Serkeftin û pêşengiya
jinanjinan li Bakurê Sûriyê
MEDYA HENAN – SILAVA EBDULREHMAN / NAVENDA NÛÇEYAN
2018 ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek sala serkeftinan tê dîtin. Tevî êrîşên hêzên dagirker ku di serî de hebûn û îradeya jinan dikin hedef, jinan di hemû qadên dîplomasî, leşkerî, rêxistinî û hwd. de gavên mezin avêtin û ji jinên cîhanê re bûn mînak.
Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan tê naskirin. Jinên rojavayê Kurdistanê bi pêvajoya şoreşê re di hemû qadên rêxistinî, dîplomasî, siyasî, leşkerî û civakî de gavên mezin avêtin û ji tevahî jinên cîhanê re bûne mînaka birêxistinbûnê.
Dîplomasî
Têkoşîna jinên Rojava û Bakurê Sûriyê di hemû qadan de li cîhanê deng veda û ji bo rêxistinên jinên cîhanê, nemaze tevgerên azadiyê, xwedî bandoreke mezin bû.
Ji ber serkeftinên ku jinan li Rojava û Bakurê Sûriyê, di aliyên siyasî, civakî, perwerde, rêveberî, rêxistinî, ewlehî û hwd. de avêtin, jinên rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo komcivîna navdewletî hatin vexwendin. Komcivîn ku di 5'ê Kanûnê de li bajarê Bingalor ê Hindistanê hate lidarxistin, ji 16 welatan 200 jin tev lê bûn.
Di komcivînê de tecrube û têkoşîna azadiyê ya jinên cîhanî, di nav de têkoşîna jinên Rojava, îdeolojiya tevgerên jinan hatin nîqaşkirin. Di dawiya komcivînê de jî, komcivîn diyarî têkoşera Kurd Sakîne Cansîz hate kirin.
Wek gaveke yekemîn li ser asta cîhanî jinên Rojava û Bakurê Sûriyê li ser vexwendina tora Women Weaving The Future beşdarî Kongreya Yekemîn a Navdewletî ya Jinan bûn. Kongre 6 û 7 Cotmehê li bajarê Frankfurt ê Almanyayê bi dirûşmeya Şoreş nûjen dibe hate lidarxisitn. Di kongreyê de 500 jin ji gelek welatên cîhanê amade bûn. Di kongreyê de dîsa şoreşa jinan a Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rola Kongreya Star û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) cihekî girîng di nîqaşan de girt.
Di dema êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li ser Efrînê de, bi armanca piştgiriya gelê Efrînê şandeyên jin ji welatên Ewropayê mîna Belçîka, Almanya, Îngilistan, Siwîsre, Fransa, Îtalya, Kanada, Lubnan, Filistîn û Kurdistanê serdana Efrînê kir û piştgiriya xwe bi gelê Efrînê û berxwedana jinan re nîşan da. Her wiha 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Efrînê pîroz kirin.
Rêxistinî
2018'an ji bo jinên rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek sala birêxistinbûnê tê naskirin. Li gorî ku derket pêş, jinan di nava vê salê de asta birêxistinbûna xwe li gorî rêgez û prensîbên neteweya demokratîk xurt kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye û azadiya jinan wek hîmeke sereke yê avakirina civakeke xwedî exlaq û polîtîka esas girtiye.
Di vê çarçoveyê de, yekemîn car di dîroka Rojhilata Navîn de yekemîn konferansa akademiyên jinelojiyê 12'ê Çileyê de li Bakurê Sûriyê hate lidarxistin. Konferans bi beşdarûna bi sedanên jinên hiqûqnas, nûnerên saziyên civaka sivîl ên ji bakur û başûrê Kurdistanê, Tirkiye û Şengalê, Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) a ji Başûr, ji rojhilatê Kurdistanê Komeleya Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de bernameya xebatên akademiyên jinelojiyê li Rojava û Bakurê Sûriyê hate diyarkirin.
Li aliyekî din Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) 13'ê Cotmehê biryar da ku jinelojî wek waneyekê di dibistanan de were dayîn.
