5 sal e Serêkaniyê û Girê Spî di bin dagirkeriyê de ne
DIYAR EHMED – TIRKÎ EL KALIT
Li
SerêkaniyêSerêkaniyê û
Girê SpîGirê Spî ku ev 5 sal e di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de ne, sûcên dermirovî têne kirin. Rêxistinên navneteweyî yên ku qaşo mirovî ne li hemberî van sûcan dengê xwe nakin, lê bi vê bêdengiya domdar dibin sedema sûcên zêdetir ên li dijî mirovan û xwezayê.
Di encama bazareke nû ya hêzên modernîteya kapîtalîst a li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û projeya wê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişên dagirkeriyê li ser Serêkaniyê û Girê Spî dan destpêkirin. Di encama van êrişan de her du bajar hatin dagirkirin.
5 sal e dewleta Tirk û çeteyên wê di nava bêdengiya hêzên navneteweyî de sûcên dermirovî û yên şer li dijî şêniyên li warê xwe mane, didomînin. Car caran jî bi rêya bazarên qirêjî yên bi hêzên destwerdanê li Sûriyeyê dikin re, dagirkeriya xwe xurt dikin, polîtîkatyên guhertina demgorafî, qetilkirin, jiholêrakirina nasnameya gelê Kurd bi pêş dixin.
LI SERÊKANIYÊ KOÇBERKIRIN Û TIRKKIRIN
Di encama êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê de nêzî 200 hezar şênî ji cih û warê xwe bûn. Ji vê hejmarê zêdetirî 31 hezar koçber li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê yên li bajarê Hesekê hatin bicihkirin û yên din jî li bajarên din ên kantona Cizîrê bi cih bûne.
Li gorî Komîteya Koçberên Serêkaniyê, rêjeya şêniyên koçber bûne ji sedî 87 e û yên mane 45 welatiyên Kurd in ku piraniya wan kesên bi temen in.
Dewleta Tirk û çeteyên wê zêdetirî 3 hezar malbatên çeteyên xwe û 75 malbatên çeteyên DAIŞ’ê li bajar bi cih kirine. Piraniya wan jî li taxa Zorava hatin bicihkirin.
Tevî koçberkirin û guhertina demografiyê, polîtîkayên tirkkirinê li vê herêmê dimeşînin. Di vê çarçoveyê de nasnameya tirkî û diravên tirkî ferz dike. Di heman demê de alên Komara Tirk û wêneyên serokê wê Erdogan û sembolên Osmaniyan dadiliqînin. Her wiha navên kolan, dibistan, park û rêyan kirine navên Osmanî.
DESTESERKIRINA MILKAN
Di nava 5 salên dagirkeriyê de, dewleta Tirk û çeteyên wê li bajarê Serêkaniyê dest danîn ser nêzî 6 hezar malên şêniyên ji malên xwe bûne û hezar û 700 dikanan.
Li gundewarê Serêkaniyê jî dagirkeran û çeteyan 5 gund bi awayekî qismî kolandine û gundê Eyn Hîsan jî bi temamî kolandin û kirin baregeh û navendên perwerdeyên leşkerî. Di nav de 15 gundiyên êzidiyan, 60 gund bi temamî ji xelkê wê vala kirine, dest danîn ser milkên wan. Zêdetirî vê yekê çeteyan gorên li van gundan kolandin.
Li aliyekî din jî girê dîrokî yê Til Helefê û girên din talan kirin û şûnwarên wan ên dîrokî birin Tirkiye.
REVANDIN, DESTDIRÊJÎ Û ÎŞKENCE
Dagirkeran bajar kiriye cihekî neewle ku destdirêjiya zayendî, revandin û windakirin û îşkence pêk anîn. Li gorî agahiyan destdirêjiya zayendî li 11 kesan ku piraniya wan zarok in keçîn e. Hate diyarkirin ku hezar û 112 bûyerên revandin, windakirin, qetilkirin û îşkence hatine kirin. Hejmara kesên windayî jî nêzî 72 ye.
TEQÎN Û ŞERÊN NAVXWEYÎ
Mîna deverên din ên dagirkirî li bajarê Serêkaniyê jî di navbera komên çeteyan de şer li ser parvekirina tiştên dizî kirine, diqewime. Di nava salên dagirkeriyê de zêdeyî 120 şerên çeteyan derketine û 72 teqîn çêbûne.
