Oguz Kaan Salici: Meseleya Kurdan a hemû Tirkiyeyê ye
Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê Oguz Kaan Salici got ku meseleya Kurd ne tenê ya
KurdanKurdan e, ya hemû Tirkiyeyê ye.
Salici diyar kir, CHP bawer dike ku divê ev pirsgirêk di nav yekîtî û tevahiya Tirkiyeyê de, bi rêbazên zelal, demokratîk û di parlamentoyê de were çareserkirin.
Wî got ku serdema mafxwestina biçekan bi dawî bûye û danîna çekan dê bibe gaveke girîng a ji bo çareseriyê.
Salici ragihand ku heke pêvajo bi awayekî zelal were meşandin û agahî bi wan re werin parvekirin CHP wekî partiya sereke ya mixalefetê dikare beşdariyeke erênî di pêvajoyê de bike,.
Salici bal kişand ser serkeftina CHPyê ya di hilbijartinên herêmî de û got ku ew bajarên mezin ên Tirkiyeyê bi rê ve dibin û ji her 10 kesan 7 kes xizmetê ji CHPyê werdigirin.
Salici diyar kir ku ew di nîqaşên destûrê de hemû daxwazên civakê li ber çavan digirin.
Oguz Kaan Salici qebûl kir ku di destûra heyî de kêmasî hene lê wî desthilat bi neguhdariya destûra heyî rexne kir.
Salici da zanîn ku CHP piştgiriyê nade destûreke ku sîstema serokatiyê xurt bike û got ku CHP sîstemeke parlamenter a xurtkirî diparêze û dibêje 4 madeyên destpêkê yên destûrê divê bên parastin û ew li dijî naskirina nasnameyan di destûrê de ne.
Salici daxuyand ku ew daxwaza hilbijartinên pêşwext dikin û namzedên serokomariyê dê 23yê Adarê bi pêşhilbijartinê were diyarkirin û niha Ekrem Îmamoglu bi tenê namzed e.
Salici tekez kir ku CHP dixwaze têkiliyên bi Hewlêrê re bi pêş bixe û ew dixwazin têkiliyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de baş bin.
Wî diyar kir ku aramiya li herêmê dê feydeyê bide Tirkiyeyê jî.
Salici got ku li Sûriyeyê piştî Esed divê rêveberiyeke nû ya sekuler, demokratîk û ku hemû beşan dihewîne were avakirin.
Wî da zanîn ku divê Tirkiye piştgiriya yekparçeyiya Sûriyeyê bike, beşdarî avakirina wê bibe û li ser aştiya herêmî bisekine.
Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê Oguz Kaan Salici ji Mihemed Îzedîn re axivî:
Rûdaw: Tu bi xêr hatî.
Oguz Kaan Salici: Tu di nav xêrê de bî.
Rûdaw: Ez dixwazim bi vê pirsê dest pê bikim. Li Tirkiyeyê pêvajoyek heye. Nêrîna CHPyê li ser vê pêvajoyê çi ye? Em pir meraq dikin.
Oguz Kaan Salici: Niha bi vî rengî ye, li Tirkiyeyê pêvajoyek heye lê naverok û nasnameya pêvajoyê li ser gelek gotinan tê vegotin. Yanî em bi temamî nizanin di naveroka pêvajoyê de çi heye. Belê, heyeteke ku çûye Îmraliyê heye. Heyet çû, hevdîtin kirin. Pişt re hat Tirkiyeyê û çû cem partiyên siyasî. Agahiyek da. Çû Hewlêrê jî. Li wir jî agahiyek da.
Li gorî agahiya ku me berê niha wergirt, derbarê serdana ducare ya Îmraliyê de destûrek derketiye. Dê ducare biçin Îmraliyê. Lê daneyên berbiçav ên derbarê ka çawa pêvajoyek tê plankirin hîn tune ne.
Lê ez dikarim vê bibêjim. CHP, partiyeke siyasî ye ku bi awayê dîrokî li ser pirsgirêka Kurd kûr difikire. Ji ber vê, li ser çawaniya çareserkirina pirsgirêka Kurd bi giştî ramanên wê hene. Ev ne tenê CHP ye, kevneşopiya me ya siyasî SHP, CHP, di vê kevneşopiya siyasî de nêzîkbûneke me heye ku li ser vê mijarê kûr difikire.
