Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,949
Wêne
  124,008
Pirtûk PDF
  22,090
Faylên peywendîdar
  125,811
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser komployê-3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya projeya herî mezin a arşîvkirina zanîna (agahiyên) me ye..
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser komployê-3
Kurtelêkolîn

Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser komployê-3
Kurtelêkolîn

Nirxandinên Rêber Abdullah #Ocalan# ên li ser komployê-3

Di nava hesabên komployê yên sîstema hegemonîk de yek ji xusûsa divê haya mirov jê hebe ew e, polîtîkayên ‘parçe bike-bi rêve bibe’ di dused salên dawiyê de bi hosteyî li ser herêmê pêk tînin û diviyabû mirov nebûya destikê van polîtîkayan, nexasim şerê Kurd û Tirkan armanca van polîtîkayan bû û diviyabû mirov di kûrkirina vî şerî de bi kêra van hêzan nehata. Ermenî, Grek, avahiyên etnîk ên li Balkanan, Ereb, Suryanî, Tirk û Kurd bûn destikê van polîtîkayan û gelek tişt ji dest dan.
PÊVAJOYA ÎMRALIYÊ
“Min bi têgihiştinekê parêzname amade kir ku xisleta komploya navneteweyî ya pêvajoya Îmraliyê li ber çavan girt. Kesên bi bîreweriyeke hişk a tirkperestiyê û li ser navê tirkîtiyê tevdigeriyan bi rastiyê re têkiliya wan qut bûbû. Li gorî xwezaya wan nebû ku karibin li felsefeya li pişt komployê serwext bibin. Ji ber ku bi kêmanî bi qasî sedsalekê vê felsefeya komployê avahiyên xwe pêk anîbûn û ew jî berhemên wan bûn. Lewma mirov nikarîbû li bendê be ku ew van pêkhateyên hatibûn avakirin înkar bikin û bi awayekî rexnegir nêzîk bibin. Hem di dema dadgehkirina komedîwarî de, hem jî di pêvajoya hukimxwarina min de bê mane bû ku ez ji wan li benda guhertineke erênî ya îradeyê bûma. Nûnerê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşê bi pistepist hinek tişt gotin. Di şertên heyî de mirov ji pêkhatina gotinên wî bawer bikira wê safiktî bûya. Jixwe ne xwediyê wê hêzê bûn ku gotinên xwe bi cih bianiyana. Ji bo min sîstemeke DYA li pişt wê û di kontrola YE’yê de vedîtibûn. Ingilîstanê ev vedîtin hûnandibû û li hev anîbû, ya para Tirkan jî diket pêkanîn bû.
A GIRÎNG EW E, MIROV HÊZÊN DI NAVA KOMPLOYÊ RAST NAS BIKE Û BIDE NASKIRIN
Gelekî girîng e ku mirov zîhniyeta felsefî û polîtîk a li pişt komployê fêhm bike. Ez têm û diçim, dizîvirim û timtûtim tînim ziman ku komplo bingehekî xwe yê sedsale heye. Min behsa wan komployan kir ku di her demê de gava qonaxekê bûn. Mirov bi carekê dikare bi sedan ji van komployan mînak bide û rêz bike, hema bi tenê ji van ên li dijî Kurdan komploya Alayên Hemîdiye, di sala 1959’an de doza 49’an û di sala 1960’î de doza 400’an, kuştina Faîk Bucak û kuştina Sait Kirmizitoprak ji aliyê PDK’ê ve, dîsa di qonaxa avabûna îdeolojîk a PKK’ê de bi sedan komployên ji aliyê heman zêhniyetê ve hatine organîzekirin. Komlogeran ev weke hunerekî hosteyane yê desthilatdariyê dihesibandin. Ango komplo giyan û amûrê herî girîng ê hunerê desthilatdariyê ye. Ji sedî sed diviyabû ev huner ji bo Kurdan li ser bingehê komployê bihata meşandin. Eger komplo bi rêbazeke eşkere bihata meşandin wê bibûya mîna bûyera zarokê ji diya xwe re gotiye “Yadê binêre qral tazî ye.” Hêzeke desthilatdariyê ya kirinên heta bigihîje qirkirinê dabe pêşiya xwe ji wê re amûrek ji bilî komployê û zêhniyeta rê dide wê tineye. Li vir a girîng ew e, mirov hêzên di nava komployê de cih digirin rast nas bike û bide naskirin.
