Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,485
Wêne
  124,229
Pirtûk PDF
  22,106
Faylên peywendîdar
  126,130
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
Omer Faruk Gergerlîoglu: Di nava Kurdan de dilgiranî hene
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em agahiyan bi kurtî berhev dikin, ji aliyê tematîk û bi awayekî zimanî rêz dikin û bi awayekî nûjen pêşkêş dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
=KTML_Bold=Omer Faruk Gergerlîoglu: Di nava #Kurdan# de dilgiranî hene=KTML_End=

Omer Faruk Gergerlîoglu ragihand ku armanca partiya wan ew e ku bi welatiyên xwe re hevdîtinan pêk bînin, hûrgiliyên qonaxa nû ji gel re şirove bikin û dilgiraniyên wan kêm bikin.
Gergerlîoglu bal kişand ser nêrîna Kurdan û got, “Li ser pêvajoyê di nava Kurdan de dilgiranî hene.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu tekez kir ku pêvajoyeke ku ew bi salan li bendê bûn dest pê kiriye û şerê çekdarî ne çareserî ye û pêwîst e siyaseta demokratîk were bipêşxistin.
Gergerlîoglu diyar kir ku di qonaxa nû de pêwîst e siyaseta Kurdî were xurtkirin û pêşiya azadiyan were vekirin.
DEM Partî dê 10ê Adarê bi CHPyê re hevdîtinekê pêk bîne û serdana partiyên din ên siyasî jî bike.
Gergerlîoglu diyar kir ku ew dê di van hevdîtinan de li ser hûrgiliyên qonaxa nû û gavên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan biaxivin.
Omer Faruk Gergerlîoglu anî ziman ku di qonaxa berê de pêvajoya çareseriyê di qadeke teng de mabû lê vê carê divê parlamento û partiyên din jî di pêvajoyê de cih bigirin.
Hevdîtina bi Erdogan re
Gergerlîoglu da zanîn ku derbarê daxwaza hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re de agahiyeke zelal nîne lê eger pêvajo berdewam bike, pêwîst e bi her kesî re diyalog were danîn.
Wî bi bîr anî ku di demên berê de berpirsên partiyê bi hikûmetê re hevdîtin pêk anîne û got dibe ku di qonaxa nû de jî nêzîkatiyeke bi vî rengî berdewam bike.
Mafê Hêviyê û girtiyên siyasî
Gergerlîoglu derbarê daxuyaniya Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya li ser Ocalan û daxwaza danîna çekên PKKyê de got ku di vê mijarê de hin îşaret hatine dayîn lê hîn ti gavên zelal nehatine avêtin.
Gergerlîoglu destnîşan kir ku Ocalan naxwaze ji Îmraliyê derkeve lê tê pêşbînîkirin ku dê derfetên hevdîtinên wî zêdetir bibin.
Her wiha, wî teqez kir ku ji bo berdana girtiyên siyasî yên wekî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, pêwîst e di yasayan de guherîn werin kirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu bû mêvanê Rûdawê pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Rûdaw: Tê payîn ku DEM Partî li zêdetirî sed bajar û navçeyan bi welatiyan re civînan pêk bîne, di van civînan de armanc çi ye û hûn dê bi welatiyan re behsa çi dikin?
Omer Faruk Gergerlîoglu: Pêvajoyeke ku demeke dirêj hat pêşbînîkirin dest pê kiriye. Pirsgirêka Kurdan ne pirsgirekek bû ku bi şer û çekan bihata çareserkirin. Me ev yek bi salan anî ziman û di dawiyê de bi rengekî, her çend dewlet navê pêvajoya çareseriyê yan pêvajoya aştiyê lê neke jî, pêvajoyekê dest pê kir. Her kes navekî li gorî xwe lê dike. Niha em dixwazin di nav trafîkeke ku bi daxuyaniyên ji Îmraliyê, nêrîna erênî ya Qendîlê û qonaxa amadekirina kongreyê ku bi lez didomin, meseleyê bi awayekî berfireh ji raya giştî re şirove bikin.