Di nava yekîtî û temamiya Tirkiyeyê de, bi rengekî zelal, li ber çavên civakê, dema ku dibêjim bi rengekî zelal, mexseda min ne hevdîtinên veşartî ne, di pêvajoyeke ku her kes her tiştî dizane de, li parlamentoyê û bi rêbazên demokratîk pirsgirêka Kurd dikare were çareserkirin. Ji berê ve di nava CHPyê de baweriyeke bi vî rengî heye.
Ji ber ku em pirsgirêka Kurd tenê wekî pirsgirêka Kurdan nabînin. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka yên ne Kurd jî ye. Yanî pirsgirêka yê ji Trakyayê jî ye. Dema ku em sînor û nexşeya Tirkiyeyê deynin pêşiya xwe. Pirsgirêka Îzmîrê jî ye, pirsgirêka Amedê jî ye, pirsgirêka Qersê jî ye. Yanî pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye ku divê erê ji çareseriyê re bibêje û dema ku erê dibêjin, bi rastî çareserî dê derkeve holê.
Ji ber vê yekê dema ku em li ser vê mijarê diaxivin, nîqaş dikin, di nava yekîtî û temamiya Tirkiyeyê de û çareseriyeke ku dê temamê Tirkiyeyê têr bike, her kesî têr bike, CHP tim di wê baweriyê de bû ku çareseriyeke rast e. Ji bo vê yekê raporên xwe belav kirin, daxuyanî dan.
Ji aliyê siyasî ve helwest nîşan da lê wekî mînak eger em hewldana çareseriyê ya berê li ber çavan bigirin, me bi israr got ku divê li parlamentoyê were kirin û nehat erdê parlamentoyê. Encam têk çû, bi nexweşî bi dawî bû.
Ez dixwazim vê bibêjim, êdî serdema bidestxistina mafan a bi rêya bi çekan qediyaye. Bi dîtina me ev berî demeke dirêj qediya. Li cihê ku çek hene, derfetên axaftina siyasetê tên sînorkirin. Îhtimala pêşdeçûna demokrasiyê ber bi xaleke pêşdetir, ji bo Tirkiyeyê dibêjim tê sînorkirin. Ji ber vê, divê çek zûtir bên danîn.
Ji danîna çekan dê li Tirkiyeyê her kes dilxweş bibe. Hemû hwelatiyên me, 85 milyon welatiyên me dê bi temamî dilxweş bibin. Li Tirkiyeyê dê gav ber bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve bên avêtin. Ji ber vê eger bangeke danîna çekan were, em dê jê dilxweş bibin.
Eger ev pêvajo bi niyeta baş were meşandin yanî bi armanca çareserkirinê bi pêş bikeve, ne li dora kariyera siyasî ya kesekî û hewldana anîna wî ber bi navenda hêzê ve were meşandin, ji bo başiya Tirkiyeyê were meşandin, ji bo başiya her kesê ku li Komara Tirkiyeyê dijî were meşandin, em çima bibêjin na? Çima em li dijî derkevin?
Rûdaw: Pêvajo gihiştiye vê qonaxê. Heta vir, CHP li gel pêvajoyê ye yan na?
Oguz Kaan Salici: Heya vê qonaxê, piştî ku agahdarî hatin dayîn, di pêvajoya pişt re de ji Partiya Gel a Komarî daxuyaniyên neyînî nehatin bihîstin lê heta ku naverok bi temamî neyê zanîn, bi xwezayî nêzîkbûneke bimesafe heye. Yanî ne em pêvajoyê dimeşînin.
Rûdaw: Dema şandeya DEM Partiyê hat cem we, ma wan bi temamî û bi awayekî xweşik agahî dan we?
Oguz Kaan Salici: Wan agahiyên ku ji hevdîtinên xwe wergirtine parve kirin. Hin daxuyanî jî li gel raya giştî parve kirin. Ev hemû di çarçoveya niyeta baş û xwestina çareseriyê de bûn. Lê em nizanin gelo di pêvajoyê de dê tiştekî din derkeve yan na.
