MSD û têkoşîna demokratîk a pêvajoya çareseriyê - 3
MSD yek ji girîngtirîn meclisan bû ku di pêvajoya şoreşa #Sûriye# yê de hatine avakirin. Girîngiya wê jî ji pirojeya wê ya demokratîk dihat, her wiha ji ber ku di nava komîte û rêveberiyê de hemû pêkhateyên Sûriyeyê cih digirt, di kongreya xwe ya dawiyê de MSD`ê xwe ji nû ve bi rêxistin kir, komîteyên koordînekirinê û rêveberiyên hevbeş li bakurê Sûriyeyê ava kirin.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) kongreya xwe ya 3`yemîn di 16`ê Tîrmeha 2018`an de li dar xist, kongre bi dirûşma “Ber bi çareseriya siyasî û avakirina Sûriyeya nenavendî û demokratîk ve” li bajarê Tebqayê hate lidarxistin, di kongreyê de hemû beşdaran li ser mijara avakirina Sûriyeya nenavendî û demokratîk li hev kir, her wiha MSD`ê pergala xwe ya rêxistinî jî bi pêş xist û ji bo rêvebirina herêmên Bakurê Sûriyeyê yên rizgarkirî komîteyên koordîneyê ava kirin û di kongreyê de ji bo rêvebirina meclisên bajaran desteya rêveber hate damezirandin.
Kongreya 3`yemîn; ber bi Sûriyeya demokratîk û nenavendî ve
Mêvan û delegeyên kongreya 3`yemîn gelek mijarên der barê şêweyên rêveberiya Sûriyeya paşerojê de gotûbêj kirin, her wiha mijara Sûriyeya nenavendî û demokratîk wek çareya yekane ya aloziya Sûriyeyê hate nirxandin, dê ev şêweyê rêveberiyê dawî li trajediya Sûriyeyê bîne û rê li pêşiya hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê veke ku li ser rêgezên demokrasiyê rola xwe di Sûriyeya pêşerojê de pêk bînin.
Di kongreyê de biryar hate dayîn ku demokrasiya laîk dê projeya ramyarî û siyasî ya pêşeroja Sûriyeyê be ji bo çareserkirina pirsgirêkên mezhebî, her wiha dê pêkanîna demokrasiyê bibe çareya nakokiyên etnîk û neteweyî û dê bibe mîsogeriya rêveberiya pirreng.
Di nirxandinan de hate xwestin ku ji bo diyaloga Sûrî-Sûrî xebat bên kirin, da hemû aliyên li Sûriyeyê karibin aloziyê binirxînin û di nava axa Sûriyeyê de çareser bikin.
Avakirina komîteyê koordîneyê û rêveberiyên hevbeş li bakurê Sûriyeyê
Bi armanca koordînekirin û rêveberina hevbeş a rêveberiyên xweseriya demokratîk li 3 kantonên rojava her wiha rêveberiyên herêmî yên girêdayî MSD`ê, pêşniyar hate kirin ku rêveberiyeke sivîl bê avakirin, erkên vê rêveberiyê dê koordînekirina karên di navbera rêveberiyên xweser de be, da ku têkiliya wê bi karên siyasî tune be, navenda wê jî bajarê Eyn Îsa ye.
Di kongreya 3`yemîn a MSD`ê de biryar hat dayîn ku li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê komîteyên koordînekirinê bêne avakirin, ev komîte dê bi erêkirina hemû rêveberiyên xweser û meclisên sivîl be û di bin sîwana MSD`ê de bixebitin û QSD jî dê parastina wan bike.
Girîngiya avakirina komîteyên koordînekirinê
Piştî ku hêzên QSD`ê herêmên bakurê Sûriyeyê rizgar kirin, MSD`ê jî dest bi avakirina meclis û rêveberiyên sivîl kir, da ku ev meclis li herêmên rizgarkirî kar û barên xizmeguzariyê bi rê ve bibin. Tevî ku ev herêm pir dûrî hev bûn jî lê alîkariya hev kirin û li dijî terorê tê koşiyan, van rêveberiyan bi alîkariya gel xebatên girîng bi pêş xisitin û hêdî hêdî ew hişmendiya berê û çanda berê a rêveberiyê derbas kirin.
