#Sûriya# di nava aloziyê de bûye sûka bazarên Rûsiya û Tirkiyê
Rûsiya û Tirkiye li ser hesabên komên ku navê opozisyonê li xwe dikin û gelê Sûriyê , bazaran dikin û herêman bi hev didin guhertin. Di encamê de dewleta Tirk a dagirker beşek ji xaka Sûriyê dagir kir. Kantona Efrînê jî beşek ji van bazarên wan bû, di encamê de Efrîna aram bûye herêma rijandina xwîna kesên bêguneh.
Sûriya di nava aloziyê de bûye sûka bazarên Rûsiya û Tirkiyê
DOSYA
8 nîsan, 2018 05:54
+
AZADSEFO-HOGIR NECAR/ NAVENDA NÛÇEYAN
Lihevkirina yekem… Heleb beramberî Cerbalus û Ezazê hat dayîn.
Roja 31'ê kanûnê ji tevahî gelê Sûriyê re demek pir girîng e. Gelê Sûriyê wê nikaribe vê dîroka rewş ji bîr bike. Dema ku hikûmeta Tirk û Rûsiya li ser firotina xaka Sûriyê li hev kirin.
Rûsiya ku dijminatiya tevgerên islamî yên radîkal dike û Tirkiya ku AKP'ê rêveberiya wê dike. AKP'ê ji xwe ji Partiya Refah ya Islamî derketiye, ji bo raya giştî ya cîhanî û herêmî derbarê helwesta Islamê tevlîhev bike, tevdigere. Her duyan xaka Sûriyê kirin meydana hesabên xwe. Herêm firotin hev, li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyan.
Rûsiya ku piştgiriya rêjîma Sûriyê ya heyî dike. Bi dewleta Tirk a ku rêveberiya terorê dike re, lihevkirina Heleb wekî gava destpêkê li ser masê pêk anî. Di encamê de nêzîkatiyên Rûsiya û Tirkiyê pêk hat. Ev pêşketin piştî hêzên ezmanî yên Tirkiyê di 24'ê mijdara 2015'an de balafira şer a Rûsiya anîn xwarê pêk hat. Di encama vê lihevkirina ku ne hat ragihandin de wê çekdarên girêdayî Tirkiyê bêyî li ber xwe bidin ji rojhilatê Helebê derkevin. Ev lihevkirin li gorî dilê hêzên rêjîmê bû. Ji bo Tirkiyê jî rê hate vekirin ku hêza li bakur-rohilatê Helebê hêza herî dawî ku şerê DAIŞ'ê dike, xwe nîşan da.
Dewleta Tirk ku serkêşiya hêzên terorîst dikir, bi hêsanî karîbû şerê li dijî wan koman bide meşandin. Ev bi serkêşiya istxbaratên Tirkiyê û rêveberiya Serokomarê Tirkiyê Receb Teyp Erdogan pêk hatin. Di encamê de dewleta Tirk a dagirker bi hêsanî derbasî xaka Sûriyê bû, li Ezaz û Bab û Cerablusê al û cilên DAIŞ'ê dan guhertin û wiha herêm dagir kir.
Gava yekem ku dewleta Tirk ji bo Rûsiya piştî xistina balafira wan a şer ku li Sûriyê pêk hat razî bike, erêkirina wan a ketina xaka Bakurê Sûriyê bû. Heleb da hêzên rêjîmê. Dewleta Tirk ji çeteyên xwe yên navê Artêşa Azad li xwe dikin, xwest ku xwe ji Helebê vekişînin. Ev di encama lihevkirinekê de pêk hat. Bê ku li ber xwe bidin Heleb radestî hêzên rêjîmê kirin.
Ji bo hebûna xwe ya li Bakurê Sûriyê rewa nîşan bide, çeteyên xwe ji Helebê kişandin , dewleta Tirk alên DAIŞ dan guhertin û ew bi navê mertala Firatê (Diri El-Firat) dan bikaranîn. Dewleta Tirk bi alîkariya van çeteyan 2 hezar û 200 KM2 erd li herêmên bakur-rojilatê Helebê dagir kir.
Di vê yekê de Rûsiya sûd wergirt, ji ber ku wê dixwest komên çekdar ên bi navê Artêşa Azad tune bike. Wan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne, bi vê yekê jî Tirkiyê alîkariya wê kir.
