‘Hevpeyman Civakî vîna gelên herêmê temsîl dike’
Ayşa Silêman/ Qamişlo
Endama Kordînasyona Kongira Star Remziya Mihemed diyar kir ku Hevpeymana Civakî vîna gelên Bakur û Rojhilatê
SûriyêSûriyê temsîl dike û got, Hevpeymana Civakî wê şoreşa 19’ê Tîrmehê bihêztir bike û vê şoreşê bi rengekî hîn baştir ji cîhanê re bide nasîn.
Ragihandina Hevpeymana Civakî di vê qonaxa dîrokî de ku tevahiya Sûriyê û bi taybet herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe, gavekî pir girîng bû. Ji ber ku kirîza Sûriyê her ku diçe kûrtir dibe û çareserî jê re nayê dîtin, di vê demê de pêwîstî bi vê hevpeymanê hebû. Hevpeymana Civakî li ser bingeha jiyaneke bi rûmet, dadmendî, wekhevî, demmokrasî û çareserkirina kirîza Sûriyê di 12’ê Berfanbara 2023’an de ji aliyê Rêveberiya Xweser A Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat erêkirin.
Di derbarê girîngiya Hevpeymana Civakî de endama Kordînasyona Kongira Star Remziya Mihemed ji Rojnameya me re axivî.
Girîngiya Hevpeymana Civakî
Endama Kordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed diyar kir ku hemû pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her kes karîbû temsîla xwe di komîteya amadekar ya Hevpeymanê de bike û cihê xwe tê de girt. Herwiha li ser esasê xurtkirina hevpeymanê bi nîqaş û pêşinyariyan komîteyek berfireh hat amadekirin, di hundirê vê komîteyê de jî komîteyek piçûk hat avakirin ku ji 30 kesî pêk dihat ji wan 15 jin bûn. Di vê komîteyê de saziyên civaka sivîl, rêxistinên jin, tevger, partiyên siyasî û kesayetên serbixwe jî cihê xwe girtin. Erêkirina Hevpeymana Civakî û pijrandina wê ji bo gelên herêma bakur û rojhilatê Sûriyê pêngaveke dîrokî bû. Hevpeyman ji bo siberoja Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bikaribe temsîla gelê herêmê bike, herwiha bikaribe Şoreşa gelan zêdetir bi hêz bike û ji tevahiya cîhanê re bide nasîn.”
Madeya 2 ya Hevpeymana Civakî
Remziya Mihemed di dewamiya axaftina xwe de wiha got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêre sîstema Demokratîk, ekolojîk, civakî û azadiya jinê, ji ber di van salên Şoreşê de bi avakirina sîstema Meclisên Demokratîk û bi hilbijartinên sazî û rêxistinên ku heyî, di Rêveberiya Xweser de cih girtin û roleke mezin lîstin, her wiha gelên herêmê karîbû bi îradeya xwe temsîla xwe bikin, bi pêşinyar û nerînên xwe karîbû xebatên xwe bidin meşandin û herêma xwe biparêzin, bi vî rengî xebatên Rêveberiya Xweser di van salên Şoreşê de hat meşandin, di heman demê de em çiqasî karibin ekolojiya xwe bi rengekî xurt ji vê rewşa ku têde jiyan dikin ji şer û çekên kîmawî biparêzin û xweştir bikin, bi vî rengî jî em ê karibin hundirê hevpeymana xwe dagirin, civakbûna herêmê sîstemê dide avakirin. Civakbûna pêkhateyên herêmê ew ê karibe vê pêngava nû pêşbixînin, ya herî serke azadiya jin e ye, me xwe li ser esasê îdyolojiya azadiya jinê daye avakirin, ya ku pêşengtî ji Şoreşa Bakur û Rojhilatî Sûriyê re kir, wek jin roleke mezin di nav civak, Şoreş û sîstema Rêveberiya Xweser de lîstiye, her wiha sîstema hevserokatî di nav civakê de daye avakirin, ku jin karibe di her derî de temsîla xwe û civaka xwe bike. Rola ku jinê di nav Şoreşê de lîstiye, rolekî wekhevî , azadî û hezkirin dinav civakê de daye avakirin, jina ku birêxistinkirî be, xwedî îdolojîk be û karibe xwe biparêze û zanistekî di nav civaka xwe de bide avakirin, ew jin temsîla azadiya jinê dike, ji ber vê yekê jina ku di şoreşê de rol lîstî, pêwîste di hevpeymanê de jî roleke mezin bilîze, ku karibe nêrîn û rola xwe di nav hevpeymanê de bilîze, herwiha di nav pêngava nû ku em karibin Hevpeymana xwe dinav Civakê de pêk bînin, ev xalên bingehînin ku hevpeyman xwe dispêriyê de. Rêxistin bûna gelê me xwe dispêre azadiya jin ê. ”
