Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,236
Wêne
  124,180
Pirtûk PDF
  22,100
Faylên peywendîdar
  126,082
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer li ser çi axivîn?
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Wêneyên dîrokî dewlemendiya netewî ye! Ji kerema xwe re, bi logokên xwe, nivîs û rengên xwe, nirxa wan kêm nekin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
#Mezlûm Ebdî# û Ehmed Şer li ser çi axivîn?
Nalîn Hesen

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer doh çû bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê û bi kesayetiyên herêmî û xelkê re civiya.
Divê were gotin ku şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li civînê hazir bû.
Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen diyar kir, Ehmed Şer soz daye ku ew dê nehêlin li Efrînê binpêkirin bên kirin û ew dê ji bo tomarkirina giliyan ofîsekê vekin û hêzên ewlehiya navxwe bişînin Efrînê.
Wî da zanîn ku kesayetiyên cuda, oldar, Meclisên Xwecihî û serokên şaredariyan jî li civînê amade bûn.
Ehmed Hesen daxuyand ku nûnerên komên çekdar tevlî civînê nebûne û ji sedî 98ê beşdarên civînê Kurdên Efrînî bûne.
Ehmed Hesen ragihand ku Ehmed Şer di civînê de piştrast kiriye ku Efrînî dê vegerin cih û warê xwe û gotiye ku wan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser mijarê diyalog kiriye.
Serokkomarê Sûriyeyê her wiha diyar kiriye ku wî ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re gotiye ku ew li hev bikin an nekin jî dê Efrîniyên li herêmên din vegerin cihê xwe.
Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê kifş kir ku 10 hezar malbatên Kurd vegeriyane Efrînê û bi sedhezaran Ereb ji Efrînê derketine.
Ehmed Hesen wekî mînak biland ku tenê 15ê Sibatê karwanekî ku 80 otomobîl û 10 otobusan pêk dihat ji navçeya Racoyê ya Efrînê derketiye.
Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen bû mêhvanê Nûrojê pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.
Rudaw: Civîn çi qasî dirêj kir û tê de behsa çi hat kirin?
Ehmed Hesen: Civîn derdora 1.5 - 2 demijimêran dirêj kir û em wekî encûmena xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê agahî gihşt me ku nîvro wê parêzgarê Helebê bê serdana Efrînê lê piştre di demjimêr 17:00an de ji me re gotin ku wê Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer serdana Efînê bike û wekî ENKSyê bi fermî em hatin vexwendin û em bi şandeyekê di beşdar bûn. Di civînê xelkê Efrînê hebû, kesyatiyên cuda, kesyatiyên olî û encûmenên xwecihî yên şaredariyan û serokê şaredariyan amade bûn.
Rudaw: Ti nûnerên grûpên çekdar di wê civînê de amade bûn?
Ehmed Hesen: Na, ji sedî 98ê beşdarên civînê Xelkê Efrînê bû û Erbên beşdar jî her ji berê de û ji dehên salan nişteciyên Efrînê ne. Destpêkê pêşwaziyê li serokê Sûriyeyê Ehmed Şer hat kirin, piştre derfet da kesên beşdar ku biaxivin.
Rudaw: Em dizanin te bi xwe jî axaftinek di civînê de pêşkêş kir lê di destpêka axaftina xwe de Ehmed Şer çi got? Armanca wî ji serdanê çi bû?
Ehmed Hesen: Destpêkê ew neaxivî lê em axivîn, piştre ew axivî.
Rudaw: Başe, di axaftina xwe de, te behsa çi kir û daxwaza çi kir?
Ehmed Hesen: Me nameyek bi navê ENKSyê ya Efrînê ji Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer re xwend û me di nameya xwe behsa her tiştê ku li Efrînê tê kirin, kir. Me behsa wan binpêkirinên li Efrînê kir. Me behsa birîna daran kir ku bi awayekî hovane tê kirin, bi taybetî di vê qonaxa veguhêz ku Sûriyeyê tê de derbas dibe, grûpên çekdar wekî derfet ji xwe re dîtiye û birîna daran zêde bûye û bazirganiya xwe li Efrînê zêde kiriye.
Her wiha di nameya xwe de me behsa zindanên li Efrînê kir ku tev zindanên Sûriyeyê hatine spîkirin ji bilî zindanên Efrînê ku heta niha nehatine spîkirin û bi sedan xelkê me di zinadanan de ye û her wiha xelkê me ku vedgere Efrînê di rê de tê girtin û li zindanên Marih, Izaz, Rahî û Hewar Kilis tê girtin. Em bi hêvî ne ku ew zindan jî werin spîkirin. Me behsa baca bi zorê kiriye ku heta niha li wan navçeyên ku grûpên çekdar lê hene, bacê ji xelkê me distînin û bi hezaran dolar ji xelkê bi zorê têne stendin.
