Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,149
Wêne
  124,147
Pirtûk PDF
  22,098
Faylên peywendîdar
  125,978
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,862
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,576
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,731
عربي - Arabic 
43,937
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,447
PDF 
34,695
MP4 
3,834
IMG 
234,120
∑   Hemû bi hev re 
274,096
Lêgerîna naverokê
(MED TV ) Yekemîn Telviziyona kurdî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
(MED TV ) Yekemîn Telviziyona kurdî
Kurtelêkolîn

(MED TV ) Yekemîn Telviziyona kurdî
Kurtelêkolîn

(MED TV ) Yekemîn Telviziyona kurdî
Deriya Çiya/Qamişlo

MED TV yekemîn#televizyon# a kurdî ya satelîtê bû, di 15’ê Gulana 1995’an de dest bi weşana xwe kir. Di vê pêvajoya dîrokî de Kurdistan her di bin dagirkeriyê de bû û Kurd her di nav têkoşîna neteweyî de bûn. Zimanê wan qedexe bû, navê welatê wan tinebû, serok û pêşengên wan yan li zindanan, yan li çiyayan, yan jî li sirgûnê bûn. Yekem weşangeriya televizyona satelîtî ya Kurdan jî bi vî awayî li sirgûnê, li dûrî welêt, li Belçîkayê dest pê kir.
MED TV di 15’ê Gulana 1995’an de dest bi weşanên xwe ji bajarên Londonê kir. MED TV rojane şeş demjimêran bi zimanên kurdî, Tirkî, Asûrî û Erebî weşana xwe dikir û li Ewropa, bakurê Efrîqa û Rojhilata navîn dihat temaşekirin. MED TV bi vê yekê gaveke mezin di dîroka çepemeniya kurdî a nûjen de avêt û sînorên di nav kurdan de bi riyeke modern, bi riya teknolojî rakirin. Weşana bernameyan bi şeş zimanan: Kurdî ( zaravayên Soranî, Kurmancî û Zazakî) Îngilîzî, Erebî, Suryanî û Tirkî dihat weşandin.
Navlêkirina MED TV
Yekem televizyona Kurdî û ya Kurdan navê xwe ji yekem şaristaniya Kurdan, ji Medan wergirtibû. MED TV, 2500 sal piştî hilweşîna şaristaniya Medan, dest bi weşana xwe kiribû. Di vê pêvajoya dîrokî de ji bo Kurdan pir tişt neguherîbûn. Kurdistan her di bin dagirkeriyê de bû û Kurd her di nav têkoşîna neteweyî de bûn. Zimanê wan qedexe bû, navê welatê wan tinebû, serok û pêşengên wan yan li zindanan, yan li çiyayan, yan jî li sirgûnê bûn. Yekem weşangeriya televizyona satelîtî ya Kurdan jî bi vî awayî li sirgûnê, li dûrî welêt, li Belçîkayê dest pê kir.
Efsûna MED TV xeyal vejandin
MED TV wek ruhekî biefsûn li ser xaka Mezopotamya geriya, çand, folklor, ziman, adet, tore, muzîk, stran, çîrok û xeyalên mirovên van zewiyên xemgîn, careke din vejandin.
Lê di ekranên MED TV de, bi gelek ziman û zaravayên ku li dijî zextên dewletên dagirker li ber xwe didan, weşan dihat kirin. Zimanê Kurdî tevî çar zaravayên xwe her şev ji ekranên televizyonan ber bi hesret û xeyalên Kurdan ê hezaran salan ve diherikî.
Her wiha zimanê Asûrî/Suryaniyan ku di bin heman zextan de ye, ji ekranên vê televizyonê digihişt ser zeviyên ku koka xwe jê distîne.
Zimanekî din, zimanê qewmê Lazan, ew jî ku li Tirkiyeyê qedexe ye; carinan bi stran û kilamên xwe li dijî dijminên mirovahiyê li ser ekranên vê televizyonê derdiketin pêş.
