Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,803
Wêne
  123,936
Pirtûk PDF
  22,082
Faylên peywendîdar
  125,651
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Li dijî dewleta Tirk lezgîniya tifaqa cîhanî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya projeya herî mezin a arşîvkirina zanîna (agahiyên) me ye..
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Li dijî dewleta Tirk lezgîniya tifaqa cîhanî
Kurtelêkolîn

Li dijî dewleta Tirk lezgîniya tifaqa cîhanî
Kurtelêkolîn

Li dijî #dewleta Tirk# lezgîniya tifaqa cîhanî
Volqan Elî

Piştî êrîşê 7’ê Cotmehê, hêzên cîhanî û herêmî yên wekî Îsraîl, DYE û Îran di cih de daxuyanî dan. Ji ber ku dizanîn hin hêzên wekî Tirkiyeyê yên tevlîheviyê, dê rehet nesekinin. Bi rastî dewletên herêmî, dewletên emperyalîst ên cîhanî di vê derbarê de mejiyê wan wekî yê raya giştî yê cîhanê ne şêlo ye; wekî tava li ezmana zelal e (lê ne paqij e). Bi îhtimalekî mezin her tiştê vê bûyerê bi hûrguliyê wê ve dizanin. Çawa dizanin? Ji ber ku hesab, hesabê wan e, proje, projeya (rêya enerjiyê ji Hindistan heta Ewrûpa) ya wan e; di Îlona 2023’an de ev bi peymanekê hatibû ragihandin û li gorî vê dewleta Tirk hatibû derbaskirin.
Bi îhtimaleke pir mezin hesabê Tayip û dewleta dagirker a Tirk ew bû; piştî Hamas êrîşê Îsraîliyan bike dê hemû ewir biçin li ser Îranê; Îran jî amadeye bikeve şer û her kes (dewletên hegemon) dê bikeve qirika Îranê. Ew ê bi xwe jî, benikên di destê xwe de yên Hamasê bikişîne, li gorî rewşê beralî bike, ji ber vê yekê wê demê digot “ez hazirim navbeynkariyê bikim”. Wekî ku me li jorî anîbû ziman, jixwe siyaseta klasîk a cîhana kevn (ji beriya şerê cîhanê yê sêyemîn ev yek asayî bû). Di encamê de ew lîstoka ku (projeya rêya enerjiyê) dagirkerên Tirk nexistibûnê, dê biketana hemaza Tayip Erdogan (bi alîkariya şûrê cîhadîst ê Hamasê).
Lê Îranê ji aliyê xwe ve ev dekûdolaba dewleta dagirker xira kir. Got; “Em piştgiriya Hamasê dikin lê di amadekirina vî şerî de me cih negirtiye.” Eniya dijberê wê (DYE û Îsraîl) jî zêde israr nekir û diyar kir ku di lêkolînên wan de delîlek peyda nekirine ku Hamasê ev şer bi alîkariya Îranê daye destpêkirin.
Piştî vê hêdî hêdî dagirkeriya Tirk rûyê xwe yê rast işkere kir û destpêkir. Jixwe Hamas ji aliyê piraniya hêzên hegemon ve wekî rêxistineke terorîst hatibû îlankirin. Lê ji ber ku Tirkiye amadekariya van rojan ji demeke pir dirêj ve dikir û fîilî û fermî jî Hamas xwedî dikir, tevlî vê biryara hêzên hegemon nebibû. Di encam de dagirkeriya Tirk xwe li hespê Hamasê siwar kir, ew derxist pêşberê Îsraîlê. Eger îro di şerê Hamas û Îsraîlê de ji her du aliyan nêzîkî sih hezar kesî mirîbe, ji beriya Îsraîl û Hamasê berpirsiyar Hakan Fîdan û Erdogan e.
Dema ku dagirkeriya Tirk dît nikariye Îranê li dijî Îsraîlê bixe şer, rasterast dest bi xebata reşkirina Îranê kir. Mînak, van demên dawî Îsraîlê berpirsiyarekî Hamasê li Libnanê kuşt. Tirk vê bûyerê bi hevkariya Hîzbulahê, yanî bi hevkariya Îsraîl-Îranê ve girêdidin. Ji ber ku Hîzbulaha vê derê bi Îranê ve giêdaye û têkiliyên wê yên li gel Hamasê germ in. Dîsa ne gengaz e mirov hemû nakokî û nîqaşên di navbera hêzên hegemon de bizane. Bi temamî dê çi nîqaş bikirana, çi bidana bistandana em nizanin. Diviyabû rayedarekî payebilind ê Îranî biçûbaya Enqereyê. Bi îhtimalekî pir mezin ji bo ku di nîqaşan de destê Tayip Erdogan bi hêz bike, Hakan Fîdan talîmat da DAIŞ’ê ku li Îranê çalakiyekê li dar bixe. Di salvegera bîranîna Qasim Silêmanî de di nava gel de bombe hatin teqandin zêdetirî 60-70 kesî mir û bi sedan kes jî birîndar bû.
Yanî di vê qonaxa şerê cîhanê yê sêyemîn de hêzên herêmî û cîhanî yên serwer naxwazin şer ji derveyê kontrola wan derkeve. Hem DYE, Ewrûpa û Îran jî, wisa tevdigerin. Ti dewlet naxwaze bikeve nava şerekî ku wan pêş nedîtiye û plan nekiriye. Tiştekî wisa ji derveyê mantiqa şer e jî. Lê dewleta Tirk bûye kewara rêxistinên wekî Hamas, Daîş ên cîhadîst û bê rawestan Rojhilata Navîn tevdide.
Herî dawî çawa ku wekî artêşên Îskender li wir şikest, li Zagrosan cara çendemîn terpilî; ev kir bahane û êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûrî kir. Cihê sotemenî, asayiş û dexl û çandiniyê da ber xwe. Têrê nekir: çû li Hesekiyê li cihê ‘pêşeroja’ xwe da ku hemû birevin: Di vê lêdanê de plana herî sereke ew bû ku DAÎŞ’î birevin. Hin agahiyên çavkaniya wan ne diyar belav kirin, ev cih ji aliyê Îranê ve hatiye lêdan. Lê di rastiya xwe de hêzên îstixbarî yên dewleta dagirkerên Tirk li ser kar bûn.
Bi kurt û kurmancî hebûna dewleta Tirk ji bo gelên cîhanê, heta ji bo hêzên herêmî û cîhanî yên serwer zerer e. Çawa ku li dijî faşîzma Hitler, bi sosyalîstên xwe bi Ewrûpaya xwe hemû cîhan bûye yek, ji bo pêşeroja cîhanê jî hewce dike her hêz û quwet bibe yek. Naxwe rojên tarî li benda her kesî ne![1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 397 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 07-02-2025
Gotarên Girêdayî: 62
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 31-01-2024 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 07-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 07-02-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 397 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.562 çirke!