Salvegera 14’an a şoreşa
SûriyeSûriye yê… ji destpêkê heya rûxandina rejîmê qonaxên girîng – 2
Yehya Habib
Em ê di beşa duyemîn de balê bikişînin ser binkeftinên civînên navneteweyî yên bi îdiaya çareserkirina aloziya Sûriyeyê, rêgehên nêzîkbûna rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker, normalîzekirina têkiliyan a bi rejîma Sûriyeyê re ya bi destê dewletên Ereban, qonaxên rûxandina rejîma Sûriyeyê, hêviyên sûriyeyiyan ên serxistina armancên şoreşê û astengiyên li pêşiya wan.
DAN Û STANDINÊN BÊENCAM
Ji 30’ê Hezîrana 2012’an ve, li Cinêvê qaşo ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê gelek civîn di navbera aliyên bi nakok ên Sûriyeyê de hatin lidarxistin. Lê ji ber gelek sedeman, jê nevexwendiana nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyeyê, nakokiyên alîkariyên têkildarî aloziya Sûriyeyê li ser şîrovekirina encamên civînan, civînan tu encam bi xwe re neanîn.
30'ê Kanûna 2018'an bi beşdariya nûnerên çeteyên girêdayî dewleta Tirk û nûnerên rejîma Sûriyeyê konferansa diyaloga Sûrî ya Soçî jî li dar ket. Lê hêzên rojavayî, partî û tevgerên çalak ên Sûriyeyê konferans boykut kirin.
Piştî zêdetirî sal û nîvekê ji dan û standinan, sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di 23'yê Îlona 2019'an de damezirandina komîteya destûrî ragihand. Ew jî di konferansa Soçî de bi navberakariya Rûsya, Tirkiye û Îranê hat erêkirin. Piştre jî Cinêv bû cihê civînên komîteya destûrî.
Komîteya qaşo behsa mijarê 8 civîn li dar xistin, lê dîsa aliyên komîteyê (rejîma Sûriyeyê, muxalefet û civaka sivîl) nikarîbûn destûrekê ji bo welat deynin.
Bi serkeftina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re şêniyên Siwêdayê jî hewl da heman projeyê bidin meşandin. Heta astekê wan rola hêzên rejîma Sûriyeyê qels kir. Ciwanan beşdariya leşkeriya neçarî ya rejîmê red kir, lê hêzên xwecih û meclisên siyasî ava kirin. Di encamê de di navbera şêniyan û hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê de pevçûn derket. Xwepêşandanan li Siwêdayê dom kir. Hêzên civaka sivîl û partiya Lîwa a Sûriyeyê banga damezirandina komîteyên rêveberiya xwecih li şûna saziyên xizmetguzariyê, kir. Wan hêzan diyar kir ku gaveke wiha dihêle serhildan pêş bikeve û heta asteke baş were rêxistinkirin.
NÊZÎKBÛNEKE HÊDÎ DI NAVBERA REJÎMA ESED Û DEWLETA TIRK A DAGIRKER DE
Di 2022'yan de bûyreke mezin di krîza Sûriyeyê de çêbû. Tevî salên dirêj ên dijmintiya navbera rejîma Esed û Enqereyê de û dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyeyê, pêvajoya nêzîkbûnê di navbera her du aliyan de dest pê kir. Pêvajo piştî lûtkeya Tehranê ya nûnerên Astanaya (19 Tîrmeh 2022) de dest pê kir. Di 6'ê Tebaxê de serokomarên Rûsya û Tirkiyeyê li Moskovê civiyan. Li wir Erdogan da zanîn ku Pûtîn nêzîbûna li hemberî Şamê pêşniyar kiriye. Piştre jî wezîrên parastinê yên Rûsya, Tirkiye û rejîma Sûriyeyê li Moskovê civiyan. Lê belê ev civîn karketereke siyasî esas negirt ta gihişt rêyeke xetimî.
DEWLETÊN EREBAN DERFETEKE WINDAYÎ DA REJÎMA ESED
Piştî erdheja 6'ê Sibata 2023'yan, piraniya dewletên Ereban ji bo şandina alîkariyên mirovî peywendî li gel rejîma Sûriyeyê danî. Esed jî ji bo cara yekemîn serdana sultangeha Umanê kir. Her wiha Rûsya karîbû rejîma Sûriyeyê li Komkara Erebî vegerîne. Lê belê tu encam li ser erdê bi taybetî di aliyên siyasî û aborî de nehatin dîtin. Lê li gorî hate dîtin, rejîma Esed nikarîbû dewletên Ereban di mijarên dûrketina ji Îranê û piştevaniya milîsên îranî yên li Sûriye û Hizbullah, her wiha di pêkanîna îslahên siyasî û aborî li welatê de nikarîbû dewletên komarê razî bike.