Di pêvajoya xebat û têkoşîna van meclis û rêveberiyan de hate xuyakirin ku hin kêmasî rû didin û bandoreke rasterast li jiyana welatiyan dikin, ji van kêmasiyan jî nebûna mîkanîzmaya koordîneyê di navbera rêveberiyan de. Lewma MSD`ê pêwîst dît ku pergaleke rêveberiyê bê avakirin, karibe di mijarên xizmetguzariyê de hevrêzî û koordîneyê di navbera rêveberiyan de bike, ev pergal dê ji nûnerên rêveberiyan pêk bê û di bin sîwana MSD`ê de bixebite, dê destpêkê komîteyeke amadekar bê avakirin, ev komîte dê şêweyê têkiliya di navbera MSD`ê û komîteyên koordîneyê de diyar bike, her wiha dê QSD aramî û ewlehiya herêmên rêveberiyê biparêze.
Kongeya 3`yemîn a MSD`ê gaveke dîrokî ya mezin bû
Li gorî biryarên di kongereya 3`yemîn a MSD`ê de hatin dayîn, ev kongre wek pêngaveke girîng hate nirxandin ku karibû bersiva geşedanên li herêmê diqewimin bide. Ji bilî biryara avakirina komîteyên koordînekirinê li herêmên bakurê Sûriyeyê, her wiha mekanîzmayên kar û xebatên MSD`ê jî di kongreyê de hatin guhertin.
Di kongreyê de desteya rêveber a meclisê hate damezirandin, her wiha hejmara komîte û meclisan hate zêdekirin, li gorî van guhertinan desteya rêveber a MSD`ê ji 15 endaman û hevserokatiyê pêk tê, desteya siyasî jî ji 50 endaman pêk tê.
Armanca damezirandina desteya rêveber a MSD`ê çi ye?
Di nava biryarên girîng ên kongreya 3`yemîn a MSD`ê de damezirandina desteya rêveber bû, desteya ku bi erêkirina hemû delegeyan hate avakirin dê kar û barên rêxistinî û siyasî yên MSD`ê bi rê ve bibe, çawa ku MSD bûye sîwana siyasî ya QSD`ê, desteya rêveber jî bûye lêvegera siyasî ya rêveberiyên xweser û meclisên sivîl ên ku piştî rizgarkirina herêman hatine avakirin, bi taybet piştî ku hêzên QSD`ê gelek herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bermahiyên DAIŞ`ê rizgar kirin.
Ango dê deste hemû rêveberiyên sivîl ên bakurê Sûriyeyê bişopîne, lê destwerdana karên wan nake, dê desteya rêveber kar û bar û siyaseta van rêveberiyan bişopîne û binêre ka li ser erdê çi kar tê kirin.
Piştî kongreya MSD`ê bi 2 rojan, diyaloga Sûrî-Sûrî dest pê kir
Di dema kongreyê de, mijara diyaloga di navbera aliyên li Sûriyeyê de hate nirxandin û tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîst e ev diyalog bê lidarxistin da ku aloziya Sûriyeyê bi awayên siyasî û aştiyane bê çareserkirin. Li ser van nirxandinan û li ser banga MSD`ê gelek alî û partiyên siyasî, akademîsyen, kesayetên serbixwe û aktîvîstên civaka sivîl, rojên 18-19`ê Tîrmehê li bajarokê Eyn Îsa, bi dirûşma “Diyaloga Sûrî- Sûrî hevdîtin û avakirin” li hev civiyan.
Di encamnameya hevdîtinê de hemû beşdaran tekez li ser wê yekê kir ku ew yekitiya axa Sûriyeyê û serweriya dewletê diparêzin. Her wiha banga diyaloga Sûrî-Sûrî kirin, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêbazên siyasî û li gorî biryarên navneteweyî, da ku êş û azarên gelên Sûriyeyê bi dawî bibin, mijarên mîna mijara koçberan, girtiyan, ên ku hatine revandin û yên ku hatine windakirin jî bêne çareserkirin.
Di hevdîtinê de her wiha hat xwestin ku diyaloga Sûrî-Sûrî bê destpêkirin, da ku hêviyên gelên Sûriyeyê yên avakirina sîstemeke demokratîk, nenavendî bê avakirin, mafê hemû kom û kesayetan li gorî zagonên navneteweyî û yên mafên mirovan, bê parastin.
Di hevdîtina Eyn Îsa de biryar hat dayîn ku ji bo hevdîtina bi hêzên niştimanî yên siyasî û civakî re komîteyek bê avakirin û hevdîtinên diyalogê dewam bikin.[1]