Til Eran.. dîroka bi êş, hebûneke bi hêvî
MIHEMED EBDO-EHMED REŞÎD / HELEB
Til Eran (Girê Aran) navçeyeke Kurdî ya kevin û dîrokî ye. Li ser asta #Rojhilata Navîn# navenda çandinî û pîşesaziyê ye. Tevî çeteyan li dijî şêniyên wê komkujî pêk anîn, hîn jî berxwedana wê dewam dike.
Til Eran navçeyek Kurdî derdora 20 kîlometreyan li rojhilatê-başûrê parêzgeha Helebê dikeve. Girêdayî herêma Sifîrêya Heleb, hejmara niştecihê wê derdora 35 hezar kes e.
Di sala 2009'an de ji ber girîngiya wê ya dîrokî û şaristînî bû wekî navenda navçeyê. Di herêma Sifîrê de mezintirîn herêma kurd lê jiyan dikin e. Hejmara kurdan li Til Heasil, gundên Til Elem, kîbara, Belat û bajarê Til Ereban zêdeyî 70 kesî ye. Her wiha hin gundên din li herêmê hene, ku niştecihên wan kurd û ereb di nav hev de ne.
Di vê dosyê de em ê bi awayekî berfireh agahiyan li ser navçeya Til Eran di aliyê dîrokî, niştecih, aborî û çand û civaka wê de nîşan bidin.
Nav….
Navê Til Eran ji girê dîrokî tê û beriya 360 salî lê hatiye kirin. Şêniyên navçeyê destnîşan kirin ku berê hemû herêma di navbera Helebê û heta Palmêra (Tedmur) di dema Hisiyîn de navê Warê Kurdan lê dihat kirin.
Di girê navçeyê de şikeftên mezin hene. Welatî dibêjin ku ew ên qiral Aran e. Ew gir navenda wî qiralî bû. Wekî kelehekî bikar tanî û welatê xwe ji wir ve birêve dibir. Nave Til Eran jî ji nave gir û ji navê qiral hatiye.
Girê di herêma Til Ereban de yên wekî girê Til Eran, Diwêla, Hîroder, Hîrojîr û herwekî din dîroka wan vedigere sala 2 hezar û 500 dî beriya zayînê. Li gorî bermahiyên dîrokî jî hebûna kurdan li wê herêmê xwedî dîrokek dirêj e.
Dîroka Til Eran…
Rûspiyên navçeyê diyar kirin ku berê tirî li Til Eran dihate çandin û zeviyên wê girêdayî eşîreya El-Esaf a kurdî bun e. Paşê eşîreya Dena ya kurdên êzîdî û eşîreya Reşwan ji Bakurê Kurdistanê piştî nakokiyên di navbera eşîran de koçber bûn û hatin herêmê. Şêniyên Til Eran di çandiniyê û sewalvaniyê de dixebitin.
Li aliyê din jî beşek ji şêniyên herêmê dibêjin ku dîroka hebûna kurdan li Til Eran vedigera beriya 2 hezar û 500 salî. Di herêmê de şer û êrîş pêk hatin û herî dawî jî eşîrên Dana û Reşwan li herêmê bi cih bûn. Eşîra Dana a kurdî berê Heleb bi dest xistibû. Eşîra Reşwan jî herêma di navbera Heleb û Tedmur birêve dibir.
Ji ber êrîşên li ser herdû eşîran pêk hatin, herêmên wan teng bûn û di xaknîgariyek teng de bi sînordar bûn. Di herêmê de gelek siyasetên guhertina demografî pêk hatin.
Di encamê de beriya 360 salî herêmên herdû eşîran kêm bûn û tenê li Til Eran man. Til Hasil, Til Elem û Kîbara û navê herêmê bû Til Eran.
Di pirtûka Mucem El-Buldan ku bi zimanê erebî hatiye nivîsandin, navê Til Eran hatiye bibîr xistin.
Li gorî pirtûkê di herêmê de girekî dîrokî yê mezin heye. Ew mezintirîn girê dîrokî li tevahî herêma Helebê ye. Di dema Mîtanî de Eran tijî welatî bû. Her wiha di herêmê de şerên dijwar di navbera Mîtanî û Ferûniyan de pêk hat.
Di dema Aramiyan jî navê wê wekî Bêt Kûs hatiye pênasekirin.
Di sala 849'an beriya zayînê de Asûriyan herêma Bêt Kûsa tune kirin. Di encamê de Aramiyan dest ji Girê Eran berdan û Til Rifet (Erfad) ji xwe re kirin paytext.