DEWLETA TIRK HEVKARÊN XWE YÊN LI ASTANAYÊ XAPANDIN... REJÎMA ESED HILWEŞIYA
Tevî derbasbûna gelek salan li ser deptêkirina şoreşa Sûriyeyê û zêdebûna hejmara qurbaniyan, rejîma Sûriyeyê siyaseta xwe neguherî, çi li hundir, ku siyaseta xwe ya dûrxistin, tepeserkirin û bi zihniyeteke otorîter a tawankar berneda, û di danûstandinên xwe yên li derve de jî nikarî bersivê bide însiyatîfa Rûsî û fişarên rojavayî ji bo mêkmirina desthilta Îranê û komên wê yê çekdar, her wiha bersiv neda îinsyatîfa Rûsiyayê ji bo nêzîkbûna digel Enqerê. Ev hemû bûne sedema derketina helwêsteke herêmê û navdewletî li dijî rejîma Esed, û pêngavên Esed ên vê dawiyê berî rûxandina rejîma wî, bi taybetî di derbarê berdewamkirina peywendiyan bi Hizbullaha Libnanî re, bûne sedemek sereke ji bo bilezkirina rûxandina wî.
Di dema rûxandina rejîma Esed û piştî wê de, rola neyînî ya Tirkiyê eşkere bû. Di çend salên borî de, wê kar ji bo bidawîkirina rola hêzên demokrat, niştimanî û sivîl li Sûriyê kir, berevajî vê, bandora hêzên îslamî yên radîkal, ku bi hezaran çekdarên biyanî di nav de ne, bi taybetî Uygûr û Çeçen, bihêztir kir, di serê van hêzan de Heyet Tehrîr El Şam bû (Cebhet El Nusra ya barê) ku gihişt ser destilata Sûryeyê.
QONAXA PIŞTÎ REJÎMÊ: HÊVÎ, TIRS Û GELEK DIJWARÎ
Tevî hêviyên sûriyeyiyan ên bidawîkirina zilm û zordariya bi dehan salan, hikumeta nû li Şamê rûbirûyê gelek kêşeyan e, bi taybetî jî girîngiya berçvkirina cihêrengiya etnîkî, çandî û mezhebî ya li welat. Heta niha vê desthilatê di vê ezmûnê de bi ser neketiye, binpêkirin û komkujî li dijî civaka elewî li beravên Sûriyeyê pêk hatin, her wiha nikare bi awayekî guncaw û rast bi hêzên siyasî û civakî re tevbigere, ji ber ku ev pêkhate û hêz beşdarî bizava siyasî ya ku ji aliyê desthilatê ve tê birêvebirin bi navê diyaloga niştimanî û nivîsandina Destûra Bingehîn nebûye.
Di nav kêşeyên ku li pêşberî hikumeta nû li Şamê, hebûna gelek kesayetên bi peywendiyên derve re, nemaze bi Tirkiyê re, ku hewl dide bandora xwe ya siyasî, leşkerî û aborî bi kar bîne, her wiha gelek alî û girûpên bê dîsîplîn hene ku fikrên tundrew ên ku bi cewhera cihêreng a Sûriyê re li hev nakin, diparêzin.
Endamê opozîsyona Sûriyeyê Elî El Emîn têkildarî rûxandina rejîmê axivî û got: “Rejîma Esed nekarî li ser desthilatê bimîne ji ber ku Rûsya, Îran û Tirkiyê dev jê berda. Gelek aliyên cuda dest danî ser desthilatê û Ehmed El Şeraî ku navê wî Ebû Mihemed El Colanî bû wek serokê pêvajoya veguhêz li gorî rêkeftinên navdewletî destnîşan kirin.
Her wiha got: Rûxîna rejîma Esed ne dawiya rê ye, ne jî dawiya şoreşê ye. Belê, şoreş piştî rûxana Esed dest pê kir, ew jî şoreşa avakirina welatek demokratîk, sivîl û azad de, dewletek hemwelatîbûna dadperwer, û welatek ku li gorî serweriya qanûnê tê birêvebirin e. Em niha li benda gavên dawî ne, yên ku dê paşeroja ne diyar a Sûriyeyê nîşan bidin.
El Emîn wiha pê de çû: Hikumeta demkî dibêje ku ewê bigihêje armancên şoreşê, lê li ser erdê, ew di vî warî de tiştekî nake. Sûryeyî hîn jî li benda cîbicîkirina nexşerêya ku ji aliyê serokê pêvajoya veguhêz ve hatiye ragihandin in. Bê guman, gelê Sûriyê li dijî rejîma Esed serî hilneda ji ber ji kesayeta Beşar El Esed nefret dikin, lê belê li dijî sistema gendeliyê û li dijî dûrxistinê û dîktatoriyê, şoreş kir.
Di dawiyê de, El Emîn got: Tişta ku ji vê hikumet û serkirdayetiya nû tê xwestin ew e ku ji bo pêkanîna hêviyên Sûriyeyiyan kar bike, yekîtiya xaka Sûriyeyê biparêze, her wiha yekrêziya gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê yên etnîkî û nijadî biparêze, û sîstemeke demokratîk a azad ava bike, ewlehî û qanûnê pêk bîne. Eger di pêkanîna yek ji van armanca kêmasiyek bibe, ev dê biêle ku Sûryeyî têkoşîna siyasî dewam bikin û ji bo pêkanîna armancê şoreşê têbikoşin.
[1]