Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,279
Wêne
  123,304
Pirtûk PDF
  22,034
Faylên peywendîdar
  124,528
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
‘Li Efrînê mirov, çand û xweza jî tên qirkirin’
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya û hevkarên wê çavkanî û referansên pêwîst pêşkêşî xwendekarên zanîngehan û xwendina bilind dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Li Efrînê mirov, çand û xweza jî tên qirkirin’
Kurtelêkolîn

‘Li Efrînê mirov, çand û xweza jî tên qirkirin’
Kurtelêkolîn

‘Li #Efrînê# mirov, çand û xweza jî tên qirkirin’
Reşo Mihemed/Qamişlo

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, Mihemed Ebdo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li Efrîn qirkrineke mirovî, çandî, xwezayî û olî didin meşandin û sûcên dijmirovî pêk tînin. Herwiha destnîşankir ku ew derbarê sûcên dagirkeriyê de raporeke giştî amade dikin û wê radestî aliyên têkildar bê kirin.
Di 18’ê Adara 2018’an de bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çetyên wê ve li ber çavên cîhanê û bi bêdengiyeke navneteweyî hat dagirkirin. Dagirkirina Efrînê wisa bû ku rojên wê bûn şevên tarî, koçberî, kuştinê û hwd…çû. Bi dirêjahiya zêdetirî 5 salan gelê vê herêmê, rastî hemû cureyên binpêkirinan hat.
Herwiha li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ji destpêka sala 2023’an ve û heta meha Îlonê encama binpêkirinên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çetên wê ve ku li Efrînê tê kirin wiha bû:
-Li Efrînê 14 kes hatin kuştin, ji wan kesan 3’ê jin bûn ku 2 jinan wan bi xwe dawî li jiyana xwe anîn.
-Di heman demê de jî 267 kes hatin revandin, ji wan 30 jin û zarok bûn, 21 penaberên ku vegeriyabûn Efrînê û destdirêjî li keçeke biçûk hat kirin.
-Hewriha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ne tenê şer li ser mirov dan meşandin, lê belê şere bi awayekî hovîtî li ser xwezaya Efrînê jî tê meşandin. Di encama van kiryarên dijxwezayî de jî 16 hezar dar hatin birîn û zêdeyî hezar dar jî ji kok hatin rakirin. Di heman demê de zêdyî 70 hektar ji zeviyên çandiniyê hatin şewitandin.
-Dagirkerên Efrînê rêbazên herî xirab li ser Efrînê dan meşandin û yek ji van rêbazan jî guhertina demgrafî bû. Herwiha 2 rêxistinên Amerîkî li Efrînê di avakirina kampên mêtingeriyê bi dagirkeriya Tirk re beşdar bûn; weke Rêxistina Yed Elewin a ji bo alîkarî û pêşxistinê û saziya Xêrxwazyê ​​ya Sawasiya. Ji bilî vê jî dewleta Tirk a dagirker 8 kampên mêtengeriyê û mizgeftek ji bo van penaberên ku li Efrînê bicih kirine ava kir.
Herwiha avakirina zêdetirî 100 malên mitîngeriyê ji bo niştecihên nû li navçeya Şêrawa ji aliyê Desteya Alîkarî û Pêşxistinê ya Navdewletî (Insir) ve hatiye kirin.
Girêdarî kiryarên dijmirovî ku li Efrînê tên kirin, bverdevkê Rêxistian Mafên Mirovan a Efrînê, Mihemed Ebdo ji rojnameya me re axivî.
Li Efrînê qirkirina mirov, pişaftina dîrokî û çandî
Mihemed Ebdo têkildarî şerê li dijî ol û baweriyê, herwiha qirkirina mirov û çandê ya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ya ku li ser gelê Efrînê dimeşîne wiha got: “Ji destpêka ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û komên çete ve hatiye dagirkirin, gelê Efrînê bi awayekî rojane rastî hemû şêweyên binpêkirinên dijmirovî tên. Ev kiryar ti caran qut nebûne, çi kiryarên kuştin an revandina mirovan, birandina hezarên daran, guhertina demografî û hwd… be. Em dikarin bibêjin ku Efrîn bûye wargehek ji bo kuştin, qirkirin û diziya mal û milkên Efrîniyan. Li gor hin çalakvanên ku vê dawiyê serjimarî li Efrînê çêkirin, derket holê ku rêjeya kurdên Efrînê bûye ji sedî 23’ê maye. Hêjayî bibîrxistinê ye ku berî Efrîn were dagirkirin ji 100’î nêzî 97’an kurd bûn. Ji vê pirtir kiryarên ku li Efrînê tên kirin, sûcên dijmirovî ne û hemû rêgez û zagonên Rêxistina Mafên Mirovan, Dadgeha Lahayî û Netewên Yekbûyî binpê dikin. Cara yekem ku dagirkeriya Tirk bi firokên xwe êrîşî Efrînê kir Girê Yêndarê yê dîrokî kir hedef. Di warê çandî de jî siyaseteke qirêj li Efrînê tê meşandin. Em dizanin ku berî Efrîn were dagirkirin dibistan, zanîngeh û peymangehên Efrînê zimanê perwerdeyê bi kurdî bû, lê îro tenê waneyek bi zimanê kurdî tê dayîn. Ev tê wateya ku dagirkeriya Tirk dixwaze ziman û çanda kurdî hin bi hin asîmîlasiyon bike.”
