Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,628
Wêne
  124,528
Pirtûk PDF
  22,125
Faylên peywendîdar
  126,725
Video
  2,194
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,537
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,810
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,767
عربي - Arabic 
44,219
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,772
فارسی - Farsi 
15,923
English - English 
8,538
Türkçe - Turkish 
3,838
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,184
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,842
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
5,075
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,775
MP4 
4,015
IMG 
235,088
∑   Hemû bi hev re 
275,377
Lêgerîna naverokê
QSD'ê hevsengiyên leşkerî serûbin kirin û xewna gel veguhert rastiyê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Xebatên xwe bi formateke baş ji Kurdipediyayê re bişînin. Emê wan ji bo we arşîv bikin û ji bo we biparêzin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
QSD'ê hevsengiyên leşkerî serûbin kirin û xewna gel veguhert rastiyê
Kurtelêkolîn

QSD'ê hevsengiyên leşkerî serûbin kirin û xewna gel veguhert rastiyê
Kurtelêkolîn

QSD'ê hevsengiyên leşkerî serûbin kirin û xewna gel veguhert rastiyê

Hêzên Sûriya Demokratîk (#QSD# ) veguherî navenda hevgirtina hêzên leşkerî yên niştimanî ku şerê terorê di Sûriyê de dikin. QSD'ê her wiha hevsengiyên leşkerî di giştî Sûriyê de serûbin kirin û xewna gel a azadî û jiyana bi rûmet veguhert rastiyê.
Di encama destwerdana siyasî û leşkerî ji aliyên dewletên herêmî û navnetewî ve di karûbarên Sûriyê de, piraniya hêzên leşkerî yên hundirîn bi ajandeyên aliyên çavbirçiyên axa Sûriyê ve hatin girêdan. Şoreş ji armancên wê yên rasteqîn ku azadî, demokrasî û avakirina Sûriyeke nû armanc dikir dûr ket, her wiha li seranserî Sûriyê hilweşandin zêde bû. Ji ber vê rewşê derfeta derketin û belavbûna terorê di Sûriyê de zêde bû.
Li Bakurê Sûriyê nêrîn cûdayî rewşa hundirîn a Sûriyê bû. Welatiyên Bakurê Sûriyê karibên di gaveke wêrek de hevgirtina xwe xurt bikin û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ava kirin da ku parastina yekîtiya axa Sûriyê bike û herêmê û gel ji destên terorê rizgar bike û aramiya li herêmê biparêze û rê li pêşiya belavbûna terorî ku li piraniya herêmên Sûriyê belav bibû bigire. Piştî serkeftina vê hêzê di bin navê Volkana Firatê de li herêma Kobanê û piştgiriya hemû pêkhateyan bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re li piraniya herêmên Rojava.
Di Sûriyê de gelek tabûr û hêzên leşkerî yên niştimanî hebûn û nexwestin bibin amûr di destên hêzên derve de ku çavbirçiyê axa Sûriyê bûn. Van tabûran şerê terorê ku li Sûriyê belav dibû dikirin her wiha şerê ajandeyên hêzên derve ku dûrî armancên şoreşa Sûriyê û daxwazbilindiya gel bûn dikirin. Evan tabûr ji mozayîka pêkhateyên Sûriyê pêk dihatin. Fermandarên van hêzan dîtin ku gava sereke ew e ku hevgirtina xwe xurt bikin û sîstemeke leşkerî ku giştî hêzên leşkerî yên niştimanî di Sûriyê de hembêz dike ava bikin.
Avakirina QSD`ê
Ji ber vê yekê di navbera 8 tabûr û hêzên leşkerî de di sala 2015'an de rêzecivîn hatin lidarxistin. Ew tabûr û hêz jî ev bûn: YPG'ê û YPJ'ê ku hêza herî bi bandor li Bakurê Sûriyê bûn, Hêzên El-Senadîd a girêdayî eşîrên Ereb, Hêzên Kombûna Tugayên El-Cezîra, Koalîsyona Erebî ya Sûriyê, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Artêşa Şoreşgeran, Odeya çalakiyan a Volkaran Firatê. Fermandarên van tabûr û hêzan ku ji hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê pêk dihatin, biryar girtin ku hêzeke leşkerî weke sîwana hemû van tabûr û hêzan ava bikin û bi rêya wê koordîne û karê hevbeş di navbera van hêzan de pêk were.
