Dagirkirina SêrekaniyêSêrekaniyê û Girê SpîGirê Spî û peymanên hatine çêkirin
RÊNAS REMO
Saleke din di ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re derbas dibe. Ev her du bajar ji demeke dirêj ve di nava armancên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyeyê de bûn. Li hember van tima û armancan her tim berxwedana gel hebû. Lê di dawiyê de berjewendiyên herêmî û navneteweyî peyman li ser hesabê gelê Sûriyeyê pêk anîn.
Sibe (9’ê Cotmehê) salvegera 5’emîn a destpêkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ye. Ew êriş bi awayekî hawayî û bejayî pêk hat û hemû cureyên çekan, di serî de jî çekên qedexekirî, hatin bikaranîn. Di encama êrişê de her du bajar hatin dagirkirin.
Ew êriş a 3’yemîn e ku dewleta Tirk a dagirker di xaka Sûriyeyê de pêk aniye. Êrişa yekemîn di 2016’an de bû û bajarên Cerablus, Ezaz û Bab hatin dagirkirin, piştre di 2018’an de Efrîn bû. Di encama vê êrişa dawîn de rûbera 110 kîlometre bi kûrahiya 30 kîlometreyan ji xaka Sûriyeyê hat dagirkirin.
Ev dagirkerî di encama peymaneke nû ya siyasî ya Rûsya, Tirkiye û Îranê de di çarçoveya pêvajoya Astanayê de hat pêkanîn. Bi vî awayî dewleta Tirk a dagirker derbasî qonaxeke nû ya berfirehkirina dagirkeriyê bû. Ji bo vê yekê jî wê sûcên şer û kuştina bi zanabûn li dijî niştecihên resen pêk anîn da ku wan bide koçberkirin.
HINCETÊN BÊBINGEH ÊN DAGIRKERIYÊ
Bi têkbirina DAIŞ’ê re ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve di Adara 2019’an de, hêrsa dewleta Tirk a dagirker zêde bû. Nexasim ji ber ku wê bi awayekî aşkera û li gorî raporên navneteweyî destek dida DAIŞ’ê da ku xwe li Sûriyeyê xurt bike. Armanca wê ew bû ku bi rêya DAIŞ’ê amadekariyê ji dagirkirina herêmê re bike, piştre wê dagir bike. Piştî têkbirina DAIŞ’ê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi hincetên bêbingeh wekî parastina sînor li dijî herêmê pêk anîn. Hemwextî wê dema ku DAIŞ li ber sînorê wê bû, wê tu bertek nîşan nedan.
Em li dîrokê dîrokê vegerin; mînakeke çavnebariya dewleta Tirk a dagirker bînin ser ziman. Di 2012’an de wê hewl da bi rêya çeteyên Cebhet El Nusra bajarê Serêkaniyê dagir bike, lê berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ew plan têk birin. Ji hingê ve ev bajar heta sala 2019’an bûbû armanca dewleta Tirk a dagirker.
Ji bo pêşîgirtina li bihaneyên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê, QSD xwedî li hewldanên agirbestê derket û di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Tirkiyeyê û QSD’ê-Koalîsyona Navneteweyî de, dan û standin hatin kirin.
Di 7’ê Tebaxa 2019’an de biryara diyarkirina “herêma ewle” û avakirina odeya operasyonan a hevbeş di navbera DYA û dewleta Tirk a dagirker de, hat dayîn. Her wiha dewriyeyên DYA-dewleta Tirk bi kûrahiya 5-9 kîlometreyan di hundirê xaka Sûriyeyê de digerîn. QSD’ê jî hemû hêz û çekên xwe ji herêmê vekişandin û rêbendên kontrolê bi çavdêriya hêzên DYA’yê vekişandin.
Li kêleka wê, biryara vekişîna hêzên DYA’yê ji xaka Sûriyeyê ya ku di serdema serokê berê Donald Trump de hatibû dayîn, derfet ji dewleta Tirk a dagirker re vekir da ku çavnebariyên xwe yên di herêmê de bidomîne. Li wir dewleta Tirk a dagirker peymana xwe têk bir û li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî êriş pêk anîn. Li hemberî wê gelek aliyên leşkerî û siyasî yên DYA û dewletên Ewropayê nerazîbûna xwe nîşan da û serokê DYA’yê bi paşguhkirina destekdayîna hevkarên xwe yên têkoşîna li dijî DAIŞ’ê tawanbar kirin.
BERXWEDANA LEHENGÎ GEL KIRE YEK
Hemwextî êrişê, QSD’ê ragihand ku ew amade ye li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe bide. QSD’ê bi navê “Berxwedana Rûmetê” di 19’ê heman mehê de berxwedaneke 10 rojan li hember balafir, moşek û çekên qedexekirî da meşandin.
