Hesen Dixêm: Serokkomarî dan û standinan bi
HSDHSD yê re dike
Nalîn Hesen
Berdevkê Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê Hesen Dixêm eşkere kir ku dan û standinên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji aliyê Serokkomariya Sûriyeyê ve tên kirin.
Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê beyî hebûna Kurdan hat avakirin.
Komîte 11ê Sibata 2025an bi biryara Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer hat avakirin, ev komîte ji 7 kesan pêk tê lê di nav wan de Kurdek jî nîne.
Wî diyar kir, “Mijara diyaloga niştimanî û rêxistinên leşkerî du mijarên cuda ne” û da zanîn ku Komîteya Amadekar dê ziyaretên xwe yê parêzgehên Sûriyeyê bidomîne û got:
“Di vexwendin û beşdariya kongreyê de hemû cure û rengên civakê yên etnîk, olî, çandî û mirovî li ber çavan tên girtin.
Em li ser bingeha dabeşkirinên olî û etnîkî û rojeveke diyarkirî tevnagerin.”
Berdevkê Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê Hesen Dixêm pirsên Nalîn Hesenê bersivandin:
Rûdaw: Amadehiyên ji bo Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê berdewam dikin. Hikûmeta Sûriyeyê berê ew wekî kevirê bingehîn ê avakirina nasnameyê siyasî ya Sûriyeya paşerojê bi nav kiribû. Berdevkê Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê li gel me ye. Tu bi xêr hatî ekrana Rûdawê.
Hesen Dixêm: Silav ji bo te û ji bo temaşevanên hêja.
Rûdaw: Gelo hûn dê vê hefteyê civînên xwe yên şêwirmendiyê li parêzgeh û herêman bi dawî bikin ?
Hesen Dixêm: Bi rastî hîn zû ye ku em bibêjin dê em bi dawî bikin yan nekin. Dem û dema civînên Kongreya Diyaloga Niştimanî, çi yên destpêkê çi yên dawî ne, ji bo gotûbêja giştî vekirî ne. Komîteyê dest bi serdana parêzgehên Sûriyeyê kiriye û dê li nêrîna welatî û nûxbeyên civaka Sûriyeyê guhdarî bike.
Li Himsê dest pê kir, pişt re çû Tertûs û Laziqiyeyê û îro li Îdlibê ye. Dê di demeke nêzîk de biçe bajarê Hamayê jî. Em li nêrînên welatî û pisporan guhdarî dikin.
Wekî me berê got, rêbazên karê komîteyê rêbazên avaker in. Ti tişt berê nehatiye diyarkirin û destnîşankirin an arastekirin. Mijar ji bo gotûbêja giştî vekirî ye.
Rûdaw: Gelo hûn dê serdana herêmên rêvebiriya Xweser de bikin?
Hesen Dixêm: Ev mijar jî ji bo gotûbêja giştî vekirî ye. Her wekî hûn dizanin, mijar bi Rêveberiya Xweser re xwedî gelek alî ye, hem siyasî hem leşkerî ku Serokatiya Komarê bi dan û standinan bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re bi rê ve dibe. Mijara diyaloga niştimanî mijareke cuda ye ji rêxistinên leşkerî yan jî baskên wan ên siyasî.
Ev diyalog bi nûxbeyên civakê re ye lê divê were zanîn ku gihiştina welatiyên li Reqa, Dêrezor û Hisîçayê ne hewcedarî derbsabûna ji deriyên leşkerî ye. Her wiha gihiştina welatiyên deverekê ne hewcedarî têkiliya bi wê herêmê re ye, ji ber ku nûxbeyên civaka Sûriyeyê ji parêzgehan li paytexta Şamê û hemû parêzgehên Sûriyeyê hene.
Rûdaw: Derbarê Efrînê, serokê niha yê Sûriyeyê Ehmed Şer berî çend rojan çû Efrînê . Gelo serdana Efrînê di plana we de jî heye?
