=KTML_Bold=Ji navenda zilm û zordestiyê veguherî semboleke felsefeya#neteweya demokratîk#=KTML_End=
ENES MIHEMED
Bajarê Reqayê ji paşguhkirin û talankirinê di serdema hikumeta Şamê û dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê de, piştî rizgarkirina sala 2017`an, veguherî navenda belavkirina ramanên neteweya demokratîk. Êdî wekhevî û edaleta civakî bingeha jiyana bajêr e ku rê li pêşiya avakirina civakeke xwedî hişmendiyekê dikare li hember astengiyan û zehmetiyan li ber xwe bide
Kantona Reqayê li ser beravên çemê Firatê ye. Bi zevî û axa xwe ya berhemdar navdar e. Ruxmî vê xwezayê û van derfetan, lê ji destpêka aloziyê ve veguherî qada aloziyê.
Debara sereke ya şêniyên kantonê, çandinî û xwedîkirina sewalan e. Li bajêr herî zêde pembo tê çandin.
BAJAREKÎ PAŞGUHKIRÎ
Li bajarê Reqayê gelek cihên dîrokî wekî sûrên bajêr ên di serdema Ebbasiyan de sala 720`î hatina avakirin, Bab Bexda, Babê Herran, Mizgefta Atîq (El Mensûr) û gelek esrên dîrokî mîna Qesra Keçikan (Benat) hene.
Lê dîsa jî rejîmê girîngî neda bajêr û paşguh kir. Rejîmê her tim hewl da fitneyê di navbera êlên bajêr de derxe ji bo ku berjewendiyên xwe yên şexsî û desthilatdarî bi dest bixe. Lê bi destpêkirina aloziyê re sala 2011`an, gelê Reqayê serî hilda û banga azadî û edaletê kir.
JI CÎHANÊ DÛR XISTIN
Yek ji bajarên pêşîn ên ku ji kontrola rejîmê derketiye, bajarê Reqayê bû. Adara 2013`an Artêşa Azad bajar kontrol kir. Lê şêniyan ji ber kiryarên wan zehmetî kişandin. Koma navborî, dest bi revandina sivîlan kir û li beramber serbestberdana wan, fîdye xwestin. Kargeh û dikanên li bajêr talan kirin û firotin.
Çileya 2014`an, çeteyên DAIŞ`ê bajar bi temamî kontrol kir. Bi wê re bajar derbasî serdemeke tarî bû û Reqa veguherî girtîgeheke mezin û navenda çeteyên DAIŞ`ê. Reqa bû navenda biryarên serçeteyên rêxistina terorîst û paytexta wan. Gelek çeteyên biyanî berê xwe dan wir.
Dema DAIŞ`ê bajêr kontrol kiribû, hejmareke zêde ya şêniyan ji hovîtiya wan reviya. Sûcên kuştinê, wêrankirinê û tirsandinê li seranserî bajêr dest pê kirin. Ji ber zilma çeteyan, qîrîna xelkê bajêr li her derê deng veda.
Çeteyan bajêr ji cîhana derve dûr xist. Kesek nizanî rewşa xelkê li wir çi ye. Hinek çalakvan sûcên çeteyan bi dîmen kuştin û serjêkirina şêniyan belav kirin.
RIZGARKIRIN
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser bangewaziya şêniyên bajêr, 6`ê Mijdara 2016`an ji bo rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê pêngava Xezaba Firatê ragihand. QSD`ê di daxuyaniya xwe de gotibû: Em ê bi zendên ciwan û komên bajêr ên kurd, ereb, turkmen di bin ala QSD`ê de Reqayê rizgar bikin.em ê di vê cenga dîrokî de jî bi ser kevin, mîna em li Kobanê, Girê Spî, Hesekê, Holê, Şedadê û Minbicê bi serketin.
Ji bo parastina sivîlan ên ku çeteyên DAIŞ`ê wek mertal bi kar anîn, bajar li ser gelek qonaxan hate rizgarkirin. Destpêkê bajêr ji dorê hate qutkirin. Dûre deverên li nêzî bajêr hatin rizgarkirin û QSD`ê ber bi navenda bajêr ve bi pêş ket.
Di şerên li bajêr de, ji bo parastina şêniyan kom hatin avakirin. Ev kom li ser danûstandina bi jin, mêr û zarokan re di perwerdeyê re derbas bûn.
Her wiha şervanên QSD`ê li ser bêbandorkirina mayînan hatin perwerdekirin. Ji ber wê derbasî herêmên di bin kontrola DAIŞ`ê de bûn û sivîl rizgar kirin. Bi saya van perwerdeyan şervanan, bi çeteyên ku xwe di nava şêniyan de vedişartin, dihesiyan û ew digirtin.
17`ê Cotmeha 2017`an, QSD`ê bajarê Reqayê piştî şerên 4 mehan, bi temamî rizgar kir. Di wan şeran de, zêdetirî ji sedî 80`ê binesaziya bajêr wêran bû.
