Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,863
Wêne
  123,953
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,746
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
Efrîn; Warê zeyton û aştiyê veguheriye navneda sûcên dijmirovî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevkarên Kurdîpêdiya êş û serkeftinên jinên Kurd ên hevdem di databasa xwe ya neteweyî de arşîv dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
#Efrîn# ; Warê zeyton û aştiyê veguheriye navneda sûcên dijmirovî
Zana Roj/ Şehba

Bi pilangeriyeke Navneteweyî Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê piştî 58 Rojan ji berxwedaniyê di 18’ê Adara 2018’an de ji aliyê dagirkeriya Tirk û komên çete yê girêdayî wê ve hat dagirkirin. Warê zeytû û aştiyê, 6 sal in di bin lepên dagirkeriyê de ye û veguheriya navnenda sûcên dijmirovî.
Herêma Efrînê yek ji herêmên herî girîng ji Rojavayê Kurdistanê û tevahiya Sûriyê ye, ji 7 navçe û 366 gundan pêk tê, her wiha ji sedê 97 niştecihên wê kurd in û wike herêmeke kurd a resen tî naskirin.
Efrîn bi xwe herêmeke Çiyayî ye û di milê xwezayî, dar û daristanên xwe yên ji hemû cûreyan gelekî zengîne. Bi taybet bi darên Zeytûnê navdare û di Kurdistanê de bi warê zeytûnê tê naskirin. Gelê Efrînê di aliyê aborî de piştpêrastkirina xwe li ser berhemên zeytûnan e û ev dibe weke jêdareke fermî ya gel û herêmê. Herêma Efrînê ji sedî 90 ji darên zeytûnê pêk tê û li gorî ku hatibû tesbîtkirin nêzî 19 milyon darên zeytûnan beriya dagirkeriyê li Efrînê hebûn. Sûriyê di aliyê berhemdana Zeyta Zeytûnan di cîhanê de di rêjeya 6’mîn de dihat naskirin. Lê belê ev yek piştî dagirkirina Efrînê nema û bi hezaran ji darên zeytûnan yên ku temenê wan zêdetirî 500 sal e hatin qutkirin û talan kirin.
Efrîn piştî Şoreşa 19 ê Tîrmehê û bi îlankirina Rêveberiya Xweser bû herêma herî ewle û serbixwe, gelek koçberên Sûriyê pêşwazî kirin û xwedî kirin. Efrîn li ser esasê îdeolojiya azadiyê û paradîgmeya demokrasiyê hemû ol û netew bi hev re li ser esasê wekheviyê jiyan dikirin, her wiha Efrîn di demeke kin de karîbû bibe herêmeke pêşketî him di aliyê aborî him jî di aliyê pir rengiya ku di nava xwe de dihewand.
20’ê Çileya 2018’an û destpêka êrîşên dagirkeriyê
Herîma Efrînê ji ber girîngiya cihê wê ya stratrjîk, zengînbûna sererd û binerda wê, her wiha ji bo têkbirina rengê Rêveberiya Xweser û qirkirina gelê Kurd, dagirkeriya Tirk û bi hevkariya komên çeteyan yên girydayî wê bi pilaneke navnetewî di 20’ê Çileya 2018 an de êrîşa qirkirinê ya bi navê (Şaxa Zeytûnê) li ser gel û herêma Efrînê de pêk anî. Di 20 ê Çile de dagirkeriya Tirk 72 balafirên şer li ser esîmanê herêmê de rakirin, navenda Efrînê tevî 7 navçeyên wê bi hovîtiyeke herî dijwar hatin hedefgirtin. Di êrîşên dagireriya Tirk de faşîzma Tirkiyê bi teknîkên kujer yên herî pêşketî herêma Efrînê armanc kir. Faşîzma Tirkiyê di êrîşên xwe de tavahî gelên sivîl armanc kir û bi sedan komkûjiyên bi belge pêk anîn.
Berxwedana Serdemê
Berxwedaniya herêma Efrînê bi Berxwedana Serdemê hat pênasekirin. Ji ber Efrîna biçûk ya ku di gelek welatên cîhanê de nedihat naskirin hêza 2’emîn di NAT’ê de bi hemû çek û teknîkên xwe yên serdemê êrîşî wê kir. Ji van êrîşan wêdatir gelê Efrînê tev şervanên xwe ve destana berxwedaniyê ya gelê Kurd careke din ji dunayê re nivîsandin. Berxwedaniya Efrînê ya ku 58 rojan domandiya yekemîn car bû ku di cîhanê de têkoşîna hebûn û nebûnê li hember hêzeke cîhanî tê raber kirin. Di oxira vê berxwedaniyê de bi hezaran gel, şervan û zarokên bi çûk şehîd bûn. Qelenê welatparêziyê giran bû û diviya bû li ber her dareke zeytûnê şervanek bihate zayîn. Ji ber vê yekî jî li hember dagirkeriyê û komên çeteyan dayîkên Efrînê tevî şervanên xwe bûn mertalên zindî.