Bi armanca gotûbêjkirina pirsigrêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin jî di gelek kongre, komcivîn û panel hatin nîqaşkirin. Biryarên girîng der heqê parastina mafên jinan û pêwîstiya beşdarkirina jinan di hemû qadên jiyanê, rêxistinî, leşkerî, rêveberî, siyasî û civakî de hatin dayîn. Her wiha hate teqezkirin ku pêwîst e jin beşdarî civînên bi mijara çareserkirina aloziya Sûriyê têne lidarxistin, bibin.
Civîn û kongreyên ku li dar ketin:
28'ê Nîsanê bi desteka Desteya Neteweyên Yekbûyî ya Jinan û bi sponseriya Meclisa Jinên Sûriyê, her wiha bi hevkariya Kongreya Star û Rêxistina Zemîna Hevbeş komxebata danûstandina bi beşdarbûna jinên aktîvîst, tevgerên jinan û saziyên civaka sivîl li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
21'ê Tîrmehê kongreya damezirîner a rêxistina jinên PYD'ê bi dirûşmeya Azadiya jinan mîsogeriya civakeke biexlaq û polîtîk e li dar ket.
16 û 17'ê Tebaxê Kongreya Star bi beşdarbûna 700 delegeyan kongreya xwe ya 7'emîn bi dirûşmeya Bi rihê Berxwedana Serdemê em şoreşa jinan civakî bikin li dar xist. Di encama kongreyê de Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hate avakirin.
5'ê Cotmehê bi sponseriya Meclisa Jinên Sûriyê yekemîn komxebata çalakvan û hiqûqnasên jin ên Sûriyê bi dirûşmeya Mîsogeriya mafên jinan di destûrê de bingeha avakirina Sûriyeyeke demokratîk e li bajarê Kobanê hate lidarxistin.
16'ê Mijdarê Meclisa Edaletê ya Jinan a herêma Cizîrê bi dirûşmeya Jin afirînera edaletê ye, em edaletê mîsoger bikin û bi pêş bikevin bi beşdarbûna 350 delegeyan duyemîn konferansa xwe li dar xist.
25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan gundê Jinwar li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê hate vekirin. Jinwar yekemîn gund li ser asta Rojhilata Navîn û yê duyemîn li ser asta cîhanê ye ku bi taybet ji bo jinan tê vekirin.
3'yê Tebaxê bi dirûşmeya Azadî û bedewbûn bi jinelojiyê ber bi rastiya hevjiyana azad ve kongreya yekemîn a Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Jinan li Bakurê Sûriyê hat lidarxistin.
Jinên ciwan ku bingeha sereke ya şoreşa Bakurê Sûriyê ne, 10'ê Kanûnê komcivîna çandî bi dirûşmeya Jina ciwan zindîbûn û nûbûn li dar xist.
Çalakî
Di sala 2018'an de li rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan çalakî ji aliyê rêxistinên jinan ve hatin lidarxistin. Çalakî girêdayî vekirina sazî û navendên jinan û perwerdekirina jinan bûn.
Ji çalakiyên ku bandoreke mezin kirine; pêngava bi navê Em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi rêberê xwe re azad bijîn ku 15'ê Sibatê ji aliyê Kongreya Star ve hatibû lidarxistin e. Ev pêngav wek berdewama pêngava yekemîn bû ku di sala 2017'an de dest pê kiribû. Pêngav bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin. Qonaxa sêyemîn a heman pêngavê di 5'ê Tebaxê de bi dirûşmeya Soza me, em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û rêberê xwe azad bikin dewam kir.
Di çarçoveya her sê qonaxên pêngavê de civîn, semîner, panel, meş li seranserî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Lubnan û Ewropayê hatin lidarxistin.
16'ê Çileyê yekemîn navenda Meclisa Jinên Sûriyê li Bakurê Sûriyê, li bajarê Qamişlo hate vekirin. 2'ê Sibatê yekemîn akdemiya jinên Sûriyê li bajarê Qamişlo hate vekirin. 11'ê Sibatê li bajarê Tebqayê heman akademî hate vekirin. 17'ê Sibatê Komîteya Jinên Ciwan a bajarê Minbic û gundewarên wê yekemîn akademiya perwerdekirina jinên ciwan bi navê Şehîd Rojda û Amara vekir.
