Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,931
Wêne
  124,378
Pirtûk PDF
  22,117
Faylên peywendîdar
  126,412
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,246
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,682
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,747
عربي - Arabic 
44,091
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,681
فارسی - Farsi 
15,863
English - English 
8,531
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,034
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,963
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,762
MP4 
3,910
IMG 
234,646
∑   Hemû bi hev re 
274,817
Lêgerîna naverokê
Hevpeymana Civakî yek ji destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Wêneyên dîrokî dewlemendiya netewî ye! Ji kerema xwe re, bi logokên xwe, nivîs û rengên xwe, nirxa wan kêm nekin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hevpeymana Civakî yek ji destkeftiyên #şoreşa# 19’ê Tîrmehê ye
Hemza Sêvo/ Qamişlo

Endama Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî, Perwîn Yûsiv destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî yek ji destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê ye. Di heman demê de Perwîn da zanîn ku ev hevpeyman bi nêrînên gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat li gorî hewcedariya bi xwerêvebirin û biryarstndinê hat sazkirin.
Di 12’ê Berfenbarê Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hevpeymana Civakî bi 134 madeyên cuda û cihêreng derxist. Têkildarî vê hevpeymanê jî Endama Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî, Perwîn Yûsiv bersiva pirsên me da û hevpeyvîn jî wiha bû:
Reşnivîsa hevpeymana berê ji 99 madeyan pêk dihat, lê ya niha 134 made ne, guhertinên ku tê de pêk hatin çi bûn û çi pêwîstî pê hate dîtin?
Hevpeymana Civakî weke destkeftiya gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya şoreşê hatiye amadekirin. Ji sala 2014’an ve bi avabûna Rêveberiya Xweser re hevpeymaneke civakî ji aliyê rêveberiya kantonên bajaran, partiyên siyasî, rewşenbîr û hwd… ve hat çêkirin. Êdî li gor wê hevpeymanê sîstemên rêvebirinê yên civakî, aborî û hwd dihatin sitandin û meşandin. Hevpeyman weke tecrubeya sala 2014’an heta berî vê hevpymana nû bingeh dihat girtin. Lê piştî ev qas dem, xebat û tecrubeya mezin, kar ji bo hevpeymaneke nû hat kirin. Me berî sal û nîvê reşnivîsek bi 99 xalan nivîsand, herwiha ev reşnivîs kete diyalog û nîqaşeke berfireh li ser hat kirin. Di heman demê de me gelek hevpeyvîn bi gel re jî ji bo sitandina biryarên wan di derbarê madeyên vê hevpeymanê de girtin. Ji ber vê yekê jî, madên ku li reşnivîsa Hevpeymana Civakî hat zêdekirin, madeyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn. Yek ji van madeyan jî rizgarkirina herêmên ku hatine dagirkirin û gelek madeyên zelal yê din hatin berçavgirtin û hevpeymaneke ku mafê hemû pêkhateyan diparêze hate derxistin.
Ji wan guhertinên sereke ku pêk hatine çi ne?
Yek ji guhertinê sereke di warê desteyên cîbicîkar yên Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hatin. Her herêm û kantonek desteyekê wê yên aborî, daravî, têkiliyê, civakî, jinê û hwd… hebû û desteyên cîbicîkar karê xwe bi serbixwe û fermî dikirin. Li nik vê yekê jî Tevgera Civaka Demokratîk jî xebat dida meşandin. Lê vê hevpeymanê guhertinek di warê şêwazê rêvebirin û biryargirtinê de pêk anî û li rex her desteyekê meclisek hat ava kir. Saziyên Tevgera Civaka Demokratîk ji beşeke mezin a gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. Me xwest ku hevbeşî bikeve nav kar û xebatên saziyên heyî û da ku li aliyekî din jî gel di xebata van deste û meclisan de beşdar bibe, pêwîstî bi vê yekê hebû ku tevlî rêvebirina karên cuda bibe. Li ser vê bingehê jî dê ji şaneya biçûk heta bi ya herî mezin ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li nik TEV-DEM’ê bi awayekî hevbeş bixebitin. Herwiha meclis û desteyên kantonan kar û xebatê bi rê ve dibe, armanca me jê ew e ku nêzîkatiyek hîn bêtir di navbera gel û saziyên Rêveberiya Xweser de ji bo biryargirtinê û hwd… were pêkanîn. Herwiha ev guhertin ji bo têkbirina hemû rengên bîroqiratiyê û desthikatdariyê ye.
Hevpeymana Civakî xwe dispêre kîjan paradîgma û bîrdoziyê, herwiha pêkanîna van madeyan ya di qada pratîkê de dê çawa be?
