Ji desthilatdariya tarî ber bi azadiya #jinan# ve
MEDYA HENAN – SOZDAR CEMÎL / QAMIŞLO
Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku çirûska wê di sala 2012'an de li Kobanê hatiye vêxistin, destkeftiyên mezin ber bi civakeke demokratîk ve bi dest xwe ve anîn û sîstemeke demokratîk ava kir û karibû herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê biparêze û îspat kir ku jiyana hevbeş bingeha çareseriya aloziya Sûriyeyê ye û bêyî hevgirtinê çareserî di Sûriyeyê de pêk nayê.
Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê ku bi mozayîka xwe ya civakî cîwaz e. jinên hemû pêkhateyên vê herêmê bi nasname û rengên xwe beşdarî şoreşa 19'ê Tîrmehê bûn û bi hev re sîstemeke herî guncaw ji bo demokrasîkirina civakê peyda kirin û çareseriyên herî guncaw ji pirsgirêk û aloziyên ji ber sîstemên sermiyandar û netewdewlet peyda kirin. Her wiha di serî de pirsgirêkên jinan çareser kirin.
Jinan xwe ji desthilatdariya Baasê rizgar kir û beşdarî şoreşê bû
Di encama desthilatdarî û zordariya ku gelên herêmê û bi taybet jinan jiyan kirine ku desthilatdaran zordariya jinan di hemû aliyan de dikirin û rola jinan di civakê de pûç kiribûn. Bi destpêkirina Buhara Gelan li herêmê di sala 2010'an de ku li Tûnisê dest pê kir û vê yekê bandor li rewşa li Sûriyeyê kir. Di encamê de rêjîma Sûriyeyê bi armanca desthilatdariya xwe biparêze ku ji sala 1963'an ve berdewam dike bêtir dijwar kir.
Bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê re ya 15'ê adara 2011'an welatiyên Rojava û Bakurê Sûriyeyê jî beşdarî xwepêşandanan bûn û banga azadî, demokrasî û wekheviyê kirin. Welatiyan banga bidawîkirina siyasetên înkarê li dijî pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê kirin. Jinên Rojava û Bakurê Sûriyeyê cihê xwe di pêşengtiya xwepêşandanan de girtin û bi rengên xwe yên taybet beşdarî xwepêşandanan bûn.
Fikra Ocalan zemîna bingehîn a xwebirêstinkirinê ye
Ji ber ku Rojava di rewşeke têkoşîna berdewam de bû, bi taybet ji ber ku her tim rastî siyaset û projeyên nijadperest dihat. Her wiha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bêtirî 20 salan ji bo birêxistinkirina jinan dixebitî. Jinên Rojava ji fikr û felsefeya Ocalan sûd wergitin û di hemû aliyan de xwe birêxistin kirin û bi lîstok û komployên hêzên herêmî û hundirîn nehatin xapandin. Jinên Rojava di sala 2005'an de bi riya damezrandina Yekîtiya Star xwe birêxistin kirin û saziyên xwe ava kirin. Bi destpêkirina şoreşê re jinan cihê xwe di hemû aliyên siyasî, leşkerî, civakî, dîplomasî û çandî de girtin.
Tevî ku di destpêkê de beşdarbûna jinan a nava şoreşê tenê bi jinên Kurd sînordar bû, lê di encama peywendî û têkliyên berdewam a endayên Yekîtiya Star bi pêkhateyên din re li ser bingeha ku rizgarkirina jinan rizgariya civakê ye, jinên pêkhateyên din ên Rojava û Bakurê Sûriyeyê beşdarî nava xebatên şoreşê bûn û roleke pêşeng di rêveberiya civakê de rabûn.
Jinan di şoreşa Sûriyeyê de hevgirtina xwe ava kirin
Bi armanca xurtkirina hevgirtina jinan di şoreşa Sûriyeyê de û di bin yek durişmeya de, Yekîtiya Star Înîsyatîfa Jinên Sûriyeyê ava kir û bi riya wê gelek xebat û çalakî dane meşandin.
Bi înîsyatîfa rêxistina Yekîtiya Star civîna amadekar a yekemîn a Înîsyatîfa Jinên Sûriyeyê li herêma Cizîrê di bin durişmeya Jinên Cizîrê her ciqas netew, ol û ji pêkhateyên cûda bin, yek in de hate lidarxistin.
