ErdoganErdogan ... projeyên îslama siyasî bi lez hildiweşin – 1
NAVENDA NÛÇEYAN / YEHYA EL-HEBÎB
Desthilata Tirkiyeyê bi serkêşiya AKP'ê di van salên borî de îslama siyasî wek kaxezekê ji xwe re bi kar anî, da ku xewna xwe ya vejandina Împaratoriya Osmanî pêk bîne. Ji bo vê xewna xwe pêk bîne rêbazên qirêj dane meşandin û pirsgirêkên hundirîn ji Tûnisê heta Sûdanê, Lîbya, Misr, Sûriyeyê derxistin û desthilatdariya Tirkiyeyê giştî Afrîka ji xwe re armanc girt.
Îslama siyasî ku AKP wek rêgez ji xwe re werdigire û Erdogan bi rêya wê desthilatdariya Tirkiyeyê dike, baweriyê bi têgeha destdirêjiya alîgiran li herêman dike û komên ku îslama rast dijîn jî wekî gawir dide nişandan. Bi heman rêgezan ji bo ku xîlafeta osmaniyan careke din pêk bîne fikra DAIŞ'ê hate belavkirin. DAIŞ'ê li gorî vê rêgezê welatî di komkujiyan re derbas kirin, koçber kirin û mal û milkên wan talan kirin. DAÎŞ qaşo banga serweriya nîzama Xweda dike, lê di rastiyê de berovajî gotinên Xweda tev digere.
Erdogan di axaftinên xwe yên propagandayê de, heman rêgezên DAIŞ'ê bi kar tîne, nemaze bi rêya çapemeniyeke birêxistinkirî û berfireh û bi rêya înternet û malperên civakî bang li radîkalan kir û bi rêya wan di mizgeftan de çi li dewletên erebî û îslamî û çi jî li dewletên ewropayî û Amerîka peyamên xwe li gorî projeya vejandina Împratoriya Osmaniyan belav dike.
Bi destpêkirina Bihara Gelan re û ji ber qelsbûna rewşa ewlehiyê li dewletên erebî wekî Tûnis, Misir, Lîbya, Cezaîr, Yemen û Sûriyeyê piştî sala 2011'an û lawazbûna siyasî ya van dewletên erebî, Tirkiyeyê ev komên radîkal seferber kirin û hemû çalakiyên wan veguhertin xebatên leşkerî da ku xewna xwe bi zora çekan pêk bîne. Tirkiyeyê komên Îxwan Muslimîn jî di vê xewna xwe ya siyasî de girtin ser xwe. Di vê dosyayê de ku ji 3 beşan pêk tê, em ê hewl bidin destwerdana Tirkiyeyê di karûbarên erebî de zelal bikin.
Hewldanên serweriya li ser Misrê bi rêya Îxwanan
Erdogan her tim li dewletên erebî dinêre ku qadeke lawaz e û dikare serweriya xwe li ser wan ferz bike. Lê dû astengî li pêşiya wê hene, ew jî Erebistana Siûdî û Misr in. Di van salên borî de hewl da ku wan sînordar bike û serweriya xwe li dewletên cîranên wan zêde bike. Di destpêkê de bi rêya Îxwan Muslimîn xwest serweriya xwe li ser Misrê ferz bike.
Piştî şoreşa Misrê ya 25'ê Çileya 2011'an, Îxwan Muslimîn xwest ji xwepêşandan û nerazîbûnên gel sûdê wergire. Piştî ku serokê Misrê Mihemed Husnî Mubarek di 11'ê Sibata 2011'an de dest ji serokatiya welat berda û amadekariyên hilbijartinên sivîl hatin kirin, koma Îxwan Muslimîn û baskê wê yê siyasî ku Partiya Azadî û Edaletê nûnertiya wê dike, Mihemed Mursî di hilbijartinan de wek namzet pêşniyar kir.
Di 24'ê Hezîrana 2012'an de Komîteya Hilbijartinên Serokatiyê ya Misrê, Mihemed Mursî di toreya duyemîn a hilbijartinan de wek serkeftî bi rêjeyeke ji sedî 51.7 ragihand. Piştî çend saetan ji serkeftina Mursî di hilbijartinan de, Mursî xwe ji serokatiya Partiya Azadî û Edaletê û endamtiya Buroya Şêwirmendiyê ya koma Îxwan Muslimîn vekişand. Piştre tavilê destwerdana Erdogan di karûbarên Misrê de bi rêya Îxwan Muslimîn zêde bû.