Piştî berxwedaniya 58 rojan 300 hezar kes koçber bûn
Berxwedana gelê Efrînê ya ku 58 rojan li ber xwe daye, di encama biryarên navnetewî ya pêkanîna qirkirineke giştî gelê Efrînê bi darê zorê mecbûr ma ji Efrînê derkeve û berê xwe bide herêma Şehbayê ya ku weke gundewarên Bakurê Helebê tê nas kirin bibin. Zêdetirî 300 hezar kes ji gelê Efrînê koçber bûn, piraniya gelê Efrînê li herêmên Şehbayê, Til Rifet, gundewarên navçeya Şêrawa ya girydayî bajarê Efrînê her wiha beşek ji malbatên Efrînê berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Li herêma Şehbayê 5 kampên derbiderên Efrînê hatin avakirin (Kampa Berxwedan, Serdem, Veger, Efrîn û Şehba). Bê guman li tavahî gundên herêmên jî ev gel bi cih bû.
Herêma Şehbayê di sala 2016’an ji aliyê hêzên YPG û YPJ ê ji bin destê terora DAÎŞ ê hat rizgarkirin. Ji ber vê yekê jî ev herêm ji aliyê hêzên Rêveberiya Xweser ve dihate parastin û bi rêve birin. Rêveberiya Xweser û gelê Efrînê di bin şert û mercên zehmet yên pêvajoya koçberiyê de xwe cereke din birêxistin kir û qonaxa duyemîn ya Berxwedana Serdemê destpêkirin. Di qonaxa duyemîn de xwe bi rêxistinkirin; ji tavahî cîhanê re hat îsbat kirin ku tavahî xebat û jiyana ku bê meşandin wê ji bo vegera ser axa Efrînê be û dest ji dozê wê neyê berdan. Lê kêlek ku gelê Efrînê xwe li herêma Şehbayê birêxistin dikir, dagirkeriya Tirkiriyê û komên çeteyan di Efrînê de dest bi talan kirin û qirkirina çandî kir.
Dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyan di dîroka 18’ê Adara 2018’an de serweriya xwe li ser Efrînê îlan kirin û êdî dest bi guhartina demografîk, kuştin, revandin, talankirin, qirkirin û destdirêjiya li sererd û binerdê wê kirin û zêdetirî 400 hezar kes li Efrînê li şûna gelê resen hatin bicih kirin.
Di 6 salan de li gorî belgeyên Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn- Sûriye ev hatine tesbîtkirin.
Di 6 salan de 784 kes hatine kuştin
Dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyan bi dirêjahiya 6 salan ji dagirkeriyê di herêma Efrînê de, zêdetirî 683 kes hatin kuştin, li gorî ku hatiye belgekirin ji wan 65 kes di bin îşkenceyê de hatine kuştin. Her wiha 101 jin û keçên temen biçûk hatine kuştin ji wan 10 jin xwekuştin û 74 jin jî di encama destdirêjiya cinsî de katine kuştin.
Revandin
Komên çeteyan di Efrînê de gelek rê û rêbazên revandinê li ser gelê resen yên herêmê pêk anîn. Ji kal û pîran bigire heyanî zarokên biçûk bi hincetên cuda dihatin revandin û ji bo serbestberdana wan berdêl ango baceyên darayî dixwastin. Zêdetirî 9 hezar û 118 kes hatine revandin, ji wan hezar û 15 jî jin û keçikên temen biçûk in, her wiha çarenûsa 300 jin heyanî vê kêliyê ne diyar e.
Malên mêtîngeriyê
Dagirkeriya Tirkiyê bi serweriya xwe li ser herêmê ji yekemîn gavên ku avêtine guhartina demografiya herêmê bû, bê guman ev guhartina demografî di gelek aliyan de hatin pêkanîn. Yek ji wan gavan jî avakirina malên mêtîngeriyê ye. li gorî Rêxistina Mafê Mirovan di gîştî herêma Efrînê de ji destpêka dagirkirinê de zêdetirî 32 mal û kampên mêtîngeriyê hatine avakirin. Ev malên mêtîngeriyê bi destekdayêna Rêxistinên Erebistanê yên (Xelîcî), Filistînî, Kiwêtî û Qeterî hatin avakirin. niha hejmara Ereban û malbatên çeteyan nêzîkî 900 hezar kirin e, bi giştî rêjeya Ereban di Efrînê de jisedî 77 derbas kiriye û Kurdên resen ji sedî 20 tenê mane.
Qutkirin û şewitandina daran
Efrîna ku bi xweza, demsalên xwe yên fêkiyan, dar û daristan xwe yên zêde dihat naskirin. bi dagirkeriyê re xwezaya Efrînê bi taybet hat talan kirin. dagirkeriya Tirkiyê bi hezaran ji darên zeytûnan ji binî de hilkirin û derbasî sînorên Tirkiyê kirin da ku li wir berhemên zeytûnan bigire. Komên çeteyan û faşîzma Tirkiyê darên hemwelatiyên resen li pêşiya çavên wan qut kirin û bi wan daran tîcareta êzingan kirine. her wiha zevî û darên kesên ku koçber bûne bi temamî hatin desteser kirin û qutkirin. Li gorî ku hatiye belgekirin di 6 salan de zêdetirî 400 hezar darên bi berhem û daristan hatine qutkirin û 15 hezar darên bi berhem jî hatine şewitandin. Her wiha bi hezaran darên daristanan û zeviyên çandiniyê hatine şewitandin.
