Nav û paşnav: Serhat Erdogan
Nasnav: Çirav Cûdî
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Navê dayik û bav: Nûriye – Mahmût
Cih û dîroka şehadetê:
07-10-202407-10-2024 / Xakûrkê
ÇIRAV CÛDÎ
Hevrêyê me Çirav ê ku bi eslê xwe ji malbateke Sêrtê ye, li Stenbolê ji dayik dibe. Ji ber ku malbata hevrêyê me welatparêz e û ji derdora wan a nêzîk ji Tevgera Azadiya Kurdistanê re tevlîbûn çêbûne hevrêyê me di zarokatiya xwe de Partiya me nas dike. Hevrêyê me yê ku bi hişmendî û exlaqê Kurdayetiyê mezin dibe, hê di zarokatiya xwe de eleqeyeke mezin nîşanî Tevgera me dide. Malbata hevrêyê me ji ber hin sedeman neçar dimîne ku koçî metropolên Tirkiyeyê bike û ev yek jî bû sedem ku hevrêyê me tim bêriya Kurdistanê bike. Hevrêyê me yê ku hesret û hezkirina xwe ya ji bo Kurdistanê tim bilêv dike, heyranî têkoşîna gerîlayan dibe. Hevrêyê me yê ku diçe dibistanên pergalê, hem di mijara çandî hem jî ya zimanê dayikê de nakokiyan dijî. Ji ber nakokiyên di zarokatiya xwe de tim bi pîvan li nêzî dibistanên pergalê bû. Hevrêyê me yê ku piştî demekê dixwaze alikariya malbata xwe bike, di gelek karan de dixebite. Hevrêyê me yê ku bi keda xwe li ser piyan dimîne û dizane keda xwe biparêze, kesayetiyeke kamil bi dest xist. Hevrêyê me yê ku li her derê gelekî tê hezkirin û gotinên wî tên guhdarkirin, di ciwantiya xwe de dikeve nava kûrbûnên mezin. Hevrêyê me Çirav ê ku dizane ciwantî pêşeroja gel e û partiya me PKK tevgereke ciwanan e, di nava xebatên ciwantiyê de cihê xwe digire. Hevrêyê me yê ku piştre diçe zanîngehê û li wir jî xebatên xwe didomîne, derfetê bi dest dixe ku Partiya me baştir nas bike. Hevrêyê me yê ku bi xwendina materyalên Partiyê rastiya Rêbertiya me û têkoşîna fedaiyane ya gerîlayan nas dike, bi cidîyeteke mezin li nêzî xebatan dibe. Hevrêyê me yê ku ji ber şerê heyî dikeve nava lêpirsînên mezin, bi fêmkirina têkoşîna gerîlayan û fedekariya ji bo parastina destkeftiyên gelê me re îdîaya xwe mezintir dike. Hevrêyê me Çirav ê ku di serdemeke ku dagirker ji bo tasfiyekirina Tevgera me bi topyekûn êrîşî gerîlayan dike de biryarê dide ku tevlî nava refên azadiyê bibe, dev ji zanîngeha xwe û hemû derfetên pergala kapîtalîst berdide û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.
[1]