Gurhertina demografî û şerê li dijî xweza û baweriyan
Ebdo di derbarê guhertina demografî û şerê li dijî ol û xwezayê de wiha anî ser ziman: “Da ku li Efrînê guhertineke bingehîn pêk were, dagirkeriya Tirk hertim dixwaze guhertina demografî pêk bîne. Çêkirina kampên mitîngeriyê jî berdewam e, ev dagirkerî heta niha zêdeyî 30 wargeh li Efrînê çêkirine. Li Cindirêsê, Şera û hwd… ev kamp ji bo penaberên Humis, Heleb, Şam û hwd… di van wargehan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên bicihkirin. Di heman demê de wan filestîniyên ku ji demeke kevn ve li Şamê û deverên din yên Sûriyê bi cih dibûn, ev dagirkeriyê filestînî li Efrînê bi cih dike. Di dema dawî de me dît ku dibistaneke ola mislmantiyê li navçeya Raco bi piştgirtiya komeleyeke Bakistanî hat vekirin. Herwiha vê dagirkeriyê bi awayekî yekser kurdên êzîdî û cihên pîroz hedef girtin. ”
Astengiyên li pêşiya demsala çinîna zeytûnan
Mihemed têkildarî astengiyên ku ji hêla dagirkeriya dewleta Tirk ve derdikevin pêşiya gelê Efrînê de wiha got: “Dema ku dibe demsala zeytûnan, gelê Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve rastî gelek zor û zehmetiyan tên. Dewleta Tirk a dagirker û çetên wê dest diavêje keda gelê Efrînê û berhemên wan didizin. Li hemû navçeyên Efrînê zeytûn ji aliyê komên çete ve bi rêbazên curbecur tên dizîn. Di heman demê de jî baceeyek li darên zeytûnan dikeve, nerxê wê jî nêzî 8 dolar in. Herwiha gel ji aliyê komên çete ve tê neçarkirin ku baceyan bidin û hem jî berhemên zeytûnan li guviştgehên van koman biguvêşin. Komên çete yên Sultan Murad, bi riya nivîsgeha xwe ya aborî li deverên dagirkirî, weke Dêrsewanê biryar da ku pêwîste hemû welatî yên xwedî erd, belgeyên xwe yên van erdan bibin ji çeteyan re. Li gor rêjeya erdê wan jî ji sedî 10 ji berhemên van dar û zeviyan dibe ayîdî van çeteyan. Komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirk li hemû deverên din vê yekê dimeşînin. ”
Xebata Rêxistina Mafên Mirovan
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Mihemed Ebdo di derbarê kar û xebatên xwe yên rêxistinî de wiha axivî: “Kiryarên ku li Efrînê tên kirin, bi giştî dewleta Tirk a dagirker sûcdara yekem e û komên çete jî destekên wê yên ji bo pêkanîna komkujî û qirkirina li ser gelê Efrînê ye. Em weke Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê rewşa herêma Efrînê dişopînin, rapor û belgeyan di warê van binpêkirinên ku li ser gelê Efrînê de tên kirin, amade dikin. Ev dosiya û raporên ku em amade dikin jî, ji aliyên navneteweyî yên têkildar re tên şandin. Weke raporên ku Desteya Şopandina Rastiyan a Sûriyê belav kiribûn û di van raporan de hatiye gotin ku kiriyarên li ser gelê Efrînê tên meşandin sûcên dijmirovî ne û dewleta Tirk a dagirker berpirsiyar dibînin. Herwiha Wezareta Gencîneya Amrîkî jî raporek di derbarê heman mijarê de belav kir û tê de Koma Elhemzat weke komên terorê hatin destnîşankirin. Raporên wisa têr nake, da ku sînor ji kiryarên dagirkeriya Tirkiyê re were danîn, pêwîste ji wisa bêtir zexteke xurt li dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê were kirin. Xebatên me di vî warî de berdewam in, heta ku Efrîn ji bin dagirkeriya Tirk derkeve û gelên Efrînê vegerin xaka xwe.”[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,172 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 07-02-2025
Gotarên Girêdayî: 73
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 03-12-2023 (2 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 10-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,172 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.359 çirke!