Ji nirxandinên Rêber Abdullah
OcalanOcalan pêvajoya beriya komploya navneteweyî
Rêber Abdullah Ocalan peymanên ji bo derxistina wî ya ji Sûriyeyê hatine îmzekirin bi Komploya Navneteweyî ku hîna berdewam dike pênase kiriye.
Ji nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan pêvajoya beriya komploya navneteweyî
9’ê Cotmeha 1998′an de Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket, pişî 11 rojan, an ku di 20′ê Cotmeha hema salê dewleta Tirk a dagirker û Sûriyeyê peymana Edeneyê îmze kir.
Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de pêvajoya beriya komploya navneteweyî û peymana Edeneyê bi berfirehî nirxandiye.
Beşek ji nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan wiha ye:
Hevkêşeya rê li ber pêvajoya derketina min a ji Sûrî vekir, hînê balkêştir e. Têgihiştina ez ji Sûrî derxistim, ya rastî xwe dispêre şerê nakokiya di navbera payedana min a dostaniyê û siyaseta Kurd a Îsraîlê de ye. Nemaze Îsraîl piştî şerê Cîhanê yê Duyemîn di pirsgirêka Kurd de bi patrontiyê rabûye. Ji lewra di şexsê min de li çareseriya duyemîn a pirsgirêka Kurd nikarîbû xwe ragire. Li hemberî vê rewşê gelekî nazik bû. Ji sedî sed ev rewş li hesabê wê nedihat. Divê ez heqê wê nexwim; MOSSAD yekser nebe jî ji bo ez riya wê qebûl bikim ez vexwendim. Lê ji bo vê jî ez ne ji alî exlaqî ve û ne ji alî siyasî ve vekirî û amade bûm. Rêveberiya Ereb a Sûrî nexwest em ji têkiliyeke giranî taktîk bibihurin. Jixwe rêbertiya Hafiz Esed bi saya şerê hegomonîk ê DYA û Sowyetê peyda bûbû. Piştî ku Sowyet ji hevdu ket ji Sûrî nedihat ku ti têkiliyeke taktîk di vê qonaxa nazik de biparêze. Sûrî bi min re –bi PKKê re- tewazunek bi Tirkiyê re datanî. Mîna ku ji bo gefxwarina Komara Tirkî ya di salên 1958’an de li ser Sûrî û meyla wê ya zêde ji bo têkiliyan bi Îsraîlê re dixwest bersivekê bide. Ji bo têkiliyeke taktîk a demdirêj PKK weke amûrekî baş rê û derfet dida. Nedixwestin bibînin ku wê ev têkilî rê li ber polîtîkayeke duyemîn a Kurd veke. Bi tevahî hewldanên rêveberiyên Tirk nikarîbûn pêşî li vê yekê bigirin.
Ji vê bibîrxistina kurt jî tê fêhmkirin ku hêza rastî ya ez ji Sûrî derxistime Îsraîl e. Bêguman, rola hêza siyasî ya DYA’yê û zora eskerî ya Tirkiyê jî di vê de heye. Divê neyê ji bîrkirin ku Îsraîlê hînê ji salên 1950î ve bi Tirkiyê re peymanên veşartî mohr kirine û di sala 1996’an de jî bi navê ‘antî-terorê’ peymaneke din li vê zêde kiriye û bi vê yekê, hevgirtina dij-PKK a DYA-Îsraîl-Tirkî temam bûye.
Faktoreke din a girîng ku divê em li vê pêvajoyê zêde bikin ew e ku rêveberiyên PDK û YNK′ê yên bi DYE û Îsraîlê re di nava têkiliyê de bûn, bi rêveberî û Meclisa Federe ya Kurd a di sala 1992’an de hat avakirin bi Komara Tirkiyê re li ser hîmê dij-PKKê hevkarî dikirin. Bêguman, di şert û mercên wê demê de hukûmetên Komara Tirkiyê û Artêşa wê bi têgihiştineke taktîkî tevdigeriyan. Lê dîrok jî meşeke xwe ya xweser heye. Têgihiştinên pirrcure bûyerên girîng diyar dikin. Ji mêj ve, aliyê Tirkiyê ku pê xapiyaye û îro jî herî zêde her kes lê hêrs dibe, egoîstî, tengî û yekalîtiya wê ye.
Di sala 1998’an de ji ber van faktorên dijber ên gihiştin hevdu, ez ji Sûrî derketim. Divê ez eşkere bibêjim; ez jî li xwe hayil bibûm ku derketina min a ji Sûrî hewce dikir. Ez demeke zêde dirêj li wir mam. Lê belê balkêşiya pêşketina xeta polîtîk a ji bo Kurdistanê û helwesta min a dostaniyê ku min dixwest bigihînim asteke stratejîk, hema bêje min kiribûn êsîrê xwe. Rêveberiya Sûrî di asta herî jor de fikarên xwe yên ji ber vê yekê bi taybetî destnîşan kiribûn. Divê ez di vî warî de li xwe mikur bêm. Lê ez hînê jî li girîngiya dostaniya gelan di asta stratejîk de xwedî derdikevim û dibêjim; dev jê nayê berdan. Heman têgihiştinê ez birim Yewnanistanê. Bi dewleta Yewnan re nebûya jî di asta duyemîn de danîna dostaniyeke qedirbilind bi gelê Yewnan re bala min dikişand. Bi çanda wan a klasîk û dîroka wan a trajîk re danûstendin gelekî girîng bû. Jixwe erka dostaniyê ev yek li ser mirovî ferz dikir.
Rêyeke din a ku min karîbû pêde biçûma çiyayên Kurdistanê bûn. Dema ez zarok bûm navê, ‘Dînê Çolê, dînê Çiyê’ jî li min kiribûn. Lê ji ber du sedeman min ev plan weke alternatîfa duyemîn dihişt. Li çiyê, li devera ez bimama wê bi her cureyê sîlehan bombe bikirana, zirareke mezin wê li heval û gelê me bibûya. Wexta min ji vî alî ve li mijarê temaşe dikir, eşkere min didît ku tenê rê û rêbazên eskerî wê bikevin dewrê û bi tevahî rêya eskerî wê xwe li ser me ferz bikira. Ya din jî ew bû ku ciwan pir bêperwerde bûn û ji sedî sed diviyabû min ew perwerde bikirana. Ji ber baweriya bi van her du pêdiviyan, min xwe ji rêya çiyê kir.
Xulase, li Tirkiyê gelek derdorên fermî û nefermî digotin; ‘Me ew di quncikê de asê kiriye, binêrin me çawa encam girt.’ Îdîayên bi vî rengî ji rastiyê dûr bûn. Jixwe heman polîtîka tengavkirinê gelekî li ser Îran û Iraqê dihat ceribandin. Encamdana van polîtîkayan bidin aliyekî, berevajî dibûn sedem ku bi çavkorî di nava mijar û çiravê de bist bibin, biçikin. Têkiliyên taktîkî yên bi Îran û Sûrî re ji niha ve nediyar in, wê bi xwe re çi encaman bînin. Mirov dikare bibêje polîtîkayeke welê ye, bi gelek encaman avis e. Kengî dualîteya DYA-YE-Îsraîl an jî Îran-Rûsya-Çînê zelal bibe, gelo hukûmetên komarê ji her encamê re amade ne?
[1]