Hesen Dixêm: Efrîn û Cindirês ku li gundewarê Helebê û bakurê Sûriyeyê ne, navendeke rizgarkirinê bûn û em di şoreş û rizgarkirinê de hevpar bûn. Ew bûn stargeha şoreşgeran û hêzên ku Sûriye rizgar kir û bê guman ew beşeke resen in ji pêkhateyên gelê me.
Her wiha wekî min got, serdanên ji bo beşdarbûna civînên destpêkê yên diyaloga niştimanî, hejmara beşdarbûyan, û dema wê ya destpêkê û ya dawiyê ji gotûbêja giştî re vekirî ne.
Rûdaw: Di civîna şêwirmendiyê ya li Helebê ku dê çend rojên bê were lidarxistin, dê nûner ji Efrînê amade bibin?
Hesen Dixêm: Bê guman, vexwendin ji bo amadebûnê di rûniştinên destpêkê de vexwendinên giştî ne. Îro li Îdlibê zêdetirî 500 kes ji rûspî, rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û karsazan beşdar dibin. Li Laziqiyeyê zêdetirî 200 kes ji kadroyên civaka Sûriyeyê beşdar bûn, li Tertûsê zêdetirî 200 kes û li Himsê jî zêdetirî 400 kesî.
Lewma vexwendin vekirî ye û em wekî serokatiya komîteya amadekar dibêjin, ne pêkan e hemû welatî amade bibin, her çi qasî em bixwazin jî ji aliyê pratîkî ve divê nûnertiyek hebe.
Helbet di vexwendin û beşdariyê de hemû cure rengên civakê yê ji aliyê etnîk, olî, çandî û mirovî ve li ber çavan tên girtin.
Lê em dixwazin tekez bikin ku em ji destpêkê ve li ser bingeha dabeşkirinên olî û etnîkî û rojeveke diyarkirî tevnagerin. Em vê yekê nakin lê divê di her civînê de, çi ya destpêkê be çi ya diyalogê be yan jî serdanekê be, hemû rengên civakê tê de hebin.
Rûdaw: Demeke çi qasî ji bo amadehiya ji bo vê kongreyê hatiye terxankirin û kengî dê were lidarxistin?
Hesen Dixêm: Em di navbera du xalan de ne. Xala yekem ew e ku ji destpêkê ve mijar ji bo nîqaşa giştî vekirî ye lê bê guman dê rola Komîteya Amadekar hebe di nirxandina wê kêliyê de ku ramanên bingehîn ên diyaloga niştimanî digihêjin asta pêwîst yan jî têgihiştinê, eger em vê gotinê bi kar bînin.
Dema ku divê çi li ser dadmendiya veguhastinê were gotin, hat gotin, çi li ser aboriyê were gotin, hat gotin, çi li ser yekîtiya axa Sûriyeyê û gelê wê were gotin, hat gotin, yanî li ser mijarên niştimanî yên mezin.
Bê guman em welatek in ku cara yekem e ji sala 1950î ve gelê Sûriyeyê bi hev re diyalogê dike. Berê qet diyalog tunebû û diyalog bi xwe yek ji xewnên Sûriyeyiyan bû.
Wekî hûn dizanin, em di bin destê rejîma berê de rastî zordarî, çewisandin, şkence, komkujî, paşguhxistin, wêrankirin û koçberkirinê hatin. Îro Sûriye bi hevdîtina xwe ya ji hemû rengên civakê re kêfxweş in da ku li ser paşeroja welatê xwe biaxivin.
Eger Komîteya Amadekar piştî têkiliya bi welatî û rûspiyên bijarte yên Sûriyeyê re destnîşan bike ku ramanên bingehîn gihiştine asta pêwîst, bê guman em dê banga lidarxistina kongreya niştimanî bikin.
Rûdaw: Gelo hûn dê vexwendinê ji bo partiyên siyasî yên Kurd ên di nav rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî partiyê di bin banê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de bikin?
