Nav paşnav: Sadûn Tûtmaz
Nasnav: Rûgeş Zinar
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Fadîme-Habîb
Dem û cihê şehadetê:
25-11-202425-11-2024 / Zap
RÛGEŞ ZINAR
Hevrê Rûgeş ku li Kurdistanê bi welatparêzî û berxwedêriya xwe tê nasîn hate dinyayê. Ji ber malbat û derdora wî welatparêz bû, şansê Tevgera Azadiyê zû naskirinê dît. Malbata wî ji ber zextên dijmin ji Dêrîka Çiyayê Mazî koçî Amedê kiribû. Ji ber vê rastiya dijmin di salên biçûk de naskir. Hêrsa wî ya li hemberî dijmin her tim mezin bû. Hevrê Rûgeş ê ku bi zanabûn û exlaqa welatparêziyê re mezin bûyî, li hemberî Partiya me sempatî hîs dikir. Wekî her zarokê Kurd ê ku li Kurdistanê jiyan dike li hemberî êrîşên dijmin ket lêgerîna riyên bersivdayînê. Bi taybetî jî ji berxwedana gerîla hêz û moral girt û ket xeyalên tevlîbûna nav refên gerîla. Hevrê Rûgeş ê ku ji şehadetên di şerê azadiyê ya gerîla de bandor bûbû, hêrsa dilê xwe ya tolhildanê her roj xêdetir kir. Her ku temenê wî pêşket jiyana modernîteya kapîtlîst lêpirsîn kir û ket nav lêgerînên kûr. Wek ciwanek birûmet ê Kurd tiştên ku dihatin jiyandin re xemsar nema. Bi zanabûna bervisê lêgerînan ji têkoşînê derbas dibe, di xebatên ciwanan de cih girt. Her ku girîngiya ciwanan a ji bo Partî û gelê me fêmkir, hîn hesas nêzî xebatan bû. Ji materyalên Partiyê yên ku dixwend û ji terzê jiyanê yên mîlîtanên Apoger bandor bû. Felsefeya Apogerî ya pariyek û hirkayek di jiyana xwe de pêk anî. Bi kesayeta xwe ya mutewazî re di dilê hevalên xwe de cih girt. Di dema şoreşa Rojava de berxwedana destanî ya Kobanê dihat jiyandin dixwest biçe qadên şer, lê neçar ma ku vê pêşniyarê xwe taloq bike. Di dema berxwedana Sûr'ê ya xwerêvebirinê de li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên hovanê ya ku dixwest daxwaza gelê me yê xwerêvebirinê tune bike bi awayek çalak cihê xwe girt. Azweriya hevalên ku dîtîbû û bi hev re di amadekariyan de cih girtibû ji xwe re mînak wergirt. Her çendî dixwest di mewziyên şer ên Berxwedana Sûr'ê de cih bigire jî, ji ber ku hevalên wî dixwestin wî biparêzin cih negirt. Hevrê Rûgeş ê ku ji vê nêzikatiya hevalên xwe bandor bûbû û dixwest tola wan rake, biryar da ku tevlî nav refên gerîla bibe. Ji ber şerê bajaran û hin xebatên stratejîk ên ku tê de cih digirt, neçar ma ku vê biryarê xwe demekê taloq bike. Hevreyê me yê ku di xebatên dîsîplîn û veşartîbûn dixwaze de cih girtî, her xebatê ku girtiye ser xwe bi layiqî pêk anî û berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla bû.
Hevrê Rûgeş soz da ku têkoşîna hevalên şehît bibe serkeftinê û tevlî perwerdeyên şervanên nû bû. Hevreyê me yê ku ji perwerde û hevalên xwe bandor bûbû, xwe ji kûr ve lêpirsîn kir. Her hayran ma piroziya jiyana gerîla û ji ber vê xeyalên tevlîbûna xebatên pratîkî kir. Bi tevlîbûna xwe û daxwaza fêrbûnê re di demekê kurt de pêşket. Hevreyê me yê ku di xebatê bajaran de ezmûna wî hebû, piştî ku perwerdeya xwe xilas kir, dubare derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Li vir demekê xebatên girîng meşand û piştre dubare vegerî çiyayên azad ên ku xwe aîdî wê didît. Ji ber kelecan û çalakbûna xwe ya jiyanê her cihê ku lê bû, bû mîlîtanek mînak. Bi hêza ku rêgezê bingehîn ên Apogerî ya hevaltiyê girtîbû re her di lêgerîna derb li dijmin dayînê de bû. Hevrê Rûgeş ê ku her di ferqa germahiya şer de bû, xwest di vî şerî de bi awayek çalak rol bilîze. Hevreyê me yê pêkanîna xeyalê şehîdan ji xwe ji re kiribû armanca sereke, dizanîbû ku ev yek wê di hûnera şer a gerîla de pisporbûnê re çêbibe. Ji ber vê di perwerdeyên pisporbûnê de cih girt. Hevreyê me yê ku her kêliyê xwe bi perwerde derbas dikir û bi tevlîbûna xwe re dibû mînak, li ser tektîkên demê lêhûrbûnên girîng jiyan kir. Bi materyalên Partiyê yê ku xwendibû û perdeyên bîrdozî yê ku girtibû re xeta fedaîtî esas wergirt. Hevreyê me yê ku li ser tecrîta Rêbertî û şerê li Herêmên Parastina yên Medyayê lêhûr dibû, pêşniyar ku di bin siwana xebatên Hêzên Taybet de cih bigire. Piştî ku bi awayekê serkeftî perwerdeya xwe ya pisporbûnê temam kir, di qadên ku gerîla derbên giran li dewleta Tirk a dagirker dida de cihê xwe girt. Di bin siwana Hêzên Taybet de bi awayekê çalak erkên demê pêk anî. Bi zanabûna fedaîtî cewhera Partiya me PKK'ê ye, di gelek xebatan de ked da. Li hemberî operasyonên ku dewleta Tirk a dagirker ên ku li Herêmên Parastina yên Medyayê dabû destpêkirin de têkoşînek çalak meşand. Hevrê Rûgeş ê ku him di şerê tunelan de him jî di xebatên bingeh çêkirinê de erkên xwe bi layiqî pêk anî. Li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên dermirovî, bû hevalek berxwedanek destanî dimeşand.
[1]