Li
EfrînêEfrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve-2
BASIL REŞÎD - SELAH ÎBO / EFRÎN
Efrîn, ew erdnîgariya ku di nava gelên Sûriyeyê de wek sembola aştî û hezkirinê dihate naskirin, ew devera xweşik ku dilê mirovan pê xweş dibû, îro bûye cihekî tarî, cihê tirs, kuştin û talanê. Alên dagirkeran û yên hêzên tarî li Efrînê li ba dibin.
Şaxên dara zeytûnê di gelek çandan de wek sembola aştiyê tê naskirin, lê dagirkeriya Tirk ew veguherand sembola kuştin û talanê. Di meha destpêkê ya êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Efrînê de 232 welatiyên sivîl, di nav de 35 zarok û 29 jin, şehîd bûn, 668 sivîl jî birîndar bûn di nava wan de 90 zarok û 100 jin hene.
Di meha duyemîn a êrîşan de hejmara qurbaniyên sivîl gihaşte 300 şehîd û hezar û 200 birîndaran. Hejmara kesên ku piştî dagirkeriyê şehîd bûne ne diyar e, hinek derdorên têkildar guman dikin ku di pêvajoya şerê 58 rojan de zêdetirî 500 sivilî ji wan 51 jin jiyana xwe ji dest dane û 5 hezar jî birîndar bûbin. Ji ber ku di rojên dawiyê yên şer de û di encama bombebaranê de derfeta belgekirina hejmara qurbaniyan tune bû, lê tê zanîn ku di wê demê de çekên kîmyewî hatine bikaranîn û komkujiyên ku ji aliyê ragihandinê ve nehatine dîtin, li dijî sivîlan pêk hatine.
Zarokê bi navê Yehya Ehmed Hemade, êvara roja destpêka êrîşê li kolanê bi zarokên cîranan re dilîst, lê wî nizanî ku ew lîstina wî dê wî bike şehîdê yekemîn. Paşê bi berdewamkirina êrîşan re hejmara zarokên şehîd bûne gihaşte 47 zarokan, yek ji wan jî bebeka bi navê Diyana Elsalih a di hembêza dayika xwe de jiyana xwe ji dest da.
Komkujiya yekemîn jî di roja duyemîn a êrîşê de li gundê Cilbirê pêk hat, 11 sivîlan jiyana xwe ji dest da, ew hemû jî berê ji ber şer û pevçûnan koçberî Efrînê bûbûn. Paşê li navçeyên Mabata, Cindrêsê û Şêrawa û tevahiya herêmên Efrînê gelek komkujî pêk hatin.
Li dijî êrîşan şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berxwedaneke qehremanî nîşan da, gel li dora şervanan bûne yek û Efrîn bûbû qubleta hemû azadîxwazan, di meha destpêkê de şervanan derbên giran li artêşa Tirk û çeteyan dan, 3 helîkopter û bi dehan erebeyên zirxî hatin rûxandin û zêdetirî 4 hezar leşker û çete hatin kuştin.
Berî êrîşan, gefa kuştinê li gelê Efrînê dikirin
Binpêkirinên Tirkiyeyê û çeteyên wê ji rojên destpêka êrîşê ve xuya bûn, di vê derbarê de gelek dîmen û daxuyanî derketin, dema çeteyan gundê Qestel Cindo dagir kir, di dîmenekê de çeteyan gefa kuştinê li welatiyên Êzidî dikirin, digotin an hûn ê bibin misilman an em ê we bikujin. Paşê jî gelek dîmenên din ên çeteyên DAIŞ û El-Nusrayê hatin belavkirin.
Di nava şer de çeteyan dîlên şer dikuştin û destdirêjiya cenazeyan dikirin, mîna destdirêjiya li ser cenazeyê şehîd Barîn Kobanê.
Her wiha di dîmenan de xuya bû çawa çete mirîşk û kel û pelên gundiyan didizin û wek xenîmetên şer didan nîşandan û kêfxweşiya xwe dianîn ziman.
Binpêkirinên di asta sûcên şer de
Piştî dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa Tirk û çeteyên wê ve, rewş li Efrînê bi tevahî hate guhertin, kiryarên rojane yên li dijî mafên mirovan, dizî, talan, kuştin revandin ketin rojeva cîhanê. Ewlehî li Efrînê nema û êdî welatiyên xwecih ketin tirsa guherînên demografîk. Gelek binpêkirinên ku di asta sûcên şer de ji aliyê ragihandin û saziyên têkildar ve hatin şopandin.