Hesen Dixêm: Bi rêzgirtina ji bo hemû partî û tevgerên siyasî re lê ramana diyaloga niştimanî li ser bingeha ezmûn, pisporî, raman û nêrîn û gotinên rûspiyên civakê û nûxbeyan e. Bi rastî ne li ser bingeha sazî, hêz, pêkhate, tevger û rêxistinan e.
Li ba me pîvanên mirovê Sûriyeyî hene ku tê payîn bi edeba xwe, zanîna xwe, felsefa xwe, pisporiya xwe, têkoşîna xwe ya siyasî, şoreşgeriya xwe û helwesta xwe ya mirovî û exlaqî endamê kongreya diyaloga niştimanî be. Divê di nav civaka xwe de xwedî bandor be û Sûriyeyî di beşdariya kesên wisa de nûnertiya rewşa civaka Sûriyeyê bibînin.
Eger em bi rastî li ser tevger û partiyan hûr bibin, wekî hûn dizanin bi milyonan Sûriyeyî di kampan de ne ku kar û xebata siyasî û partîtî nekirine.
Em ji aliyê dadmendiya civakî û siyasî ve, li beşên ku dê beşdar bibin dinêrin da ku ew nûnertiya pêkhateyên gel bikin ku barê qurbanî û fedakariyê di rûxandina vê rejîma sûcdar de hilgirtine. Ne tenê bi sînorkirina li ser navên tevger û rêxistinên ku berê şoreşê yan piştî şoreşê derfeta avakirinê ji wan re çêbû.
Rûdaw: Berî çend rojan we li Şamê civînek bi nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) re kir û we got ku hûn dê hevdîtineke nêzîk di navbera serokatiya ENKSyê û Komîteya Amadekar de saz bikin li gorî daxuyaniya ENKSyê. Ev hevdîtin kengî dê pêk were?
Hesen Dixêm: Em bi birayên Encûmena Niştimanî ya Kurd re wekî kesayetiyên têkoşer û siyasî civiyan, ne wekî têkiliyeke fermî ya saziyan. Her wiha me bi gelek beşên civaka xwe ya Kurd re têkilî danî, wekî Tevgera Kurdên Serbixwe û rewşenbîr, helbestvan û kesayetiyên din.
Ez rojane li Şamê civînan dikim û di serdana me ya Helebê de dê bê guman nûnerên Kurdan hebin. Ez dê ji te re bibêjim xwişka hêja, Kurd li herêmeke erdnîgarî ya Sûriyeyê ne sînordarkirî ne.
Kurd avakerên dewleta Sûriyeyê û damezirînerên civaka Sûriyeyê ne. Ew birayên doz, dîrok û çarenivîsê ne. Ew ne tenê li Qamişloyê hene, ew li dilê paytexta Şamê, li dilê bajarê Helebê, li dilê qeraxa Sûriyeyê û di dilê hemû Sûriyeyiyan de hene. Dema em behsa Kurdan dikin, em behsa parçeyeke erdnîgarî ya li kêleka welêt nakin, ew di kûrahiya hest û erdnîgariyê de ne.
Em rojane bi hilbijartiyên wan re dicivin, çi di nav rêxistinên siyasî de bin, çi jî wek kesayetiyên niştimanî bin.
Rûdaw: Li ser rêbaza avakirina komîteyê hinek rexne hene, bi taybetî ji aliyê hin pêkhateyên olî û neteweyî ve. Çima ti Kurd di Komîteya Amadekar de nînin?
Hesen Dixêm: Rexne û şîret li ber çavan tên qedirkirin û em spas dikin. Ev ji xwezaya cudahiya ramanê ye lê wekî hûn dizanin veguhastina siyasî û faktorên avakirina dewletê ji welatekî ta bi welatekî din cuda ye.