Madeya 6 ya Hevpeymana Civakî
Remziya Mihemed wiha pê da çû û got: “Sîstema desthilatdar di aliyê çandî û ziman de desthilatdariyeke pir mezin li ser gelê herêmê dida meşandin, ev gelên ku li sûriyê jiyan dikin, ji mafê xwe yê zimanê dayîkê bê parin, ji ber vê yekê xala herî sereke di nav pirojeya Netewa Demokratîk de, ku her kes karîbe bi zimanê xwe biaxive, perwerde bibe, çand û zimanê xwe nasbike û biparêze û ji her kesî re parvebikin, ku ev çanda resen heta niha di nav dîrokeke dirêj de dayîkên me karîne biparêzin, êdî pêwîste ku em karibin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin, her netewek karîbe xwedî li ziman û çanda xwe derkeve û fêrbûn û perwerdehiya xwe li ser esasê wê bide avakirin. Di nava Hevpeymana Civakî de çanda tevahî herêmê were parastin û hîn bêtir zanista civakê li ser van çandan were çêkirin, em karibin bi zengînbûneke mezin çanda van gelên herêmê werin parastin û xwedî lê derketin, her wiha bibe zimanê fêrkirin û perwerdeyê.
Madeya 106 ya Hevpeymana Civakî
Endama Kordînasyona Kongira Star Remziya Mihemed wiha axaftina xwe qedand: “Di pêşxistina xebatên dîplomasî de, him jî di avakirina têkiliyên rast bi derve re û di hundirê Sûriyê de, xebatek dîplomasî heta niha di asta Şoreşê de tê meşandin, lê heya ku ev xebat bêtir pêşbikeve, xebatekî hîn mezintir tê xwestin, li ser esasê wê ev made hat danîn , da ku sîstema Rêveberiya Xweser baş were naskirin di asta cîhanî de, her wiha em karibin bêtir qebûlkirinekî bidin çêkirin, xebatekî ku em rastiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin naskirin ku çawa di van salên Şoreşê de têkoşîn li hember çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriyê dane meşandin, erkê hêzên leşkerî bû ku Parastina herêmê bikin û şerekî mezin dan meşandin, her wiha erkê sazî û meclisên xwecihî bû, ku di hundirê herêmê de sazbûna xwe bibin avakirin, wek dîplomasî jî erkê waye ku vê tecrûbeyê bi derve parve bikin û bidin naskirin ku pêwîstî heye têkiliyên xurt bi partiyên Siyasî û saziyên navneteweyî re çêbibin, ku were xuyanîkirin ku çawa gel xwe bixwe xwebirêve bir û karîbû sîstema xwe avabike. Her wiha çawa di aliyê zanîngeh û avakirina kadroyên dîplomasî jî bi çi rengî bidin avakirin, ji xwe zanîngeha zanista siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye, di vî aliyê de kadiroyên ku di vê zanîngehê de bixwînin pêwîste bibin xwedî tecrûbeyeke mezin ku di aliyê dîplomasî de bikarin têkilî û xebatan bidin meşandin bi derve re, her wiha di aliyê avakirina him akadimî him jî saziyên perwerdehiyê ku her kes karibin cihê xwe di van saziyan de bigrin, ji ber vê yekê her kesekî ku di nav xebatên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cih digre pêwîste di nav van ekadimyan de derbas bibe, ji ber ku xebatên dîplomasî û siyasî ne tenê di têkiliyên derve deye lê di her saziyekî de jî pêwîste.”
[1]