#Kurdan# Xîlafeta Osmanî ya di xeta Heleb, Mûsil û Kerkûkê de têk bir-1
ALAN ROJ
Hebûna dewleta Tirk li Beşîqa ya Îraqê, her wiha li Idlib û Efrîn ên Sûriyê di çarçoveya pîlanên wan ên pêkanîna pirojeya Osmaniyan pêk hatiye. Dewleta Tirk piştî hilweşandina desthiladariya Sedam Hisên a Îraqê li ser pêkanîna wan pîlanên xwe yên Osmanî di herêmê de tevdigere. Di vê çarçoveyê de tevlheviyê di herêmê de derdixe. Pirsyarên xwe didin deder jî ew e pirojeya xwe di ser kê re didin meşandin û heta niha gihiştine çi, her wiha gelo xewnên xwe pêk anîne lê na?
NAVENDA NÛÇEYAN –Di vê dosya me ku ji 4 beşan pêk tê, em ê rûpelên dîroka nêz ên tevgera dewleta Tirk ji dema AKP'ê hatiye ser desthiladariyê û heta niha vebikin. Ji ber AKP'ê sedema sereke ya aloziya di navbera gelên herêmê de ye. Ji bo xewnên dema Osmaniyan pêk bîne, di aliyê leşkerî, siyasî û civakî de tevgeriyan û xwestin xeta ji Kerkûk, Mûsil û Helebê kontrol bike.
Di van salan de çawa gelê kurd pîlanên dewleta Tirk têk birin û parstina aramiya hermê kirin. Kurdan bi projeya xwe ya demokratîk û îradeya xwe ya ji pola sînorên Îraq û Sûriyê yên navdewletî parastin. JI ber vê yekê Dewleta tirk êrîşî Efrînê û herêmên din ên Sûriyê kir, da ku ji çeteyan re bike navenda pêkanîna pîlanên xwe.
Piştî ketina rêjîma Sedam Hisên
Piştî rêjîma Sedam Hisên hilweşiya, qonaxeke nû hat pêşiya Tirkiyê, bi taybet bi hatina AKP' ya ser desthildariyê. Her wiha piştî ku gelê kurd rêveberiya xwe li Başûrê Kurdistanê bi parastina Amarîka bi dest xist. Vê yekê metirsîna dewleta Tirk zêde kir û aloziya bê baweriyê di navbera Amarîka û dewleta Tirk de çêkir. Tirkiyê Başûrê Kurdistanê wekî metisîn ji xwe re hesab kir. Li ser vî esasî dewleta Tirk dest bi dagirkeriyê kir. Armanca dewleta Tirk ji vê yekê jî ew bû ku tevlîheviyê di herêmê de çêbike û xewna xwe ya dîktatoriyê ya kevin li Sûriyê û Îraqê pêk bîne.
Hêzên Amarîkî li qezaya Daqûq a Kerkûkê 12 leşkerên girtin. Ev bûyer piştî hilweşandina rêjîma Sedam Hisên bi çend hefteyan p êk hat. Xew li piştî karwanekî mirovî vedişartin û dixwestin ku tevlîheviyê di herêmê de derbixin. Ew li riyekê digeriyan ku bi navê Pêkanîna aştiyê xwe li Îraqê bi cih bikin û noqteyên xwe yên çavdêriyê saz bikin. Bi taybet li Mûsil û Kerkûkê. Bi vê yekê jî ji ezmûna Qibrisê sûd wergirtin. Rojnameya Tim a Amarîkî e bûyer vegot.
Li gorî rojnameyê Komansos ên Birîtanî yên navdeweltî diyar kir ku istxbaratê Tirkiyê piştî ruxandina rêjîma Sedam Hisên dest bi perwedeya komên çekdar ên Eniya Turkmanî kir. Li parêzgehên Kerkûk û Mûsilê çek dan wan, bi vê yekê jî tevlîhevî di herêmê de derxistin. Armanca wan ji vê yekê jî ew bû ku tevlîheviyê di herêmê de derbixe û eniya xwe ya şerê kurdan saz bike.
Belgeyên istxbaratan û raporên ragîhandinê yên Ewropa, her wiha yên taybet ji ajansa me re diyar kirin ku piştî hatina Amarîka ya Îraqê Tirkiyê ji Amarîka re bû riyeke sereke ji endamên Qaîda re, di heman demê de rêjeye welatiyên Tirk ên di nava Qaîda û DAIŞ'ê de cih girtin zêde bû. Li Sûriyê jî sînorê di navbera herêma Dêrazrê û Qezaya Beac a Îraqê riya tevgera teroristan a di navbera Sûriyê û Îraqê de bû.
Bi vê yekê di riya Qaîda tevlihevî di herêmê de derxistin. Di heman demê eşîreyên sinî yên Îraqê ji bo berjewendiyên xwe li Îraqê bikar anîn. Riyeke bi ewle ji teroristan re vekir. Ev bû riya destpêkê ya destwerdana mezin a Tirkiyê di Îraqê de bû. li gorî mukirbûna teroirstê Tirk Hesan Cankilî (Ebû Hemza) ku endamekî Qaîda li Efganistanê bû û di şerê Reqayê de hate girtin, diyar kir ku ew di riya Tirkiyê re tevlî DAIŞ'ê bû. Ebû Hemza diyar kir ku ew li Efganistanê bi istxbaratên Tirkiyê re civiya û da zanîn ku riya endamên Qîda û hemû komên girêdayî wê Istenbol e.Bi taybet jî taxa Fetih a wî bajarî.
