Bêdengîya li hemberî bikaranîna çekên #Kîmyawî# binpêkirina zagonên navnetewî ye
Artêşa dagirkeriya Tirkiyê bi gaz û teqemeniyên qedexekirî tunelên Qadên Berxwedanê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş kir. Li gorî Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyawî ya Navnetewî û Rêxistina OPCW ku dewleta Tirkiyê jî yek ji endamên erêkirina wê peymanê ye, lê dîsa jî faşîzma Tirkiyê li ser Qadên Parastinê yên Medyayê zêdetirî 50 salî bikar tîne.
Zana Roj/ Şehba
Faşîzma Tirkiyê li hember gerîlayên Azadiya Kurdistan li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêdetirî 50 salî ye çek û gazên kîmyawî yên qedexekirî bikar tîne. Li gorî Peymana Qedexekirina Çekên kîmyawî ya navnetewî ya ku di 27 ê Nîsana 1997 an de hatiye îmzekirin û Rêxistina OPCW ya ku bendên peymanê dixe meryetê careke din artêşa Dagirkeriya Tirkiyê vê peymanê bin pê dike û hemû cûreyên çekên qedexe li ser herêmên Berxwedanê bikar tîne. Rûxmî ku dagirkeriya Tirkiyê yek ji endamên ku li ser vê peymanê erêkirine jî lê him van madeyên kîmyawî bikar tîne û him jî raya gişrî ya navneyewî rûxmî belgekirinan bêdeng û lal e.
Artêşa Dagirkeriya Tirkiyê ji 10 ê Gulanê ve li ser Tunelên Qadên Berxwedanê ya Girê FM a li herêma Şehîd Delîl ya li Rojavayê Zapê her wiha li Qadên Berxwedanê yê Girê Amediyê bi gaz û teqemeniyên kîmyawî yên jehrî êrîş kirin. têkildarî êrîşên dagikeriya Tirkiyê yên kîmyawî li ser gerîlayên Azadiya Kurdistan Endamên Saziya Malbatên Şehîdan Ferîde Yaqub û Ebdilhenan Mamo ji rojnameya me re axivîn.
`Tunekirina dagirkeriyê bi destê gelê Kurd e`
Ferîde anî zima ku dagirkeriya Tirkiyê ji destpêka avakirina Tevgera Azadiya Kurdistan ve çekên qedexekirî bikar tîne û wiha got: “Faşîzma Tirkiyê li hember tunekirina tevgera Azadiya Kurdistan hemû pilanên qirêj û sûcên dij mirovahiyê pêş xistin. bi avakirina Tevgera Azadiya Kurdistan re zêdetirî 50 salî ye û faşîzma Tirkiyê gaz, çek û teqemendiyên kîmyawî yên qedexekirî bikar tîne. Ji ber dagirkeriya Tirkiyê ya ku hebûna xwe li ser tunekirina Kurdan digire dest, di wê baweriyê de ye ku tunebûna wî li ser destê Gelê Kurd e. Bi sala ye her çiqas êrîşên xwe li ser Gerîlayan zêdetir dike her carê de binkeftinên mezin jiyan dike”.
`Serdema nû ya serxwebûna gelê Kurd û Pirojeya Netewa Demokratîk e`
Ferîde bi van gotinan axaftina xwe berdewam kir: “Tevgera Azadiya Kurdistan ya ku bi felsefeya azadiya mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan hatiye avakirin. bi bedel û serkeftinên gelek mezin gihîştiye vê astê. Felsefeya Rêber APO Împeretoriya Osmaniyan ya bi serkêşiya terorist Erdoxan tê birêvebirin hejand. Ji lewra êrîşkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê û tavahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêliyekî jî ranewestandiye. Bê guman ev tê wê wateyê ku doza gelê Kurd û pirojeya Rêber APO ya Rêveberiya Xweser gihîştiye serkeftinê û tirs di dilê dagirkeran de avakiriye. Divê em bizanibin ev êrîş wê her berdewam bikin ji ber serdema nû serdema Serxwebûna gelê Kurd û pirojeya Nedewa Demokratîk e”.
`Herêmên Parastinê yên Medyayê û gelê sivîl bi çekên kîmyawî hatine gedef girtin`
Her wiha Ebdilhenan da zanîn ku bi kar anîna çekên Kîmyawî ne rewa ye û wê hêza heyî nerûxîne û wiha domand: “Ev ne cara yekemîn û ne ya sedî ye ku gelê Kurd û Hêzên Gerîla bi çek û teqemeniyên jehrî yên qedexekirî topbaran dike. ev cûre çek li ser sivîl û zarokên Kurd bi sedan car hatiye bikar anîn. tavahî êrîşên bi çekên kîmyawî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û gelê Kurd tên kirin ne rewa ne û divê di bin bêdengiya navnetewî de neyê derbas kirin. Li hember van êrîş û pilana hêzên Gerîla derbeyên herî giran li dagirkeriyê didin û ev yek di êrîşên dawiyê de careke din hate mehkum kirin. Her çiqas ev cûre êrîş bêne kirin wê hêz û têkoşîna ku bi deh sala tê kirin nerûxîne”.
`Bêdengî hevkariye`
Di dawiyê de Ebdilhenan bang li hêz û rêxistinên navnetwî kir ku li hermber bikaranîna çekên qedexekirî rawestin û wiha got: “Doza Azadiya Gelê Kurd êdî li tavahî cîhanê deng vedaye, divê hemû cîhan vê yekê bizanibe ku bêdengiya li hember bikaranîna dagirkeriya Tirkiyê ji çekên kîmyawî û yên qedexekirî li hemebr gelê Kurd tê wateya hevkariya wan bi hev re. Em bang li hemû hêz û rêxistinên navnetewî yên têkildar dikin ku di van cîhan de nebin şirîkên faşîzma Tirkiyê û bi erkên xwe yên mirovahî û navnetewî rabin ku li pêşiya êrîşên faşîzma Tirkiyê yên kîmyawî rawestin û bibin bend. Ger ev yek pêk neyê wê demê hemû peymanên ku hatine îmzekirin vala û binpê dikin”.[1]