Hevpeymana Roro
Piştî ku aloziya Sûriyeyê dest pê kir û têkiliyên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de têk çûn, hikumeta rêjîma Sûriyeyê Meclisa Hevkariya Stratejîk û Hevpeymana Aborî bi Enqereyê re di destpêka Kanûna 2011'an de betal kir. Her wiha tevgera bazirganiya Tirkiyeyê bi rêya Sûriyeyê ber bi Urdun û dewletên Kendavê ve sînordar kir. Tirkiyeyê xwest Misrê bike alternatîfa Sûriyeyê û rêya bazirganiya xwe ber bi herêmê ve veke. Her du aliyan hevpeymanek îmze kir da ku bazirganiya Tirkiyeyê bi rêya Misrê derbasî dewletên Kendavê bibe û wek hevpeymana Roro hate nasandin û di Nîsana 2012'an de ket meriyetê. Serdanên di navbera her du aliyan de zêde bûn û pevguhetina aborî jî zêde bû û êdî Misr veguherî dagirkeriyeke Tirkiyeyê ku tê de fikra Îxwan Muslimîn tê pêkanîn.
Lê ji ber vê rewşê, gelê Misrê careke din neçar ma ku li hemberî Mihemed Mursî derkeve û di encamê de artêşê destwerdana xwe kir û Mursî di 3'yê Tîrmeha 2013'an de ji kar avêt û li rex hin rayedarên Îxwan Muslimîn girtin.
Piştî hilweşîna Îxwan Muslimîn projeyên Erdogan li Misrê rastî derbeyeke mezin hat, nemaze ji ber ku Îxwan tu çareserî ji dozên aborî, civakî û siyasî re pêşkêş nekirin û hewl dan tenê aliyên dewletên bi dest xwe ve bînin û Mursî jî roleke mezin di desthilatdariyê de wergire ango ji Mubarek bêtir, vê yekê jî hişt ku şoreşa gel li dijî wî tev bigere. Mihemed El-Sîsî û artêşê bi roleke girîng rabûn û karibûn artêşê tev bigerînin û ji hêrsa li dijî Îxwanan sûd wergirt.
Piştî hilweşîna desthilatdariya Îxwan Muslimîn, çalakiyên terorîst li Misrê zêde bûn. Terorîstan gelê Misrê û bi taybet pêkhateya Eqbat armanc girtin. Her wiha li herêma Sîna çalakiyên xwe zêde kirin û di encamê de rayedarên Misrê dest bi çalakiyeke ewlehiyê li dijî wan dane destpêkirin û li gorî gelek raporan hate piştrastkirin ku destên Îxwan Muslimîn bi alîkariya Tirkiyeyê di van çalakiyên terorîst de hene.
Li Tûnisê jî têk çû
Rewşa li Tûnisê gelekî ne cûdayî rewşa li Misrê bû. Hewldanên Partiya El-Nehda ya wergirtina desthilatdariyê li Tûnisê têk çû, nemaze ji ber ku li hemberî hêza sendîkayan û civaka siyasî û sivîl lawaz bû û ji ber ku tu çareserî ji pirsgirêkên Tûnisê re pêşkêş nekirin û li şûna wê rê ji Selefiyan re vekir ku bêtir çalak bibin. Di encamê de sedemên rabûna şoreşê hatin nûkirin û li deverên Sîdî Bozêd û gelek deverên din xwepêşandanên nû pêk hatin. Di encama vê yekê de jî Partiya El-Nehda têk çû û planên partiyê û li paş wê Erdogan ên serweriya li ser Tûnisê têk çûn.
