Bangewaziyeke dîrokî li rê ye… gelo dê desthilata Tirk sûdê jê wergire?
Rastiyên ji dehan salan ve li ser erdê rû didin, îsbat kir ku xeta leşkerî ya ku desthilatdarên #Tirk# pê girtiye nikare gelê Kurd biqedîne û dawî li doza wî ya rewa bîne. Ji bo pêkanîna aştiyê derfeteke zêrîn li pêşberî desthilata Tirk heye. Gelo dê sûdê ji vê derfetê wergire yan dê şaşiyên berê dubare bike û dawî li xwe bîne?
Bangewaziyeke dîrokî li rê ye… gelo dê desthilata Tirk sûdê jê wergire?
DOSYA
19 sibat, 2025 02:35
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR
+
Gelê Kurd her tim di dîroka herêmê de roleke sereke lîstiye. Kurdan di serkeftina Selçûqiyan a li hemberî Bîzansiyan di sala 1071’an de li Şerê Milazgirê û di Şerê Çaldiranê yê navbera Osmanî û Sefewiyan (1514) roleke mezin lîst. Lê tevî qonaxên dîrokî de piştgirî, Împaratoriya Osmanî Kurd siyasetên înkar û qirkirinê li dijî vî gelî kir.
KOKA PIRSGIRÊKA KURD… HEVALBENDIYÊN BI BÊBEXTIYÊ QEDIYAN
Di encama Peymana Amasyayê ya di navbera Osmaniyan û Sefewiyan de, di sala 1555’an de cara ewilî bû ku Kurdistan di navbera her du hêzan de hat parçekirin bûn. Piştre gelek peymanên navneteweyî hatin çêkirin ku parçekirina axa Kurdan û paşguhkirina wan zêdetir bûn.
Peymana Sykes-Picot (1916) ku nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz kir. Peymana Sewrê (1920) mafê diyarkirina çarenûsê da Kurdan da, lê nehate cihbicihkirin. Peymana Lozanê (1923) hemû destkeftiyên Kurdan betal kir û Kurdistan di navbera desthilatên Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê de hat dabeşkirin. Van peymanan nexşeyên nû ji bo herêma Rojhilata Navîn xêz kirin, bêyî ku daxwazên gelê Kurd ji bo avakirina dewleta xwe ya serbixwe û bidestxistina rêveberiya xweser li ber çavan bigire. Lê ji vê zêdetir Kurd rastî neheqiyên dîrokî û erdnîgarî hatin.
Kurdan di şerê serxwebûna Tirkiyeyê (1919) de li kêleka Mustefa Kemal Ataturk şer kir. Kemal Ataturk ku soz dabû Kurdan ku dê xweseriyê bide wan lê ji sozên xwe vegeriya û xedir li Kurdan kir.
LI DIJÎ KURDAN POLÎTÎKAYÊN, QIRKIRIN, ÇEWISTANDIN Û PIŞAFTINÊ
Bi ragihandina Komara Tirk (1923) re, desthilata bi armanca îmhakirina nasnameya neteweya Kurd navê “Tirkên Çiyayî” da Kurdan û di benda 88’an a destûra komarê de tevahî niştecihên li Tirkiye wekî Tirk hatine destnîşankirin.
Kurd li hemberî polîtîkaya înkar û nîjadperestiyê rabûn. Di sala 1925’an yekemîn serhildana Kurdan bi pêşengiya Şêx Seîd Pîran dest pê kir. Lê desthilata Tirk bi hovane êrişî serhildêran kir, zêdetirî 200 gundên Kurdan wêran kirin, gelek komkujî pêk anîn ku di encamê de 15 hezar Kurdên sivîl jiyana xwe ji dest da.
Piştî têkçûna serhildanê, desthilata Tirk cezayê darvekirinê li Şêx Seîd Pîran û 48 şoreşgerên din birî. Di dema darvekirinê de Şêx Seîdê Pîran got: Hûn nikarin gelekî darve bikin.
Di Îlona 1925’an de jî Mustefa Kemal Ataturk ‘Plana Şerq Islahê’ danî. Di çarçoveya planê de Kurd ji gund û warên xwe hatin koçberkirin û guhertina demografîk pêk anî. Lê Kurd li hemberî van siyasetan teslîm nebûn.
Di sala 1927’an de bi pêşengiya Îhsan Nûrî Paşa serhildaneke din dest pê kir û Komara Araratê hat îlankirin, lê belê di sala 1930’î de dema ku desthilatdarên Tirk bi rêzbên hovane dawî li serhildanê anî, komkujî pêk anîn, zêdetirî 15 hezar Kurd li herêma Geliyê Zîlan qetil kirin.
Di dîmenekê de ku zîhniyeta çewsîner a leşkerên Tirk nîşan dide, leşkerên dagirker piştî komkujiyê li çiyayê Agirî gorek xirab kir û li ser kevirê wê Kurdistana qaşo li vir definkirî ye” nîvisî.
Di sala 1937’an de, Kurdan bi pêşengiya Seyîd Rîza şoreşa xwe dewam kir. Desthilata Tirk bi sozên ewle Kurdan xapandin, 27 têkoşerên Kurd girtin û di Mijdara heman salê de piraniya wan darve kirin. Seyîd Riza di kêliya dawî ya darvekirinê de got: Ya min diêşîne ez nikarim li hemberî xapandin û derewên we bisekinim, lê ez serê xwe ji we re xwar nakim, bila ev jî ji we re bibe derd.”
