Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,935
Wêne
  123,987
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,787
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
Şopdarên heqîqetê wê her biserbikevin
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Xebatên xwe bi formateke baş ji Kurdipediyayê re bişînin. Emê wan ji bo we arşîv bikin û ji bo we biparêzin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Şopdarên heqîqetê wê her biserbikevin

Ji #rojnamevan# û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 15 rojin agahî nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.
Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 15 rojin agahî jê nayê girtin.
Herwiha hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek tejî derew gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.
Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê de wek edîtor dixebite.
Girêdayî kiryarên PDK’ê yên dijmirovî û qanûnî di derbarê Rojnamevan, welatparêz û pêşengên gelê Kurd û bi taybet jî revandina rojnamevan Silêman Ehmed hevserokê YRA’ê Dilyar Cizîrî bersiv da pirsên rojnameya me.
Naveroka hevpeyvînê wiha ye.
1-Armanca PDK’ê ji hedefgirtina rojnamevanên ragihandina azad çi ye؟
PDK’ê ji sala 1991’an û vir ve desthilata Başûrê Kurditanê bi dest xistiye û ji bo xeta xwe bi cih bike, li dijî gelê kurd û partiyên din gelek plan û şer pêk anîn. Heta gihişt asta çekdarên wan li ser tangên rêjîma Sedam Hisên li dijî gelê kurd û pêşmergeyên YNK’ê êrişeke berfireh pêk bînnin û komkujiyan bikin. Di heman demê de ji bo razîkirina dewleta Tirk çend caran bi xurtî êrişî gêrîlayên PKK’ê kir. Em dibînin niha jî çawa ji bo serxistina êrişên dewleta Tirk li kêleka Artêşa Tirk di êrişên li dijî herêmên parastinê Medya de cih digrin. Lê zêde bike, rewşa gendeliya li Başûr û sîstema bûye sedema koçberiya xelkê Başûr û bi taybet jî ciwanan. Di heman demê de hemû cihên desthiladariyê di destê xwe de girtine.
Em çima behsa van xalên li jorê dikin, ragihandina Azad bi ked û tekoşîna daye meşandin û hîn jî dide meşandin, rastiya van siyasetên PDK’ê bi raya giştî re aşkere dikin. Wekî mînak dema çekdarên wan di sala 2014’an ji Şengalê reviyan û civaka Êzîdî bê parastin hiştin xebatkarên ragihandina azad siyasetên wan ji raya giştî ya Kurdistan û cîhanê re aşkere kirin. Niha jî ragihandina azad hemû plan û beşdariya PDK’ê di hevkariya bi Artêşa Tirk, talan, diziya berhem û xêrûbêrên Başûrê Kurdistanê bi raya giştî re aşkere dikin.
Welê lê hatiye PDK’ê her çiqasî mesrefeke mezin li saziyên ragihandinê yên girêdayî xwe xeric dike jî, lê nikare plan û derewên xwe bi gel bide qebûlkirin. Ji ber wê jî bi êrişan dixwaze dengê ragihandina azad qutbike û bêdengbike. Ev bi hemû cûreyên zext û zordarî, astengî, revandin, binçavkirin û heta qetilkirinê rojnemevanan pêk tê. Angu bi kurtasî jî mirov dikare bibêje ku PDK’ê ji rojnemevanên riya rastiyê û heqîqtê ditirse, ji ber ku ew heyanî dawiyê di nava îxanetê de noqbûye.
2-PDK’ê Başûrê Kurdistanê veguheriye navendek ji MÎT’a Tirkiyê re, li aliyê din jî li dijî dengên azad êrişan pêk tîne, hûn van kiryarên PDK’ê çawa şîrovedikin؟
Raste li gorî belge û raporên ragihandina azad roj bi roj hîn zêdetir aşkere dibe ku rola MÎT’ê di Başûrê Kurdistanê de pir mezin bûye. Herwiha xwe bi gelek rê û rêbazan di herêmê de bi cih kirine û planên xwe pêk tînin. Mixabin ev derbek mezin li dijî hebûna gelê kurd e. Piraniya pirsgirêkên di Başûrê Kurdistanê de têne jiyankirin sersebebê wê hişmendiya PDK’ê û îxaneta ku ji dîrokê ve li hemberî gelê Kurd dide meşandin e. Ji ber ku hebûna mîtê û hebûna baregehên dagirkeriya tir li ser axa başurê kurdistanê û Îraqê jî di nav de bi hevkariya PDK’ê û bi taybet jî malbata Berzanî tê meşandin.