Di vê pêvajoyê de piştî daxuyaniya Îmraliyê, navenda giştî ya partiya me bi endamên PM, MYK û parlamenteran re civîn li dar xistin. Di van civînan de hat dîtin ku divê mesele bi awayekî berfireh ji gel re bê ravekirin. Çima ev hat fikirîn? Di raya giştî de, di nav dengdêrên me de û di nava civaka Kurdan de dilgiraniyeke heye. Ji ber ku ji aliyekî ve pêvajoyeke ku bi salan hat pêşbînîkirin diçe, tecrît kêm-zêde hatiye rakirin û bipêşketinên girîng hene. Erê, ev pêşketinên erênî ji aliyê me hemûyan ve tên dîtin lê li aliyê din jî qeyûm tên danîn, desteserkirin, zext, pêşniyarên yasayên antîdemokratîk hene û em li parlamentoyê nîqaşên li ser wan yasayên ecêb dikin. Îro mînak, em pêşniyara yasaya ewlehiya sîberê nîqaş dikin. Yasayeke wisa antîdemokratîk û wisa yasayek heye ku dê li dijî her kesê ku difikirê mixalif be bê bikaranîn. Em hewl didin vê paradoksê şirove bikin lê di heman demê de pêwîstiya ravekirinan ji bo raya giştî jî heye. Bê guman statuyeke bi salan heye.
Wekî ku hûn dizanin, PKK xwedî çek e, şer heye, bi vî awayî pêvajoyek bi pêş ket û piştre hewl hat dayîn ku Pirsgirêka Kurdan di siyaseta demokratîk de bê şirovekirin. Dijwariyên mezin hatin jiyîn. Ji aliyekî şer, ji aliyê din zextên mezin li ser partiya me, ji parlamentoyê derxistina parlamenteran, danîna qeyûman li şaredarêyan, piştî van hemû pêvajoyan rewş gihişt asteke. Ev ast asteke nû ye û ji ber vê yekê nêrînên nû pêwîst in. Em dê vê yekê ji gel re şirove bikin. Êdî ne nêrînên kevn, nêrînên nû derbasdar in. Cîhaneke nû, cografyayeke nû, jiyaneke nû li pêşiya me heye û bingeheke ku tê de çek dê bên danîn û bi rastî jî siyaseta demokratîk dê bê fikirîn heye. Niha bê guman dilgiranî heye. Mirov di wê fikirê û dilgiraniyê de ne ku bi danîna çekan re dibe ku dewlet bi awayekî zalimane vegere 40-50 sal berê û destkeftiyên ku ji bo Kurdan hatine bidestxistin bên wendakirin. Lê ev jî rastiyek e, di serdema nû de eger çek tune bin, civakeke Kurd a xurt, siyaseteke Kurdî ya xurt heye. Em dixwazin vê yekê diyar bikin. Em dixwazin vê ji gelê xwe re bêjin. Erê, dema ku çek ji holê radibe, ne tê wê wateyê ku êdî Kurd dê nikaribin daxwaza mafê xwe bikin.
Rûdaw: Birêz Gergerlîoglu, we behsa hin reşnivîsên yasayî yên di parlamentoyê de kir. Êrişên sîber û tedbîrên ewlehiyê hwd. Wekî DEM Partiyê ji bo vê pêvajoyê, ji bo pêşkêşkirina pêşniyarên yasayî yên nû, amadekariyên we hene?
