Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,635
Wêne
  123,876
Pirtûk PDF
  22,078
Faylên peywendîdar
  125,588
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Astana di xizmeta dewleta Tirk de ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em xemgîn in ku Kurdîpêdiya li bakur û rojhilatê welêt ji aliyê dagirkerên tirk û farisan ve hat qedexekirin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Astana di xizmeta #dewleta Tirk# de ye
Zekî Bedran

Civîna Astanayê bi hedefgirtina Rêveberiya Xweser encam bû. Danezana encamê ya hatî ragihandin Rêveberiya Xweser neqanûnî îlan kir. Gelo Rêveberiya Xweser li gorî kîjan zagonê neqanûnî ye? Li herêmên ku DAIŞ’ê dagir kiribû kîjan zagon hebûn? QSD’ê hewl da bi hevkariya bi koalîsyonê re herêmên ku ji DAIŞ’ê rizgar kirine ewlehiya wan ava bike. Li van herêman hêzên Şamê nemabûn. Di pêşengiya Kurdan de li herêmên ku hatin rizgarkirin Rêveberiyên Xweser hatin avakirin. Pêwîst bû ku gel xwe biparêz e û ewlehiya xwe ava bike. Li herêmê bi milyonan kes dijiya. Rêveberiya Xweser çavkaniyên aborî yên li herêmê ji bo pêwîstiyên gel bikar anî. Di danezana encama Astanayê de tê xwestin ku çavkaniyên petrolê dewrî hikumetê bên kirin. Rêveberiya Xweser bi dehan car ev yek ji rêveberiya Rûsyayê re gotiye. Çavkaniyên li Sûriyê yê tevahî gel in. Hertim got bila pirsgirêkên me yên bi rêveberiya Şamê re çareser bibin û em di rêveberiyek demokratîk de li hev bikin. Rûsya di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de navbeynkar bû. Dihat zanîn ku Rûsya alîgirê hikumeta Şamê ye . Li gel vê jî Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew jî yekîtiya Sûriyê dixwazin û Rûsya weke navbeynkar pejirandin. Lê li gel ku salin di ser re derbas bûn jî di vê mijarê de pêşketinek çênebû.
Rûsya hewl dide rêyekî bibîne û DYE’yê ji Sûriyê derbixe. Ji xwe Îran û DYE di nava pevçûnê de ne. Mayîna DYE’yê ya li Sûriyê ne li ser xwesteka Kurdan bû. Rewşek bû ku şerê li dijî DAIŞ’ê derxist holê. Ne raste li Kurdan bê ferzkirin ku alîgirên DYE yan jî alîgirên Rûsyayê bin. Kurd û bi milyonan kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekîtî û demokratîkbûna Sûriyê dixwazin. Weke ku daxwazên gel tune ne û vegerîna beriya 2011’an ne rastiyek e. Bi sedhezaran mirovan jiyana xwe ji dest da. Bi milyonan ji cihên xwe koçber bûn. Ji bo avabûna yekîtiya Sûriyê û pêçana birînan pêwîstî bi nêrîn û polîtîkayek nû heye. Rêveberiya Xweser jî daxwaz û vîna xwe ya ji bo yekîtiyê gelek caran derxist holê.
Li şûna ku pêvajoya Astanayê dijminahiya Kurdan bike û dagirkeriya Tirkiyê rewa bike, pêwîst bû ku derxistina hêza dagirker nîqaş bikiribûya. Pêwîst bû ku ji bo dagirkeriya Tirkiyê bidawî bike nexşerêyek danîba holê. Lê berovajî tê kirin. Tirkiye ne weke hêzek dagirker, weke ku xwediyê Sûriyê ye nêz dibe. Destê xwe ji Sûriyê nakişîne. Dixwaze hindirê welat sazûman bike. Di demek ku bidawîkirina şerê li Sûriyê û lêgerîna çareseriyê pêk tê de, Tirkiye bazara êriş û dagirkeriyek nû dike. Ev êriş dibin sedema koçkirina bi sedhezaran kes û wêrankariyek giran. Hişmendiyek, tenê bila Kurd tune bin û Rêveberiyên Xweser ji holê rabe, çiqas mirov dimirin an jî çiqas mirov ji cihê xwe koçberbibin ne girînge, heye. Ji ber ku projeya dewleta Tirk a qirkirina Kurdan heye tevahî xirabiyan birêxistin dike. Dixwaze herkesî jî bike hevkarê vî sûcê giran ê mirovahiyê.
Yên ku Rêveberiya Xweser neqanûnî dibînin, gelo dagirkeriya Tirk zagonî dibînin? Di halê hazir de wiha xuya dike. Dewleta Tirk weke ku xwediyê Sûriyê ye pir rihet e. Ji bo dawî li dagirkeriyê bîne nexşerêyekî dananin pêşiya wî. Dagirkerî nayê şermezarkirin. Rêveberiyên Xweser ên ku gelê Sûriyê ji bo rêvebirina xwe ava kirine neqanûnî tên dîtin, lê dagirkeriya artêşa Tirk, bi hezaran çeteyên ku berhevkirî û berdide ser serê gel qanûnî ne. Hew evqas rastiya civak û dîrokê dikare bê berovajîkirin! Evqas lîstina bi nirx û zagonan tê wateya ku mirovahî tune bûye.
Êdî herkes dizane Îran û Rûsya hewl didin DYE’yê ji Sûriyê derbixin. Lê dewleta Tirk bê erêkirina DYE yê nikare li Idlibê dewletokekê ji El- Nûsrayê re çêbike. Pêwîstiya wî bi DYE’yê heye. Li ser dijminahiya Kurdan DYE’yê di bin xetê de digire. Di danezana Astanayê de bi awayek vekirî DYE hatiye hedefgirtin. Bersiva DYE yê ya li dijî wê ji bo Kurdan ne sûprîz e. Berdevkê Wezîrê Parastinê dibêje “Divê Tirkiye bizane em bi kî re û çima dixebitin”. Balyozxaneyên Tirkiyê jî QSD û Kurdan hedef digire û dibêje “Têkiliya me ya bi wan re taqtikî ye, hestiyariye û demkurtiye”. Ji Tirkiyê re dibêjin evqas bi ser me de neyên, me nekin hedef, em xweseriyê û Kurdan destek nakin. Ji xwe eger wiha nebûya her roj Tirkiye herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran nake û evqas qetilkirinan pêk nayîne. Dizane em bi kî re û çima.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêveberî û derdorek heta bêjî demokratîk û azadîxwaz heye. Hevserokên kantona Qamişlo yên herî dawî dewleta Tirk ew qetil kirin jin bûn. Jin di civak û rêveberiyê de rolek bibandor dilîzin. Ji bo Kurdan û Rêveberiya Xweser tune bike çavê dewleta Tirk tarî bûye. Ne jin, ne zarok û ne jî temenmezinan nabîne. Sûcên mirovî û sûcê şer didomîne. Hêzên herî mezin ên cîhanî li Sûriyê parastina qada hewayî girtine ser xwe. Eger hevkariyê bi dewleta Tirk re nekin ev qetilkirin çênabin. Ne tenê qatil, hevkarên wan jî sûcdar in.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 623 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 20-02-2025
Gotarên Girêdayî: 70
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 25-06-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 20-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 28-06-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 623 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.875 çirke!