Nav paşnav: Tolvan Metîn
Nasnav: Cîger Çarçella
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Esmîhan-Enver
Dem û cihê şehadetê:
25-11-202425-11-2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
CÎGER ÇARÇELLA
Xelkê me yê Geverê ku bi dilxwaziya xwe ya azadiyê û welatparêziya xwe ya xurt bû mînak ji gelê Kurdistanê re, bêguman ev yek bi saya bi sedan şehîdên xwe û bi dehan fermandarên xwe yê fedaî kir ku pêşengî ji têkoşîna me ya azadiyê re kir. Di demên herî zehmet ên têkoşîna me de jî bi serhildanên xwe bersiva rast da mîrateya şehîdan. Xelkê me yê Geverê bi sekna xwe ya berxwedêr û karakterê xwe yê serhildêr û serbilind ê ku li ber dagirkeriyê serî natewîne, bersiva herî bi wate da êrîşên qirkeriyê yên dijmin. Ji ber vê yekê her tim bû hedefa rê û rêbazên şerê qirêj û taybet ê dijmin. Xelkê me yê Geverê bi mekanîzmayên xwe yên xweparastinê ev yek pûç kir û di azadiyê de israr kir.
Hevrêyê me Cîger di nava rastiyeke bi vî rengî ya civakî de li nava eşîra Doskî ya welatparêz û qedîm, ji dayik bû û malbata wî ji ber zextên dijmin neçar ma koçî Başûrê Kurdistanê bike, lewma li Diyanayê ji dayik bû. Hevrêyê me bi exlaq, terbiye û çanda ji malbata xwe wergirtî mezin bû, taybetmendiyên civaka xwezayî ya gelê me di kesayetiya xwe de temsîl kir. Piştî ku têgihişt dest bi lêpirsîna li rastiyên ku bûn sedema koçkirina malbata wî û sîstema mêtingerî û dagirkeriyê ya li Kurdistanê. Hevrêyê me bi bersivên wergirtî re rastiya dijmin bêhtir fêhm kir. Hevrêyê me Cîger mîan her zarokekî Kurd bi hêrseke mezin nêzî êrîşên qirker ên li ser gelê me bû, gihîşt wê encamê ku bi xwedîderketina li nirxên xwe dikare bersivê bide êrîşên dijmin. Hevrêyê me pê hesiya ku ev yek jî bi têkoşînê dibe û ji dema ciwantiyê û pê ve bala xwe çû ser têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê. Bi taybetî ji sekn û performansa şer a milîtanên Apoyî bi bandor bû ku li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser gelê me yê li Şengal, Başûr û Rojava bi rengekî fedaî li ber xwe dan. Hevrêyê me Cîger weke ciwanekî Kurd ê welatparêz bi berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelê xwe hesiya û kete nava lêgerînê. Hevrêyê me biryar da ku rêbaza herî xurt a têkoşînê tevlîbûna li nava refên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê ey û di dema şerê giran de di sala 2016'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Bi perwerdeya destpêkê ya li nava refên gerîla di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê û gerîla bû, ji bo karibe bersivê bide pêvajoya şerê giran xwe li gorî şert û mercên herî giran perwerde kir. Piştî ku perwerdeya xwe ya leşkerî û îdeolojîk bi rengekî serketî qedand, beşdarî karên pratîkî bû û bi kesayetiya xwe ya fedakar, kedkar û berxwedêr her karê ku kir, bi ser xist. Hevrêyê me bi van taybetmendiyên xwe bala hevrêyên xwe kişand û ji bo karibe ji aliyê rêxistinî, îdeolojîk û leşkerî ve xwe hîn bêhtir bi pêş ve bibe, derbasî gel hevrêyên hîn bi tecrûbe bû. Di vê demê de derfet dît ku di felsefeya jiyana Apoyî û Gerîlatiya Modernîtya Demokratîk de xwe hîn bêhtir bi pêş ve bibe û tecrûbeyên xwe bi rengekî zanistî binirxîne beşdarî perwerdeya pisporiyê ya li akademiyên leşkerî bû. Hevrêyê me armancên xwe yên têkoşînê her roj hîn mezin kir û ji bo bigihêje van armancên xwe kete nava hewldaneke bêhempa. Di encama perwedeyê de baweriya xwe bi wê yekê anî ku tenê bi fedakariyê dikare hêjayî gelê me yê fedakar, hevrêyên şehîd û keda bêhempa ya Rêbertî bibe.
Di vê bingehê de hevrê Cîger ê ku di sala 2018'an de derbasî xebatên Hêzên Taybet bûyî, perwerdeyên ku li vir girt re di terzê jiyana fedaî de her roja ku çû pêşketinên girîng bidest xistin. Hevrê Cîger ê ku lêhûrbûnên xwe re di peywendiyên Apogerî yên hevaltî de kûr bûbû, ji bo ala hevalên şehîd hîn bilindtir bike di nav hewldanek mezin de bû. Hevreyê me bi kesayeta xwe ya ku bi kedê re her diçû kamil dibû û mûtewazitiya xwe re bû mîlîtanek Apoger ê mînak. Di xebatên gelek girîng de cih girt û pêwîstiya mîsyonê ku girtibû ser xwe pêk anî. Dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li hemberî Herêmen Parastina yên Medyayê çêbûn ket nav israrek mezin da ku biçe cihê şer lê zêde ye. Hevreyê me xwest ku demildest di nav tunelên berxwedanê û tîmên tevger ên gerîla de cih bigire û bare wan hevalan a dîrokî hilgire ser milên xwe. Hevrê Cîger bi qasî îdîayê xwe, bi sekna xwe re jî bawerî dida hevalên xwe. Bi daxwaz, coş û kelecanekê mezin derbasî cihên ku şêr dijwar dihatin jiyandin bû.
Hevrê Cîger ê ku derbasî cihên ku dijmin bi hemû derfetên xwe dixwest encam bigire, lê li hember îradeya Apoger bê encam mayî dima bû, bi tevlîbûna xwe re di mezinkirina berxwedanê û xurtbûna têkneçûnê de rolekê girîng lîst. Hevreyê me yê ku di gelek çalakî û hemleyên şoreşgerî yên ku dilê gelê me hênik dikir de cih girtî, bi terzê xwe yê tevlîbûnê ya biryardar, îddîa û fedaîtiya xwe re di destxistina serkeftinên girîng de bû xwedî par. Hevrê Cîger ê ku armanca wî ya herî mezin jiyandina bîranîn û xeyalê şehîdan bû, di vê oxirê de ked û azweriya ku nîşan dabû re, di dilê hemû hevalên xwe de cih girt. Hevrê Cîger heta sala 2024'an di êrîşêkê dijmin de nefesa xwe ya dawî bide, ji nirxên azadiyê re girêdayî ma. Ji me re berpirsyarî û erkên dîrokî yên ku teqez pêk werin hîşt. Wek hevalên wî em soz didin ku bîranînên hevrê Cîger di Kurdistana azad de bidin jiyandin û di şexşê wî de jî li hemberî hemû şehîdan soza xwe dubare dikin.
[1]