Her wiha behsa wan xanî û malên xelkê resen yên Efrînê kirine ku tevî ku vala bûn lê hîna klîlên wan di destê grûpên çekdar de ne û radestî xwediyên wan yên resen. Hemû tiştên ku li Efrînê tê kirin me behs kir û me daxwaz kir ku xelkê me dibêje ku derfet ji wan re bê peydakirin û ev metirsiyên ku heyî nemînin û ew dê vegerin malên xwe.
Rudaw: Bersiva Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer li van daxwaziyên we çi bû û çi soz da we?
Ehmed Hesen: Di dawiyê de Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer axivî û got ka çima Efrîn wekî yekem bajarê ser bi Helebê hilbijart ku serdana wê bike. Şer got, `Ez berê li Îdlibê bûm û cîranê Efrînê bûm û ji nêz de min didît çi zilm û binpêkirin li Efrînê dibe û car caran me dixwest em çareser bikin lê derfet tune bû û ew wext ne ew wext bû ku em destê xwe dirêjî hunera herêma Efrînê bikin û çareseriyekê bibînin lê niha dem hatiye guhertin`.
Wekî wî gotî û soz daye ku `em dê nehêlin ev binpêkirin berdewam bin û em dê we bikin ku her kes mafê xwe bi dest bixe` û soza da ku nivîsngehekê ji bo tomarkirina giliyan ji aliyê xelkê Efrînê vekin û hêdî hêdî hêzên ewlekariya naxwe derbasî Efrînê bikin û em dê grûpên çekdar ji Efrînê derxînin bibin cihekî din û navekî din wê li wan bê kirin.
Gelek soz dan û got ev rêjîma rûxyayî gelek zulm li xelkê Sûriyeyê bi tevahî kir û li ser Kurdan jî. Got jî `Me û HSDyê bi hevre diyalog kir û ji fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî re gotiye ku di her egerekê, ew li hev bikin an nekin divê xelkê Efrînê yên li navçeyên HSDyê vegerin ser cih û warê xwe û gundê xwe`. Got jî di destûra Sûriyeyê de em wiha bikin ku wekhevî di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de hebe.
Rudaw: Derbarê lêpirsîn û darizandina van grûpên çekdar ku binpêkirin kirine, xelk kuştine û revandine, we ji Serokê Sûriyeyê xwest ku bêne darizandin?
Ehmed Hesen: Me di nameya xwe de got ku divê dewleta yasayê hebe û dadgeh hebin, kesên ku binpêkirin kirine gereke ku bêne darizandin. Gelek binpêkirin çê bûn û heqê xelkê hat xwarin, zilm û zor hat kirin û me got divê yasa û dadperweriyê riya xwe bibîne.
Rudaw: We got, Ehmed Şer soz daye ku nivîsîngehekê li Efrînê veke û ew kesên ku giliyên xwe hebin li wir tomar bikin, kengî ew nivîsîngeh tê vekirin?
Ehmed Hesen: Got di demeke nêzîk de bê vekirin, tekez kir ku her tişt wê cihê xwe bigire lê pêwîstî bi demê heye ji ber ku qonaxeke veguhêz e lê got di çend rojan de ew nivîsîngeh wê bê vekirin.
Rudaw: Derbarê birêvebirina Efrînê di aliyê îdarî de, we ti soz ji Ehmed Şer wergirtiye ka wê çawa be, ji bilî ku wê hêzên xwe yên ewlekariya naxwe bişînin?
Ehmed Hesen: Li ser wê axaftin çê nebû. Herêma Efrînê wekî hûn dizanin berê rêjeya Kurdan li Efrînê ji sedî 97 - 98 bû lewma ev birêvebiriyên ku wê çê bibin wê ji Kurdan re be. Niha vegera xelkê Ereb ji herêma Efrînê gelekî zêde bûye, bi hejmarên gelekî zêde vedigerin.
Wekî nimûne doh tenê ji herêma Racoyê karwanek bi rê ket, derdora 80 otombîlan û 10 busan tijî xelk bû û derktin wekî çavdêr ji me re got.
Rudaw: Ev jî mijareke giring e, di van du mehan de çi qas malabtên Ereb ji Efrînê derketine û vegeriyan cih û warê xwe?
Ehmed Hesen: Gelek in, bi deh hezaran e eger nebibûya bi sedhezaran. Hejmareke hûr nine ji ber ku şev û roj derdikevin.
Rudaw: Çend malabtên Kurd vegeriyane Efrînê?
Ehmed Hesen: Kurd gelek in, bi ser 10 hezar malbatan ketiye ku vegeriyane.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 515 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.rudaw.net/- 05-03-2025
Gotarên Girêdayî: 9
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 16-02-2025 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 05-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 06-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 06-03-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 515 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.156 çirke!