Jinên
EfrînêEfrînê ... Dîroka têkoşîn û berxwedana li hemberî dagirkeran
BASIL REŞÎD – SELAH ÎBO / ŞEHBA
Şoreşa Bakurê Sûriyeyê wek şoreşa jinê tê pênasekirin. Jinan bi awayekî çalak cihê xwe di xebatên şoreşê de girt. Rola jinên Efrînê jî di şoreşa azadiyê de mezin bû.
Şoreşa jinê di encama xwebirêxistinkirinê de û têkoşîna ber bi azadiya civak û jinan ve karibû gelek destkeftiyan bi destê xwe ve bîne. Jinên Efrînê ji serdemên kevnar ve tê nasîn ku xwedî roleke mezin di nav malbatê de ne. Nemaze gelek malbatên kevnar ên Efrînê berovajî deverên din ên Sûriyeyê bi navê jinê tên nasîn. Jinên efrînî karibûn xwe bi rêxistin bikin û cihekî balkêş di nava aliyên leşkerî, siyasî, rêveberî û civakî de bigirin.
Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re saziyên têkildarî karûbarên jinan pêşve çûn û derbasî hemû malbatan bûn û jin bêtir bi rêxistin kirin. Jinên Efrînê di nava beşên civakê de herî zêde hatin birêxistinkirin. Êdî jinên Efrînê cihê xwe di astên bilind ên rêveberiyên siyasî û leşkerî de digirtin.
Demokrasî û wekheviya cinsî ku di sîstema Rêveberiya Xweser a Efrînê de hatiye çespandin, di gelek dezgehên çapemeniyê yên cîhanî û erebî de wek mînak dihat dîtin.
Şoreşa jinê û zîhniyeta destavêtinê
Wekheviya cinsî dibe ku li gelek herêmên cîhanê ku îdiaya demokrasiyê dikin tune be. Yek ji van dewletan dewleta Tirk e ku tu girîngiyê nade azadiya jinan û destavêtina li hemberî jinan rewa dike. Dewleta Tirk di dagirkeriya xwe ya li Efrînê de hemû aliyên çapemenî, siyasî û leşkerî bi kar anîn. Di destpêka dagirkeriyê de aşkera bû ku komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê mafên mirovan di ber çavan re derbas nakin û tu ferq û cudahî nedixistin nava jin, zarok û mêran. Destavêtina dagirkeran li cenazeyê şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Barîn Kobanê mînaka vê yekê ye. Ev bûyer bi zanebûn pêk hat da ku îradeya azad a jinên Efrînê bişikînin.
Jinên Sûriyeyê yên li Efrînê ji destavêtin û destdirêjiyên şer di Sûriyeyê de nehatin parastin. Ji destpêka dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê ve ku jinan tê de 58 rojan li hemberî dagirkeriyê li ber xwe da, hate belgekirin ku 56 jin, 46 zarok hatine kuştin û 104 jinên din jî birîndar bûne.
119 jin hatine revandin
Piştî dagirkeriya Tirkiyeyê li herêma Efrînê rewşa welatiyan û bi taybet jinên Efrînê dijwar bû. Di encama şerê li dijî Efrînê de bandoreke rasterast li jinan bû. Dagirkeran bi awayekî hovane jin kuştin û dest diavêjin jinan. Li gorî serjimariyan heta niha 119 jin li Efrînê hatine revandin. Her wiha dagirker çanda xwe li ser jinên Efrînê ferz dikin.
Êdî Efrîn zîndaneke mezin a jinan e!
Dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êdî reng û taybetmendiya çandî li Efrînê diguherînin û cil û bergên reş li şûna cil û bergên folklorîk ên jinên Efrînê ferz dikin. Dagirkeran li qadên Efrînê textenav nivîsandine û tê de bang li jinan dikin ku cilên reş li xwe bikin. Di dibistanên dagirkeran de jî materyalên bi heman rengî tên bikaranîn.
Êdî giştî herêma Efrînê veguheriye zindaneke mezin a jinan û êdî jin nikarin serbest ji malên xwe derkevin.
Zewicandina zarokan
Destdirêjî û kirinên Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê der heqê welatiyên Efrînê de rojane zêdetir dibin. Êdî pîvan û qanûnên radîkal ên çeteyan li Efrînê tên ferzkirin. Çîroka zaroka bi navê Yesmîn a 12 salî mînaka vê yekê ye. Yesmîn neçarî zewacê hate kirin û bi darê zorê ji mala bavê wê ya li navçeya Şiyê hate derxistin.