Ji ber vê yekê, ev mijar ne tiştekî nû ye ku ji nişkê ve derketibe. Dîrokeke wê heye. Lewma divê mirov bi awayekî hişmend lê binêre. Divê mirov bi niyeta baş lê binêre. Pêwîst e her kes di çarçoveya berpirsyariya xwe de gavên rast ji bo çareseriyê biavêje.
Rûdaw: CHP di vê pêvajoyê de dikare çi alîkariyê bike ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd?
Oguz Kaan Salici: Ez wiha bibêjim, em niha partiyeke mixalefetê ne. Di hilbijartinên herêmî yên dawî de, em wekî partiya yekemîn derketin. CHP zêdetirî 400 şaredariyan bi rê ve dibe. Hemû bajarên mezin ên girîng ên Tirkiyeyê ji aliyê serokên şaredariyên CHPyê ve tên birêvebirin.
Di hikûmeta navendî de Partiya Dad û Bipêşketinê (AKP), Hevpeymaniya Cumhurê, hevkariya AKP-MHPyê heye lê di birêvebiriyên herêmî de CHP heye. Lewma niha li Tirkiyeyê ji her 10 kesan heft xizmetê ji CHPyê werdigirin.
Di rewşeke wiha de, eger hawîrdorek were çêkirin ku CHP tê de cih bigire, were girtin û hemû agahî bi CHPyê re werin parvekirin -CHPku partiya damezrîner a Tirkiyeyê ye- û eger ev pêvajo bi dilvekirî were meşandin, dê beşdariyeke erênî ya CHPyê hebe.
Lê eger pêvajo, wekî ku min berê jî got, bibe sedema hêzbûna desthilatê û mijarê ji ser çareserkirina pirsgirêka Kurdan bi rê ve bibe, wê demê Tirkiye wê ziyanê bibîne. Ne hewceyî vê yekê heye. Em vê dixwazin: Li pêşiya me divê vebijêrkeke wiha tune be, danîna çekan, aştî an demokrasî? Yanî hûn dê yekê ji wan hilbijêrin.
Em naxwazin yekê ji wan hilbijêrin. Em dibêjin ku divê her kes li Tirkiyeyê di nava aramiyê de bijî, çi Tirk be, çi Kurd be, çi Laz be, çi Çerkez be, kî dibe bila bibe, nasnameya wî çi dibe bila bibe û garantiya vê aramiyê jî divê demokrasî be. Divê rêveberiyeke demokratîk hebe. Divê Tirkiyeyek hebe ku qanûn tê de bi awayekî demokratîktir tên bicîhanîn. Em vê dixwazin. Em naxwazin an ev an jî ew hilbijêrin.
Rûdaw: Baş e, ev mijar an jî pêvajo kêm an zêde bi gelek mijarên din re têkildar e. Yek ji wan mijaran jî pirsgirêka destûra nû ye. Li Tirkiyeyê rojeveke nivîsandina destûreke nû heye. Daxwazên Kurdan hene, daxwazên aliyên din jî hene. CHP çawa li vê mijarê dinêre û rewşa destûrê di çi astê de ye?
Oguz Kaan Salici: Em li nîqaşên derbarê destûrê de ji ser daxwazên beşeke civakê nanêrin. Em ji ser daxwazên tevahiya civakê dinêrin. Em ji ser destûreke ku dikare Tirkiyeyê bibe asteke pêştir dinêrin. Destûra heyî kêmasiyên wê hene.
Rûdaw: Kêmasiyên wê hene?
Oguz Kaan Salici: Helbet hene,û em dinêrin bê gelo destûra heyî tê pêkanîn an na. Niha eger desthilata siyasî, Hevpeymaniya Cumhurê dibêje ku em dixwazin destûreke çêtir çêbikin, wê demê em dê jî bibêjin çima hûn destûra heyî bi cih nakin? Eger hûn dixwazin destûreke çêtir çêbikin, divê hûn pêşî li destûra heyî rêzê bigirin.
Dadgeha Destûrê biryaran derdixe lê ev biryar nayên pêkanîn. Niha destûr ne tiştekî wisa ye ku dema bi kêrî we tê, hûn bi cih bikin û dema bi kêra we nayê hûn bi cih nekin. Destûr tê wateya nivîseke mitabeqata civakî. Nivîsekê ku hemû civakê hembêz dike û tê payîn ku her kes li ser wê li hev bike.
