Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,164
Wêne
  124,134
Pirtûk PDF
  22,098
Faylên peywendîdar
  126,005
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Ji tariyê ber bi ronahiyê ve
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ji tariyê ber bi ronahiyê ve
Deriya Çiya/Qamişlo

Şeş sal di ser rizgarkirina #Reqa# yê re derbas dibin. Piştî berxwedaneke mezin a 134 rojan di 20’ê Cotmeha 2017’an de bajarê Reqayê ku bûbû sembola zilm û tarîtiyê, ji aliyê QSD’ê ve ji destên çeteyên hov yên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Bajarê ku sembola tarîtiyê bû, niha bûye sembola demokratîk-kirina Sûriyê û xwişk û biratiya gelan.
Bajarê Reqayê li peravên rojhilatê Firatê ye. Di derbarê nav û dîroka wê ya kevnar de gelek nêrînên cuda hene. Hinekan piştrast kirin ku di sala 244 berî zayînê de hatiye damezrandin û navê wî (Callinicos) li ser navê Seleucus (damezrînerê bajêr) lê hatiye kirin. Di xwendinên din de, Reqa di serdema sêyem de vedigere Padîşahiya Tutul û Hezarsala duyem a berî zayînê, dîroka wê ya rast jî digihêje hezarsaliya 9’an a berî zayînê, Reqa ango ‘kevirê rût’ ji aliyê Aramiyan ve hat bi cih kirin û li wir çend mîrektiyan ava kirin û piştre Asûrî jî li pey wan hatin.
Di warê cih de; di tevahiya Geliyê Firatê de cihekî stratejîk e, ji ber ku ji hemû aliyan ve xaçerêyekê nîşan dide, li bakur Tirkiye, li başûr Şam, li rojhilat Iraq û li rojava jî Heleb e. Rûbera wê 19,600 km2 û bi qasî milyonek kes lê dijîn. Ji bilî vê yekê jî, avhewaya wê ya nîv-ziwa ya Behra Spî ya bi havînan ve tê diyar kirin û bi xweşbûna xwe tê naskirin. Reqa bi bermay û bermahiyên xwe yên dîrokî ji bajarên din ên Nîvgirava Sûriyê ne kêmtir e, ji ber ku Keleha Cebar a navdar, Qesra Hergla heye.
Giringiya Reqa yê
Weke bajarên din ên Sûriyê, Reqa jî di deriyê xwe yê sereke re derbasî krîzê bû. Piştî destpêkirina kirîza Sûriyê, di sala 2011’an de, hejmareke zêde ji xelkên Sûriyê ji bo xwe ji agirê şer rizgar bikin, koçberî Reqayê bûn, û piştre bû keleha sereke ya çeteyên ku navê opozisyênê li xwe dikirin û bi rêya wan çeteyên DAIŞ’ê derbasî nav bajarê Reqayê bûn. Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bajar bi tevahî kontrol kir û ji ber ku nêzîkî sînorên Iraq û Tirkiyê ye wek paytexta xwe hilbijartin.
Di wan 4 salên ku wan Reqa bi temamî kontrol kirin, çeteyên tundrew ji piraniya welatên cîhanê li wir kom bûn. Di vê demê de, Reqa veguherî navendeke binçavkirinê ji bo gel û ji bo têkbirina çeteyên rizgarkirina bajar pir girîng bû. Çeteyên DAIŞ di dema kontrolkirina bajêr de, hewl da ku bandorê li ser hişmendiya xelkê bike û kîn di navbera pêkhate û eşîran de belav bike. Û heta di nav endamên heman malbatê de, çanda kuştin û tolhildanê teşwîq kir, ne pêkane ku em hin kesan bibînin ku kêmasî di bin bandora çanda DAIŞ’ê de mane û ne dûr e ku ev bajar di encamê de çareserî û aramiyeke herî baş çênebe, cudahiyên diqewimin, serhildanên fikrî, bîrdozî û cudahiyên di navbera pêkhateyan de, çareseriya herî baş ji bo Reqa vegere rewşa xwe ya xwezayî ew e ku şêniyên wê bi rêya komîteyan rêveberiya xwe bikin saziyên sivîl ên ku bi çanda cihêreng a Reqayê re hevkariyê bikin.