Li Sûriyeyê rewş bi temamî cuda ye û tenê Sûriyeyî wê fêm dikin. Me desthilat ji desthilatekê neguhast desthilateke din. Gel ji devê keftar, ji binê bîrê û ji şerê hovan derket.
Derket erdê daristanê û li wir balinde, xezal, bilbil û çivîk hene û her wiha bazên dirinde û keftar jî hene. Rêbaza avakirina dewletê û qanûnê, wekî Serok got, di qonaxên destpêkê de hewcedarî bi ruhê hevahengî û lihevkirinê heye.
Lê ev ne di asta naveroka diyalogê de ye û ne jî di asta mijaran de ye. Wekî me di konferansa çapemeniyê ya berê de got, ti rojevên pêşwext, astengiyên girêdayî û paşxaneyên bihêz nînin. Ew wekî naverok, mijar, rojev û hejmar û dem ji bo nêrîna giştî hatiye pêşkêşkirin.
Di navbera rastbînî û îdealîzmê de hewcedarî bi ruhê lihevkirin û hevahengiyê heye, bi hinekî curbecurî û rengînî di avakirina kêliya destpêk û serkeftinê de. Wekî ku nûnertiya berfireh û giştî pêwîst e, destpêkirin û bilez temamkirin û piştgirî jî pêwîst e. Em li navbera yên bilez û yên hêdî û di navbera rastbînî û îdealîzmê de şert û mercên avakirina dewletê diparêzin.
Rûdaw: Hemû welat daxwaz dikin ku hemû netew û pêkhate beşdarî rêvebirinê bibin. Pirneteweyî û pirpêkhateyî rastiyeke ku heye, ma ne?
Hesen Dixêm: Em di navbera qebûlkirin û berçavgirtinê de cudahiyê dikin. Ji bo qebûlkirinê, bi rastî yê bextiyar ew e ku ji yên din dersan bisitîne. Me ji Libnan û Îraqê ders wergirt, di encama dabeşkirina civakê û parvekirina olî, etnîkî û dînî de ku ji cîranên me re tenê wêranî û malxirabî anî. Xweda alîkariya wan bike.
Lewma bi rastî yek ji prensîbên şoreşa Sûriyeyê, wekî hûn dizanin, rûxandina rejîma Sûriyeyê bi hemû rû û sembolan e, jinûveavakirina saziyên ewlehiyê li ser bingeha niştimanî, qewtandina milîsên olperest, û parastina yekîtiya axa û gelê Sûriyeyê ye û redkirina cudakariyên olperestî û nijadî li welêt.
Li ser vê bingehê, em di tevgerên xwe yên diyalogê, destûrê yan yasayê de li ser bingeha qebûlkirina rojevên pêşwext ên kantonan, pêkhate û parvekirinê tevnagerin lê em vê yekê li ber çavan digirin da ku encam û berhema avaker, çi siyasî, civakî, aborî, çandî û fikrî be, nûnertiya vê civaka rengîn bike.
Bi vî rengî dema birayê Kurd, Durzî, Elewî, Ereb, Misilman, Xiristiyan, mêr, jin, ciwan, rewşenbîr, karsaz, akademîsyen, helbestvan û edebiyatvan li wêneyê dawî yê dewleta Sûriyeyê binêrin, dê xwe tê de bibîne. Ji ber ku ti kes li neynikekê nanêre ku rûyê xwe tê de nebîne.
Rûdaw: Hûn dê bi çi rêbaz û pîvanên, alî û kesayetan vexwînin kongreyê?
Hesen Dixêm: Wekî pîvanên giştî, bê guman rastî, paqijî, bandor li tax û gel, şiyan, sûd û serfirazî ji pîvanên giştî ne lê her wiha pîvanên avaker jî hene. Wekî mînak, bajarekî wek Helebê ku rengîniyeke demografîk û pêşketineke mezin a pîşesaziyê tê de heye, dibe ku karsaz, pîşesazên mezin û bazirganên Helebê beşdariyeke taybet hebin. Wekî pîvanên giştî, bê guman rastgotin, destpakî, bandora li ser tax û milet û şarezatî û sûdmendî û jêhatîbûn, ji pîvanên giştî ne lê her wiha pîvanên avaker hene.
