Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,985
Wêne
  124,582
Pirtûk PDF
  22,128
Faylên peywendîdar
  126,842
Video
  2,194
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,537
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,810
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,767
عربي - Arabic 
44,219
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,772
فارسی - Farsi 
15,923
English - English 
8,538
Türkçe - Turkish 
3,838
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,184
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,842
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
5,075
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,775
MP4 
4,015
IMG 
235,088
∑   Hemû bi hev re 
275,377
Lêgerîna naverokê
Minbic.. serdema tarî û serînetewandina ji DAIŞ'ê re –3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her wêne ji sed peyvan bêtir dibêje! Ji kerema xwe re wêneyên me yên dîrokî biparêzin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Minbic.. serdema tarî û serînetewandina ji DAIŞ'ê re –3
Kurtelêkolîn

Minbic.. serdema tarî û serînetewandina ji DAIŞ'ê re –3
Kurtelêkolîn

#Minbic# .. serdema tarî û serînetewandina ji DAIŞ'ê re –3
EKREM BEREKAT / NAVENDA NÛÇEYAN

Herêma Minbic ji sala 2014'an heta 2016'an serdemeke tarî jiya. Bajarê ku wekî navenda çandê dihat pênasekirin veguherî bargeha sereke ya çeteyên biyanî yên ku di sînorê Tirkiyê re derbasî Sûriyê dibûn, her qadeke wê bibû cihên serjêkirina mirovan.
Em ê di vê dosyayê de behsa rewşa Minbic a ji destpêka pêvajoya Şoreşa Sûriyê heya serdama dagirkirina herêmê ji aliyê çeteyan ve û kiryarên wan û li diji sivîlan, her wiha serhildanên gel ên li hemberî dagirkeran bikin.
Bi destpêka pêvajoya Şoreşa Sûriyê re gelê Minbicê li hemberî desthilatdariya rêjîma serî rakir. Xwepêşandana yekemîn di 21'ê Nîsana 2011'an dest pê kir.
Girûpên bi navê Tabûra Kerama, Mucahidî El-Kerama, El-Nûman, El-Qaqa, El-Udeyat, Umer Bin El-Xetab, Siwar Minbic, Şuheda Minbic, Elî Bin Ebî Talib, El-Şêx Eqîl, El-Heremeyn, Um El-Ewasim, Cund Mihemed, Sultan Silêman Şah, El-Buxarî, Seyf El-Islam, Ehrar Sûriya, El-Emniya, Mucahidî Minbic, Fecir El-Islam, Rîmah El-Rafîdeyn, Ceyş El-Islam, Ehrar El-Şam, Ensar El-Suna, Siqûr El-Şam, Ehrar Minbic, El-Farûq, Îbad El-Rihman, El-Qiwa 17, El-Heris El-Sewrî, Ayşa, El-Nesir, Fursan El-Furat, Ebû Eyûb El-Ensarî, Tariq Bin Ziyad, Ecyal El-Musteqbel, Ebû Abdullah Eê-Begarî, El-Ûme, Sefa û Merwa, Tabûra El-Salihîn, El-Şêx Salih, Emar Bin Yasir, Eshab El-Yemîn, El-Herîrî û Heyet El-Emir Bilmarûf û Nehî En El-Munker di 19'ê Tîrmeha 2012'an de bajar ji destê rêjîmê derxist û deverên herêmê li xwe par kirin, di navbera wan de şer hebû. Çeteyên DAIŞ di Adara 2013'an de êrîşî bajêr kir û di Çileya 2014'an de bajêr bi temamî dagir kirin.
Bajarê çandê veguherî zindaneke tarî
Bajarê Minbicê ji ber cihê xwe yê li rex ava Firatê û nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê ye xwedî cihek stratejîk e. Girîngiya xwe ji bo Çeteyê DAIŞ riya stratîjîk e ku bajar bi bargeha sereke ya DAIŞ Reqa ve girê dide. Tirkiyê sînorê xwe ji DAIŞ'ê re vedike û derbaskirina alîkariyan lojîstî û leşkerî hesan kir. Her wiha bajar wekî bargeha pêşwazîkirina çeteyên biyanî û perwerdekirina wan dihat dîtin.
Bargeha serkeke ya çeteyên biyanî ye
Herêma Minbic ji bo DAIŞ'ê bargeha duyemîn a piştî Reqa ye û ya yekemîn ji bo çeteyên biyanî dihatin naskirin. Dewleta Tirkiyê sînorê xwe ji çeteyên biyanî re vekir da ku derbasî Sûriyê bibin. Bi dehan belge ku rastiya vê yekê eşkere dikirin derketin holê. Rojnameya Newyork Tims belgeyek weşand, di belgeyê de diyar dibe ku Tirkiyê Semada Yora ya ji bo çêkirina teqmenî û bombeyan derbasî Girê Spî kir, her wiha gelek belgeyên din têkiyên bazirganî di navbera DAIŞ û Tirkiyê û Tirkiyê û çeteyên Ehrar El-Şam de hatin dîtin.