ÇIMA LI SER PIŞTA MIN HEVGIRTINÊN EVQASÎ BÊPÎVAN ÇÊDIBÛN?
Ez divê diyar bikim ku di pêvajoya Îmraliyê de ez di vê mijarê de ketim tengasiyê. Ji ber ku di nava komployê de hêzên gelekî di nava nakokiyê de hebûn. Ji DYE’yê heta bi Federasyona Rûsyayê, ji Yekîtiya Ewrûpayê heta bi Yekîtiya Ereb, ji Tirkiyê heta bi Yewnanistanê, ji Kenyayê heta bi Tacikistanê gelek dewletan di nava komployê de cih girtibûn. Ew çi bû ku dijminên sedsalan Tirk û Yewnan dianîn cem hev? Çima li ser pişta min hevgirtinên evqasî bêpîvan an jî yekîtiyên berjwendiyan çêdibûn? Herweha bi sedema ku ez bûbûm hedef hevkarên neteweyî, çepgirên Kurd û Tirk ên di ber xwe de kêfxweş bûbûn hejmara wan têra xwe hebû. Dinya fermî mîna ku di şexsê min de dijminê xwe yê herî bi tehlûke xistibe quncikê û tengav kiribe. Di nava PKK’ê de jî kesên ku bawer dikirin deriyên siberojê li wan vedibin û firsend çêdibe çawa bixwazin wisa bikin, hejmara wan ne kêm bû. Bêguman bi danasîneke giştî û sereke mirov dikare bibêje, bi tevahî hêzên behsa wan tê kirin, ji wan beşên ku li pey berjewendiyên modernîteya kapîtalîst a lîberal diçin, pêk tên. Ez li hemberî zêhniyeta wan a faşîst û lîberal û ji bo berjewendiyên pirraniya wan tehlûke bûm.
HELWESTA JI BO XUMEYNÎ, LENÎN NEHATIBÛ NÎŞANDAN, ÇIMA JI BO MIN HAT NÎŞANDAN?
Mînak Ingilîstan di nava van hêzan de ya herî bi tecrûbe ye. Ji bo min li Ewrûpayê polîtîka nekirana vê hêzê gava pêşî avêt. Min çawa gava xwe avêt neavêt Ewrûpayê ez tavilê weke ‘persona non grata’ ango ‘Kesê Nayê Xwestin’ îlan kirim. Ev ne gaveke besît bû, ji ber ku vê gavê ji destpêkê ve encam diyar dikir. Baş e, helwesteke bi vî rengî ya ji bo Xumeynî, ji bo Lenîn nehatibû nîşandan, çima ji bo min hat nîşandan? Min di gelek beşên parêznameya xwe de hewl da der barê bersiva vê pirsê de hinek agahiyên mirov pê bi ser meseleyê ve bibe, bidim. Ji lewra hewce nake mirov dubare bike. Bi kurtî, li pêşiya hesabên dused salan ên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn, nexasim li pêşiya polîtîkayên li ser Kurdistanê (bi kurtî, ez li pêşiya polîtîkaya ji Komara Tirkiyê re dibêje “Mûsil û Kerkûkê bide, Kurdên xwe tine bike” bûbûm asteng) ez weke kelemekî ciddî derketibûm holê. Ez hêdî hêdî li dijî pîlansaz û pêkhêneran bi tehlûke dibûm. Derdê DYE’yê jî cuda bû. Dixwest Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bixe dewreyê. Ji bo vê jî bûyerên li Kurdistanê bi qasî ku bibin kilîta vê gavavêtinê girîng bûn. Li gorî konjonkturê bi kêmanî diviyabû ez bihatama bêtesîrkirin. Di wan rojan de tesfiyekirina min li gorî polîtîkayên wan ên global di cih de bû. Rûsya di dîroka xwe de bi krîzeke ekonomîk a girîng re rûbirû bûbû û gelekî bi lez pêdiviya wê bi krêdiyê hebû. Eger ji bo derdê wê bibûya derman, ti sedem tinebû ji bo ku di komployeke li dijî min de cih negire. Jixwe yên din birayên piçûk ên sernerm ên ‘Kekê mezin’ bûn. Her gotina wî datanîn ser serê xwe. Ji bo çepgirên Tirk (li derveyî îstîsnayan), hevkarên Kurd û kesên di nava PKK’ê de nerehet, firsendek hebû ji bo ji hevrikekî xwe yê ciddî rizgar bibin. Li gorî tehlîla dawî, felsefeya herî li jêr a di binê vê helwesta wan de felsefeya berjewendiyên rojane yên lîberalîzmê, pragmatîzm û egoîzm e.