Ciwana bi navê Alîşan Ebdo li benda kontrolê ya gundê Turnidê ya bi ser bajarê Efrînê ve hate revandin.
Jinên Efrînê: Êdî bes e!
Tişta ku bi serê jinên Efrînê de tê, tu carî nayê qebûlkirin. Girêdayî mijarê ciwana bi navê R. H. ku li bajarê Efrînê dijî û nexwest navê xwe aşkera bike, got ku êdî ji van destdirêjiyên dagirkeran re bes e û wiha pê de çû: Komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê pîvan û qanûnên xwe yên taybet li ser jinên Efrînê ferz dikin û jinan neçarî lixwekirina cil û bergên reş dikin. Divê em wek jinên Efrînê li hemberî vê zîhniyeta tarî ya dagirkeriya Tirkiyeyê asta têkoşîna xwe bilindtir bikin.
Hevkariya di navbera jinên li Efrînê û yên li Şehbayê de zêde dibe. Fatme Xelîl diyar kir ku artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê rojane bi dehan welatiyên sivîl direvînin û dikujin. Ev destdirêjî û kirinên dagirkeran vedigere zîhniyeteke qirêj ku ji serokê xwe Erdogan wergirtine. Divê dewletên ku îdiaya parastina mafên mirovan dikin rê li pêşiya van destdirêjiyan bigirin. Girêdayî heman mijarê welatiya bi navê Ferîde Hemo destdirêjî û kirinên dagirkeran li Efrînê bi tundî şermezar kirin û bang li jinan kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê serî hildin.
'Kesên taybetmendiya me qebûl nakin bila ji Efrînê derkevin'
Jinên Efrînê ku beriya dagirkeriyê çêja azadiyê nas kir, di dema dagirkeriyê de jî bê deng neman, gelek jinên ku li dijî dagirkeriyê helwest nîşan dan û nexwest zarokên wan bêne girtin û malên wan bêne talankirin, ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve rastî îşkence û lêdanê hatin. Yek ji van jinan jina bi navê S.M. ye. Dema çeteyan xwest kurê wê bi hênceta ku endamên hêzên Erka Xweparstinê ye, birevînin, ew li dijî wan derket û helwest nîşan da, niha ew jin li gundekî navçeya Şêrawa rûdine û di nava gundiyan de bi hêz û wêrekiya xwe tê nasîn. Ew her tim ji şêniyên gund dixwaze ku dest bidin hev û li dijî dagirkeriyê yek bin.
Mînakên din ên berxwedana jinên Efrînê li dijî dagîkeran hene; yek ji van mînakan, xwepêşandana ku beriya mehekê li navçeya Cindrêsê hate lidarxistin. Ji ber ku dagirkeran mêrên taxa jêrîn a Cindrêsê girtin, jin du rojan li du hev û bê tirs li dijî dagirkeran xwepêşandan li dar xistin.
Welatiyeke ku niha li Efrînê dijî wiha dibêje: “Pêwîst e em jinên Efrînê mîna xwe bimînin, lewma em niha hewl didin xwe li Efrînê bi rêxistin bikin, em ê biryarên li ser me têne ferzkirin nepejirînin, em ê wekî xwe derkevin kolanan.” Dîsa bi wêrekî dibêje: “Yên taybetmendiya me qebûl nakin bila ji Efrînê derkevin.”
Li nava bajarê Efrînê gelek tabloyên ku doza lixwekirina `hicab`ê li jinan dikin hatine daliqandin, ji jinan tê xwestin ku bi cilên din dernekevin kolanan. Ji ber ku niha jinên malbatên niştecihan bi cilên reş derdikevin kolanan, êdî Efrîn reş bûye, lê di şevekê de ev tablo hatin şikandin, ev jî nîşaneya wê ye ku welatiyên resen ên Efrînê van kiryaran napejirînin.
Çalakiyên piştgiriya Berxwedana Serdemê
Bi armanca piştgiriya berxwedana Efrînê, azadî û aştiyê, jinên Efrînê li kantona Şehbayê rêzeçalakî li dar xistin, di çalakiyan de dagirkerî hate şermezarkirin, jinan diyar kir ku ew bi berxwedana xwe ya li dijî dagirkeriyê û hişmendiya li dijî jinê serbilind in. Her wiha jinê dubare tekez kir ku dê li du şopa şehîdan di rêya berxwedanê de meşa xwe heta rizgarkirina Efrînê bidomînin.
[1]