ŞEBEKEYÊN QAÇAXÇÎTIYA MIROVAN Û MADEYÊN HIŞBIR
Dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê kiriye kerîdora qaçaxçîtiya mirovan ji Sûriyeyê. Qaçaxçîtiya mirovan bi rêya 23 şebeyan tê kirin ku piraniya wan ji aliyê çeteyan ve û bi çavdêriya efserên Tirk tên kirin.
Di heman demê de leşkerên Tirk çi kesên ku nêzî sînor dibin dike hedef. Heya niza 15 kes li ser sînor qetil kirine.
Ji dagirkirinê û vir ve, Serêkaniyê bûye navenda çandin û bazirganiya madeyên hişbir. Çeteyên dewleta Tirk li 3 gundên Serêkaniyê heşîş çandine.
Ji dema dagirkirinê ve dewleta Tirk û çeteyên wê, ava vexwarinê ya stasyonê Elok a li Serêkaniyê li ser zêdetirî mîlyon kesên li Hesekê qut kiriye.
LI GIRÊ SPÎ KOÇKIRIN Û TALANKIRIN
Rewşa Girê Spî ji rewşa Serêkaniyê cuda nîn e. Artêşa dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên dagirkirinê de zêdetirî 100 hezar kes koçber kirin. Ji vê hejmarê nêzî 7 hezar li kampa Girê Spî ya li gundewarê Eyn Îsayê hatine bicihkirin û yên din jî xwe li bajarên Reqa, Tebqa û Eyn Îsayê girtine.
Dagirkeran bi armanca guhertina demografiya herêmê, hezar û 849 malbatên çeteyan li malên şêniyên koçber kirine, bi cih kirine.
Dewleta Tirk ji sala 2022’yan ve jî berê penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê diman dide herêmên dagirkirî. Dagirker di çarçoveya siyaseta xwe ya guhertina demgorafî de wan penaberan li Girê Spî bi cih dike. Heya niha nêzî 40 hezar Sûriyeyên ji bajarên din ên Sûriyeyê li Girê Spî bi cih kirine.
Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, ji destpêka êrişên dagirkeriyê û heya niha ve, 3 jê jin 75 kes şehîd bûne, zêdetirî 2 hezar û 19 kes birîndar bûne, ji birîndaran 17 kes astengdar bûne. 8 kes hatin qetilkirin.
Her wiha bi sedan welatî hatin revandin, ji wan bi kêmanî 89 kes winda ne, îşkence li 26 kesan hatine kirin û li dadgehên Tirkiyeyê hatin darizandin ku hîna di girtîgehan de ne.
Têkildarî talankirina milkan jî, çete û dagirkeran dest danîn ser zêdetirî 5 hezar û 171 malan, hezar û 180 dikan û 12 kargehan.
Çeteyan û endamên MÎT’a Tirk li Girê Spî 64 gund ji xelkên wî vala kirin, dest danîn ser zêdetirî mîlyon û nîv an ku 150 hezar hektar erdên çandiniyê.
Leşkerên dagirker ên li ser sînor jî, yek jê zarok Sûriyeyî qetil kirin û 77 kes jê cotkarên nava zeviyên xwe de dixebitînin birîndar kirin.
DEXL Û DAN TALAN KIRIN, DIBISTAN KIRIN BAREGEHÊN LEŞKERÎ
Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî herêm dagir kir, tavilê depoyên dexûdanan ên Dehlîz, Sexrat û Şergirakê. û talan kirin û derbasî Tirkiye kirin û şênî bi birçîbûnê re rû bi rû hişt.
Di heman demê de dibistanên wekî Elî Baciliyê û Kefîfe kirin baregehên leşkerî û xwendekar ji perwerdeyê mehrûm kirin.
TALANKIRINA ŞÛNWARAN
Dagirker û çeteyan Girê Dehlîz ê bajarokê Silûkê, Til Sehlan ê li gundê Xirbe Riz û deverên Far û Sebî Ebyed ên li gundê Hemam Tirkman cihên dîrokî kolandin û parçeyên wan dizîn.
[1]