20`ê Cotmehê bi daxuyaniyekê li stada beledî ya ku şahidê sûcên çeteyên DAIŞ`ê bû û di nava şêniyan de bi navê Stada reş dihate naskirin, bi awayekî fermî rizgarkirna bajêr hate ragihandin.
DAMEZIRANDIN
Şêniyên ji bajêr piştî dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê, ji bajêr revîne 18`ê Nîsana 2017`an Meclisa Sivîl a Reqayê li bajarê Eyn Îsayê ava kirin. Xwestin bi rêya meclisê xebatên xizmetguzariyê pêşkêş bikin, şêniyan bi rêxistin bikin û pirsgirêkên wan bi rêya komîteyên lihevhatinê çareser bikin.
Piştî ku jiyan li bajêr vegeriya, şênî derbasî taxan bûn ku ji bermahiyên şer û mayînan hatin paqijkirin. 4`ê Nîsana 2018`an ji bo hêsankirina xebatan û bicihanîna pêdiviyên herêmê, Meclisa Sivîl û komîteyên wê ji bajarê Eyn Îsayê derbasî bajarê Reqayê bûn.
Ev guhertin, hewldanên civaka xwecih di ji nû ve avakriina bajêr de nîşan dide, istiqrarê li herêmê xurtir dike û hêviya siberojeke baştir dide şêniyan.
SERDEMA AZADIYÊ
Piştî rizgarkirina bajêr, serdema azadiy dest pê kir. Xebatên avakirina pergaleke demokratîk û nenavendî li ser bingeha neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan, dest pê kirin.
Şêniyên bajêr ji bo ku bajêr pêş bixin, fikrên DAIŞ`ê tune bikin û li şûna wê ramana neteweya demokratîk belav bikin, xwe bi rêya komînan û saziyan bi rêxistin kirin.
Hevserokê Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê Hesen El Mistefa têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: Bajarê REqayê bi çand, çandiiyê û pirrengiya civaka xwe tê naskirin. Lê dîsa jî di serdema rejîma Sûriyeyê de hate paşguhkirin, rê li pêşiya pêşetina bajêr di aliyê aborî û çandî de hate girtin. Ji ber wê, bû bajarek jibîrbûyî ku nayê bîra gelekan.
El Mistefa destnîşan kir ku di bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê de jî, fikrên tundraw hatin belavkirin û wiha domand: Lê piştî serkeftina QSD`ê li Kobanê, operasyonên rizgarkirinê dest pê kirin û bajarê Reqayê ku paytexta DAIŞ`ê bû û şêniyên wê ji koletiyê û zilmê piştî 4 mehan hatin rizgarkirin.
Ev serkeftin, ne tenê rizgarkirineke leşkerî bû lê belê destpêka pêvajoya hêviyê û guhertina bajêr bû ku şêniyên wê dest bi avakirina civaka xwe li ser bingehên demokratîk kirin.
JI PAYTEXTA FIKRÊN TUNDRAW VEGUHERÎ NAVENDA RAMANA NETEWEYA DEMOKRATÎK
El Mistefa wiha domand: Bi rizgarkirina bajêr re û ketina QSD`ê di nava bajêr de, şênî vegerîn. Ramanên neteweya demokratîk, çanda qebûlkirina hevdu, pirrengiya pêkhateyan û kêmneteweyan, li şûna fikrên tundraw belav bûn. Ev bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan ê banga wekheviyê, azadiya gelan, hevgirtin û hevkariyê dike, pêk hat.
El Mistefa destnîşan kir ku Reqa bûye navenda raman û çandê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Her wiha El Mistefa balkişand ser xebatên ji nû ve avakirin û pêşxistina bajêr kir û got: 10`ê Nîsana 2018`an, ji aliyê rewşenbîr û lêkolînerê nemir Elî El Siwîhe ve semînerek bi sernavê `Rola Suryan di dîroka Reqyê de` hate dayîn.
El Mistefa ev li gotinên xwe zêde kir: Ev semîner, ecêb bû. Hîna her der li bajêr bi kavilan girtî bû. Lê me xwest ji cîhanê re isbat bikin ku Reqa, serî natewîne. Rast e zehmetî pir in, lê hêviya jiyanê zindî bû.
Her wiha El Mistefa got bi saya ramana neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan Reqa veguherî bajarekî pirreng ku hezkirin û biratî di nav de belav e.
Bajarê di serdema rejîma Baas de paşguhkirî bû û di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de di nava toneleke tarî de bû, niha navenda Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku ramanên neteweya demokratîk bingeha jiyana li wir e û navenda belavkirina vê ramanê û feslefeya qebûlkirina hevdu û jiyana hevbeş li ser bingeha wekhevî û edaleta civakî ye.[1]