QSD`ê baweriya gel qezenc kir
Dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD’ê) bi hemahengiya li gel Hevpeymaniya Navdewletî amedekariya destpêkirina hemleya rizgarkirina Reqayê kirin; Tirkiye ji bo ku beşdarî hemleya Xezeba Firatê bibe bi lez xwe nêzî Waşintonê kir û dadbar kir, dema Erdogan teqez kir: “Ji bo rizgarkirina Reqayê em amade ne ku bi Amerîkayê re hevkariyê bikin. “Amerîka bi tevahî fêm kir ku Tirkiye li dijî formula hevpeymaniya bi QSD’ê re ye. Ji bo vê; Ew ji beşdariyê hat dûrxistin û di daxuyaniyekê de ji aliyê Esed ve, wî got: “Şam amade ye ku bi Rojava re hevkariyê bike ji bo rizgarkirina Reqa yê.” Şam tu carî bi Washington re ne lihevhatî bû, ji ber vê yekê çawa li ser hevkariya leşkerî ya ku wan digihîne hev dema ku Amerîka Li rojhilatê Firatê herêmek bi bandor ava kir û baregehên leşkerî, hêzên şer û şêwirmendan ava kirin. Lê çima Amerîka di rizgarkirina Reqayê de bi Kurdan re hevalbendî kir?
Pêşî Fermandarê Biryargeha Navendî General Joseph Votel tekez kir ku giringe piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk bikin. Ji ber ku gelên Bakur û Rojhilatê sûriyê bi pêşengtiya gelê Kurd, ji bo têkbirina DAIŞ’ê girîngtir in. Ji aliyê xwe ve jî rêxistinbûn û perwerdekirina hêzên xwe ji bo parastina herêmên xwe û rizgarkirina Bakurê Sûriyê ji çeteyên kirin û li Reqayê (Meclisa Leşkerî ya Reqayê) û meclîsa sivîl ku ji 140 endaman pêk tê hate ava kirin.
Ji ber ku QSD’ê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de xwe isbatkir hêzên hevpeymanî yekser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re hevalbendî avakir. Yekane hêzên ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê derketin û gelek herêm ji destê wan derxistin û rizgar kirin. Ji ber ku QSD’ê ji şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê û Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê pêk tê û tev jî di şer de xwedî ezmûnên bi salan e. Herwiha ji bona pêşeroja Sûriyeke demokratîk û azad Felsefeya neteweya demokratîk ji xwe re esas digrin. Ji ber van sedeman hêzên hevpeymanî bi wan re hevalbendî danî û nekarî bi Iraq û Tirkiyê re hevkariyê bike. Ji milekî din ve jî hêzên hevpeymanî gihiştibûn wê baweriyê ku bi tena serê xwe û bê desteka QSD’ê wê nikaribin di şerê li hemberî DAIŞ’ê de serkeftinê bi destê xwe ve bînin. Ji ber ku di şerê li hemberî hemû hêzên çete yên ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û di serî de Cebhet Alnusra û herî dawî jî DAIŞ’ê QSD’ê xwe isbat kir û karî baweriya gel û ya heremê û cîhanê jî qezenc bike.
Lehengiya şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji hemû cîhanê xuya bû û xwedî bandoreke mezin bû. Ji ber ku wan bi pisporî û lehengî cihê xwe di şer de girtin û ji bon hemû jinên cîhanê bûne pêşeng.