Talankirina şînwaran
Cihên dîrokî yên Efrînê bi temamî ji aliyê faşîzma Tirkiyê û komên şeteyan ve hatin talankirin. Ev talankirin bi armanca diziyê û talankirina dîroka kevnar hatin kirin. zêdetirî 75 Tilên dîrokî hatin talankirin û xirabkirin, her wiha zêdetirî 59 cihên dîrokî û zêdetirî 28 mezelên olî û gorên kevnar hatin talankirin. Ji navdartirîn cihên ku hatine talan kirin (perestgeha Ayîn Dîwar, Şikefta Duderî, Gora Mar Maron û Nebî Hurî).
Polîtîkeyên guhartina demografî
Ev belgeyên ku tavahî pîvanên navnetewî û mirovî binpê dikin, di van xalan de guhatina demografiya herêm û nasnameya herêmê nehat sekinandin. Di bin bêdengiyeke navnetewî de faşîzma Tirkiyê xwest herêma Efrînê weke herêmeke Tirkî bide nîşan kirin. ev yek jî bi ferizkirina zimanê Tirkî, leyreya Tirkî, guhartina navên gunan, dukan, dibistan, rê û çarxereyên Efrînê, nexweaşxane û guhartina nasnameyên hemwelatiyan hat kirin.
Di navenda bajarê Efrînê de hemû navên dukanan û cihên fermî bûn Tirkî. Mînaka wê jî Hola Azadî bû (Etetur), çarxereya Newroz bû (Salah El dîn), Çarexereya Watanî bû (18’ê Adarê), çarxereya Kawayê Hesinkar bû (Şaxa Zeytûnê). Her wiha li tavahî herêmê bi zimanê Tirkî dibistan û zanîngeh hatin vekirin, û li ser cil û dibistanan ala Tirkiyê hatin rakirin.
Ferizkirina ola Îslamî li ser Êzîdiyên Efrînê
Li gorî peymanên navnetewî û mîsaqên USE azadiya olan û baweriyan heye. Lê faşîzma Tirkiyê û komên çeteyan gelê Êzîdî bi darê zorê dikin ku bibin musliman û dev ji baweriyên xwe berdin. Her wiha mezel û cihên baweriya ola Êzîdî hatin talankirin, bi vê yekê dagirkeriya Tirkiyê pîvanên navnetewî binpê dike.
`Tavahî belgeyên ku hatine kirin, Tirkiyê zagonên navnetewî binpêkiriye`
Girydayî salvegera 6’mîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê faşîzma Tirkiyê ve, her wiha kiryarên ku tên pêkanîn Parêzer Cibraîl Mistefa ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Dagirkeriya Tirkiyê di Efrînê de dewleteke dagirker e û ni armanca qirkirina gelê Kurd û pêkhateyên ku tê de jiyan dikirin derbasî Efrînê bûye. bê guman ev pilanên Faşîzma Tirkiyê yên demdirêjin û xwest bi vê yekê hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd bide avakirin. li gorî zagonên navnetewî û tûziknameyên cîhanê bi taybet li gorî hevpeymana Layahî ya sala 1907 diyar dike ku erk û misyona dsgirkeriyê di herêma ku dagir dike de çi ne. di nava wê peymanê de divê hemû maf û hiquqên hemwelatiyên resen bên parastin, her wiha divê herêm ji dîroka xwe neyê durxistin û parastina dîroka herêmê bê kirin. Lê tişta ku heyanî niha hatiye belgekirin diyar dike ku dagirkeriya Tirkiyê tavahî zagonên navnetewî derbas bike”.
`Pêşeroja Efrînê di metirsiyê de ye`
Cibraîl diyar kir ku ger dagirkeriya Tirkiyê bi vê awayî berdewam bike pêşeroja Efrînê di metirsiyê de ye û wiha got: “Mixabin heyanî vê kêliyê û rûxmî hemû binpêkirin, kiryar, guhartina demografî û sûcên şer ku tên pêkanîn. Lê Civaka navdewletî û bi taybet Desteya Neteweyên Yekbûyî li hember Tirkiyê tu bertek nîşan nedaye û weke dewleteke dagirker jî nehatiye diyar kirin. bi derbasbûna 6 salan ji dagirkeriyê û berdewamiya siyaseta qirkirina gel û nasnameya gelê Kurd û ya herêm Efrînê, divê her kes di wê zanebûnê de be ku pêşeroja Efrînê Çiyayên Kurmênc di metirsî û xeteriyê de ye.”
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 515 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 07-02-2025
Gotarên Girêdayî: 52
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 17-03-2024 (1 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-02-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 515 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.235 çirke!