Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,104
Wêne
  124,104
Pirtûk PDF
  22,097
Faylên peywendîdar
  125,937
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,862
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,576
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,731
عربي - Arabic 
43,937
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,447
PDF 
34,695
MP4 
3,834
IMG 
234,120
∑   Hemû bi hev re 
274,096
Lêgerîna naverokê
Fewzî Şengalî: Armanca dagirkeriya Tirk qirkirina gelan e
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her wêne ji sed peyvan bêtir dibêje! Ji kerema xwe re wêneyên me yên dîrokî biparêzin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Fewzî Şengalî: Armanca dagirkeriya Tirk qirkirina gelan e
Reşo Mihemed/ Qamişlo

Sikrtêrê Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurd li Sûriyê Fewzî Şengalî diyar kir ku armanca #dewleta Tirk# a faşist ji êrîşên li ser herêmê, guhertina demografiya herêmê û qirkirina gela ne.
Dewleta Tirk a dagirker bê navber û bi awayekî hovane êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyê, şengal û Başûrê Kurdistanê dike. Ji destpêka sala 2023’an ve heta roja îro dewleta Tirk a dagirker bi çekên herî giran û pêşketî bi sedên caran êrîşî van herêman kiriye. Ev êrîş jî piştî encamên hilbijartinên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, herwiha sedsaliya Peymana Lozanê pêk hatin. Hrî dawiyê jî bi destê MÎT’a Tirka êrîşek li ser Navenda KNK’ê ya li Hewlêr pêk hat û Endamekê KNK’ê şehîd bû.
Girêdayî êrîşên dewleta Tirk ya dagirkeriya yên ku li ser bakur û rojhilatê Sûriyê, û Başûrê Kurdistanê tên kirin, sikirtêrê Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Fewzî Şengalî ji rojnameya me re axivî.
‘Dagirkeriya Tirk dixwaze nexşeya herêmê biguherîne’
Fewzî Şingalî destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker dagirkirina herêmê û dubarekirina Lozanê ye û wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker îro pirojeyeke mezin a parçebûn û qirkirina gelan daye pêşiya xwe. Ev piroje jî dubarekirina Peymana Lozanê û hewldana dagirkirina herêmê ye, ev yek jî piştî ku sedsaliya Lozanê hate temamkirin, bi awayekî fermî dîsa li ser hat karkirin. Êdî pilanên dagirkeriyê li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê, Şingal û heya Mûsil û Heleb dîsa bi awayekî hovane hatine destpêkirin. Dewleta Tirk a faşist bi riya artêş, çekên pêşketî û firokeyên xwe êrîşî van herêman dike. Em dizanin ku Hêzên Hevpeymana Navdewletî jî di van herêman de karê leşkerî û diblomasî dike, lê we ku tê xuyakirin çavên xwe ji kiriyarên dagirkeriya Tirkî digire. Sedem jî berjewendiyên wan yên hevbeş yên dijî gelê kurd û gelên din yên ku di van herêman de dijîn e. Lewma erka hemû gelên herêmê ew e ku hevgirtina xwe pêk bînin. Herwiha xwesteka dewleta Tirk ya ku armanca wê ew e nexşeya herêmê biguherîne û gelên wê qir bike, pûç û vala derxîne. ”
‘Hedefgirtina Nivîsgeha KNK’ê dewamiya êrîşan e’
Şengalî diyar kir ku êrîşa li ser Nivîsgeha KNK’ê ya li Hewlêrê hate kirin ne bûyerek ji rêzê ye û divê sûckar bên eşkere kirin û wiha got: “Herî dawiyê êrîşek li ser Nivîsgeha KNK’ê ya Hewlêrê pêk hat, em dizanin ku KNK’ê weke riya hevdîtina û yekhelwestkirina partiyên siyasî ji bo pêkanîna yekrêziya kurdî ye. Herwiha ne navendeke leşkerî, lê belê saziyeke sivîl e û ji bo yekrêziya kurdî xwedî pirojeyeke diyar e. Tişta ku di derheqê nivîsgeha KNK’ de hat kirin armancgirtina yekrêziya kurdî ye. Lewma divê hikmeta Başûrê Kurdistanê sûckarên êrîşê ji raya giştî re eşkere bike. Ji ber ku ewlehiya vê nivîsgehê dikeve ser milê wê de. Di heman demê de parastina wê jî tiştekî girîng e û divê Asayîşa Hewlêrê ji bi berpirsyariya xwe rabe. Em dikarin vê buyerê bi êrîşên hewayî yên weke ya li ser Firokxaneya Silêmaniyê hat kirin, girêdanekê çêbikin. Ev plan û êrîşên ku çêdibin qirkirina gelê kurd hedef digire. Li ser çiyayên Kurdistanê jî wisa ye, dagirkeriya Tirkî êrîşî Qadên Berxwedanê dike. Divê em nekevin xefkên van pilanan, ji ber ku Gerîla xeta yekemîna ya parastina gelê Kurd û Kurdistanê ye. ”
‘Pêwîstî bi lidarxistina kongreke netewî ya kurdî heye’
Sikirtêrê Paritiya Rêkeftina Demukratîk a Kurd li Sûriyê, Fewzî Şengalî axaftina xwe wiha qedand: “Dagirkeriya Tirk qirkirina gelê kurd dike armanca xwe ya sereke, çi bi awayê leşkerî be an jî bi riya şerê taybet be. Herwiha plan û siyaseteke qirêj li ser gelê kurd dide meşandin. Divê destpêkê em weke partiyên siyasî yên kurdî nehêlin ev yek pêk were. Lewma em li hemberî van planan xwedî piroje bin, pirojeya me jî yekîtiya kurd û têkoşîna ji bo doza kurdî be. Pêwîste em wekû partiyên siyasî, berjewendiyên xwe yên partiyetî û nakokiyên di navbera xwe de yên ku pirsgirêkan ji bo pêkanîna yekrêziya kurdî derdixe holê dernexin pêş. Di heman demê de em destekê nedin dijminan. Em weke gelê kurd di demeke hestiyar de ne û siyaseta li ser me tê meşandin ji hemû aliyan ve ji bo me siyaseteke qirkirinê ye. Dijminê me xwedî pirojeyeke wiha ye, çima gelê kurd û partiyên siyasî jî nabin xwedî pirojeyeke hevbeş û van planan têk nabin?! Ev piroje jî erka KNK’ê, partiyên siyasî û tevahiya gelê kurd e. Dîsa em gelekî girîng dibînin ku pêwîstiyeke mezin bi lidarxistina kongireke netewî heye. “[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 520 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 17-02-2025
Gotarên Girêdayî: 58
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 04-10-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 17-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-02-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 520 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.265 çirke!