Eger hûn destûrê pêk nayînin û dibêjin em dê destûreke baştir çêbikin, em dê ji samîmiyeta we bişik in. Wê demê em dibêjin pêkanîna destûra heyî girîng e. Mixabin, em bi desthilateke re rû bi rû ne ku destûra heyî pêk nayîne. Ji ber vê, eger Partiya Dad û Bipêşketinê (AK Partî) li dû destûreke dimeşe ku sîstema serokatiyê xurt bike, em dê pir xalên hevbeş bi wan re nebînin.
Rûdaw: We got ku kêmasiyên destûra bingehîn a heyî hene. Li gorî CHPyê ev kêmasî çi ne?
Oguz Kaan Salici: Gelek kêmasiyên wê hene. Li Tirkiyeyê di warê sepandina destûra bingehîn de kêmasî hene. Di nava destûra bingehîn a heyî de kêmasî hene. Wekî mînak destûra bingehîn dibêje çapemenî azad e, nikare were sansûrkirin. Lê paşê di bin de dibêje lê eger ev tişt çêbibe dikare were sansûrkirin. Eger ev çêbibe dikare were kirin.
Niha çapemenî azad e an na? Em sansûr dikin an nakin? Divê ev yek zelal bibe. Divê Tirkiye xwedî pergaleke çapemeniya azad be. Divê li Tirkiyeyê dadwerî bi temamî ji siyasetê serbixwe be, biryarên xwe bi xwe bide û li gorî qanûn û dewleta hiqûqê biryaran bide. Em dikarin hejmara van zêde bikin. Tiştê girîng ew e ku, divê ev kêmasî werin çareserkirin, ez qebûl dikim lê gelo birêvebirina ku li gorî destûra bingehîn a heyî jî tevnagere dê destûreke çêtir çêbike? Di destê me de wek daneyê çi heye? Di destê me de tiştekî wisa nîne.
Em diparêzin ku divê li Tirkiyeyê pergaleke parlamenterî ya bihêzkirî hebe. Partiya Dad û Bipêşketinê diparêze ku divê pergala serokatiyê berdewam bike. Eger di nîqaşa destûra bingehîn de, guherîna destûra bingehîn pergala serokatiyê bike navendê, ji bo me ti wateya piştgirîdayînê namîne.
Rûdaw: Ji mijarên ku li ser destûra bingehîn tên nîqaşkirin yek jî çar madeyên ewil û pênaseya nasnameya di wê de ye. CHP li ser pênaseya nasnameya di destûra bingehîn de çi difikire? Bi ya we dema destûreke nû were nivîsandin, divê ev yek were guherandin?
Oguz Kaan Salici: Di mijarên çar madeyên ewil ên destûra bingehîn de helwesta CHPyê zelal e. Em di wê baweriyê de ne ku divê çar madeyên ewil bi temamî werin parastin.
Guherîneke ku di çar madeyên ewil de bê kirin dê ne guherînek be ku xîtabî Partiya Gel a Komarî bike. Ne pêkan e û ne jî guncav e ku CHP ji vê re bibêje Erê. Bi vê nêzîkatiyê ku nasname di destûra bingehîn de bên nivîsandin û gotin, em dê li ser hemû kesên ku bi girêdana welatbûnê ve bi Komara Tirkiyeyê ve girêdayî ne, ango welatiyên me, nasnameyan zêde bikin ku ev ne guncav e.
Lewma divê em bêyî ku nasnameyên wan bibînin, wan diyar bikin lê her kes bi rastî bibe welatî ango dibe ku kokên etnîkî yên wî Kurd, Ereb, Laz, Tirk an gelek kokên etnîkî yên cuda bin. Dibe ku nasnameyên wan cuda bin. Nasname şerefa mirov e. Em ti nîqaşê li ser vê yekê rast nabînin lê belê em nêzîkatiyeke ku di destûra bingehîn de hemû nasname werine nivîsandin jî rast nabînin. Ji me re ya bingehîn ew e ku mirov bibe welatiyê Komara Tirkiyeyê.