MED TV ji bilî van zimanên qedexekirî, her roj di demên cûr bi cûr de bi Tirkî, Erebî û Ingilîzî jî weşan kirin. Kilamên Ermenî, Farisî û gelek zimanên din jî car caran di ekranên vê televizyonê de derketin pêş.
Serketina vê kanala televizyonê belkî jî ew e ku wek dengê Rojhilata Navîn pirrengîn û hesreta însanên wê herêmê biqeda, hesreta biratî, demokrasî û wekhevîyê di ekranan de be jî anî bû ziman.
Her wiha oldarên Îsewî, Misilman, Elewî û Êzîdî di rojên xwe yên pîroz de li ser ekranên MED TV civiyan; qesîde û duayên xwe gihandin hemû mirovan. Di rojên pîroz ên van komên olî de, şahî û bernameyên taybet jî pêşkeş dikirin.
Astengiyên weşana MED TV
Ji destpêka weşana xwe de MED TV bi zextên dewleta Turk re rûbirû ma ye. Beriya ku MED TV dest bi weşanê bike, dewleta Turk ket hewlidanan û MED TV bi piropogendên nerast li ber çavê raya giştî û dewletên Ewropa reş kir û weke televiziyona PKK’ê îlan kir. Paşê bi zextên li ser Elmaniya, Birîtaniya mezin, Polanda, Spaniya, Fransa û Protûgalê xwest MED TV bidê rawestandin. Di Gulana 1999’an de kominisiyona televiziyona ya Birîtanî (Independet Televizion Commission ITC) lîsansa MED TV betal kir û weşanên wê rawestandin. Lê sê meh şûn de, di Tîmeha 1999’an de Mediya TV dest bi weşana xwe kir û cihê MED TV girt.
Mediya TV
Piştî girtina yekemîn televiziyona kurdî ya li ser satelîtê MED TV, di sala 1999’an de televiziyona Mediya TV dest bi weşanên xwe kir. Mediya TV jî di sala 2004’an de hat girtin û li şûna wê Roj TV dest bi weşana xwe kir.
Roj TV
Roj TV di 21’ê Sibatê de dest bi weşanên testê û di 1’ê Adara 2004’an de bi resepisyoneke vekirinê bi fermî dest bi weşanên asayî kir. Ji Gulana 2004’an û şûn de Roj TV di înternêtê de zindî tê temaşekirin.
Di şoreşa Rojava de pêngaveke ragihandinê ya bi kalîte
Ev xebata ragihandinê ya berdewam ji bo serdemên navber, ji sala 2011’an û vir ve, bi destpêkirina serhildana gel û şoreşa gelên Sûriyê û ya ku mîna şoreşa ragihandinê li Rojava, pêk hat. Şoreşa gelê Kurd a li Rojava ku ji bo li dijî rejîma totalîter û netew-dewletê hat destpêkirin, di asta çapemeniyê de şoreşeke girîng bi dest xist. Hevdem bi mezinbûna şoreşê re, rojnamevanan karîn gelek platformên medyayê yên wekî rojnameya Ronahî, Ajansa Nûçeyan a Hawarê û kanala satelîtê ya Ronahî ava bikin. Ev platformên çapemeniyê bûne dengê projeya neteweya demokratîk a ku li herêmê pêşketiye. Van platformên medyayê her wiha êrîşên çeteyên DAIŞ’ê eşkere kirin, her wiha bi mezinkirina berxwedana li dijî DAIŞ’ê re hembêz kirin û piştre jî ji bo eşkerekirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û peymanên bi guman û qirêj ên di navbera dewleta Tirk, çeteyên El-Nusra de xebitîn.
