Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,984
Wêne
  124,075
Pirtûk PDF
  22,090
Faylên peywendîdar
  125,835
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
Pêwîste biherikin Newroza gelan
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Wêneyên dîrokî dewlemendiya netewî ye! Ji kerema xwe re, bi logokên xwe, nivîs û rengên xwe, nirxa wan kêm nekin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Pêwîste biherikin Newroza gelan
Zekî Bedran

Em Cejna Newrozê ya ku di dîrokê de xwedî wateyek kûr e û bi hezaran sale ji aliyê gelan ve nehatiye jibîrkirin pêşwazî dikin. Newroz cejneke ku
azadî û ronahî li hemberî zordarî û tarîtiyê serkeftiye. Çawa ku berxwedana Kawayê Hesinkar a li hemberî zilma Dehaq veguherî efsaneyekî, berxwedana Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan a di girtîgehê de li dijî tarîtî û zordariyê bilind bû jî heman encam derxist holê. Vê berxwedanê encama ku faşîzma 12’ê Îlonê dixwest bi dest bixe asteng kir.
Dewleta Tirk encama ku nekarî di 12’ê Îlonê de bidest bixe hewl dide niha bigihê. Gelê Kurdistanê bi xwîn û canê xwe Newroz nûjen kir, weke cejna azadî û berxwedanê pîroz kir. Di salên 1990’an de dewleta Tirk ji bo pîroznekirina Newrozê êrişî gel kir, komkujî pêk anîn. Li gel tevahî qirkirin, êşkence û girtinan jî gelê Kurdistanê dest ji Newroza xwe berneda. Gelê Kurd weke gelê Newrozê hat pênasekirin. Ji bo gelê Kurd lêgerîna azadiyê, berxwedan û hebûn bi Newrozê re bû yek. Li hemberî plana Erdogan û Baxçeliyê ku nûneriya Dehakan dikin, li hemberî stratejiya wan a tunekirina Kurdan û xistina tarîtiyê, Kurdan bi Newrozê re ronahî li her alî belav kir, raperîn û azadiya xwe bê ku tu sînoran nas bike li qadan diqîre. Îro li cîhanê tu gel weke gelê Kurd Newrozê bi coş û weke cejna azadî û berxwedanê pîroz nakin. Newroz li Kurdistanê weke cejnên asayî û klasîk nayê pîrozkirin. Hêzên mêtînger hertim Newroz qedexe kirine û xwestine bidin jibîrkirin. Di salên 1990’an de li Tirkiyê Newroz bi xwîn bûn û dihatin qedexekirin. Faşîzma Tirk niha jî dixwaze Newrozê qedexe bike. Dema nikare vê bike jî herikîna bi milyonan kesî ji bo qadan nake nûçe, ji gel vedişêre û ji nedîtî ve tê.
Baş dizanin ku Newroz ji bo Kurdan tê çi wateyê. Ji ber wê jî dixwazin bîra Kurdan kor bikin. Bi desthilat û muxalefeta xwe li dijî Kurdan dibin yek. Demokrat û muxalîfên wan dema dor tê Kurdan ji holê winda dibin. Piştre yekser dibe mijarek a “Netewî û di ser siyasetê re”! Pirsgirêka herî mezin a dîrokî û siyasî di carekî de dibe mijarek “di ser siyasetê re”! Di rastiyê de aktorên polîtîk, partiyên ku pêwîste polîtîka û çareseriyê hilberînin bi vê helwestê xwe ji nava polîtîkayê derdixin. Mijara herî jiyanî dihêlin bi hêviya bîrokrasiya ewlehiyê yan jî partiyên alîgirên şer. Dema bi rêyên siyasî û demokratîk çareserî nayê çêkirin, canê bi hezaran kes û çavkaniya aboriya welat bi vê pevçûnê berhewa diçe.
Kurdan berdêl da. Hertim qedexe, komkujî, mişextin û biçûkkirin bû para wan. Di cîhanê de di qada teknîkê, polîtîka û aboriyê de gelek tişt hatin guheritn. Lê çarenûsa Kurdan û nêrîna mêtîngeran nehat guhertin. Ji bo vê jî perwerdeya bi zimanê dayîkê û nasname, bi çanda xwe jiyîn, mafên herî xwezayî ji bo gelê Kurd dikin sedemê mirin û komkujiyê. Dewleta Tirk û Sûriyê heta niha jî mafê perwerdeyê yê bi zimanê Kurdî nas nakin. Daxwaza gelê Kurd a herî xwezayî weke parçebûn û terorîzmê pênase dikin. Ji bo perçiqandin, cezakirin û hilweşandina van daxwazan planan pêş dixin.
Dewleta Tirk bê ku tu zagonan nas bike êrişî Kurdan dike. Li Rojava Kurdan li dijî DAIŞ’ê şer kir. Bi deh hezaran şehîd û birîndar dan. Êrişî Tirkiyê nekirin, daxwaza tu axê nekirin. Bi Kiwalîsyonê re bûn yek û ji bo tunekirina DAIŞ’ê xebitîn. Ji bo dewletên Rojhilata Navîn û cîhanê ji belayek mezin xilas bikin di çepera pêşîn de şer kirin. Dijminayiya tu gelan nekirin. Li herêmên ku ji DAIŞ’ê hatin rizgakirin Ereb, Kurd, Suryanî-Asûrî, Ermenî, Tirkmen û hwd bi hev re rêxistin bûn û xwe rêve birin.
Rêveberiya demokratîk a ji bo Rojhilata Navîn heta tevahî cîhanê bibe mînak ava kirin. Gotin tevahî çavkaniyên sererd û binerdên Sûriyê ya hemû Sûriyeyiyan e û bi wî awayî tev geriyan. Dane diyarkirin ku ji bo kombûna Sûriyê û avakirina demokrasiyê amede ne. Ragihandin ku amede ne bi hikumeta Şamê re li hev bikin, li Sûriyê yekîtiyek a siyasî û têkoşînek hevpar a li dijî dagirkeran pêş bixin.
Hikumeta Sûriyê guh neda van pêşniyar û daxwazên erênî yên rêveberiya xweser. Gavek erênî tune ye. Dewleta Tirk jî bi Rûsya û hikumeta Şamê re li hev dike û hewl dide Kurdan tune bike û rêveberiya xweser ji holê rake. Eger em bêjin hewl dide dê kêm bimîne, zextê dike û lez dike. Faşîzma Tirk ketiye pey Kurdan ji axa wan derbixe, tunekirina nîjadî pêk bîne û qir bike. Dixwaze Rûsya û hikumeta Sûriyê jî bike hevkarê xwe.
Weke tê dîtin tora xirabî û tarîtiyê tê hûnandin. Pêwîste li dijî vê serhildana Kawayan a li dijî Dehakan bê birêxistinkirin. Dem ew deme ku Newroz li gorî wateya xwe ya dîrokî û nûjen, weke cejna azadî û berxwedana gelan bê pêşwazîkirin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 388 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 07-02-2025
Gotarên Girêdayî: 21
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 20-03-2024 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-02-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 388 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.156 çirke!