Omer Faruk Gergerlîoglu: Em li dijî yasayên antîdemokratîk têkoşînê dikin. Lê di heman demê de, me berê jî hem ji bo rakirina tecrîtê hem ji bo berdana girtiyên nexweş û bidestxistina azadiya şertî, pêşniyareke yasayê hebû. Em dikarin van pêşniyaran revîze bikin lê di vî warî de berê me kar kiriye, amadekariyên me hene. Derbarê rakirina tecrîtê, dayîna hêsan a azadiya şertî, vekirina rêya girtiyên nexweş berê jî amadekariyên me hene lê ji bo rewşa nû jî amadekariyên me yên ku em dê lê zêde bikin hene. Ji ber ku ev pêwîst e. Em dê van mijaran ji nû ve di ber çavan re derbas bikin û di demeke kin de pêşkêşî parlamentoyê bikin. Temam, çek hatine danîn. Baş e, siyaset dê çi bike? Ji bo vekirina rêya siyasetê divê yasayên nû bên nîqaşkirin. Divê siyaseta ku mafên Kurdan diparêze bê xurtkirin, bibipêşxistin. Divê azadî bên bipêşxistin. Di vê xalê de, em dê ji gelê xwe re bibêjin ku divê dilgiraniyên xwe deynin aliyekî. Ji ber ku erê, pêvajoyeke çekdarî hebû, erê lê çek heta derekê, êdî dema wê derbas bûye. Em hemû vê yekê baş dizanin lê divê em avahiya siyaseta demokratîk gelekî baş ava bikin. Ev gelekî girîng e. Ji bo vê, pêşniyarên yasayî, çalakiyên qayîlkirin û qenaatkirina gel, em dê li ser van hemûyan bisekinin.
Dligiraniyeke zelal heye. Dixwazim bêjim dilgiraniyên girîng ên gelê me hene ku dewlet û hikûmet me dixapînin lê eger rûpeleke nû vedibe, qadeke nû ya demokratîk vedibe, divê her kes jî vê rîskê bigire û ji bo xurtkirina qada demokratîk her tiştê xwe seferber bike û rîskan jî li ber çavan bigire.
Rûdaw: Piştî 8ê Adarê, bi taybetî 10ê Adarê, dê civîna partiya we bi CHPyê re çêbibe. Hûn dê yek bi yek biçin cem partiyên siyasî. Hûn dê bi wan re behsa çi bikin, hûn ji partiyên siyasî yên Tirkiyeyê çi dixwazin?
Omer Faruk Gergerlîoglu: Divê mirov bi partiyan re behsa vê serdema nû bike. Bi rastî, di serdema berê de kêmasiyeke girîng hebû. Pêvajoya çareseriyê di qadeke teng û sînordar de dimeşiya. Li parlamentoyê ev mijar bi awayekî berfireh nedihat nîqaşkirin û partiyên din jî bi vê dilgiran dibûn. Niha em dê li ser pêşniyarên yasayên di destê me de biaxivin û helbet li ser vê mijarê ne lê eger mijara guhertina destûrê bê rojevê jî, dibe ku amadekariyên sereke bên kirin. Lê niha dê li ser dayîna azadiya şertî, derketina girtiyên nexweş û mijarên bingehîn ên têkildarî serdema nû bê axaftin. Yanî ji hûrgiliyên teknîkî zêdetir, di rewşa nû de dê nabza partiyên din bê girtin. Yanî dê pir hûrgilî teknîkî neyên nîqaşkirin, ez vê dibêjim. Her kes dixwaze were rûmetdarkirin, agahdarkirin. Em dê vê bikin. Em dixwazin serî li hemû partiyên ku vê pêvajoyê qebûl dikin bidin. Hinek partî qebûl nakin lê em dixwazin biçin cem hemû partiyên mezin û biçûk ên ku qebûl dikin û bi awayekî berfireh agahiyan bidin ka di serdema nû de çi dibe.
Rûdaw: Daxwaza hevdîtinê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hebû?
Omer Faruk Gergerlîoglu: Ez vê yekê tam nizanim lê eger pêvajoyek diçe, divê bi her kesî re bê axaftin. Li gorî agahiyên min, di wî warî de bipêşketineke zelal nîne lê hûn jî li naveroka peyaman dinêrin, dibînin. Yanî li vir êdî cudahî nîne. Eger li maseya aştiyê rûniştin hebe, zelal e ku divê bi her kesî re bê axaftin. Dibe ku bi wî bixwe re nebe, em nizanin, ew qerara wî ye lê berê jî dema ku ev pêvajo dest pê kiribû, pêvajoyên wekî vê çêbûbûn, rayedarên bilind ên partiyê, birêvebirên partiyê, cîgirên serokê komên li parlamentoyê, cîgirên serokê giştî bi wan re hevdîtin kiribûn. Bi rastî, ev cureyek ji muhatabbûnê ye. Em di vî warî de ti cudahiyê nakin. Em dixwazin bi her kesî re civînan pêk bînin û eger demeke nû, rûpeleke spî ya nû hatibe vekirin, em dixwazin bi her kesî re binirxînin.