Rojnameya Ronahî
Li Rojava bi destpêka şoreşê re Rojnameya Ronahî mîna yekemîn desgehên ragihandinê bi riya komek ji xebatkarên dildar dest bi karên xwe kirin û di 16’ê Cotmeha 2011an de yekemîn çapa xwe destpêkir. Bi destpêkirina Rojnameya Ronahî re gaveke giring di warê ragihandinê de hate avêtin û roj bi roj di nava civakê de bandora wê her ku çû mezin bû û ji derfet û imkanên kêm û bi çend endaman kar hate destpêkirin û îro gihiştiye astekî ku nûçegihanên xwe li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê belavbûne û ji gelek welatên Rojhilata navîn jî nivîskarên xwe jî hene. Her wiha bûye navnîşana ragihandina rastiyê û vegotina şoreşê.
ANHA
Ajansa Nûçeyan a Hwarê (ANHA) di 1’ê Adara 2013’an de ji aliyê hinek rojnamegerên Kurd ve hat avakirin. ANHA’ya ku weşana xwe di malek ji kerpîçan de destpêkirî, bi hişmendiya xwe ya bêalî û nûçeyên rast, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû saziya çapemeniyê ya herî giring.
ANHA’yê ragihandina Netewa Demokratîk a ku li Rojhilata Navîn derket û berxwedana gel ji cîhanê re esas girt. Nûçegihanên ANHA’yê, bi berdêlên giran wek şahîdbûnê jî, di her şert û mercên zehmet de nûçegihaniya rast kirin û di israrê de yek gav paşde neavêtin. ANHA’ya ku niha di sala xwe ya 10’an de ye, toreyek wisa da avakirin ku şoreşa gel a li herêmê, berxwedana ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê hat meşandin gihand tevahî cîhanê. ANHA li herêmê xeta weşana ji rastî û heqîqetê tawiz nayê dayîn dide meşandin û rojnemegerên giring ava dike.
RONAHÎ TV
Ragihandina Azad kevneşopiya ku bi Med Tv dabû destpêkirin hat girtin jî, li rexma hemû zextan ev kevneşopî domand. Ronahî TV di 20’ê Cotmeha 2011’an weşana xwe ya testê da destpêkirin û destpêkê di rojê de tenê sê saet weşan dikir. Di demek kurt de ev dem gihişt 10 saetan û di sala 2014’an de jî saetên weşanê gihand 24 saetan.
Ronahî TV di rojên avakirina xwe de li bajarê Brukselê yê Belçîkayê dest bi weşanê kiribû, di demek kurt de navenda xwe ya nûçeyan derbasî xaka şoreşê kir. Niha Ronahî TV studyoyên xwe li hemû kantonên herêmê vekiriye. Li kêleka Şoreşa Rojava, pêşketinên li Rojhilata Navîn digihîne hemû cîhanê.
Stasyonên radyoyê
Di 20’ê Cotmeha 2012’an de yekemîn radyoya Rojava bi navê “Cûdî FM” hat avakirin û bernameyên xwe ji bajarê Qamişlo diweşand. Paşê di 19’ê Mijdara 2012″an de Radyoya FM ya Kobanî hat damezrandin û di 1’ê Nîsana 2013’an de Radyoya Rojava FM dest bi weşanê kir. Li Efrîna ku niha ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin, di 10’ê Hezîrana 2013’an de Radyoya Efrîn FM hate avakirin û di 1’ê Îlonê de weşana asayî ya Radyoya Efrîn FM dest pê kir. Di navbera salên 2014-2015’an de gelek radyoyên wek Derbasiya FM, Waşokanî FM, Dengê Xabûr, Dengê Rêveberiya,Orkêş, Xweseriya Demokratîk û Rojava FM hatin avakirin. Di sala 2017’an de radyoya jinan bi navê Radyoya Star FM Jî dest bi weşanê kir.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 485 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 07-02-2025
Gotarên Girêdayî: 3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 31-03-2024 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Medya, Ragîhandin
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 10-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 30-04-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 485 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.234 çirke!