Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,467
Wêne
  123,323
Pirtûk PDF
  22,038
Faylên peywendîdar
  124,592
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Gelo dê Sûriye ji çiravê derkeve?
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevkarên Kurdîpêdiya êş û serkeftinên jinên Kurd ên hevdem di databasa xwe ya neteweyî de arşîv dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Gelo dê #Sûriye# ji çiravê derkeve?
Zekî Bedran

Tevlîheviya li Sûriyê çareser nabe. Berovajî kûrtir dibe. Yek ji sedemên bingehîn ên pirsgirêka Sûriyê dagirkeriya Tirk û destwerdana li dînamîkên hundirîn ên Sûriyê ye. Dewleta Tirk qaşo dixwest bi Esad re bicive û çareseriyekî ji pirsgirêka penaber û “terorê” re bibîne. Esad diyar kir ku ji bo hevdîtinê çêbike divê dewleta Tirk leşkerên xwe ji herêmên dagirkirî vekişîne. Dewleta Tirk hewl dide bi zexta Rûsyayê Esad bi Erdogan re bide rûniştandin. Dewleta Tirk li hemberî daxwaza Esad meydan xwend û diyar kirin ku heta li Sûriyê çareseriyek çênebe venakişe.
Aliyê Tirk çareseriyek çawa dixwaze, tişta ji çareseriyê fêm dike çi ye? Ev weke çaleke bê biniye. Esad komên çeteyên çekdar ên Erdogan berkev kirine weke terorîst dibîne. Bi hezaran çeteyên çekdar, di bin navê SMO de ji aliyê dewleta Tirk ve hatine rêxistin kirin. Heman demê de weke alternatîfa B. Esad hikumeta demkurt ava kir. Ji derveyî vê dewleta Tirk ji bo bestandina herêmên dagirkirî xebatên xwe didomîne. Ji aliyê dewleta Tirk ve DAIŞ, El-Nûsra û çeteyên di fermana wî de ne terorîst in. Ji bo dewleta Tirk a terorîst û dijmin QSD ye. Tişta ku faşîzma Erdogan ji çareseriyê fêm dike ji holê rakirina rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, tinekirina QSD û YPG’ê ye. Piştî ku ev hêz tune kirin û qirkirina Kurdan temam kir, dê wê demê Îxwaniyan derbasî desthilata Şamê bike. Ev plan û destwerdana bi dilê Tirkiyê dê çareserî û aştiyek çawa bîne?
Yek ji sedemê din ê bêçareseriyê jî helwesta hikumeta Şamê ye. Rêveberiya Esad xebatên Lijneya Makezagona Cenevreyê naxwaz e. Sal derbas bûn û tu pêşketin çênebûn. Şam naxwaze bi ailyên jêre dibêjin muxalefet rûnê û makezagonekî ava bike. Lê ew bi xwe jî tu pêngavan navêje. Weke ku tiştek li Sûriyê çênebûye nêz dibe. Armanca wî vegera beriya 2011’an e. Halbûkî li Sûriyê wêranî, belavbûn û hejînên mezin çêbûn. Niha pêwîstî bi guherînên ku bibe bersiva rewşa heyî û henase bi gel bide standin heye. Rêveberiya Şamê dikare guherîna zagonan û makezagonê çêbike. Çêkirina reformekî hem dê rêveberiya Esad hem jî gelên Sûriyê rihet bike. Lê rêveberiya Esad difikire ku eger gavên demokratîk bên avêtin dê nekaribe pêşiya gel bigire û desthilata wî bikeve xeteriyê. Ev yek rêveberiya Esad bê tevger dihêle.
Li Sûriyê aborî têk çûye. Rêveberî riziyaye. Rizandin ne bi qada siyasî û îdarî ve sînordar e. Êdî civaka Sûriyê jî dirize. Kar tune. Her ku diçe Lîreyê Sûriyê nirx winda dike. Di destê gel de bûye kaxizek bê nirx. Heqdest ji bo debarê bê wate ye. Xwedî bandorek sembolîk û derûnî ye. Her ku pere nirx winda dike, nirxê sûkê bilind dibe. Her ku diçe kendalê nava xerçkirin û qezençkirinê bilind dibe. Tu hêvî û hêvîdarî jî li hemberî hilweşînê re nemaye. Hikumet tu pêşniyarê nada gel.
Hikumeta Şamê li aliyekî netewperestiyê hembêz dike, li aliyê din jî hewl dide rastiyan ji gel veşêre. Taybet jî li xwe danane ku herêmên Ereb beşdarî nava rêveberiya xweser bûne. Ji bo vê jî her tim hewl dide gelê Ereb rêxistin bike û tehrîk bike. Li aliyê din jî rêveberiya xweser weke sedema vê rewşê nîşan dide. Weke ku sedema dorpêça li Sûriyê herêmên xweser bin. Halbûkî ev di encama polîtîkayên hikumeta Sûriyê ketiye rojava. Tu têliya vê bi Kurdan û rêveberiya xweser re tune ye. Berovajî ev herêm jî ji dorpêçê bandor dibin. Dema li ragihandina fermî ya Sûriyê binêrin, rêveberiya xweser petrol û genim desteser kiriye! Li gorî hikumeta Şamê sedemê birçîbûn û hejariyê desteserkirina dewletemdiyan a ji aliyê rêveberiya xweser e!
Li Sûriyê rêveberiyek dirize heye. Êdî bertîl û gendelî ji aliyê kesekî ve nayê lêpirsîn û bûye karek ji rêzê. Civak difetise. Kes nikare devê xwe veke. Ragihandin di fermana hikumetê de ye. Rastî tên berovajîkirin. Dengê gel nateyise ragihandinê. Ji bo lêpirsîna rejîma Baas û daxwazên gel têkoşîna rêxistinî û demokrasiyê pêwîst e. Lê rêveberiya Şamê naxwaze vê bibîne û bibihîse. Ji ber wê jî dixwaze nakokiyên nava gel kûr bike û gel ji hev qut bike. Guh nade çalakî û daxwazên gelên herêma Dera û Siwêydayê, nakokiyên hindir bi kar tîne û hewl dide di hindir de parçe bike û bê bandor bike. Hewl dide gel li dijî rêveberiya xweser rake û rêveberiya xweser weke çavkaniya pirsgirêkan bide nîşan. Wisa nîşan dide eger herêmên xweser nebe, çavkaniya petrol û genim bikeve destê Şamê, gelê Sûriyê dê van pirsgirêkan nejî! Wisa xuyaye gelê li herêmên xweser weke gelê Sûriyê nayê hesibandin.
Ji beriya hertiştî, rêveberiyên xweser di her derfetê de ji Şamê re dibêje tevahî çavkaniyên heyî yê tevahî gelên Sûriyê ne. Em ne li pey çavkaniyên madî ne. Tişta em dixwazin demokrasî û azadî ye, nasnameya me ye. Gotin, di vê mijarê de gav biavêjin dê tevahî çavkanî û petrol ên xwe jî bin. Lê hikumeta Şamê tu gav navêje, heman demê de wisa nîşanî gel dike ku çavkaniya pirsgirêkan rêveberiya xweser e. Hewl dide bi vê gel li dijî rêveberiya xweser rake.
Li aliyekî xirabiya Tirkiyê û li aliyê din jî ev nêzîkatiya hikumeta Şamê dê çawa aştî û îstixrarê bîne Sûriyê?[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 487 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 17-02-2025
Gotarên Girêdayî: 53
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 27-09-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 17-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-02-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 487 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.218 çirke!