Heta serdema navîn jiyan li Til Eran hebû. Di serdema islamî de jî xaknîgariyên islamî behsa wê kirin e. Yaqût El-Hemwî di pirtûka xwe de behsa Til Eran jî dike.
Til Eran, navenda aborî û bazirganiyê..
Ji ber erda wê û hebûna çêrê li herêmê, ji dema eşîrên kurdî li herêmê bi cih bûn, pez, bizin û hêştir xwedî dikirin. Di konên ku ji muyê bizinan dihate çêkirin, jiyan dikirin. Bi demê re xaniyên ji axê lêkirin û li herêmê bi cih bûn. Paşê li kêleka xwedîkirina sewalan dest bi çandiniyê jî kirin.
Ji ber ku xwedî herêmeke fireh a çandiniyê ye gelekî giringî ji bo Til Eran hatiye dayîn. Di herêmêde 120 hezar hîktar tê çandin. Berê darên tiriya herî zêde di herêmê de hebû. Lê ji ber pêwîstiya sûka herêmê bi zebzeyan hişt welatiyên herêmê li şûna tirî zebzeyên din jî biçîn in. ji ber salê 4 berheman ji zeviyên xwe radikin.
Di zeviyên xwe de pembo, nok û zebzeyan diçîn in. Ji ber di sûkê de zêde tê firotin herêmek fireh ji zeviyên wê de bacan têne çandin. Li aliyê din jî kargehek cebsînê û yek çêkirin a xertum hate vekirin, her wiha navenda temîrkirina dînemo û xetasên avê jî hatiye vekirin. Ev navend û kargehên hatine vekirin, karê welatiyên herêmê yên di çandiniyê de kar dikin, hêsan dike.
Asta perwedeyê
Di navçeya Til Eran de 7 dibistanên astên seretayî, navîn û amadeyî hene. Di sedsala 20'an de perwede di navçeyê de pêş ket.
Di navenda Navçeyê de nexweşxaneyek bi navê herêmê heye. Hemû beş tê de hene, hemû xebatkarên wê jî ji şêniyên herêmê ne. Di wan dibistanan perwede dîtin û li zanîngehên Sûriyê xwendina xwe bi dawî kirin.
Til Eran û 'Şoreşa Sûriyê'…
Bi destpêkirina aloziya Sûriyê ku navê Şoreşa Sûriyê lê hate kirin, dema alozî derbasî gundewarên Helebê bû, ciwanên Til Eran eniyek leşkerî bi navê Cehbet El-Ekrad saz kirin. Da ku parstina herêmên xwe bikin û rê nedin tu aliyan ciwanên wan birevîn, malên wan talan bikin û bidizin. Ciwanên gund karîbûn herêmên xwe biparêz in û ewlekariyê pêk bîn in. Ewlekarî û aramiya herêmê ne li gorî xweşiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bû. Lewma hevkarên wan Cehbet El-Nusra û hevkarên wan ê şer li dijî Til Eran ragîhandin, da ku dagir bikin û dîmografiya wê bidin guhertin.
Di 27'ê Tîrmeha sala 2013'an de zêdeyî 17 komên çete êrîşî Til Eran kirin, da ku nasnameya kurdî ji herêmê rabikin. Komên ku êrîşî Til Eran kirin ev in: Cehbet El-Nusra, çeteyên DAIŞ, Lîwai El-Tewhîd, Ehrar Cebel El-Zawiye, tabûrên Azadî û Selah El-Dîn ên girêdayî ENKS'ê êrîşî pêk anîn.
Di roja 30'ê heman mehê, piştî berxwedana sê rojan a li dijî komên çete şer giran bû, çeteyan Til Eran û gundên wê topbaran kirin, di encamê de 40 ciwanên parstina herêmê dikirin şehîd bûn. Çeteyan Til Eran dagir kirin. Di herêmê de dîroka reş li dijî gelê kurd destpê kir. Çeteyan komkujî pêk anîn, di encamê de bi dehan welatiyên Til Eran û Til Hasil hatin qetilkirin.
Bi hezaran malbatên herêmê koçber bûn, hejmarek mezin ji wan neçar bûn, mal û milkên xwe terik kirin û berê xwe dan kantona Efrînê. Çeteyan li ser daxwaza istixbaratên Tirkiyê demografiya herêmê dan guhertin. Çeteyan her wiha serê 7 ciwanên Til Eran jêkirin.[1]