Rûdaw: Baş e, mijara hilbijartina pêşwext jî li rojevê ye. Ev mijar wek mijareke germ her berdewam dike. CHP dixwaze ku hilbijartina pêşwext were kirin. Li aliyê din, nêrînên din hene. Helwesta dawî ya CHPyê li ser hilbijartina pêşwext çi ye?
Oguz Kaan Salici: Niha piştî hilbijartinên 31ê Adarê yên 2024an, me dest pê kir ku em hilbijartina pêşwext careke din bînin rojevê. Li Tirkiyeyê desthilateke siyasî heye ku sala 2002yan dest pê kiriye û êdî ketiye sala xwe ya 23yan. Ev desthilata siyasî demeke dirêj bêyî ku hewceyî ti hevparan hebe ev pêvajo meşandiye.
Ango koalîsyon û tiştên wiha çênebûn. Bû partiyek ku bi serê xwe desthilat meşand. Lewma di vê dema dirêj de bi rastî hemû tiştên ku li ser Tirkiyeyê fikiriye, di bernameya xwe de nivîsandiye, derfet hebû ku tiştên baş bike, dem hebû, hêz hebû. Hem di parlamentoyê de piraniya wan hebû, hem jî wekî serokwezîr an jî serokkomarê ji Partiya Dad û Bipêşketinê kesekî bi navê Recep Tayyîp Erdogan Tirkiye bi rê ve dibir. Di nava vê demê de ji bo tiştên ku nekarîn bikin, şansê wan ê gotina Dema me tune tune.
Ji bo vê yekê şansê wan ê gotina Dm hilbijartinê derxin tarîxeke pêştir tune. Tirkiye hewce ye ku di dema herî zû de hilbijartin were kirin. Ji bo guherîna vê birêvebirinê pêwîstî bi hilbijartinê heye. Ji bo ku Tirkiye ber bi cihekî çêtir ve biçe, pêwîstî bi hilbijartinê heye. Ji bo ku gavên demokratîk ên ku me niha nîqaş kirin bên avêtin, pêwîstî bi hilbijartinê heye. Ji bo serbixwebûna dadweriyê, ji bo ku dewleta hiqûqê dîsa were sazûmankirin, pêwîstî bi hilbijartinê heye. Ji ber van sedeman, CHP daxwaza hilbijartina pêşwext dike û ji bo ku hilbijartina pêşwext çêbibe, hewl dide.
Rûdaw: Ev tenê daxwaza CHPyê ye yan partiyên din ên mixalefetê jî dixwazin hilbijartin zû bên kirin?
Oguz Kaan Salici: Daxwaza partiyên din ên mixalefetê jî heye lê wekî partiya sereke ya mixalefetê daxwazeke zelal a Partiya Gel a Komarî heye. Ev jî pir diyar e.
Rûdaw: Baş e lê di ser hilbijartina dawî re gelek dem derbas nebûye û CHP jî bi ser neketibû. Hîn 3 sal mane ji bo hilbijartinan. Hûn ji xwe ewle ne, eger hilbijartinên pêşwext bên kirin dê CHP vê carê bi ser bikeve?
Oguz Kaan Salici: Eger rewşa hilbijartinan adilane be, eger hûn di bin mercên adilane de diçin hilbijartinan -ez vê ji bo hemû partiyên siyasî dibêjim, çi desthilat be çi mixalefet- wekî ku we got, sala 2023yan hilbijartineke serokatiyê çêbû û AK Partî bi ser ket. Lê piştî wê bi 9 mehan hilbijartineke herêmî çêbû. CHPyê hemû şaredariyên girîng ên Tirkiyeyê bi dest xistin.
Niha em dê kîjan hilbijartinê esas bigirin? Em dê hilbijartina Serokkomariyê esas bigirin, an jî ya dawî hilbijartina herêmî? Hilbijartina dawî ya ku welatî çûn ser sindoqan û îradeya xwe diyar kirin hilbijartina herêmî ye. Ma welatiyan nizanîbû ku Tayyîp Erdogan Serokkomar e û Partiya Dad û Bipêşketinê li Tirkiyeyê desthilat e? Wan dizanîbû. Çima dengên xwe dan me? Ji ber nerazîbûnê dengê xwe dan me. Em dibêjin divê ev nerazîbûn li ser desthilata giştî jî bandorê bike. Divê ne tenê li herêmî be. Divê pêvajoyeke ku di desthilata giştî de jî Partiya Gel a Komarî û namzedên wê derkevin pêş û serkeftin were jiyîn.