Di 15'ê Cotmeha 2015'an de avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di civîneke çapemenî de hate ragihandin. Di heman civînê de hate ragihandin ku armanca wan avakirina Sûriyeke demokratîk e û hemû welatiyên Sûriyê mafên xwe di azadî, jiyana bi rûmet û edaletê de werbigirin. Bêyî ku ti alî bêne paşguhkirin û rêziknameya wê di 26'ê kanûna 2015'an de fermî hate erêkirin.
Girêdayî mijarê Fermandarê QSD'ê Heqî Kobanî wiha got: Ev hêza leşkerî ya Sûriyê ji tabûr û teşkîlatên leşkerî yên hemû pêkhateyên Sûriyê pêk tê û ti ferq û cûdahiya etnîkî û mezhebî di nava wê de tune ye.
Avakirina QSD'ê pêwîstiyeke mezin bû da ku li hemberî destdirêjiyên li dijî herêmê li ber xwe bide, nexasim hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê. Her wiha da ku şerê terorê li herêmên Bakurê Sûriyê bike û li hemberî destdirêjî û çavbirçîbûna aliyên herêmî derbikeve.
Der barê pêwîstiya avakirina QSD'ê de Fermandarê QSD'ê Zinarîn Kobanî wiha anî ziman: Di encama rewşa kambax a herêmê li rex aloziya Sûriyê û rewşa tevlîhev a Sûriyê pêwîstî bi avakirina QSD'ê zêde bû. Her wiha da ku parastina herêman li hemberî çavbirçiyên axa herêmê bike.
Tevlêbûna nava QSD`ê zêde bû
Girîngiya QSD'ê piştî şerê yekemîn li gundewarê başûrê kantona Hesekê eşkere bû. Her wiha hemleya wê ya yekemîn hemleya rizgarkirina bajaroka El-Hol ku piştî ragihandina avakirina QSD'ê tavilê dest pê kir. Hemleya rizgarkirina Bendava Tişrîn di dawiya sala 2015'an de ku li ser daxwaza welatiyên van herêman hatin destpêkirin da ku ji terorê bêne rizgarkirin. Serkeftinên ku QSD'ê di van hemleyên xwe de li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi dest xwe va anîne, hişt ku eşîr û welatiyên herêmê li dora QSD'ê bicivin û piştgiriya wê bikin. Di encamê de pêla beşdarbûna ciwanan a nava QSD'ê zêde bû bi taybet piştî ku welatiyan fedekariya şervanan li ber çavên xwe dîtin. QSD'ê di şer de jî parastina welatiyên sivîl weke mijara sereke ditîn û welatiyên sivîl ji deverên şer ber bi deverên bi ewle ve vediguhestin da ku warên wan bêne rizgarkirin. Di encama vê yekê de jî rewatiya wê di rizgarkirina axa Sûriyê de zêde bû û ev hêz veguherî navenda şerê li dijî terorê li herêmê û motika artêşa Sûriyê ya paşerojê ava kir.
Piştî serkeftin û destkeftiyên QSD'ê bi dest xwe ve anîne, navê QSD'ê di nava giştî tabûr û hêzên Sûriyê de erênî belav bû û vê yekê hişt ku peywendiyê bi fermandarên QSD'ê re bikin da ku ew jî beşdarî nava refên QSD'ê bibin. Di encamê de hejmara tabûrên di bin sîwana QSD'ê de jî zêde bûn.
Der barê çawaniya wergirtina baweriya welatiyên herêmê de fermandar Heqî Kobanî wiha dibêje: Ragihandina me ya parastina herêmê û rizgarkirina welatiyan ji terora DAIŞ'ê û destpêkirina pêngavên leşkerî û berdewamkirina rizgarkirina herêmê piştî ku bajarokê El-Hol rizgar be, baweriya welatiyan jî bi vê hêzê zêde bû û ciwan û jinên ciwan beşdarî nava refên QSD'ê bûn da ku parastina herêmên xwe bikin.
