#Kurdan# Xîlafeta Osmanî ya di xeta Heleb, Mûsil û Kerkûkê de têk bir-2
ALAN ROJ
NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî ku komên terorist ên piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirtin wekî Cebhet El-Nusra, Lîwai El-Tewhîd, Ehrara El-Şam û herwkî din li ser destê şervanên Kurd li Rojava û Tevahiya Bakurê Sûriyê di sala 2013'an de hatin qeliskirin, her wiha şîîtiya Îranê li Îrqê xwe bi cih kirin û di nava desthiladariya Îraqê de xwe bi cih kirin. Metirsîna komên sine yên girêdayî Tirkiyê li Îraqê zêde bûn, di heman demê de koma Ixwan Mislimîn (Birayên Misilman) li Sûriyê ku şoreşa gel a Sûriyê dizîn. Mûsil û gelek bajar û bjarokên derdora wê radestî çekdar û siyasiyên girêdayî Tirkiyê hatin kirin. Radestî DAIŞ'ê hate kirin, Armanca wê jî ew bû ku pêşketinên şîtiyê li herêmê rawestîn in.
Dewleta xîlafetê pirojeya herî nêzîk a ji xewna Tirkiyê ye, ew hewldanek nû ye.
Mudîrê Buroya Istixbaratan a Nînewa El-Seyîd Nacî derbarê desthiladariya Tirkiyê ji Mûsilê re wiha dibêje: desthildariya filî ya li Mûsilê qunisilisê Tirkiyê bû. JI ber rêveberê istxbarataye, belgeyan nîşan dide, dibêje ku dewleta herî zêde destê xwe di Mûsilê de hebû Tirkiyê bû. Qunsilisê Tirkiyê û dîplomasiyên pê re dema DAIŞ derbasî bajar bû, qebûl nekirin derkevin. Nacî, her wiha da zanîn ku wê demê qunisilê Tirkiyê ji wan re gotiye hûn derkevin, karê wan heye wê pêk bîn in û ew dikarin xwe xilas bikin.
Qonaxa duyemîn a dagirkeriya li Îraq û Sûriyê di riya DAIŞ'ê re pêk hat, pê re gelek pere hatin veqetandin, herwiha piştgiriya çapemeniyê û lojistî ji DAIŞ'ê re hate dayîn. Endamên biyanî di riya Tirkiyê re derbasî herêmê bûn. Ev di itîrafên endamên DAIŞ'ê yên girtî ji ejansa me re, her wiha di riya beglgeyên Wiliks ku ji gelek ajansên cûda hatine girtin, vê yekê isbat dike.
Diyar kirn ku Erdogan şandeyên xwe şandin Bexdayê a de rola wî di misogerkirina aktîfkirina rola komên sinî di hikûmeta Îraqê de pêk bîne, her wiha derbeyê li kurdan bixe. Ev biranberî metirsîna DAIŞ û Qaîda bide rawestandin. Di heman demê de şandeyek payebilind şand paytexta Sûriyê û bi wan re jî li ser hin sererastinkirina lihev kirin. Di encamê de wê beşek desthiladariyê radestî Ixwan Mislimîn were kirin.Wekî çawa li Misr û tunis. Ev beranberî ku Erdogan dawiya opozisyona heyî bîne.
Ji rêveberiya parêzgehê, ber bi rêveberiya aloziyan ve ji Tirkiyê re serkeftine
DAIŞ piraniya herêmên di navbera Mûsil û Helebê dagir kirin. Pê re serkeftinên dewleta Tirk jî mezin bû, Tehdîda wî li ser cîran zêdetir bû. Beşek ji dîplomasiyên xwe li Mûsilê hiştin da ku wekî behane wan nîşan bide. Di heman demê de wekî behane ji bo balafirên wê balafiran li dijî Mûsilê bi Amarîka re nekev in tevgerê.
Bi vê yekê sê salên destpêkê yên hebûna DAIŞ'ê li ser sînorê Tirkiyê, serkftineke aborî ya mezin bû, ev li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê û xêra xaka wê pêk hat. Wîlayetên Xazî Êntap, Orfa, Entakiya bûn cihên kargehan li şûna Heleb, Hema û Idlibê, berhemên wan ên çandiyê û sewalvaniyê jî piştî hatin dizîn, hatin çewistandin. Ev herêmên Sûriyê yên navborî bûn qadên firotina çekên navdewletî.
Tenê li Entabê hejmara şirketên Sûriyê yên di dema DAIŞ'ê gihiştin 209'an.
Di sala 2015'an de wezîrê parstiên ê Rûsiya di kongreya çapemeiyê de got ku Rêveberiy Tirkiyê ya bilind û Erdogan destê wan di derxistina neftê bi riyên e fermî re heye.
Piştî balafira şer a Rûsiya ji aliy êTirkiyê ve hate xwarên, Wezareta parastinê ya Rûsiya dest b ibelavkirina wêneyên ku ji Udiyan ve hatine kişandin kir. Di dîmenan de dyar dibe çawa karwanên kemyonaên nefta ku bi dizî di sînorê Sûriyê re derbsî Tirkiyê dibe. Wê demê Rûsiya şîrove dikir, çawa nefta DAIŞ 'ê bi qîmeta sê milyon dolar roane derbasî Tirkiyê dibû.
Wikliks jî 57 hezar û 934 peyamên girêdayî wezîrê Enerjiyê û zavayê Erdogan ku têkiliya bi DAIŞ'ê re eşkdar dike. Ji aliyê xwe ve jî berpirsên Tirkiyê yên payea bilind Refîq Yelmaz û Mihemed WLî Edîb Ooglo eşkere bikin ku di nvbera hikûmeta Tiriyê û DAIŞ'ê de xeta neftê ku ji Iskenderona û heta Orfa, her wiha Kilisê heye. Sûdên wê jî dighêjin 800 milyon dolar. Her wiha hate destnîşankirin ku istxbaratên wan çekan didin teroirstan.
Hêzên QSD'ê jî belgeyên u têkiliya DAIŞ'ê û dewleta Tirk nîşan dide. Çeteyên DAIŞ'ê di belgeyên xwe yên fermî de ya girtina alavan danîne ji eniya Tirkiyê, bê ku muhir û imzeyên fermî li ser Waiyê DAIŞê yê Reqayê hebe.
Dewleta Tirk xwest van siyasetên xwe yên bi navê guhertina dîmogragî û tirkirinê lio herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de bidin eşandin. Diyar bû ku bi sedan malbatên Exor, Tirkisatan û Dagirstan, Tirkiyê jî, her wiha ji welatên din ên Astiya anîn da ku tevlî dewleta xîlafetê bibin. Armanca Tirkiyê ji vê yekê jî pêşxistina hebûna xwe ya li herêmê be, Piraniya wan koçberan di riya Tirkiyê re û li ser banga wê di bin navê piştgiriya xîlafeta Isamlî ya DAIŞ' hatin herêmê.
SIBE: Diri El-Firat û bermahiyên DAIŞ, Kurd pîlanên dewleta Osmanî têk birin.[1]