Parêzer û hevserokê rêxistina mafên mirovan Mihemed Cemîl dibêje “Tiştên ku li Efrînê dibin ên mîna girtin, revandin, dizî û talanê sûcên şer in, li ber çavên cîhanê pêk tên. Dagirkeriya Tirk hemû pîvan û zagonên navneteweyî binpê kirin. Li gorî zagonên navdewletî, di dema dagirkeriyê de pêwîst e azadiyên giştî, mafên mirovan û emlakên kesan bêne parastin.” Li gorî vê dikare bê gotin ku hemû kiryarên dagirkeriyê û çeteyan ên mîna kuştin, revandin, îşkence, dizî û talanê, binpêkirinên mafên mirovan in, her wiha sûcên şer in, hemû berpirsyariyên zagonî yên van binpêkirinan dikevin ser dewleta Tirk a dagirker.
Di malên xwe de di zindanê de ne!
“Em roniya rojê nabînin, ez û keçikên xwe yên biçûk tenê li malê rûdinin, em newêrin derkevin.” Ev gotinên jineke Êzidî ne ku li Efrînê rûdine, li Efrînê dijî lê nizane çi li derve dibe, bi rêya telefonê bi hin xizmên xwe re diaxive û dibêje “Eger hêviya me bi rizgarkirina Efrînê bişikê, em ê ji bajêr derkevin, bajar ne mîna berê ye, jiyan lê tune ye, li hawirdorê dengê guleyan û tirs heye” lê dîsa ew bi hêviya rizgarkirina Efrînê dijî.
Ne tenê ew jin di mala xwe de girtî ye û nikare ji mala xwe derkeve, piraniya welatiyên Efrînê yên xwecih di vê rewşê de ne û ji tirsa kuştin û girtinê ji malên xwe dernakevin. Lê hin binpêkirin û şêweyên din ên nîjadperestiyê tên kirin. Welatiyê bi navê H.N. ku karîbû ji bajêr derkeve û xwe bigihîne Şehbayê, der barê mijarê de wiha dibêje: “Li dijî Kurdan nîjadperstiyeke mezin tê kirin, Kurd nikarin tiştekî bixwazin, neçar in her tiştî bipejirînin, yan dê bên girtin, jixwe hincet jî her tim ew e “şervanê YPG`ê ye”. H.N. ji ber ku xizmên wî hîn li Eftînê dijîn, nexwest navê xwe aşkerea bike, dibêje ew tu caran bi tena serê xwe derneket kolanê, her tim kurê xwe yê biçûk bi xwe re digerand û xwe nêzîkî baregehên çeteyan û artêşa Tirk nedikir.”
Hejmara kesên hatine revandin ji hezar û 500’î derbas bû
Di rewşa heyî de, li Efrînê ewlekarî pir xirab e, li herêmê bi dehan saziyên ewlekarî û îstixbaratê hene, lê herêm di navbera komên çete de hatiye belavkirin, her komek li herêma xwe diziyê dike û pereyan kom dike. Jixwe artêşa Tirk van karên diziyê bi rê ve dibe. Li gorî kiryarên dizî û talanê ku li Efrînê hatine belgekirin, çeteyan milk û alavên welatiyan dizîne, ji ajal û mirîşkan heta zêr, pere, erebe û traktoran dizîne, gelek ji van kiryarên diziyê bi dîmenan hatine belgekirin. Ji 20`ê meha Adarê heta 1`ê meha Tebaxê li Efrînê nêzî 300 traktor û 218 erebe hatine dizîn, her wiha bi hezaran motor û jeneratorên elektrîkê, alavên kargehên zeytûnê, kel û pelên malan û dikanan hatine dizîn. Tiştên diziyê jî li bazarên Ezaz û Idlibê têne firotin. Gelek ji van kiryarên diziyê ji aliyê dezgehên hiqûqî û ragihandinê yên navneteweyî ve hatine belgekirin.
Her wiha di nava 4 mehên desrbasbûyî de hezar û 500 kes hatine revandin û girtin û ji bo berdana wan pere ji malbatên wan hatiye xwestin. Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di nava her 48 saatan de 20 sivîl li Efrînê têne revandin. Heta niha der barê rewşa 450 girtiyan de agahî tune ye, her wiha 15 sivîl hatine kuştin, ji wan 4 kes Êzidî ne.