Lihevkirina Duyemîn/Astana bû:
Dewleta Tirk vê carê lihevkirina sêalî bi Rûsiya û Îranê re li Astana pêk anî. Her sê aliyan di wê lihevkirinê de herêmên Kêmkirina bê çalakiyên şer ragihandin. Lihevkirina wan di gulana sala 2017'an de li ser tevahî Erdnîgariya Sûriyê bû. Di Astana 4'an de rê li ber şerê mezintirîn hêza çeteyan a li Sûriyê (DAIŞ) hate destpêkirin. Hêzên rêjîmê li Tedmur (Palmêra) serkeftinên mezin li pey hev bi dest xistin. Ev jî di riya lihevkirina sêalî ya di navbera Tirikiye, Rûsiya û Îranê de pêk hat. Li gorî lihavkirinê Tirkiyê ji çeteyên DAIŞ'ê xwest ku herêman bêyî ku li ber xwe bide radestî rêjîma Sûriyê bike. Wiha yekem armanca lihevkirina sêalî pêk hat.
Di vir de dewleta Îranê ya ku dixwest Kevana Şîî ava bike û riya bejahî di navbera Tehran û Beyrûtê di riya Bexda û Şamê re veke, Hizb El-Ah ji bo vê armanca xwe bi kar tanî, bi ser neket. Ji ber ku hêzên QSD'ê bi alîkariya Koalîsyona Navdewletî gelek herêmên Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. Cihê herî girîng ku hate rizgarkirin Reqa bû, bi vê yekê derbeyeke mezin li armancên Îranê ket.
Lihevkirina Sêyemîn Efrîn/Xûta Rojhilat:
Efrîn beramberî Xûta Rojhilat hate dayîn. Vê carê lihevkirina wan ne li ser DAIŞ û komên radîkal bû, lê belê Tirkiya ku dixwaze Osmaniyan ji nû ve vejîne, di serî de têkbirina gelê kurd û projeya demokratîk a Bakurê Sûriyê xistiye armanca xwe. Dewleta Tirk ji bo ku êrîşên xwe rewa nîşan bide û armancên xwe pêk bîne, navê terorê li hêzên YPG/YPJ û Rêveberiya Xweser a Demorkatîk a bajarên Bakurê Sûriyê kir.
Hêzên YPG/YPJ'ê yên ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de bala hemû cîhanê kişand ser xwe û li şûna hemû cîhanê şerê çeteyên DAIŞ'ê kir, niha Tirkiyê wan wekî terorîst bi nav dike. Her kes dizane eger ne ji berxwedana YPG/YPJ'ê ba wê niha ew komên çete li ber deriyê Til Koçer, Amûdê, Qamişlo, Serêkaniyê , Kobanê û heta Girê Spî bana. Ev hêza ku ji şêniyên Bakurê Sûriyê hatiye avakirin, li herêmê aramî û ewlekarî pêk anî.
Piştî ku hewldanên dewleta Tirk têk çûn, li bihaneyan geriya da ku êrîşî herêmên ku ji aliyê YPG/YPJ'ê ve hatine rizgarkirin, bike. Li ser sînor dest bi tevgereke nenormal kir û bendên kontorolê yên YPG/YPJ'ê yên şev û roj parastina sînorê di navbera Rojava-Bakurê Kurdistanê dikirin de kirin armanca xwe, lê hêzên YPG/YPJ'ê hemû hewldanên wan têk birin. Wan dixwest serdema Osmaniyan careke din nûjen bikin, Ixwan El-Muslimîn wekî bingeha gelê herêmê nîşan bidin, xwe jî wekî walî li ser wan feriz bike. Lez da xwe da ku lihevkirinên nû bi Rûsiya re bike, vê carê jî Efrîn beramberî Xûta Rojhilat hate dayîn. Rûsiya destûr da Tirkiyê ku êrîşî Efrînê bike, wan jî navê êrîşa xwe kir Şaxê Zeytûnê da ku êrîşa xwe ji raya giştî re rewa bikin hin xalên sereke pêk anîn:
1-Êrîşa xwe bi ewlekariya Tirkiyê ya netewî ve girêda, wiha gefên hundir ji xwe dûr xistin.