Alîkariya bi terorîstên li Lîbyayê re
Ji dema destwerdana leşkerî ya li Lîbyayê û hilweşandina rêjîma Qezafî, destwerdana Tirkiyeyê di karûbarên Lîbyayê de bi rêya alîkariya bi komên Îxwan Muslimîn û hin komên terorîst ên din re zêde bû. Colonel Xelîfe Hefter di Hezîrana 2014'an de aşkera kir ku Tirkiye alîkariya terorîstan dike. Piştre şandeyê Tirkiyeyê li Lîbyayê Emrullah Îşler ragihand ku geştên ezmanî yên Tirkiyeyê ber bi bajarê Misrata yê Lîbyayê ku di bin dagirkeriya terorîstan de bû hate destpêkirin. Hikumeta Lîbyayê her wiha Tirkiye tawanbar kir ku têkiliyên xwe bi koma Ensar El-Şerîha re ku di bajarê Bingazî de bi cih bûne, xurt dike.
Erdogan balafirgeha Mihêtîqiya ya Terablûsê ku di bin dagirkeriya komên terorîst de bû, veguhert balafirgeheke Tirkî û di navbera vê balafirgehê û balafirgeha Stenbolê de rojane 4 geşt dihatin meşandin. Li gorî çavdêran Tirkiyeyê bi rêya vê balafirgehê çek ji terorîstan re dişandin. Asayîşa Deryayî ya Yewnanistanê jî gemiyek ku ji Tirkiyeyê diçû Lîbyayê, rawestand ku tê de madeyên teqemenî hebûn. Ev teqemenî Tirkiyeyê ji terorîstên Lîbyayê re dişandin.
Endamê Meclisa Dadgerên Lîbyayê Mihemed El-Tirkî, got ku destwerdana Tirkiyeyê li Lîbyayê û bi taybet li bajarê Misrata, êdî aşkera ye û nayê înkarkirin û wiha anî ziman: Giştî cîhan baş dizane ku Erdogan girêdayî Îxwan Muslimîn e û baş dizane ku Emrullah Îşler şandeyê wî yê kesane li Lîbyayê ye û ew jî kesayetekî Îxwan Muslimîn e û têkiliyên wî bi kesayeta Îxwanî Elî El-Selabî re xurt e û fermî li Stenbolê rûniştiye. El-Tirkî wiha pirsî: Gelo Stenbol wergirtina kesayetên şepêla îslamî li ser axa xwe û di serî de muftiyê berê El-Sadiq El-Xeryanî û fermandarê Eniya Îslamî Ebdilhekîm Bilhac û îslamiya radîkal Ebdilwehab El-Qayid çawa şîrove dike?
Pisporê karûbarên Lîbyayê Salih Îbrahîm El-Mebrûk, di hevpeyvîneke xwe de bi kanala El-Erebî re wiha got: Gelê Lîbyayê dibîne ku ew rastî dagirkeriya derve ji aliyê Tirkiyeyê ve tê. Çavbirçîbûna Erdogan li herêmê bê sînor e û armanc dike ku Lîbya wek wîlayeteke Osmaniyan vegerîne.
Afrîka... Lêgerîna li mîrasa kevn
Rayedarên Tirkiyeyê û di serî de Erdogan serdanên xwe li Sûdan û Tiçadê zêde kirin ku xwe dispêre stratejiyeke Tirkiyeyê ya berfirehbûna siyasî di deriyekî aborî re ya nava dewletên erebî û Afrîkayê yên qels û nikaribû alîkariyeke erebî ya xurt wergire da ku aboriya xwe ya lawaz rizgar bike. Çavdêrên siyasî ev berfirehbûna Tirkiyeyê wek dorpêça Osmanî li dewletên Kendavê û Misrê bi nav kir.
Daxwazbilindiya serokê Tirkiyeyê ew e ku xîlafeta Osmaniyan vejîne û wek hêzeke hegemon li derdora dewletên erebî û îslamî bi kar bîne. Erdogan li Sûdanê serweriya xwe ferz dike, bi taybet ji ber ku sînorên wê bi Deryaya Sor re hene û rê ji Tirkiyeyê re vedike da ku gefan li ewlehiya Misrê û dewletên Kendavê û bi taybet Siûdiyê bixwe. Tirkiye hewl dide pêşengiya îslamiyên sunnî ji wan bistîne.
Erdogan li paytexta Sûdanê Xertûmê ragihand ku girava Sewakin a di Deryaya Sor li rojhilatê Sûdanê de ji bo Tirkiyeyê veqetandiye da ku rêveberiya wê bike û vejîne û demdirêjiya wê jî nehatiye diyarkirin.