Biratiya gelan tê binpêkirin û Êzidî têne çewisandin
Efrîn ku cihê biratî û hevjiyana gelan bû, niha bûye cihê çewisandina Êzidî, xiristiyan, Kurdan û Ereban.
Çîroka apê Umer Memo Şemo yê 70 salî, yê ji gundê Qîbarê yê Êzidî, ku bi hêsanî ji aliyê çeteyan ve hate kuştin, ji ber ku qebûl nekir bibe misilman, ev çîrok rewş û tirsa pêkhateya Êzidî li Efrînê dide diyarkirin. Niha çete dersên ola îslamê li ser welatiyan ferz dikin û êzidiyan jî bi darê zorê dibin van dersan, li gundê Bisofan ê naveçeya Şeran ji ber ku zarokên xwe bi rê nekirin van dibistanan, 2 malbatên Êzidî bi tevahî hatin girtin.
Li herêma Efrînê gelek gundên Êzidî lê dijîn hene; mîna Basofan, Feqîra, Elî Qêna, Qestel Cindo, Qîbarê, Bircebdalo, Qitmê, Eyin Dara, Terendê, Sînka, Keferzît, Îska, Şadêrê, Kîmrê, Aşka, Baiyê, Qicûma, Qîlê û Cindrêsê.
Gundên Êzidiyan hatin dizîn û talankirin, di serî de gundê Qestel Cindo hate talankirin û welatî ji gund hatin derxistin û çandiniyên wan hatin talankirin, her wiha 5 welatî ji gund hatin revandin û hin welatî dema dixwestin xwe bigihînin bajarê Helebê jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên Yekitiya Êzidiyên Efrînê heta niha nêzî 50 welatiyên Êzidî ji gundên Qîbarê, Qestel Cindo, Baflûr, Qitmê, Feqîra û Basofan hatine revandin, di vana wan de jin û kal jî hene, hin welatî hatine kuştin lê der barê mijarê de agahiyên berfireh bi dest neketine.
Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî Gulê Cafer der barê mijarê de got ku armanca dagirkeriya dewleta Tirk ew e ku gelê Kurd bi giştî û Êzidiyan û pêkhateyên din jî bi taybet tune bike û wiha pê de çû: “Rasterast êrîşî me kirin, di roja duyemîn a êrîşên li dijî Eftînê de êrîşî girê Eyindara kirin, ew der cihekî dîrokî bû, ji bo me cihekî pîroz bû û perestgeha Aştar bû. Wan bi vê dixwest nameya xwe bigihînin û bibêjin em ê nasnameya gelê Kurd û Êzidiyan tune bikin, ew dewama kiryarên Osmaniyan bû ku dixwazin şaristaniya Mezopotamyayê tune bikin.”
Gulê Cafer da zanîn ku Hevpeymana Civakî yekemîn makezagona ku mafên Êzidiyan diparêze ye, ev jî ji fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye, Gulê Cafo wiha axaftina xwe dewam kir: “Em ji dewleta Tirk û hevkarên wê re dibêjin; gelê Kurd xwediyê vê axê ye, zarokên hemû pêkhateyan xwîna xwe ji bo vê axê û ji bo Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê rijand, em ê her li ber xwe bidin.”
Her wiha dagirkeriya Tirkan cihên pîroz û mezarên olî yên Êzidiyan jî hilweşandin, ji van mezaran mezara Şêx Xerîb a gundê Sînka li navçeya Şera, mezara Qerecirnê ya gundê Meydankê, mezarên gundê Qestel Cindo (mezara Parse Xatûn û mezara Şêx Himêd). Li navenda bajarê Efrînê jî navenda Yekitiya Êzidiyan a Çand û Civakê, peykerê Zerdeşt, Quba Laleş hatin rûxandin, mezarê Melek Adî li gundê Qîbarê, mezarê Şêx Cinêd û Ebdulrehman li gundê Feqîra, her wiha mezarê Şêx Elî li gundê Basofan hate valakirin û tiştên tê de xirab kirin, her wiha dest danîn ser mezareke Êzidiyan li ser çiyayê Şêx Berkat û niha bûye baregeheke çavdêriyê ya artêşa Tirk.
Dewleta Tirk û çeteyên wê niha hewl didin bi darê zorê welatiyên Êzidî bikin misilman, wekî çawa çeteyên DAIŞ`ê bi serê Êzidiyên Şengalê de anî.
[1]