Wekî nimûne, Heleb bajarekî pirreng e di warê demografîk de, her wiha bipêşketineke pîşesazî tê de heye. Ango dibe ku amadebûneke cuda ya karsaz, pîşesazên mezin, û bazirganên Helebê hebe.
Dibe ku li parêzgehên din jî taybetiyên din hebin, wekî Hisîçayê ku tê de jî rengîniya etnîkî û olî heye. Her parêzgeh xwedî taybetiyên xwe ye. Em dibêjin pîvanên giştî û taybet hene ku li gorî pêkhateya nifûs, pîşesazî, bazirganî û pêdiviyan in.
Wekî mînak, hin parêzgeh rastî wêraniyê nehatine. Wekî mînak, li Laziqiyeyê ti xanî nehatiye wêrankirin. Em dibêjin ji bo jinûveavakirinê di bajarên wek Hims, Heleba Rojhilat û Îdlibê de pêşanî heye. Wekî nimûne, gundewarê Îdlibê yê naverast û başûr ku ez li wir dimînim, bi temamî hatiye wêrankirin, ti xanî an dîwar an mirov an jiyan lê nemane. Bermîlên bombekirî û mûşekan û milîsên olperest ew der wêran kir û xelkê wê kuşt û koçber kir. Ev bajar û gundên wêrankirî pêşîne ne di pêvajoya jinûveavakirinê de.
Lê wekî mînak parêzgehên Laziqiye û Tertûsê pêwîstiya wê bi sektora xizmetguzarî, tenduristî û rawestandina torên gendeliyê heye. Pîvanên giştî û pîvanên avaker hene, bi rewşa niştecihan ve girêdayî ne
Rûdaw: Hejmara beşdar kongreyê dê çend be?
Hesen Dixêm: Her welatiyê Sûriyeyî yê azad û welathez, endamekî potansiyel ê konferansa diyaloga niştimanî ye lê wekî hûn dizanin, ji aliyê pratîkî ve divê nûnertiyek hebe. Ev jî ji bo nîqaşa giştî vekirî ye.
Lê eger parlamentoya Çînê ku nifûsa wê milyarek e ji 600 kesan pêk tê -em modela Çînê ji xwe re naxwazin- ev yek wê ji bo nîqaşa giştî vekirî be, bi texmînên destpêkê dibe ku ji 300 heta 1000 kes bin.
Rûdaw: Xişteya karê kongreyê dê çawa be?
Hesen Dixêm: Rojev, mijar û bername jî ji bo nîqaşê vekirî ne. Me dest bi wergirtina belgeyan kiriye û em dê atolyeyên pisporiyê ava bikin. Dibe ku pêşniyarên pisporî hebin, wekî mînak pêşniyara avakirina konseya aborî û veberhênanê ji bo bilezbûna tevgera aborî ya welêt û pêşniyarên li ser avakirina desteya edaleta veguhestinê.
Bê guman dê pêşniyar li ser avakirina jiyana destûrî ya Sûriyeyê, rêkxistina jiyana siyasî, partî û hilbijartinan hebin. Ev hemû hewcedarî bi belge û atolyeyên pisporî hene.
Diyaloga niştimanî dê bi dûhatî bi hezaran mijarên cuda bipejirîne, belkî heta di warê alîkariyên mirovî û jiyana rojane de jî lê mijarên mezin li ber çavên Sûriyan zelal in -di warên destûrî, aborî, yekîtiya welêt, xweşbextiya hemwelatiyan û cihê Sûriyeyê yê herêmî û navneteweyî de- ku bandorê li hişmendiya siyasî ya civaka Sûriyeyê dikin.
