Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,862
Wêne
  123,953
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,746
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
Armanca Komplogeran qirkirina gelê Kurd e
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Armanca Komplogeran qirkirina gelê Kurd e
Kurtelêkolîn

Armanca Komplogeran qirkirina gelê Kurd e
Kurtelêkolîn

Armanca Komplogeran qirkirina #gelê Kurd# e
Ronaz Silêman/Qamişlo

Hevseroka Desteya Aborî ya Kantona Cizîrê Hediya Elî û Hevserokê Desteya Çandiniyê ya Kantona Cizîrê Mezlûm Hesen diyar kirin ku armanca komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan şikandina vîna gelê kurd û têkbiran pirojeya Netewa Demokartîk bû, lê bi berxwedan û felsefeya Rêber Apo armanca komplogeran têkçû.
Di 9`ê Cotmeha 1998`an de li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan Komployeke Navneteweyî hat destpêkirin. Ji ber Rêber Apo xwedî pirojeyeke demokratîk bû û doza azadiya gelê bindest dikir, komploya navnetewî li ser hat meşandin. Ramanên Rêber Apo ne li gorî berjewendiyên dewletên ku dixwazin serdestiya xwe li ser gelan bide meşandin. Rêber Apo ji dewletên ku ji bo berjwendiyên xwe dixebitin xeteriya herî mezin e. Ji ber Rêber Apo li dijî bercwendiyên hêzên desthilatdar tevdigere, herwiha doza wî wekhevî û azadiya gelên bindest e. Lewra di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Apo ji aliyê dewleta Tirk ve hat revandin û di girava Îmraliyê de tê dîlgirtin.
Derbarê Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo hatî meşandin Hevseroka Desteya Aborî ya Kantona Cizîrê Hediya Elî û Hevserokê Desteya Çandiniyê ya Kantona Cizîrê Mezlûm Hesen ji rojnameya me re axivîn.
Hediya Elî diyar kir ku armanca komployê şikandina vîna gelê Kurd bû û wiha got: “Di sala 1998`an de komployeke qirêj bi destê dewletên sermayedar, li ser Rêber Apo hat destpêkirin. Bi destpêkirina komployê û heta îro jî hîn planên komplogeran li ser Rêber Apo berdewam e. Komplogerên ku komplo li ser Rêber Apo dan meşandin, bi hemû rêbazan xwestin felsefeya Rêber Apo dîl bigirin, da ku azadiya gelê bindest pêk neyê û pirsgirêkên Rojhilata Navîn neyên çareserkirin. Lê tevî hemû zext û hewldanên xwe, planên wan pêk nehatin û berûvajî wê ramanê Rêber Apo belavî cîhanê bû û kesayeta Rêber Apo di cîhanê de deng veda. Herwiha armanca yekê ji komployê berdewamkirina plana qirkirina gelê kurd bû. Di heman demê de Rêber Apo xwedî pirojeyekî demokratîk e, li ser vê bingehê komplo li ser Rêber Apo pêk anîn, da ku ramanê Rêber Apo bê bandor bikin û li şûna wê hêzên serwerê cîhanê hişmendiya xwe li cîhanê serdest bikin.”
Dixwestin bi dîlgirtina Rêber Apo, ramanê wî asteng bikin
Hevseroka Desteya Aborî ya Kantona Cizîrê Hediya Elî axaftina xwe wiha qedand: “Dewletên ku komplo li ser Rêber Apo pêk anîn, metirsiya wan ji pirojeyên Rêber Apo hebûn. Bi 100`ê salaye ku çarserkirina pirsgirêka gelê kurd, bi sedema dewletên desthilatdar û xeta xiyanetê nayê çareserkirin. Lê Rêber Apo riya wî ya serkeftin û çareseriyê ye, lewra Komplo li ser hat meşandin. Rêber Apo bi berxwedan û belavkirina felsefeya xwe, bû hêza herî mezin ji berdewamiya vîna gelê kurd re. Dixwestin bi dîlgirtina Rêber Apo, wî bê bandor bikin, lê gelê ku hêza berxwedanê ji Rêber Apo girtiye, bi 100`ê kompla wê hêzê têk nabin”
‘Dewleta Tirk di nava xwe de pirsgirêkan dijî’
Di heman mijarê de Hevserokê Desteya Çandiniyê ya Kantona Cizîrê Mezlûm Hesen anî ziman ku komploya li ser Rêber Apo derbasî sala xwe ya 26`emîn dibe û wiha got: “Komploya li ser Rêber Apo derbasî sala xwe ya 26`emîn dibe û hîn komplogerên ku komplo dan meşandin, komployên wan li ser Rêber Apo berdewamin. Rêber Apo dîroka mirovahiyê nas kiriye û riya azadiyê nîşanî gelê kurd daye. Îro roj jî yek ji serkeftinên herî mezin ku bi saya Rêber Apo hatiye bidestxistin Şoreşa Rojava ye. Ji ber wê yekê hêzên komploger ên ku komplo pêk anî û bi sûcên dij mirovî yên ku li hemberî Rêber Apo didine meşandin dixwazin di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd qirbikin. Dewleta Tirk di nava alûziyan de dijî, lewra dixwaze bi êrişên ku ji derve dide meşandin li ser van alûziyên ku dijî veşêre.
‘Rêber Apo sembola berxwedanê ye’
Mezlûm Hesen di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gelên azadîxwaz heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkwere wê li ser piyan bin û wiha got: “Fikir û felsefeya Rêber Apo li cîhanê hatiye belavkirin. Rêber Apo sembola berxwedanê ye. Cîhan tevahî li benda azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Herwiha ji tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê xwestin ku li ser piyan bin, pêngav û çalakiyên xwe ta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewam bikin. Di heman demê de em ê bersivê bidin komplogeran û di dîrokê de wê werin dadgehkirin û wê dîrok hesab ji komplogeran bixwaze.”[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,095 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 07-02-2025
Gotarên Girêdayî: 61
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 14-02-2024 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 07-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 28-06-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,095 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.25 çirke!