Rûdaw: Serokê MHPyê Devlet Bahçelî gotibû ku eger Ocalan di Parlamentoya Tirkiyeyê de bangî PKKyê bike ku çekan deyne û daxwaza fesixkirina rêxistinê bike dê ji Mafê Hêviyê sûdê wergire. Ji bo ku Abdullah Ocalan û girtiyên din ji vî mafî sûdê wergirin, divê çi bê kirin? Gelo gav hatine avêtin?
Omer Faruk Gergerlîoglu: Di vî warî de hinek nîşane hene. Li ser Mafê Hêviyê bi rastî mafekî hiqûqî heye. Lê di vî warî de gavên girîng dû re dibe ku bên avêtin. Em dê li pêvajoyê binêrin. Niha her kes hinekî bi îhtiyat diaxive. Lê niha ne mimkun e ku mirov di vî warî de tiştekî zelal bêje. Tiştek heye, hevokên wekî “Muhtemel e bi rastî bê parlamentoyê, biaxive” îşaretên sembolîk dihewînin. Ez bawer nakim ku tiştekî wisa bibe. Ocalan jî tiştekî wisa tercîh nake. Ji bo ewlehiya wî, dizanin û dibînin ku naxwaze ji Îmraliyê derkeve. Dibe ku zêdekirina îmkanên wî yên li wir, zêdekirina trafîka hevdîtinê hebe.
Rûdaw: Girtiyên siyasî Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û gelek girtiyên siyasî bi salan e di girtîgehê de ne, di vê pêvajoyê de dê ji bo berdana wan ti gav dê bên avêtin?
Omer Faruk Gergerlîoglu: Hêviya me guherîna yasaya têkoşîna li dijî terorê ye. Yanî divê ev yasaya têkoşîna li dijî terorê ya ku her kesî ji ber ramanên wî wekî terorîst îlan dike were guhertin. Hûn dizanin ku van demên dawî derket. Ji ber hişmendiya tehdîdê ya dewletê li hemberî kesên dijber, Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) derketibû û bi awayekî zêdegavî derketibû, bi awayekî zêdegavî hat sepandin. Niha divê di vê TMKyê de guhertin çêbin. Yanî divê benda TMKyê ya ku dibe sedem ku her kesê ku devê xwe vedike were girtin, were rakirin û divê di vî warî de bi rastî gav bên avêtin. Eger pêvajoyek biçe, zelal e ku divê ji aliyê yasayî ve hin gav bên avêtin. Divê ev benda ku her kesî wekî terorîst îlan dike û bendên endamtî û propagandaya rêxistinê dihewînin bên guhertin, bên rakirin. Di vî warî de jî dibe ku gav bên avêtin. Hêviya me bi vî rengî ye û dû re jî ne tenê sînordarkirina vê bi Pirsgirêka Kurdan ve lê divê di warê azadî û demokrasiyê de li welêt her kesî bihewîne. Divê ev guherîna yasayî pêk were ku dê mixalefet, KHKyî yên mexdûr û her kesî bihewîne. Ji ber ku mesele bi hêsanî îlankirina mirovan wekî terorîst bû û ji ber vê bi hezaran kes niha bi sedemên bêbingeh di girtîgehan de ne. Di serî de Birêz Selahattîn Demîrtaş û hevalên me û gelek mirovên ji beşên cuda yên mixalif bi awayekî giran hatine mexdûrkirin. Em hêvî dikin ku di vî warî de jî bipêşketin çêbe, divê çêbe. Bê guman em nikarin hemû hûrgiliyan zanibin, divê mirov hinekî jî pêvajoyê bispêre demê. Yanî nayê wê wateyê ku her tişt temam, her tişt hat nîqaşkirin. Bi rastî divê mijar hinekî di pêvajoyê de jî bê pijandin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 368 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.rudaw.net/ - 21-03-2025
Gotarên Girêdayî: 51
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 06-03-2025 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 18-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 22-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 22-03-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 368 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.218 çirke!