Rûdaw: Ew dosye çi ne ku kongre dê biryarê li ser wan bide û desthilata kongreyê dê çi be?
Hesen Dixêm: Divê em bînin bîra xwe ku kongre ne nû ye. Diyaloga niştimanî ji rûxandina rejîma Sûriyeyê li ser destê hêzên şoreşa Sûriyeyê ve dest pê kir. Şandeyên gel û hevdîtinên bi serkirdayetiya Sûriyeyê re dest pê kirin. Pişt re civaka sivîl diyalogên berfireh di navbera beşên Sûrî de organîze kir. Em dikarin bibêjin kongreya diyalogê beşek e ji pêvajoyeke temam ku bi rûxandina rejîma Sûriyeyê dest pê kir, bi kongreya Serkeftinê ya ku valahiya di posta serokatiyê de dagirt berdewam kir.
Di serdana me ya Hims, Tertûs û Laziqiyeyê de, li Himsê tekez li ser prensîba edaleta veguhastinê û pêwîstiya avakirina desteya serbixwe ya edaleta veguhastinê hat kirin. Her wiha ji bo zelalbûna mijarê konferans û semînerên bi beşdariya pispor û şarezayên qanûnî, destûrî û beşdarên navneteweyî yên ji herêmên pevçûnên cîhanê hatin xwestin.
Li Tertûsê mijara xizmetguzariyê hat rojevê. Wekî hûn dizanin, rejîma berê beşeke mezin a gelê qeraxa Sûriyeyê neçar kir ku di saziyên artêş û ewlehiyê de xizmetê bikin, bi vî rengî derfetên pêşketina çandinî, aborî û bazirganî ji wan standin û perwerdeya wan kêm kir û saziyên pêşketinê li wir genî kirin da ku wan neçar bike ku tevlî sere bê encam bibin ji bo parastina malbata Esed kesên girêdayî wê. Gilî hene ji sektora xizmetguzarî ve, li navçeyên qeraxê, nemaze mijara tenduristiyê û perwerdeyê.
Îro li Îdlibê nîqaşan li ser jinûveavakirinê dest pê kir. Wekî hûn dizanin li wir zêdetirî 1800 kampên bêserûber hene, di nav wan de konên diriyayî û kampên qelebalix hene ku hemwelatî tê de ji bo gelek salan ji rewşa nebaş gazindan dikin, çi germ çi sar. Bêguman vegera koçberan û jinûveavakirinê dê li wir bibe pêşanî.
Rûdaw: pirsa min ya dawî, civaka navneteweyî çi hêviyê ji vê konferansê dike û kîjan welat piştgiriyê didinê?
Hesen Dixêm: Civaka navneteweyî gelek sal dane şîreta Sûriyeyiyan ku bi serkirdayetiyeke Sûriyeyî diyalogê bikin û bi hev re bixebitin. Ev pêk hat, rejîma sûcdar rûxiya û dewleta kûr hat rûxandin, dezgehên çewisandin, tundî û şkenceyê hatin belavkirin û niha hemwelatî azad in ku bê tirs nêrînên xwe bibêjin.
Ne ji desthilatê, ne ji artêşê û ne jî ji ewlehiyê ditirsin. Wan dest bi dan û standinên bi hev re û bi serkirdayetiyeke Sûriyeyî kir. Divê civaka navneteweyî wekî ku li destpêkê şîret kir, niha jî bêyî destêwerdan û barên giran piştgiriya serkeftina diyaloga niştimanî bike.
Rûdaw: Gelekî spas ji bo te birêz Hesen Dixêm endamê Komîteya Kongreya Diyaloga Niştmanî a Sûriyeyê û Berdevkê Kongreyê, tu ji Şamê mêvanê me bûyî, gelekî spas ji bo vê derfetê.
Hesen Dixêm: Silav û rêz ji gelê me yê Kurd re li her cihê cîhanê.
[1]