Rûdaw: We behsa namzed kir. Li ser namzed hinek nîqaş hene. Rewşa dawî çi ye? Dê namzedê CHPyê yê ji bo serokomariyê kî be?
Oguz Kaan Salici: Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarî biryarek da. Dê 23yê Adarê pêşhilbijartinek li ser vê mijarê bê kirin. Ango pêşhilbijartin ev e: Endamên CHPyê dê biçin ser sindoqan û dê biryar bê dayîn ka kî dê bibe namzed.
Lê hevalekî me heye ku ew beşdarî pêşhilbijartinê dibe. Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu beşdarî pêşhilbijartinê dibe. Ji bilî wî ti serîlêdanên din çênebûne. Ji ber vê jî dê 23yê vê mehê pêşhilbijartin bê lidarxistin. Dê rêzdar Îmamoglu ji aliyê civakê û bingeha partiyê ve bê pejirandin û dê ew di serdema bê de derkeve pêş lê em dixwazin hilbijartinên pêşwext çêbibin. Hilbijartina plansazkirî sala 2028an e.
Rûdaw: Ma dê namzedên din dernekevin pêş?
Oguz Kaan Salici: Piştî ku partî li ser vê mijarê biryara xwe bide û îlan bike, dê namzedê din nebe. Eger rewşên gelekî neasayî çêbibin dê bibe. Lê niha ti derfeta me nîne ku em van rewşên neasayî bizanibin.
Rûdaw: Ez dixwazim ji siyaseta Tirkiyeyê piçekî dûr bikevim û li ser têkiliyên CHP'ê bi Hewlêrê re û têkiliyên wê bi Îraqê re biaxivim. Rewşa têkiliyên CHPyê wekî muxalefeta sereke ya Tirkiyeyê bi Hewlêrê re niha çawa ye?
Oguz Kaan Salici: Ez dixwazim wiha bibêjim, CHPyê sala 2022yan şandeyek şand Hewlêrê. Ez serokê wê şandeyê bûm. Em hatin, me bi Birêz Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Nêçîrvan Barzanî wê demê jî serok bû, me bi wî re hevdîtin kir. Me bi Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir. Me bi kesayetiyên girîng ên PDK û YNKyê re hevdîtin kir.
Ew heta wê demê şandeya yekem bû ku hatibû. Piştî wê ev cara duyem e ku ez tême Hewlêrê. Ev serdana min a duyem e bi rêya vê forumê. Niha em Rêveberiya Herêmê di çarçoveya têkiliyên me bi Îraqê re, ango têkiliyên di navbera Enqere û Bexdayê de û cihê wê di nav wê çarçoveyê de li gorî destûra Îraqê, ji ber têkiliyên me yên dîrokî bi Rêveberiya Herêmê re, ji ber xizmtiya me, û ji ber çalakiyên girîng ên bazirganiyê, girîng dibînin. Ji ber ku em girîng dibînin û dixwazin vê yekê nîşan bidin, em sala 2022yan hatin.
Ji vir û pê ve jî dê şande bên û biçin. Em di wê baweriyê de ne ku divê têkiliyên Tirkiyeyê bi Rêveberiya Herêmê re baş bin. Em di wê baweriyê de ne ku divê alîkariya hev bikin. Em di wê baweriyê de ne ku divê têkiliyên Tirkiyeyê bi Îraqê re jî baş bin. Eger hûn bi Îraqê re pirsgirêkan bijîn, eger Hewlêr û Bexda pirsgirêkan bijîn, em ji vê yekê dilxweş nabin.
Hûn çi qasî bêhtir nêzîkî hev bin, hûn çi qasî pirsgirêkên xwe bi rihetî çareser bikin, em dê ew qasî kêfxweş bibin. Ji ber ku dema em li herêmê dinêrin, em difikirin ku divê dostên me, malbatên me û welatên ku bi Tirkiyeyê re hevkariyê dikin û ji vê hevkariyê bihêztir derdikevin, cîran bin.
