Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,321
Wêne
  123,357
Pirtûk PDF
  22,032
Faylên peywendîdar
  124,490
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Dersînorkirina penaberên Sûriyê binpêkirina mafên mirovan e
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya derfetên (mafê gihandina agahiyên giştî) ji bo her mirovekî kurd vedike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dersînorkirina penaberên Sûriyê binpêkirina mafên mirovan e
Kurtelêkolîn

Dersînorkirina penaberên Sûriyê binpêkirina mafên mirovan e
Kurtelêkolîn

Dersînorkirina penaberên Sûriyê binpêkirina mafên mirovan e
Lîloz Hisên/ Qamişlo

Piştî destpêkirina kirîza #Sûriyê# zêdetirî 14 milyon mirov neçar man ku malên xwe berdin û li welatên cîran zêdetirî 12 salan niştecih bûn, lê ji ber aloziyên navxweyî yê hin dewletan dersînorkirina penaberên Sûriyeyê bi darê zorê tê kirin.
Ji ber rewşa şer ya li Sûriyeyê ku sala 2011`an detspê kir û bi sedema pêvçûnên domdar û destwerdanên derve ku aloziya Sûriyeyê xurtir kir,û ji ber şert û mercên aborî yên zehmet û nebûna ewlehiya welatiyên Sûriye yê neçarî koçberiyê li dewletên cîran bûn, penaberên Sûriyeyî êşên pir mezin kişandin ji binpêkirin û kiryarên ku li ser wan hate kirin. Bi awayekî ne qanûnî bi hezaran penaber vegerandin Sûriyê.
Rewşa penaberan li Tirkiye
Bi rûdana şoreşa Sûriyê dewleta Tirkiye yê vegûhurî ciheke bi ewle ji bo kesên ku ji Sûriyeyê derketin di encama şer de, bi derbasbûna salan hejmarên penaberan li Tirkiyeyê mezin bû bêkarî belav bû hemwelatiyên Tirkiyeyê êdî acizbûnê xwe anî ziman û xîtaba nefretê li penaberan kirin, asta rewşa aborî daket nemaze piştî erdheja wêranker ku sala 2023`an li Tirkiye yê çêbû di encama wê de binesaziya herêman hat hilweşandin û rewşa penaberan li gel wê aloziya aborî li Tirkiyeyê xerabtir bû ev sedem hişt ku li Tirkiye yê nijadperestî li dijî penaberên Sûriyeyê zêdekirin.
Li Tirkiyeyê zêdetirî 3 milyon penaberên Sûriyê dijîn. Dewleta Tirk pilan kir ku 200 hezar penaberên Sûriyê vegeriyanê Bakur û Rojhilatê Sûriye, di sala 2024`an bi rêya tevliheviyê di tedbîrên hikumî de çêbike da ku şert û mercên jiyanê dijwartir bike, kireyên xaniyan buha dike û hemleyên tengavkirina Sûriyeyan ji hêla gel zêde kir da ku wan neçarî vegerê bikin.
Desthilatên Tirkiyê bi hezaran welatiyên Sûriyê dersînor dikin yan zextê li wan dikin ku ew Tirki yê biterîkînin her wiha ji hêla hemwelatiyên Tirkiyeyê jî gelek binpêkirin li dijî penaberên Sûriyeyê tê kirin çi di rêya gotinên nijadperest û cudaxwaz, an jî îstismarkirina, hemwelatiyên Tirkiyê gelek êrîşên lêdan û kuştinê li dijî penaberên Sûriyê dikin bê ku hesab bê xwestin.
Li gorî bîlançoya nû hejmara penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê 3 milyon û 120 hezar û 430 penaber, yên ku hatin dersînorkirin an li dewletek din wan niştecihkirin hejmara wan gihaşt 65 hezar û 927` an.
Welatiyên Lubnanê banga dersînorkirina penaberên Sûriyê dikin
Di heman demê de pirsgirêka penaberan li Lubnanê heye, penaberên Sûriyê berê xwe dan Lubnanê da ku ji wan re bibe ciheke bi ewle lê berovajî vê yekê, penaberên Sûriyê ji destpêkê ve li Lubnanê rastî nijadperestî û tundiyê tên ji hêla hemwelatiyên Lubnanê ve. Hemwelatiyên Lubnanê îfade dikin ku ji destpêka penaberên Sûriyê hatin Lubnanê bêkarî belav bûye herwiha tehdîdê li ewlehiya dewletê dikin. Di demên dawî de rayederekî mezin ji artêşa Lubnanê li ser destê çend ciwanên Sûriyê hate kuştin vê yekê bertekên dijwar li ser Sûriyeyî çêkir. Gelek êrîşên tund û nijadperest li ser malbatên Sûriyeyî ji hêla gelê Lubnanî pêk hat herwiha pankartên li ser nivîsên ku Lubnanê biterikînin hat belav kirin wan tawanbar kirin ku ew tehdîdê li ser ewlehiya Lubnanê çêdikin. Gelek penaberên Sûriyê hatin girtin û hemleyên tengavê li ser wan zêde bûn êdî xîtaba nefretê bû rêbaza Lubnaniyan.