Li ser asta cîhanê her destûrek yên rêvebirinê xwe dispêre hişmendiya dewletekê an siyaseteke cuda û li gor wê siyaset û hişmendiyê tevdigere. Hevpeymana Civakî jî ji bo me, rêvebirina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Bêguman ev hevpeyman jî xwe dispêre felsefe, hişmendî û nêrînekê. Felsefe û hişmendiya Hevpeymana Civakî ji xwe re dike bingeh, felsefeya Netewa Demokratîk e. Ev hevpeyman jî pirrengiya gelan û biratiya gelan qebûl dike. Herwiha xwe dispêre paradîgma û îdiyoljiya Rêber Apo ya ku nexşerêya şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku xeta sêyem ji bo azadiya gelan saz kiriye. Di heman demê de bi fikr û feslefeya xwe piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye. Ev hevpeyman xwedî nirxekî pir buha ye, lewma hemû pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkdar û berpirsiyarên pêkanîna xalên Hevpeymana Civakî ne. Divê kar û xebatên piratîkî li gorî sincên mirovahiyê ji komînê heya saziya bilind a Rêveberiya Xweser pêk were û bidome. Piratîkbûna Hevpeymana Civakî destpêkê li ser hişmendiya civakê û her kesî dimîne ku çiqasî pêk bîne. Dem hatiye ku em ji tecrîbeya şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku bû mînaka şoreşên cîhanê, sûd bigirin. Lewma ji bo ku xalên hevpeymanê bikevine meriyetê de divê gelên me xwedî li vê hevpeymana giranbuha derkevin.
Ji bo azadî û mafên jinan bi taybetî guhertinên çawa pêk hatin?
Di vê Hevpeymana Civakî de xaleke sereke hatiye bibîrxistin ku hemû rengên nijadperestiyê tê redkirin. Herwiha hewldana têkbirina zayendperestiyê jî di nav vê xalê de tê dîtin û azadiya mêr tê bingehgirtin. Mafê jinê weke mêr di rêvebirinê de heye ango divê weke hev bin. Lê berî ev Hevpeymana Civakî saz bibe, rêjeya jinê di rêvebirina saziyên abûrî, civakî û hwd… de 40 ji 100’î bû. Piştî 12 salan ji şorerşê, jinê xwe di qada leşkerî, siyasî, civakî û hwd… isbat kir. Derket holê ku jin dikare mîna mêran biryarê bigre, bibe berpirsiyara hemû tiştan û xwe bi rê ve bibe. Lewma di vê hevpeymanê de rêjeya jinê di biryargirtin, rêvebirina komîn, meclis, deste û hemû saziyan de zêde bû û gihaşt 50 ji 100’î.
Di hevpeymanê de behsa hilbijartinan tê kirin, ew hilbijartin dê çawa pêk werin, awayê pêkanîna wê dê çawa bin?
Rêveberiya Xweser wê di destpêkê de Desteya Bilind a Hilbijartinê ava bike û pê re jî zagonên hilbijartinê jî werin diyarkirin. Di Hevpeymana Civakî de hatiya nivîsandin ku ji 100’î 40 ji teknoqratiyê re ye. Herwiha rêjeya din a ku 60 e, ji hilbijartinê re ye, ev rêje tev xalên sereke yên awayê berfirehiya hilbijartinan digire nava xwe. Kar û xebat li ser berfirehiya xalên sereke û zagonên hilbijartinê tê kirin û wê di demeke nêz de werin derxistin. Êdî wê saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe û teknoqirat li gorî van zagonên hilbijartinê namzetên xwe pêşinyar bikin. Di heman demê de jî wê gel bi serbestî namzetên xwe diayr bikin. Di dema heyî de li gor rewş û mercên ku em têre derbas dibin em nikarin dest bi hilbijartinan bikin, lê dîsa jî hewldanên pêkanîna hilbijartinan hene.
Di madeya 133yan de we behsa guhertin û nûkirinê kiriye, şert û mercên wê yekê çi ne?
Ev made dide tekezkirin ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşek ji Sûriyê ye û em parçebûna xaka Sûriyê naxwazin. Lê belê Hevpeymana Civakî ya ku hate raghandin, ji bo yekbûna gelên Sûriyê û xaka wê ye. Ev hevpeyman jî ji aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye nivîsîn. Şert û mercên gurhertina vê hevpeymanê jî, wê di rewşekê de were guherandin, ew jî dema ku mafê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hevpeymaneke sûrî de were çêkirin. Em di dema niha de hewcedarî hevpeymaneke wisa ne ku hemû pêkhatên vê herêmê xwe bi rê ve bibin. Di heman demê de em tekez dikin ku ev hevpeyman ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê cihê çareseriyê ye. Herwiha deriyê nûkirin û guhertina Hevpeymana Civakî ji bo xizmeta gelên Sûriyê çi kurd be çi erbeb, suryan û hwd… re vekirî y[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 448 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 07-02-2025
Gotarên Girêdayî: 10
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 20-12-2023 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 17-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 17-02-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 448 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.391 çirke!