Bendera Sewakin yek ji benderên kevntirîn di Sûdanê de ye û wek xaleke bazirganiyê bi bendera Cedde ya Siûdiyê re dihat bikaranîn. Ev bendera Sûdanê piştî bendera Borsûdan ku 60 km li bakurê wê dikeve, di rêjeya duyemîn de ye.
Girava Sewakin ji aliyê Osmaniyan ve hate dagirkirin û di serdema Dewleta Osmanî de xwedî girîngiyeke mezin bû. Osmaniyan ji xwe re wek navendeke bazirganiyê û ji bo hêzên xwe yên deryayî di Deryaya Sor de bi kar dianî. Li vir her wiha baregehên desthilatdariya Osmaniyan a devera başûrê deryaya Sor a salên di navbera
1821 – 1885'an de hene.
Ev girav ku rûpîvana wê bi qasî 750 metrekare ye, devereke şûnwarên dîrokî ye û pozekî wê yê teng bi bejahiyê re heye.
Armancên Erdogan ên veşartî
Lê Erdogan ji bilî armancên ku aşkera kirine, hin armancên wî yên veşartî jî hene. Erdogan hewl dide dewleta Osmaniyan li vir vejîne û weke beşekî ji axa Tirkiyeyê digire dest û ji mafê xwe dibîne ku çarenûsa wê diyar bike. Ji ber vê yekê demdirêjiya xwe di razemenîkirina giravê de diyar nekiriye.
Dibe ku armanca herî metirsîdar di vê gavê de ew e ku Tirkiye girava Sewakin veguhert baregeheke leşkerî û dikare ji vir zextê li Siûdiyê bike û sûdê ji alîkariya Qeterê wergire, nemaze li rex nakokiyên di navbera dewletên Kendavê de. Her wiha ev girav serweriyê li beravên Yemenê yên li rex beravên Siûdiyê dike. Tirkiye armanc dike ku rola xwe di şerê Yemenê de bilîze û bi rêya vê yekê sînorên Dewleta Osmanî ji nû ve nexşe bike.
Ne tenê li Sûdanê, serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan tevgerên xwe li Cezaîr, Morîtanya, Malî û Senegalê jî zêde dike. Girêdayî vê mijarê jî gelek armancên Tirkiyeyê yên veşartî hene, gelo aborî armanca sereke ye da ku Tirkiye ber bi Afrîkayê ve biçe?
Tirkiye hewl dide xwe bigihîne okyanusê
Di rastiyê de Tirkiye pêşbiriya serweriya di hundirê cografyayên Rojhilata Navîn û heta Bakur, Rojava û navîna Afrîkayê dike. Tirkiye di vê helwesta xwe de çarçoveyeke stratejîk werdigire da ku rêyekê ji xwe re ber bi okyanusa Atlantîk ve bi rêya Morîtanyayê peyda bike. Tirkiye, li van deveran baregehên xwe yên leşkerî ava dike. Ji ber lawazbûna aborî û siyasî ku Cezaîr û Morîtanya tê de ne, dergehekî guncaw û sereke ji bo Enqere li herêmê peyda dike û ajandeyên veşartî wekî diyar dibe hewl dide Mexribê dorpêç bike û ji Afrîkayê cuda bike.
Der barê Cezaîrê de tê zanîn ku di serdema Dewleta Osmanî de eyaleteke girêdayî paytextê Stenbolê bû û paşayan perspektîfên xwe ji wir werdigirtin. Di serdema nûjen de ajandeyên Erdogan ên diyarkirina berjewendiyên welatê xwe û navendên serweriyê li Rojhilata Navîn û heta sînorên rojhilatê Mexribê, Enqere pêşbirka xwe bi mîrnişîna Mexribê re zêde dike da ku her du hevkarên Mexribê yên dîrokî ango Senegal û Maliyê wergire.
Baregeha leşkerî ya ku Tirkiyeyê di van demên dawîn de li Somaliyê ava kiriye, nîşana vê siyaseta Enqereyê li Afrîkayê ye û wek destwerdaneke serweriyên van dewletên Afrîkayê ye û di bin sernavê bazirganî û geşbûnê de bi kar tîne da ku serweriya xwe li van welatan xurt bike.
[1]