Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,374
Wêne
  123,311
Pirtûk PDF
  22,036
Faylên peywendîdar
  124,545
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
‘Bêdengiya navneteweyî hevkariya bi sûcên dijmirovî re ye’
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevkarên Kurdîpêdiya êş û serkeftinên jinên Kurd ên hevdem di databasa xwe ya neteweyî de arşîv dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Bêdengiya navneteweyî hevkariya bi sûcên dijmirovî re ye’
Mihemed Xanim/ Qamişlo

Endamê Desteya Rêveber ya MSD’ê Ezher Ehmed diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker yên niha dewamiya êrîşên #qirkirin# ê ye ku bi 10’ê salan dagirkerî dide meşandin û got, gelên Rojava di ber tevahiya mirovahiyê de şerê çeteyên DAIŞ’ê kir û berdêlên giran dan, divê cîhan jî bi erkê xwe yê exlaqî rabe û çavê xwe ji êrîşên dagirkeriya Tirk negre.
Dewleta Tirk a dagirker ji despêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve, dest bi êrîş û planên qirêj yên li dijî gelên Rojava kir. Dagirkeriyê bi riya komên çete yên wekî Cebhet Alnusra û çeteyên DAIŞ’ê êrîşên berfreh li dijî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk anîn. Lê piştî têkçûna hewldanên dagirkeriya û pêşketina pergala Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker bi riya artêş û çeteyên xwe êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir.
Herî dawiyê di 4’ê Cotmeha 2023’an, dagirkeriya Tirk bi dijwarî êrîşî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, di encamê de 2 jê zarok 48 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha dewleta Tirk a dagirker binesaziyên heremê kir armanc û di encamê de 17’e jêderên petrolê, 11 stasyonên enerjiyê, 2 navendên tendirustiyê, navendeke nan, 48 dibistan û zêdeyî deh navendên pîşesaziyê hatin hedefgirtin.
Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ser herêmên bakur û rojhilatê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişan, endamê Desteya Rêveber ya Meclisa Sûriya Demokratîk Ezher Ehmed ji rojnameya me re axivî.
Ezher Ehmed diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk yên 4’ê cotmehê yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, berdewamiya êrîşên qirkirinê yê ku bi 100’ê salan li dijî gelê kurd tê meşandin û wiha domand: “Êrîşên li ser Rojava , Başûr, Şengal, Mexmûr û Qadên Berxwedanê Yên Gerîlayên Azadiyê tev bi yek armancê pêk tên, ew jî qirkirina gelê Kurd e. Zêdebûna êrîşan di vê demê de ne tesadife, bi salvegera Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ev êrîş pêk ahtin, dagirkeriya Tirk xwest bi van êrîşan vîna gelê kurd yê ku li ser ramanên Rêber Apo têkoşînê dike, bişkîne.”
‘Hêzên desthilatdar ji projeyên demokratîk ditirsin’
Ehmed bakişand ser tirsa dewleta Tirk a dagirker ji projeya Neteweya Demokratîk û wiha got:”Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ji projeya Rêveberiya Xweser ya ku Netewya Demokratîk asas digr ditirs e, êrêşên xwe yên li dijî gelên herêmê pêk tîn e. Dewleta Tirk dema ku dibîne li bakur û rojhilatê Sûriyê rêveberiyek demokrat heye, sazî xwe bi rêxistin dikin, karê xizmetguzariya bi rêk û pêk tê meşandin û hêzek leşkerî ya parastina gelên herêmên dike heye, ew zêdetir hêrs dibe û êrîşên hovane yên li dijî herêmê zêdetir dike. Herwiha tirsa dagirkeriya Tirk ya herî zêde ji belavbûna fikrê Rêber Apo ye. Her pêşketinek li cem gelê kurd tirsekê di dilê dagirkeriya Tirk de çêdike.”
‘Hikumeta Şamê bi bêdengiya xwe dibe hevkarê dagirkeran’
Ehmed da zanîn ku hêzên navneteweyî ji ber berjewndiyên xwe çavên xwe ji êrîşên dagirkeriyê digrin û wiha pê de çû: “Herdem di civînên Astanayê de hikumeta Şamê, Îran, Rûsya û dewleta Tirk û çeteyên wê dixwest in Rêveberiya Xweser têk bibn û destkeftiyên gelên bakur û rojhilatê Sûriyê ji holê rakin. Herwiha ev hêzên desthilatdara yên ku li ser axa Sûriyê ne, ji fikrê Neteweya Demokratîk ditirsin û xwestin bi tevahiya rêbazan rê li ber belavbûna fikrê azad bigrin. Hêzên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe ji pirojeya Xwişk û biratiya gelan bi tirsin. Ji ber ku çiqas demokrasî bi hêz bibe, sîtemên desthilatar lawaz dibin. Hikumeta Şamê jî cihê xwe di nava planên li dijî Rêveberiya Xweser digre, ji ber wê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bêdenge û tu helwstê nîşan nade. Hikumeta Şamê dixwaze îradeya gelên herêmê bê şikandin û destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê têk biçin, dixwaze rewş vegere wekî beriya 2011’an, da ku desthilatdariya xwe li ser tevahiya Sûriyê ferz bike. Ji ber wê jî demokrasî û projeya Neteweya Demokratîk ne li gorî berjewendiyên hikumeta Şamê ne. Tevî ku armancgirtina binesaziya herêmê sûcekî dijmirovî ye, lê her kes û di nav de hikumeta Şamê jî, bêdengin.”
‘Divê demokratên cîhanê bi erkê xwe yê exlaqî rabin’
Endamê Desteya Rêveber ya Meclisa Sûriya Demokratîk Ezher Ehmed bang li azadxwazên cîhanê kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bêdeng nemînin û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Di dema niha de, bi van êrîşên qirkirinê yên ku dagirkeriya Tirk li dijî gelê Kurd dide meşendin, tevahiya cîhan bêdenge, dagirkeriya Tirk tevahiya pêwistiyên jiyanê yên gelên herêmê dike armanc. Her kesê ku bi dagirkeriya Tirk re di nava peymanan de û li hemberî sûcên dagirkeriyê xwe bêdeng dike, hevkarê sûcên dijmrovî yê dagirkeriya Tirk e. Em bang eniya demokratîk li cîhan, kesên hiqûnas, siyastmedar, rewşenbîr û çalakvan dikin ku li wijdanê xwe vegerin û li hemberî êrîşên dagirkeriya yên li ser herêmê bêdeng nemînin. Gelê Rojava di ber tevahiya cîhanê de şerê çeteyên DAIŞ’ê kir û bi hezara şehîd danîn, ji bo parastina nirxên exlaqî yê mirovahiyê berdêlên giran dan, lê li hemberî êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava tevahiya cîhan bêdenge. Divê cîhan li wijdanê xwe binêre û lêborîna xwe ji gelê Rojava bixwaze.”[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 833 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 17-02-2025
Gotarên Girêdayî: 9
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 29-10-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 17-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 28-06-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 833 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.515 çirke!