Konferansa damezrêner a Înîsyatîfa Jinên Sûriyeyê di 28'ê adarê de li bajarê Qamişlo hate lidarxistin û di 17'ê mijdarê de yekemîn buroya xwe li Qamişlo vekir.
Jin gelek gav ber bi pêşxistina jinan di aliyên civakî de avêtin û gelek dewreyên perwerdekirin û pêşxistina hişmendiya jinan li herêmên cûda yên Rojava û Bbakurê Sûriyeyê hatin lidarxistin. Di van demên dawî de jî li herêmên nû hatine rizgarkirin hatin lidarxistin. Malên Jin li hersê kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê hatin vekirin û piştî ku herêmên din ên Cizîrê û Firatê ji bin destên çeteyan hatin rizgarkirin li vir jî gelek navendên pêşxistina hişmendiya jinan hatin vekirin.
Bi armanca beşdarkirina jinan di hemû xebatên civakî de da ku karibe pirsgirêkên xwe yên civakî çareser bike û rêgeza edaleta civakî pêk bîne cihêrengiya erênî li gorî berjewendiya xwe pêk bîne û hemû têgehên paşverûtî ku li pêşiya pêşxitina civakê dibin asteng rabike û ber bi avakirina civakeke ekolojîk û demokratîk û azad ve biçe. Piştî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 21'ê çileya 2014'an de hate ragihandin, Desteya Jinan hate avakirin û vê yekê hişt ku derfer ji jinan re were vekirin da ku bi rola xwe ya dîplomasî û rêveberî rabe û xwe di aliyê aborî de jî pêş bixîne.
Ji Zehra Penaber ber bi rêveberiya hemleya rizgarkirina Reqayê ve
Bajarê Kobanê şahidê gelek efsane û lehengiyên dîrokî yên jinan e. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li vir li ser navê hemû jinan li dijî sîstema baviksalariyê li ber xwe da û karibû piştgiriya hemû jinên cîhanê werbigire.
Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê di 15'ê îlûna 2014'an de êrîşî Kobanê kir. Jin bi awayekî çalak beşdarî xebatên parastinê li hemberî rêxistina herî terorîst di cîhanê de derketin ku koletiya jinan ji xwe re bingeh digire. Şervanên jin cihê xwe di eniyên pêşîn ên berxwedanê de girtin û gelek çalakiyên fedayî li dijî terorîstan pêk anîn. Çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan di 5'ê Cotmeha 2014'an de mînaka vê têkoşînê ye.
Di nava fermandarên ku bi xwîna xwe efsaneyên dîrokî nivîsandine têkoşer Zehra Penaber, Hebûn Dêrik û aşiqa azadiyê Evîndar ji giştî cîhanê re îspat kirin ku jin dikarin parastina xwe bikin û hêza terorîst a DAIŞ'ê bişkînin.
Avesta û Barîn sembola berxwedana Efrînê ne
Şoreşa jinan bi berxwedana wan li çiyayê Efrînê hate domandin ku her tim di parastina axa welat de li hemberî dagirkeriya artêşa Tirk û komên çete de pêşeng bû. Şervanên jin li Efrînê efsaneyên dîrokî bi berxwedana xwe nivîsandin. Berxwedana van şervanên jin hişt ku hemû cîhan li hemberî lehnegiya van jinan matmayî bimîne.
Şervanên jin ku beşdarî berxwedana serdemê ya Efrînê bibûn îspat kirin ku ew dikarin li hemberî teknolojiya leşkerî ya herî pêşketî li ber xwe bidin.
Hemû jinên Efrînê li ber xwe dan û îradeya jinan di çalakiya fedayî ya Avesta Xabûr de diyar kirin. Bi çalakiya têkoşer Avesata berxwedan derbasî qonaxeke nû bû ku bi rihekî fedekar li hemberî hov û dagirkeran li ber xwe dan.
Têkoşer Barîn Kobanê jî muhra xwe li dîroka jinên berxwedêr da û di parastina axa welat de canê xwe feda kir. Êdî Barîn Kobanê sembola jinên azad a berxwedana serdemê ya jinên cîhanê ye.
Avesta Xabûr û Barîn Kobanê cihê xwe di nava stêrkên Efîrnê de girtin û weke jinên azad hatin pênasekirin û şoreşa azadiyê ya 19'ê tîrmehê dane domandin.[1]