Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa perwerdeyê
Komîteya
PerwerdeyaPerwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) di salên dawîn de gavên girîng ber bi pêşxistina pergala perwerdeyê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avêtin, ku her xwendekarek bi zimanê xwe yên dayikê fêr bibe.
Di vê raporê de rewşa perwerdeyê ya 2018-2019‘an dê were diyarkirin, mekanîzmeya kar û xebatên perwerdeyê, hejmara mamosteyan, dibistan, materyalên nû, rewşa perwerdeyê li herêmên ku nû hatin rizgarkirin, dê bi giştî were ravekirin.
Efrîn
Ji ber êrîşên leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê û dagirkirina wê, xebatên perwerdeyê di sala 2017-2018‘an ziyan dîtin. Di vê çarçoveyê de, dibistan hatin girtin û bi hezaran şênî di nav de xwendekar, neçar man biçin kantona Şehbayê.
Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi mebesta ku xwendekar bê perwerde nehêlin, gelek kar û xebat dan meşandin ku li Şehbayê û kamp dibistan vekirin û bi hezaran xwendekarên Efrînê, bi hemû astên wê, ji bilî zanîngehê pêşwazî kirin.
Li ser vê yekê, komîteyê bi alîkariya hejmareke mamosteyan bi derfetên kêm dibistan li gundên Şêrawa ya kantona Efrînê vekirin û xwendekar li gorî materyalên Desteya Perwerdeyê, perwerde kirin û her wiha ji bo sala nû ya 2018-2019‘an jî amadekariyî kirin.
Li gorî berpirsên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokaratîk, ji bo sala nû hejmara xwendekarên seretayî 5 hezar û 205, navîn 775 û amadehî 449 xwendekar in, hejmara mamosteyên ku wê perwerde bidin 943 û jê 823 jin in.
Şehba
Li kantona Şehbayê bi armanca pêşxistina asta mamosteyan dewreyên perwerdeyê li 32 navendan hatin vekirin. Di dewreyên perwerdeyê de li gorî branşên bîrkarî, zanist, zimanê kurdî, her wiha dersên fikrî hatin dayîn.
Minbic
Li herêma Minbicê jî di çarçoveya amadekariyên pêşwazîkirina sala nû ya perwerdeyê de, 317 dibistan hatin amadekirin û 4 hezar mamoste hatin perwerdekirin.
Bi giştî hejmara xwendekarên seretayî, navîn û amadehî sed û 10 hezar in.
Herêma Firatê
Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk di çarçoveya amadekariyên sala perwerdeyê ya 2018-2019’an di havînî de li Kobanê 400 û Girê Spî 350 dibistan sererast kirin, li gorî rêveberên komîteyê xebatên sererastkirinê hê jî berdewam in. Li gorî komîteyê tê texmînkirin ku dê hejmara îsal ya xwendekaran 100 hezar derbas bike. Di sala borî de hejmara xwendekarên Kobanê 57 hezar 522 û li Girê Spî jî 50 hezar û 711 xwendekar bûn.
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Girê Spî 2 hezar û 73 mamoste derbasî perwerdeyên pedagojîk kirin. Li kantona Kobanê jî 12 dewreyên perwerdeyê yên petegojî ji bo 2 hezar û 616 mamoste hatin vekirin. Li navçeyên Silûk û Eyn Îsa yên herêma Firatê 4 dewreyên perwerdeyê ji bo mamosteyên Kurd û Ereb hatin vekirin.
Herêma Cizîrê
Hejmara xwendekarên kantona Qamişlo (Qamişlo û Dêrikê) 37 hezar û 934 in, di nav de 8 hezar û 351 asta seretayî û 2 hezar û 692 amadehî.
Li kantona Hesekê jî hejmara xwendekaran 104 hezar û 72 xwendar in.
Li gorî rayedarên Desteya Perwerde û Fêrkirinê û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk materyalên nû derbasî refa yekemîn a amadehiyê hatine kirin. Her wiha bi mebesta ku kêmasiyên berê careke din neyên dubarekirin, li hemû deverên kantonê dewreyên perwerdeyê yên bilindkirina asta mamosteyan hatin vekirin. Di dewreyên perwerdeyê de ku di havînê de li hemû deverên kantonê hatibûn vekirin, dersên petegojî hatin dayîn, herî dawî ezmûn hatin kirin, mamosteyên serkeftî li dibistanan hatin erkdarkirin.
Li herêma Cizîrê bi giştî
2792 dibistan hene, jê hezar û 625 dibistanên seretayî, 405 dibistanên navîn, 680 dibistanên amadeyî û
82 dibistanên seretayî û navîn.
Herêmên nû hatin rizgarkirin
Li herêmên ku nû ji çeteyan hatin rizgarkirin (Reqa, Tebqa û Dêrazor) jî amadekariyên pêşwazîkirina sala nû ya perwerdeyê hatin kirin. Hejmara xwendekaran li van herêman 285 hezar e.
Komîteyên perwerdeyê li herêmên navborî destpêkê mamoste derbasî dewreyên perwerdeyê yên bîrdozî û branşê kirin. Li gorî komîteyê, perwerdeyê encameke baş girt.
Reqa
Hejmara momosteyên li Reqa û gundewarên wê 4 hezar û 100 e, zêdetirî 120 hezar xwendekar ku dê li 281 dibistanan perwerdeyê bibînin, jê 32 yên asta navîn û amadehiyê ne.
Ji bo perwerdekirina mamosteyan jî 12 navend hatibûn vekirin.
Tebqa
Hejmara mamosteyên Tebqayê 2 hezar e, li 200 dibistanan hatine belavkirin. Hejmara xwendekaran jî 57 hezar û 493 ye.
Dêrazor
Li Dêrazorê jî 5 hezar û 300 mamoste li 450 dibistanan hatine erkdarkirin. Li gorî serjimariya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê navê 108 hezar xwendekaran hatin qeydkirin û hejmar ber bi zêdebûne ve diçe.
Materyalên amadehiyê
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêmê Cizîrê dibistan di 9‘ê Îlonê de vekirin, lê li gorî desteyê materyalên nû dê derbasî refa yekemîn a amadehiyê bi her du beşên xwe (zanist û wêje) werin kirin.
Beşa wêje di nava xwe de dîrok, ziman (zimanên pêkhateyan û înglîzî), erdnîgarî, civak, felsefe, muzîk, spor û wênexêzê dihewîne.
Beşa zanistê jî ji ziman, fizîk û kîmya, zanist, muzîk, spor, wênexêzê pêk tê. Jineolojî di her du beşan de tê dayîn.
Materyalên jinelojiyê ji 4 beşan pêk tên: Jinelojiya çi ye, xwezaya jinê, nasnemaya jinan a civakî, rizgarkirina civakî û zayendperestiyê.
Zimanê Suryan
Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi hevkariya mamosteyên pispor ên Suryan ji bo pêkateya Suryan materyalek amade kir ku dê di asta seretayî û navîn de were dayîn.
Komîteye ji bo xurtkirina perwerdeya bi zimanê suryanî hemû şert û mercên guncaw peyda bike, nexasim ev zimanê suryanî jî mîna kurdî di serdema desthilatdariya rêjîma Baasê de hatibû înkarkirin.
[1]