye.
Erdogan di hevdîtinên bi Ozgur Ozel re çêkirî de daxuyaniyên nermbûnê da. Nermbûn weke berdana fermandarên di girtîgehê de derket holê. Ev mirov jî bi armanca tol û perçiqandinê dihatin girtin. Temenê wan 80 derbas kiribûn. Bi berdana van, bi xapandinê nermbûn û asayîbûn çênabe. Ev nermbûna qaşoyî jî bandora xwe li Kurdan nekir. Bandorê jî nake, ji ber Kurd bi awayek rêkûpêk bi balefir û çekên giran tên bombebarankirin.
Hêzek zêdetir derbasî Başûrê Kurdistanê jî dikin. Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bênavber bi bejahî û hewayî tê bombebarankirin. Çete ji bo berfirehkirina dagirkerî û êrişan tên perwerdekirin. Hêzek zêdetir dikişîne herêmê. Bi milyonan dolar dimezêxin û herêmê dikin cihê jiyana xwe. Ma dema ev mezaxtina şer û amedekariyên dagirkeriyê didomin wê çawa nermbûn û asayîbûn pêk bê? Eger bikevin nava bendewariyek wiha, emê nikarin xwe ji amûrbûna şerê taybet xilas bikin.
Erdogan û Baxçelî dixwazin CHP’ê jî bixin nava şerê li dijî Kurdan. Ji ber ku hilbijartin winda kirin. Rewabûna wan derbeyek mezin xwar. Eger CHP’ê helwestek cidî nîşan bide û di demokratbûnê de bi israr be, nikarin bi hêsanî vî şerî bidomînin. Dixwazin CHP’ê jî bixin nava şer, ji xwe re bikin yedek û bi gelê Kurd re bînin beramberî hev. CHP ya ku beşdarî şer bibe û piştgiriya şer bike, piştgiriya Kurdan nagire. Di vê rewşê de jî wê pêşiya desthilatbûna CHP’ê bigirin. Erdogan, her ku li dijî Kurdan şer kir winda kir. Ji ber ku Kurd û pêşengên wan li ber xwe dan. Yên ku pêşeroja xwe di şer de dîtin û di şer de bi israr bûn winda kirin. Ji sala 2015’an ve AKP’ê şansê bi serê xwe bibe desthilat û hêza xwe winda kir. Niha jî bû partiya duyemîn.
Eger CHP’ê gavên ku AKP’ê rizgar bike û rihet bike biavêje jî wê Kurd li ber xwe bidin. Di encamê de ya ku winda bike û bawedariya xwe winda bike wê CHPM’ê be. CHP ya ku piştî 47 salan derfeta bûyîna partiya yekemîn bi dest xistiye, eger çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokrasiyê armanc bike wê Erdogan tune bibe. Tu sedem an jî pêwîstiya ku li ser desthilatê bimîne wê nemîne. Desthilata AKP-MHP’ê çavkaniyên welat herikandin şer û alîgirên xwe. Hiqûq û dad qetil kirin. Ragihandin di destê desthilatê de ye, kirin amûra reşkirina rastiyan. Tu pirsgirêkên Tirkiyê yên ji derve û hindir çareser nebûn û her tişt xirabtir bû. Hejarî û alozî kûrtir bû.
Rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê, kiriye armanc ku tevahî Kurdan ji Rojava derbixe. Pêwîstî nabîne ku vê armanca xwe veşêre. Dibêje ku wê ji Efrînê heta Dêrikê herêmên ku Kurd lê dijîn bi kûrahiya 30 km dagir bike, plana xwe ya nîvî mayî temam bike. Weke ku li herêmê mirov nînin nîşanî raya cîhanê dike. Herêmên ser sînor ku Kurd lê dijîn weke “korîdora terorê” bi nav dike. Ji Kurd û Kurdistanê re dibêje “Terorîstan” û dibêje em nahêlin li vir “Terorîstan” bê avakirin. Dibêjin, “Em di vê mijarê de bi biryar in, kesî guhdar nakin, berdêla wê çi dibe bila bibe emê êriş bikin”.
Dema ku DAIŞ’ê Kobanê dorpêç kir û êriş kir, Erdogan mizgînî dida gelê Tirkiyê û digot, “Va Kobanê ket, li ber ketinê ye”. Tişta ku bû sedem gelê Bakurê Kurdistanê aciz bibe û dakeve kolanan, gotin û kiryarên Erdogan bûn. Eger yek di vê dozê de bê darizandin ne HDP’yî Erdogan bixwe ye.
Erdogan çima xwest Kurdan bi destê DAIŞ’ê tune bike? Cîhan dizane ku Erdogan bi DAIŞ’ê re hevkarî çêkiriye, di dijminahiya li dijî Kurdan de bûne hevkar. Lê ji ber ku yên êşyayî Kurd in, tucar vê ji bîr nakin, wê bersiva pêwîst bidin Erdogan û Baxçeliyê ku dixwazin qirkirina Kurdan temam bikin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 213 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 02-02-2025
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 22-05-2024 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 02-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 03-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 03-02-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 213 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 3.484 çirke!