Desthilata Tirk di sala 1938’an de komkujiyên herî mezin li dijî Kurdên elewî kirin, ew di konan de şewitandin û nêzî 40 hezar Kurd qetil kirin.
DESTPÊKA TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ; PKK
Eriş, darvekirina serhildêran, komkujî û polîtîkayên çewsîner û înkarî nikarîbûn dawîn li doza Kurd bînin, lê berevajî vê yekê Kurdan vê carê di nava tevgereke nû ya azadiyê de xwe bi rêxistin kirin. Di vê çarçoveyê de di sala 1978’an de bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat avakirin. Partiyê ji bingeha serhildana zindanan a 1982’an, di 15’ê Tebaxa 1984’an de têkoşîna çekdarî da destpêkirin.
KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ Û HESABÊN ŞAŞ ÊN DESTHILATA TIRK
Dewleta Tirk a dagirker ku bi rêbazên çekdarî nikarîbû dawî li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bîne, vê carê bi tevkariya îstîxbatên gelek dewletan wekî Yewnanistan, Kena, Amerîka û Îsraîlê komployeke li dijî Rêber Abdullah Ocalan saz kir û di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Abdullah ji balafirgeha Kenyayê revand.
Desthilata Tirk destpêkê cezayê darvekirinê li Rêber Abdullah Ocalan birî û di sala 2002’an de ceza veguherand ê hete hetayê.
Ji dîroka komployê ve, Rêber Abdullah Ocalan di girîgeha Îmraliyê de di tecrîdeke giran de ye û pergaleke îşkence û qirkirinê li dijî wê tê meşandin.
Desthilata Tirk texmîn dikir ku dê bi revandina Rêber Abdullah Ocalan dawî li berxwedana gelê Kurd bîne, lê hesabên wê şaş derketin; Tevgera Rizgariya Kurdistanê û berxwedana gelê Kurd roj bi roj zêdetir bû.
Dewleta Tirk ji bo qedandina doza Kurd, salane bi mîlyarên dolaran di qada leşkerî û ragihandinê de xerc dike û aloziyên aborî zêdetir dibin; di 40 salan de lêçûna giştî ya şer a dewleta Tirk 3 trîlyon dolar derbas kiriye.
Li gorî Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI), lêçûnên leşkerî yên Tirkiyê di sala 1990’ê de gihîştiye 5,3 milyar dolaran, di sala 1999’an de gihîştiye 9,9 milyar dolaran, di navbera 2010 û 2019’an de ji sedî 86 zêde bûye û gihişt 20,4 milyar dolar. Her wiha di sala 2023’an de gihîştiye 25.2 mîlyar dolarî, di sala 2024’an de derket 40 mîlyar dolarî û di sala 2025’an de gihîşt 47 mîlyar dolarî.
LI HEMBERÎ BANGÊN AŞTIYÊ ŞERÊ QIRKIRINÊ
Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiye gelek caran bangên aştiyê li dewleta Tirk kir. Lê dewleta Tirk ev bang bi siyasetên qirkirinê dibersivand.
Di Adara 1993’an de Tevgera Azadiya Kurdistanê agirbesteke yekalî ragihand, lê piştî mirina serokkomarê Tirk ê wê demê Turgut Ozal ê piştgirî dida hewldanên aştiyê, pêvajo têk çû. Tê bawerkirin ku dewleta kûr a Tirk, Ozal di nexweşxaneyê de jehrî kiriye.
Di sala 1999’an de, Tevgera Azadiya Kurdistanê agirbest ragihand ku heta 2004’an berdewam kir, lê tu pêşveçûneke siyasî ya berbiçav çênebû.
Di Tîrmeha 2010’an de li Osloyê di navbera her du aliyan de muzakereyên veşartî pêk hatin, lê encam negirtin.
Rêber Abdullah Ocalan di 21’ê Adara 2013’an de banga çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd kir. Li ser vê bangê di navbera salên 2012-2013’an de hevdîtinên aştiyê hatin kirin. Tevî pêşketinên ku hatin kirin jî, di sala 2015'an de dema ku Erdogan li dijî Kurdan şer îlan kir, hewldanên aştiyê têk çûn.
BANGA RÊBER ABDULLAH OCALAN; DERFETA DAWÎN A AŞTIYÊ
Piştî ew qas salan ji binkeftinên li pey hev ên dewleta Tirk, pirsên wekî ‘Gelo desthilatên Tirk serwext bûn ku dê bi rêya şer û qirkirinê nikarin dawî li Kurdan û doza wan bîbin? Gelo dê siyasetên xwe yê qirkirin û pişaftinê bidomînin an na?’ derketin hole.
Pêkanîna aştiyê îradeyeke rasteqîn divê. Tirkiye îro li pêşiya derfetekeke dîrokî ye ku dawî li şer bîne. Rêber Abdullah Ocalan 23’yê Cotmeha 2024’an di hevdîtina xwe ya li gel biraziyê xwe parêzer Omer Ocalan de gotibû: Tecrîd berdewam dike. Eger şert û merc werin peydakirin ez dikarim şer veguherînim zemîna çareseriya siyasî û qanûnî?
Niha cîhan tevahî li benda bangewaziya dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan e ku dê der barê pirsgirêka Kurd û Tirkiyeyê veguherînên nû hildigire.[1]