Kiryarên DAIŞ li Minbicê
Piştî 6 mehan ji dagirkirinê re, çeteyên DAIŞ dest bi hemleyên girtina li ser malan kirin, çek alavên teknînkê, telefon desteser kirin û kesên çixare bi kar di anîn jî digirtin.
Di Çileya 2014'an de çeteyên DAIŞ herêma Minbicê wekî wîlayetek ragihand û rêbazên xwe yên tumduraw li dijî sivîlan bi kar di anîn. Li deriyê ketina bajaroka Tetalik afîşeyek Wîlayeta Minbic danî bû û dîwar bi rengê reş boyax kiribûn.
Hemû dikanên firotina tûtinê û çixare hatin girtin. Kesên çixare bi kar di anîn dihatin digirtin û êşkencekirin. Cilên reş û girtina rû li ser jinan feriz dikirin, qedexe bû ku jin bi tenê li kolanan bimeşe an jî li pey motosêklêtan siwar bibin. Dema çeteyên DAIŞ banga sînorekê ji dizî, tecawizî, esyancî re deyn şêniyên Minbic saw digirtin.
Çeteyên DAIŞ bi tawanên cuda, kesê tewanbarkirî li ser dikeke li qada bajar û li pêşberî her kes ceza dikirin da ku ji her kesî re bibe îbret.
Mizgeft rûxandin û îmam kuştin
Çeteyên DAIŞ, di Gulana 2014'an de bi bahaniya ku gora şêx di mizgeftê de ye, Mizgefta Şêx Eqîl El-Minbicî teqandin. Avakirina goran li mizgeftan qedexe kiribûn. Îmam û xetîbên xwe li mizgeftan belav kirin.
Îmamê Mizgefta Mezin a Mihemed Seyîd El-Dîbo ku rêbazên DAIŞ rexne dikir û qebûl nekir mizgeftê radestî wan bike hate girtin. Şêniyên Minbicê li dijî girtin îmamî mizgeftê çalakî lidar xistin. Çeteyan ji tirsa ku xwepêşandin li herdeverê belav bibe şêx berdan, piştî hefteyekê ew di mizgeftê de li ser nimêja sibeha kuştin.
Hemû dibistan û zanîngeha Ibn Xeldûn girtin û xwendekar ji xwendinê qût kirin. Her wiha mamosteyên wê neçar kirin perwerdeyên olî bibînin da ku li dibistanan bidin.
Hejmara xwendekaran ji sedî 5 derbas nekira îmamê mizgeftê çalakî li dar xistin, çeteyan ew berdan, piştî hefteyekê li mizgeftê kuştin.
Qadên bajar veguherandibûn cihê serjêkirinê, tenê li çerxeriya Sefîne 260 kes hatin serêjkirin. Çeteyên li ser navê Husba şênî kontorl dikirin, telefonên wan ên destan, milkên welatiyên ku ji derve bin talan dikirinê. Mûçe li dukandaran û baziranan feriz kirin.
Li hemberî kurdan jî siyasetên paqijiya etnîkî meşandin. Dikan û milkên wan telan kirin û bi dehan jî girtin, bi hezaran jî ji qewitandin derve. Bajar kirin bargeha bikaranîna êrîşên yên li ser Kobanê.
Gel serî netewand
Îradeya gel a li hemberî hovîtiya çeteyan û piştevanên wan neşikest û serî netewand. Gelê Minbicê 18'ê Gulana 2014'ê çalakiyên giravê li dar xistin, çeteyan bi sedan çalakger girtin û gelek jî enfaz kirin. Dîsa jî gel têkoşîna qet ranewestandin û bajarê rizgar kirin. Şêniyên ku ji ber zulma çeteyan neçarî derketinê bibûn hêzên xwe yên parastinê ava kirin. Komên wekî Cebhet El-Ekrad, Şems El Şemal ku piştre di bin sîwaneya Burkan El-Firat de bûn yek, çend ji wana ne. Herî dawiyê di 2'ê Nîsana 2016'ê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hat avakirin û di 1’ê Hezîrana 2016’an de hemleya rizgarkirina herêmê hat destpêkirin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 193 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 21-03-2025
Gotarên Girêdayî: 9
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 01-06-2018 (8 Sal)
Bajêr: Manbj
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 21-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 29-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 193 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.172 çirke!