HER TIŞT MIROV NEÇAR DIKE KU DEST JI JIYANA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST BERDE
Dema ez van dibêjim, ez bawer dikim ku bi vî awayî rastiyê hinekî din zelal dikim. Di wan rojan de ji bo mirov karibe alîgirê azadiya Kurdistanê û bidestxistina nasnameya Kurdan be, divê mirov karibe ji her cure berjewendiyên rojane yên lîberal, pragmatîzm û egoîzmê bihurîbe, û her tişt mirov neçar dike û fermanê dide mirov -çi çepgirî û çi rastgirî- divê ji jiyana modernîteya kapîtalîst dest bikişîne yan jî li ber wê rabe. Berevajî dinyaya wan rojan ew dinya bû ku lîberalîzma global ji bo şerê fetihkirina dinyayê rabûbû pê darê. Di wan salan de faşîzma lîberal li nava dinyayê serweriya xwe îlan dikir. Ji aliyê polîtîk ve, Rojhilata Navîn navenda têkoşîna hegemonîk bû. Têkoşîna li ser Kurdistanê di warê hesabên hegemonîk de bi rola kilîtê radibû. Pozîsyona îdeolojîk û polîtîk a PKK’ê bi hesabên hegemonîk re di nava nakokiyeke eşkere de bû. Ango bi tesfiyekirina min re pêşî li van hesaban vedibû.
ERMENÎ, GREK, EREB, SURYAN, TIRK Û KURD BÛN DESTIKÊ VAN POLÎTÎKAYAN Û GELEK TIŞT JI DEST DAN
Di çerxa Îmraliyê de ev hesab hemû di şexsê min de ji nû ve lebitîn û tevgeriyan. Ji bo min karîbûya pêvajoya Îmraliyê analîz bikira, diviyabû ez xwedî bîrbirinekê bûma haya xwe ji şerên berjewendiyan ê rojane yê bingehekî xwe yê dirêj ê dîrokî hebûya. Di nava hesabên komployê yên sîstema hegemonîk de yek ji xusûsa divê haya mirov jê hebe ew e, polîtîkayên ‘parçe bike-bi rêve bibe’ di dused salên dawiyê de bi hosteyî li ser herêmê pêk tînin û diviyabû mirov nebûya destikê van polîtîkayan, nexasim şerê Kurd û Tirkan armanca van polîtîkayan bû û diviyabû mirov di kûrkirina vî şerî de bi kêra van hêzan nehata. Ermenî, Grek, avahiyên etnîk ên li Balkanan, Ereb, Suryanî, Tirk û Kurd bûn destikê van polîtîkayan û gelek tişt ji dest dan. Hinek ji van navbihuriyan ji çand û welatên xwe yên hezarê salan bûn û heta ew ji civakbûnê derxistin. Herweha ji ber ku bi Tirkan re diman hêrsa gelek hêzan li dijî Kurdan rabûbû. Yekîtiya ji Şerê Melezgirê ve girîngiya xwe ya stratejîk diparast, nexasim bi polîtîkayên îmha û înkarê yên ji 1925’an ve hatin meşandin, badilhewa çû. Eger mirov tesfiyekirin û înkara vê hêmana rastî ya Komarê hûrûkûr lêbikole û bi felsefeya dîrokê şîrove bike, mirov ê bibîne ev yekîtiya stratejîk bi xwe hedef e. Ingilîzan û şaxên wan ên hundir zor didan Mistefa Kemal û ev gava herî girîng a komployê ye. Di felsefe û diyardeya rêveberiya Tirk a ji rêûresmê de asîmîlekirin û dijminatiya Kurdan tineye. Ev dijminatî bi armancên taybet çêkiribûn. Pêvajoyên serîrakirinan û bûyerên piştî wan vê rastiyê piştrast dikin. Ev rewşa ku li Îmraliyê bala min kişand û kir ku bêhtir li ser biponijim, di felsefeya min a polîtîk de rê li ber veguherînên bingehîn vekir.
Min parêznameyên xwe bi sê versiyonan pêk anîn û di navê de mirov dikare pêşketina vê fikra siyasî bibîne. [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 240 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 21-03-2025
Gotarên Girêdayî: 9
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 10-02-2025 (0 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 21-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 22-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 240 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.219 çirke!