Li Sûriyê jî tevgera rêxistina Birayên Misliman destpê kir, dest bi tevgera ber bi Tirkiyê ve kirin. BI taybet piştî ku Erdogan hate ser desthiladariyê û partiya wî hemû civînên pîlanên bi rêxistina Ixwan Mislimîn re girtin.
Di sala 2006'an de têkiliya di navbera herdû aliyan de (Dewelta Tirk û Ixwan Mislimîn) hate xurtkirin. Danûstendina di navbera herdû aliyan de zêde bû, kongireyên xwe li Tirkiyê lidar xistin, diheman demê de rêveberên Ixwanan navenda xwe kirin Tirkiyê. Erdogan di wan de hêviyên xwe û riya pêkanîna xewnên xwe yên herêmî li Rojhilata Navîn di wan de dît. BI taybet da ku serdema Osmaniyan li Rojhilata Navîn vejîn bike.Herdû aliyan jî li ser vê yekê li hev kirin. Wê piştiriya Ixwan Mislimîn li Misrê, Lîbiya, Sûdan, Yemen, Tunis, Sûriyê û Îraqê were kirin. Navenda rêveebriya wan jî wê Tirkiyê be. Bi vê yekê jî wê pîlanên Osmaniyan li herêmê pêk were.
ALavên Erdogan ên dagirkeriyê
Erdogan ji bo pêkanîna pîlanên xwe, Eniya Turkman û Al Nicyefî li Îraqê û komên tundrew û Terorist li Sûriyê bikar anîn. Gelek caran Erdogan an jî hin rêveberên partiya wî derketin û pîlanên xwe û niyetên xwe derabrê xaka Mûsil, Heleb û Kerkûkê de eşkere dikin û digotin ku ew heqekî wan e.Heta asta ku istixbaratên Tirkiyê çalakiyek veşartî li Başûrê Kurdistanê pêk anîn. Ev di sala 2003'an de bû piştî hilweşîna Sedam Hisên bû. Navendê Tabo ya erdên Kerkûk û Mûsilê şewitandin û taboyên nû amade kirin.
Li Îraqê hebûna turkmenan li Mûsilê ji aliyê Al El-Niceyfî ku dixwazin Kerkûk tevlî Tirkiyê were kirin hebûna Tirkiyê diparêze. Li Kerkûkê jî Eniya Turkmanî ku herêma Kerkûk, Til Efer, Tozxurmato û beşek ji herêmên Hewlêrê wekî xaka Tirkiyê hesab dikin û navê Turkmen Êlî lê dikin. Niyeta wan jî parçebûnê radike. Rola Barzanî jî di pêkanîna pîlana Tirkiyê de heye. Ji ber ku wî li van herêman ji bo zêdekirina hebûna Tirkiyê di riya xeta sinî de kar kir.
Herdû komên behsa mijarê bi xurtî ji aliyê dewleta Tirk ve piştgiriyê digrin. Ji bilî herdû tevgeran tevgerên siyasî yên di bin banê Koalîsyona Mutehdîn Lilislah a Sinî jî di bin banê Tirkiyê û Erbistana Siûdiyê de kar dikir. Armanca wan jî wekî banekî siyasî tevbigere û li beranberî Îran û tevgera wê ya Şîî were bikaranîn.
Li Sûriyê jî ji destpêka aloziya Sûriyê û heta niha Erdogan amadekariya pîlanên xwe di riya rêxistina Ixwan Mislmîn (Birayên Misliman) kir. Bi hemû rêbazan ji bo wan bîne ser desthiladariya Sûriyê kar kir, ev endamên opozisyonên bi xwe jî anîn ziman.
Erdogan û berpirsyarên Qeterê lihev kirin ku wê pereyan bişîn in Tirkiyê û istixbarên Qeter û Tirkiyê pereyan ji bo rêxistina Ixwan Mislimîn li Sûriyê xeric bikin. Ji wan re 300 milyon dolar salane hate destnîşan kirin. Bi vê yekê wê Ixwan li Sûriyê di riya belavkirina pereyan li malbatên xizan wê li Sûriyê belav bibin. Wiha jî wê bingeha xwe ya gelerî li bajarên gelê wan xizanin ava bikin.
Heysem Menai ji Rojnameya El-Sefîr a Lubnanî re got ku lîsteya opozisyona Sûriyê ku Tirkiyê bingeha wê daniye hate sazkirin û destnîşan kir ku Dewleta Tirk li ser disekinî û di hemû kesên di 24'ê nîsana 2011'an de ji bo civînê hatin vexwendin ji aliyê Tirkiyê hatin diyarkirin. LI gorî Manai ew jî di riya Cigerê Serokê odeya Karsazên Karên Islamî yê Tirkiyê Xezwan El-Misrî ve pêk hat. Lîsteya kesayetên ku wê beşdar bibin û ew ji 18 kesan pêk tê hate diyarkirin. Di wê demê de Meni eşkere kir ku tevgera Tirkiyê ya Ixwana ye, he wiha da zanîn ku ev yek tevgera sivîl a li Sûriyê dixe metirsîneke mezin.
SIBE: DAIŞ'ê ji bo berhevkirina komên belavbûyî li Îraq û Sûriyê bikar anî[1]