Rûdaw: Me qala têkiliyên derve kir. Hûn dizanin li Sûriyeyê niha hikûmeteke nû heye. Di dema Beşar Esed de li ser têkiliyên bi Sûriyeyê re hin gengeşiyên di navbera CHP û AK Partiyê de hebûn.
Oguz Kaan Salici: Ev gengeşe hîn jî hene.
Rûdaw: Gengeşeyên niha çi ne?
Oguz Kaan Salici: Gengeşeya niha ev e. Rêveberiya Esed çû, rêveberiyeke nû hat.
Rûdaw: Me ew rûpel girt?
Oguz Kaan Salici: Helbet. Niha ev rêveberiya nû ya ku li Sûriyeyê hatiye dê çi tiştên ku em dikarin bibêjin baş in, ji bo welatiyên xwe, ji bo gelê xwe bike? Dê çawa vê yekê bike? Dê Tirkiye teşwîqî çi bike? Niha em HTŞyê nas dikin, dîrokeke wê heye. Dema hûn li dîroka wê binêrin, ne dîrokeke gelek zelal e. Ango dîrokeke wê heye ku diçe heta El-Nusra û El-Qaîdeyê.
Piştî ku hatine ser desthilatê, hin peyamên ku HTŞyê dane hene. Em wan peyaman dibînin. Peyamên ku ji gotinên xwe yên berê cudatir in didin. Em li vir yekparebûna Sûriyeyê girîng dibînin. Ango li Sûriyeyê beşên curbicur hene. Divê hemû ev beşên curbicur di birêvebirinê de beşdar bin, bibin beşek ji birêvebirinê, wek Durziyan. Di nûçeyên îro de tê gotin ku alozî heye. Li Laziqiyeyê, li aliyê Tertûsê nifûsa Nusayrî zêde ye.
Lê dema hûn li Şam û Heleb dinêrin, ew bi xwe jî bajarên mezin in. Li sînorê Tirkiyeyê, li Bakurê Sûriyeyê rêveberiyeke din tê avakirin. Dê têkiliyên wan çawa bin? Tirkiye hîn jî herêm hene ku bi Operasyona Şaxa Zeytûnê li Efrînê kontrol dike. Em difikirin ku divê hemû ev beş di bin banê rêvebiriyeke navendî de û bi awayekî ku karibin gotina xwe bibêjin, bibin yek. Em difikirin ku divê Sûriyeyeke sekûler hebe. Em difikirin ku divê Sûriyeyeke demokratîk hebe. Em difikirin ku divê Sûriyeyek hebe ku her kes bi têkiliya welatîbûnê girêdayî ye welatiyên polê yekem bin, ti kes ji yê din çêtir nebe.
Em difikirin ku divê Partiya Dad û Bipêşketinê jî li Sûriyeyê teşwîqî vê yekê bike. Ji ber ku Sûriyeyeke ku di nava aramiyê de dijî dê ji bo me bibe dost. Sûriyeyeke ku di nava xwe de tevlihevî, pirsgirêk dijî, welatek e ku bi sînorê herî dirêj ê me re -911 km- cîran e, Sûriye ye.
Ev dibe Sûriyeyeke ku tişt hene em wan wekî gef dibînin, koçberî heye, teror heye, pevçûnên navxweyî hene, ku em vê yekê naxwazin. Me ev yek jiya. Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de me ev yek jiya. Tirkiye gelekî ji vê bandor dît. Bandoreke gelekî negatîv girt. Ji ber vê yekê, divê aştiya navxweyî ya Sûriyeyê were bicihkirin da ku Tirkiye di pêşerojê de him karibe alîkariya avakirina Sûriyeyê bike, him jî bazirganiya wê li cihekî çêtir be.
Di vê mijarê de derfet û hêza Tirkiyeyê ya teşwîqkirina Sûriyeyê gelekî heye. Em difikirin ku divê ev hêz bi vî awayî were bikaranîn. Ji ber vê yekê, em hêvî dikin ku AK Partî, ji ber ku ew niha partiya desthilatdar e, di vê mijarê de gavan biavêje. Em di wê baweriyê de ne ku ev gavên ku dê bên avêtin dê gavên komker û beşdarker ên aştiya herêmî bin.
Rûdaw: Birêz Oguz spas ji we re.
Oguz Kaan Salici: Ez spas dikim.
[1]