8'ê Adarê yekemîn televîzyona jinan a bi navê JIN TV dest bi weşana testê kir. 12'ê Îlonê Meclisa Jinên Sûriyê buroya xwe li bajarê Girê Spî vekir.
Girêdayê qada çandî 21'ê Hezîranê yekemîn navenda Weqfa Jinan a Çandî li bajarê Qamişlo hate vekirin. 2'yê Adarê navenda Tevgera Kevana Zêrîn li kantona Kobanê ya herêma Firatê hate vekirin.
Li herêmên ku piraniya xwe niştecihên Ereb in
Li herêmên ku di demên dawîn de ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, ên wekî Reqa, Tebqa û Dêrazorê ku piraniya niştecihên wan Ereb in, di aliyê birêxistinkirina jinan de gavên girîng hatin avêtin. Di serî de rêveberiyên jinan hatin avakirin. Li Reqayê di 15'ê Tebaxê de, li Dêrazorê di 30'ê Cotmehê de rêveberiyên jinan hatin avakirin. Ev rêveberî wek sîwana sereke ya birêxistinkirina jinan tên naskirin.
Leşkerî
Li Bakurê Sûriyê beşdarbûna jin a qada leşkerî û avakirina hêzên taybet ên jinan, her wiha têkoşîna wan a li hemberî zîhniyeta paşverû ya DAIŞ'ê li cîhanê deng veda.
Şervanên YPJ'ê ji pêngava rizgarkirina Reqayê û Bagera Cizîrê re ku 9'ê Îlona 2017'an de hatibû destpêkirin, pêşengî kir. Serkeftinên YPJ'ê bû bingeha avakirina yekemîn tabûra jinan li herêma Tebqayê ya bi navê Şehîd Hebûn Ereb ku di rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûbû.
Li hemberî serkeftinên jinan û bi armanca şikandina îradeya wan artêşa Tirk a dagirker 20'ê Çileyê êrîşên hovane anîn ser herêma Efrînê.
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrîşên faşîst ên dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke bêhempa nîşan da û çalakiyên efsanewî pêk anîn. Mînaka herî mezin a vê berxwedanê çalakiya têkoşer Avesta Xabûr bû. Avesta Xabûr 27'ê Çileyê li gundê Hemamê yê herêma Cindirêsê li hember leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke fedayî pêk anî. Li ser şopa têkoşer Avesta Xabûr, Barîn Kobanê bû sembola sembola jina azad di Berxwedana Serdemê de. Berxwedana jinan li Efrînê li hemberî teknîka herî pêşketî ya NATO'yê hêz û îradeya jinan ku tu carî nayê şikandin, derxist û ji hemû jinên cîhanê re bû mînaka qehremaniyê.
Binpêkirinên hêzên dagirker li dijî jinan
Leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker piştî Efrîn dagir kir, kiryarên herî hovane pêk anîn, herî zêde jinan ji van kiryaran para xwe girt. Hêzên dagirker li hember jinan, revandin, kuştin, tecawizkirin û firotina wan li bazaran pêk anîn. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê ya ku di 10'ê Kanûna 2018'an de, ji destpêka êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê heta niha 207 jinan jiyana xwe ji dest daye.
Binpêkirnên hêzên dagirker roj bi roj zêdetir dibin. Li gel binpêkirinên ku me li jor rêz kirin, polîtîkayên qirkirina çand û asîmîlasyonê li hemberî şêniyên kantonê, taybet li dijî jinan têne ferzkirin. Hêzên dagirker lixwekirina cil û bergên kurdî qedexe kirin, cilên reş û sergirtin li ser jinan ferz kirin. Efrîn ji niştecihên wê re bû girtîgeh. Li gorî bîlançoya ajansa me di nava 8 mehan de 145 jin li Efrînê ji aliyê hêzên dagirker ve hatin revandin.
[1]