Li gorî malpera (ACHR) Gelek hemleyên ewlehiyê li Lubnanê li dijî penaberên Sûriyê hat kirin di Nîsana sala 2023`an de kampên penaberiyê û malên penaberan hatin hedef girtin, zarok, jin û mêr rastî muameleyên hovane û heqaretê hatin kirin ji hêla artêşa Lubananê, ji bilî îşkence, tacîza zayendî û muameleya xerab di demên binçavkirina keyfî de artêşa Lubnanê erebeyên xwe yên leşkerî ji bo veguhestina penaberan ji kampan û cihên niştecihbûna wan ber bi bargehên leşkerî ve da ku lêpirsînê li gel wan bike. Piştre ber bi sînorê Sûriyê ve hatin birin û bi darê zorê hatin dersînorkirin û li derveyê sînorê Lubnanê hatin bicihkirin, û di hin rewşan de, penaber rasterast radestî rayedarên Sûriyê kirin.
Rawestandina vîzeya hatin û çûnê li Herêma Kurdistanê
Li aliyê Îraqê ser daxwaza hikûmeta Bexdayê, Rêveberiya Herêma Kurdistanê dayîna vîzeya hatin û çûnê ji bo welatiyên Sûriyê rawestand. Ev biryar hat dayîn piştî tensîqa di navbera hikumeta Kurdistan û Bexdayê ji ber hejmara koçberkirina zêde ku di salên dawî de çêbû derbarê vê yekê hemleyên girtinê destpêkirin.
Li Îraqê heman pirsgirêka dersînorakirina Sûriyeyan ketiye rojevê de, gelek ciwanên Sûrî di nav de malbat bi giştî, ciwan, jin û zarok belgeyên fermî ji wan hat kişandin da ku wan neçarî vegerê bikin, vîza nema hat dayîn ji bo ciwanan tenê kesên ku îqamên îraqî û ewropî bi wan re, gelek ciwan nema çûn ser karê xwe ji metirsiya hikumetê ku wan dersînorê Sûriyê bikin. Gelek bertek ji hêla gelê Îraqê ve hat nîşandan der barê vê hemleyê û ev biryar red kirin û desnîşan kirin ku tu biryarek fermî tune ye ji bo vegera penaberan lê ev yek sedemên wê yên siyasî hene.
Îraq mazûvaniya nêzîkî 260,000 penaberên Sûriyê dike, piraniya wan li Herêma Kurdistanê niştecihbûne, hejmara penaberên li kampan 95,745 kes, rêxistina girêdayî Netewên Yekbûyî nêrînên penaberên Sûriyê ji kampan girtibû derbarê vegera wan ji bo Sûriyê li gorî nêrînan zêdetirî %92 naxwazin vegerin.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Netewên Yekbûyî bal kişand ku zêdetirî 14 milyon Sûriyeyî neçar bûn ku malên xwe biterikînin ji sala 2011`an, û hîn jî 6,8 miloyan penberên di hundirê Sûriyeyê de
Şert û mercên li Sûriyeyê bi giştî ne guncawin ku penaber bi awayekî ewle vegerin, ji ber ku gelek herêm ji milê dagirkeriya tirkiyê ve hatine dagirkirin û ew herêm bûne navenda çeteyên tûndrew û guhertina demugrafîk li wan herêman tê meşandin. Her wiha deverên di bin serweriya rejîma baas de ne jî ne cihên bi ewlene ku penaberên sûrî li cih û warên xwe vegerin.
Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de rojane binpêkirin û kiryarên hovane der heqê şêniyan pêk tê, dibe ku hemwelatiyên ku vegerin xeterî li ser jiyana wan zêdetir be û rastî êrîş, revandinê û îşkenceyê bên her wiha destserkirina mal û milkan û pereyan, xeterî zêdetir ser jinan heye ji ber êrîşên destavêtinê û zewaca bi darê zorê. Divê çareseriyek siyasî bê dîtin ji bo aloziya Sûriyeyê bi taybet pirsgirêka penaberên Sûriyeyî û binpêkirinên li dijî wan pêk tê pêwîste bi dawî bibe, rojane rastê kiryar û binpêkirina tên, divê vegereke bi ewle bê misogerkirin ji hêla dewletên garantor, herwiha rêxistinên mafên mirovan zêdetir balê bikşînin ser van kiryarên der heqê gelê Sûriyeyê pêk tê, gelek raporên wan hatin derxistin lê hîn tu çareserî ne hatiye dayîn.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 666 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 06-02-2025
Gotarên Girêdayî: 83
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 01-05-2024 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Mafî mirov
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 06-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 06-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 666 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.469 çirke!