Siyaseta ku DAIŞ’ê bi taybet li ser jinan li Reqayê dida meşandin
Ji dema kontrolkirina DAIŞ’ê ji Reqayê re, çeteyên DAIŞ’ê bajar û hemû herêmên ku dagirkiribûn, ji tevahî gel re û bi taybet ji jinan re veguherandibûn girtîgeh û goristan. Hemû aliyên jiyanê ji Reqayê winda bûn piştî ku DAIŞ’ê bajar kontrol kir, hemû taybetmendiyên şahî û bedewiyê ji dest da û reş lê hate kirin. Ew a ku çeteyan ji xwe re kiribûn paytext ji rengên wê tenê reş mabû, al reş bûn, cil û bergên mêran reş bûn, dîwarên bajêr reş in, avahî reş in, cil û bergên jinan jî reş in. Piştî ferzkirina qanûnên DAIŞê, rengên geş ên cil û bergên jinan li sûk û taxan winda bûn. Hemû jin wek hev in, ferq û cûdahiya yekê ji ya din tune ye. Çeteyan derfetên jiyanê ji jinan re nehiştibûn û tenê wekî kole bi kar tanîn. Bazarên ji bona firotina jinan avakirin û di serî de jinên Ezidî û gelek jinên din jî li van bazaran dihatin firotin. Herweha çeteyên DAIŞ’ê gelek jin revandin û tecawizkrin. Çeteyan girûpa Lîwaya El-Xensa ava kirin û rola wê lêgerîna jinên ku qanûnên wan binpê dikin û li kolan, bazar û heta li malan jî ew dihatin girtin û dîlgirtin. Jinên ku ev zagonên wan pêknedianîn bi lêdanê û cezayên pereyan li xizmên wan yê mêr dihatin sepandin. Ev jî bû sedema rakirina jinan ji jiyana malbatî, hevaltî û jiyana giştî re.
Lê bi rizgarkirina bajarê Reqayê re û bi saya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê piştî şerê 134 rojan û di 20’ê Cotmeha 2017’an de. Ew roj bû roja ronahiyê ji gelê herêmê re bi taybet ji jinan re. Jinan bi saya projeya neteweya demokratîk çarçefa reş qetandin û di refên pêşîn ên rêxistinkirina civakê û parastina wê de cih girtin.
Gelê Reqayê pştî rizgarkirina bajêr rêveberiya xwe avakir
Piştî rizgarkirina Reqaê ji destê çeteyên DAIŞê, Hêzên Sûriya Demokratîk got: “Bajarê Reqa beşek ji Sûriyeyeke federal û ne navendî ye” û amadebûna xwe weke hêzeke niştimanî ji bo parastina herêmê ji hemû gefên derve nîşan da; tekez kir ku wê siberoja bajêr di çarçoveya Sûriyeya Federaliya Demokratîk de ji aliyê gelê wê ve diyar bibe.
Gelê Reqayê ku piraniya şêniyên wê Ereb in, niha herêmên xwe bi avakirina saziyên xwe yên sivîl û leşkerî, ji nû ve avakirina bajar û parastina bajêr bi rêya hêzên ewlekariya hundirîn birêve dibin. Meclisa Sivîl a Reqayê ji navdarên êlan, kesayetên siyasî, çandî û pîşeyî pêk tê. Ev meclis li gorî hemû pîvanan rêveberiya bajêr dike, û meclîsên din li pey wê ne, wek Meclîsa Tebqayê, û komîteyên nû hatine avakirin, şaredarî û ciwanan pêk tê.
Ji destpêka kirîza Sûriyê ve, kurd ne alîgirê cudakirin û perçekirina laşê Sûriyê û gelê wê ne, ew alîgirê yekîtî, yekîtiya ax û gelên Sûriyê ne. Li gorî diruşma biratiya gelan û avakirina Sûriyeya demokratîk bi makezagoneke ku her kes ava dike û pêk tîne, kar kiriye û wê ji neha û pêve jî vî karî berdewambike.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 182 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 17-02-2025
Gotarên Girêdayî: 1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 22-10-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 17-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-02-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 182 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.531 çirke!