Ji ber berxwedanê, zexta gel a mezin a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û zexta civata navneteweyî, Rûsya, DYA û dewleta Tirk a dagirker neçar bûn ku tenê her du bajar û hin gundên wan werin dagirkirin.
Ji bo ku ev peymana li ser hesabê gelê Sûriyeyê were veşartin, DYA got wê bi dewleta Tirk re peymana agirbestê pêk anî. Her wiha di 22’yê heman mehê de Erdogan serdana Rûsyayê kir û li wir bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re hevdîtin kir. Piştre di navbera QSD û Rûsyayê de lihevkirinek çêbû, li gorî wê dewriyeyên Rûsyayê li deverên di navbera artêşa Tirk a dagirker û herêmên Rêveberiya Xweser de, li dar bikevin, polîsên leşkerî yên Rûsyayê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bibin, her wiha nobetdarên sînor ên hêzên hikumeta Şamê li wan deverên di navbera her du aliyan de werin bicihkirin.
Tevî wê jî, dîsa çavnebariya dewleta Tirk a dagirker bi dawî nebû û êrişên xwe bi armanca dagirkirina deverên din ên herêmê heta îro didomîne. Di êrişan de balafirên bêmirov û yên şer bi kar tîne û binesaziya herêmê û pêşengên şoreşa li herêmê hedef digire.
Bi dagirkirina her du bajaran re, dewleta Tirk a dagirker dest bi guhartina nasnameya her du bajaran kir. Ew jî bi rêya guhartina demografiyê, nexasim ku wê niştecihên resen koçber kirin û malbatên çeteyên xwe, di serî de yên DAIŞ’ê, li şûna wan bi cih kirin. Her wiha materyalên dibistanan ên tirkî û diravên tirkî li her du bajaran ferz kirin.
Di encama dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de zêdetirî 300 hezar sivîl koçber bûn û li şûna wan malbatên çeteyan tevîyên iraqî, Efgan û Tirkmen hatin bicihkirin.
Li gorî amarên Rêveberiya Xweser, nêzî 100 hezar sivîl ji Girê Spî û gundewarên wê koçber bûne. Her wiha 6 hezar û 31 hezar koçber li kampa Girê Spî ya ku di 22’yê Mijdara 2019’an de li bajarokê Til Semin ê bakurê Reqayê hatiye avakirin, dimînin. Koçberên din jî li Reqa, Tebqa û Kobanê belav bûn.
Koçberên Serêkaniyê li Kampa Waşûkanî ya ku di 2019’an de hatiye avakirin, dimînin. Di kampê de 14 hezar û 714 kes (2 hezar û 373 malbat) hene. Piştî zêdebûna hejmara koçberan Rêveberiya Xweser kampeke din li bajarê Hesekê vekir. Di kampê de 14 hezar û 73 kes bi cih bûn.
Hejmara koçberên li derveyî kampan wiha ne: li Dirbêsiyê hezar û 150 kes (230 malbat), li Til Temirê 4 hezar û 500 kes (900 malbat), li Zirganê 2 hezar kes (400 malbat), li bajarê Hesekê 6 hezar û 590 kes (hezar û 600 malbat) û li Erîşeyê 9 hezar kes hene.
Her wiha, li navenda bajarê Qamişlo 3 hezar û 470 kes (694 malbat), li Girkê Legê 161 kes (323 malbat), li Amûdê hezar û 550 (310 malbat), li Til Hemîs 150 kes (30 malbat), li Tirbespiyê 965 kes (193 malbat), li Til Birak 70 kes (14 malbat), li Çilaxa 575 kes (115 malbat) û li Dêrikê 4 hezar û 330 kes (866 malbat) hene.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şêniyên 15 gundên êzidiyan ên Serêkaniyê û derdora wê dan koçberkirin, dest danîn ser 65 xanî û hemû sermiyana êzidiyan, 80 gund li gundên Dawidiyê û Xurbet Cimo hatin wêrankirin, li şûna wan xaniyan baregehên leşkerî hatin avakirin. Gorên êzidiyan hatin vekirin û cenaze jê hatin derxistin.
Her wiha di rojên pêşîn ên piştî dagirkirinê de 400 çeteyên DAIŞ’ê yên ji Iraqê li Serêkaniyê û Girê Spî hatin bicihkirin, hezar û 400 çeteyên sûriyeyî û malbatên wan ji Idlibê anîn û li herêmê hatin bicihkirin û 78 sivîl bi hinceta karkirina di saziyên Rêveberiya Xweser de hatin revandin.
[1]