2-Êrîşa xwe bi mijarên mirovî ve girêda.
3-Ragihand ku hêzên YPG'ê metirsînê li ser wê çêdike, bi vê yekê jî xwest projeya xwe ya dagirkiriye rewa nîşan bide.
Rûsiya fermana destpêkê da Tirkiyê ku êrîşa xwe bide destpêkirin. Vê bi kişandina bargeha xwe ya leşkerî ji Efrînê û birina wê ya Til Rifetê dest pê kir. Til Rifet a ku Hêzên Şoreşger di destpêka sala 2016'an de rizgar kir.
Gava yekem a lihevkirina wan ew bû ku dewleta Tirk di bin navê opozisyonê de êrîşê pêk bîne, wiha jî xwest hebûna xwe rewa nîşan bide. Xala din jî hêzên rêjîmê xwe ji eniyên Idilbê kişandin û berê xwe dan Xûta Rojhilat. Hêzên rêjîmê bi fermandariya Suhêl El-Hesen û di encama lihevkirinekê de li derdora Şamê bi cih bûn. Herêma bingehîn a çeteyan a nêzî Şamê bû, herêmek ku derdora 105 KM2 di bin destê wan de bû.
Li eniya Idlibê tu êrîş ji aliyê Rêjîmê ve pêk nehat, beramberî wê jî Tirkiyê êrîşî Efrînê kir. Hêzên rêjîmê jî bê şer derdora 440 gund û bajarokên li başûrê Helebê, bakur-rojhilatê Hema û rojhilat-Başûrê Idlibê bê şer bi dest xistin. Çeteyên Cebhet El-Nusra û komên pê re jî, ji wan herêman kişiyan.
Di heman demê de çeteyên DAIŞ'ê xwe ji derdora 100 gund û bajarokên Idlib û Hemayê kişandin. Hêzên rêjîmê rê ji wan re vekir û 500 çeteyên wan tevî malbatên xwe radestî Cehbet El-Nusra û komên girêdayî wê bûn.
Armanca lihevkirina wan a sêyemîn jî parastina ewlekariya eniyên Idlibê bû, beramberî ku hêzên rêjîmê berê xwe bidin Xûta Rojhilat, ku çeteyên Ceyş El-Islam û Çeteyên Feyleq El-Rehman û Çeteyên Ehrar El-Şam a Islamî, her wiha Çeteyaên Heyet Tehrîr El-Şam (Nusra) lê bi cih bibûn. Ev jî beramberî ku dewleta Tirk a dagirker derbasî Efrînê bibe, bê ku hêzên rêjîmê li dijî wan derkevin.
Şerê ku çêdikirin:
Şerê tunekirina hebûnê li Idlib û rojavayê Helebê pêş ket tam beriya ku hêzên rêjîmê dest bi êrîşa xwe bikin. Beriya ku civaka navdewletî şerê Xûta Rojhilat a Şamê bide rawestandin, her du aliyên şer ku Heyet Tehrîr El-Şam ku yek ji fermadnarên wê yên bi nav deng Ebû Eymen El-Misrî hate kuştin, çeteyên Nûredîn Zengî û çeteyên Ehrar El-Şam a Islamî jî tevlî vî şerî hatin kirin. Şerê wan di encama lihevkirina bi Rûsiya re di şeva 20'ê sibatê de dest pê kir, çete li gorî lihevkirinê bi otobîsan ji Xûta Rojhilat derxistin û anîn Idlibê.
Di dema ev guhertin li ser asta Sûriyê çêdibû de, rola Tirkiyê ew bû ku Dema xwe ya Osmaniyan vejîne, da ku şerekî nû di herêmê de di navbera kurd û ereban de derxe.
Armanca wan a din jî ew bû ku hemû komên çete li cihekî diyar kom bike, wan li Bakurê Sûriyê û bajarên Idlib û Hemayê bi cih bike paşê wan radestî rêjîmê bike.
Di heman demê de aramnca ji van pîlanan ew e ku dewleta Tirk dema Osamaniyan vejîne, ji ber hêzên demokratîk ên Bakurê Sûriyê li ber wan bûne asteng, wê hemû hêza xwe ya pîlangeriyê bi kar bîne.[1]