Li ailyê din jî PDK’ê bi hemû hêza xwe li dijî ragihandina azad şer û planan dide meşandin. Di rewşa heyî de gelê kurd ne mîna berê ye, ev di dîroka PDK’ê û malbata Barzanî de tê nivîsandin. Heger van siyasetên xwe dewam bikin, wê çarenûsa wan û ya diktatorên li Tirkiyê yek be. Nêrîna min di rewşa heyî û guhertinên bi lez ên li Rojhilata Navîn de çêdibin wê di demeke ne pir dirêj de hin mijar di vê derbarê de baş zelal û işkere bibin.
Ji bo wê jî pêwîste berpirsên PDK’ê di demeke zû de siyasetên xwe di ber çavan re derbasbike û sererast bike û lêborînê ji gelê kurd û malbatên şehîdan bixwazin. Heger nekin wê rojek were poşmanî jî nema sûdê li wan re dike.
3- Tevî ku ajansa Roj News bi awayekî fermî li Başûr û Iraqê kar dike, lê endamê wê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve bi hincetên ji rastiyê dûr hate girtin, li hemberî vê yekê hûn weke hevserokê YRA’ê vê yekê çawe dinirxînin؟
Me li jor jî behsa siyasetên PDK’ê li hemberî Rojnamevan û pêşengên civakê kirbû û girtina hevalê me yê rojnamevan Silêman Mihemed Ehmed ê ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê aliyekî pir biçûk ji plan û siyasetên PDK’ê ye. Li gorî yasa û zagonên cîhanî yên heyî ku qaşo ji bo parastina rojnamevanan hatine danîn, girtina Silêman ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ye li deriyê Sêmalka (Pêşxabûr) sûcekî dijqanûnî ye û pêwîste ku yekser were berdan.
Silêman ji Rojavaye, heger ku rayedarên PDK’ê naxwazin ku ew derbasî Basûr bibe, çime bi rengekî fermî hiştin ku derbasî Rojava bibe û dema ku ji Rojava vegeriya û careke din xwest derbasî Başûrê bibe dikarîbûn bibêjin em qebûlnakin ku derbasî Başûr bibe, lê diyare wan bi zanebûn plan kiriye wî bigirin.
Armanca wan jî ne tenê şexsê Silêman e, lê belê armanca wan ajansa Roj News û ragihandina azad e. Tişta vê isbat dike jî çima saziyên ragihandinê yên dewleta Tirk ku ji aliyê MÎT’ê ve têne birêve birin li Hewlêrê bi rengekî serbest dixebitin؟ Çima rê nayê dayîn ku saziyeke Rojava navenda xwe li wir vebike. Heger raste Silêman sûcek li dijî Başûr kiriye, bila ji raya giştî re aşkere bikin؟. Bila rê bidin ku navend û nûçegihanên saziyên ragihandinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendên xwe vebikin û bi rengekî serbest kar û xebatên xwe bikin.
PDK’ê di çarçoveya siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk li dijî gelê kurd de, Silêman revaniye û beriya niha jî rojnamevan şehîd xistine û revandine.
Ev helwest li dijî pîvan û nirxên kurdayetiyê û pîvanên karê ragihandinê ye, ji ber wê jî em van nêzîkatiyan bi tundî şermezar dikin. Ji bo hevalê me yê rojnamevan Silêman Emed serbest were berdan çi ji destê me were em ê pikin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 456 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 17-02-2025
Gotarên Girêdayî: 20
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 08-11-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 17-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-02-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 456 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.203 çirke!