Pêwîstiya avakirina pergala rêxistinî ya QSD'ê zêde ye
Zêdebûna hejmara tabûrên QSD'ê û beşdarbûna bi sedan ciwanên herêmên ku QSD'ê rizgarkirine hişt ku pêwîstiya avakirina pergala rêxistinî ya QSD'ê zêde bibe. Li ser vê yekê yekemîn civîna fermandarên QSD'ê di 25'ê çileya 2016'an de hate lidar xistin û rêziknameya taybet a QSD'ê hate erêkirin û Meclîsa wê ya leşkerî jî hate avakirin.
Meclîsa Leşkerî çi ye û peywirên wê çi ne?
Meclîsa Leşkerî ya QSD'ê stûna sereke ya pergala rêxistinî ya QSD'ê ye. Nexasim ji ber ku hemû nûnerên tabûr û teşkîlatên leşkerî digire nava xwe. Peywira wê ya sereke ew e ku fermandarê giştî yê QSD'ê hilbijêre û pilan û stratejiyên hêzan diyar bike. Her wiha peywir û armanca hêzan li gorî armancên sereke yên QSD'ê diyar bike. Li ser vê yekê Meclîsa Leşkerî Fermandarê Giştî ya QSD'ê hilbijart û fermandariya giştî yên hêzan hildibijêre û komîteya dîsîplîna leşkerî ava kir. Her wiha biryar girt ku buroyên xwe yên rêxistinî li seranserî herêmên hatine rizgarkirin vebike.
Li gorî rêziknameya QSD'ê fermandarê Giştî yê QSD'ê civînên Meclîsa Leşkerî û fermadariya giştî birêve dibe û ji bo erêkirina biriyarên fermandariya giştî erkdar e û çavdêriya çalakiyan bike. Her wiha ji bo erkdarkirina berdevkê van hêzan erkdar e.
Fermandariya Giştî ya QSD'ê ku aliyê cîbicîkar a di nava van hêzan de ye, ji 13 endamên Meclîsa Leşkerî pêk tê û ji bo pêkanîna biryarên di civînên Meclîsa Leşkerî de hatine girtin tevdigere. Her wiha bi xebatên belavkirina hêzan radibe û rêveberiya wan dike û pêkanîna pêngavên leşkerî li ser erdê pilan dike û birêve dibe.
Komîteya Dîsîplîna Leşkerî, komîteyeke çavdîriyê ya girêdayî hêzên leşkerî ye û pirsgirêkên di navbera aliyên leşkerî de çareser dike. Komîte ji 7 endaman pêk tê û ji aliyê Meclîsa Leşkerî ve tên erdarkirin. Peywira wê pirsgirêkên di nava tabûrên leşkerî de çareser dike û leşkerên kêmasiyan dikin yan rêziknameya QSD'ê û biryarên wê yên leşkerî binpê dikin, ceza dike.
Hejmara şervanên wê gihîşt 65 hezaran
Rola avakirina pergala rêxistinî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di serkeftiyên li pey hevûdu yên QSD'ê de sereke bû. Bi taybet di pêngavên wê yên li Bakurê Sûriyê weke pêngava Xezeba Xabûr a rizgarkirina Şedadê, pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqa û rizgarkirina Minbicê û herêmên din ên Bakurê Sûriyê. Her wiha ev pergal hişt ku rêxistina vê hêzê xurttir bibe û ev bû sedema sereke ya hembêzkirina tabûrên leşkerî yên niştimanî di Sûriyê de û ciwanên ku xwestin rola wan di rizgarkirina Sûriyê de hebe berê xwe dan nava vê hêzê.
Niha piştî 3 salan ji avakirina QSD'ê hejmara şervanên wê gihîşt 65 hezaran û ji hemû pêkhate û çînên civaka Sûriyê pêk tên.
QSD'ê sîstemeke leşkerî ya temam e
Piştî ku hejmara şervanên QSD'ê zêde bû û beşdarbûna ciwanan a nava vê hêzê zêde bû, hişt ku Meclîsa Leşkerî gaveke nû ber bi çespandina pergala rêxistinî ya leşkerî ve bavêje û sîstemeke leşkerî ya temam ava bike. Li ser vê yekê focên leşkerî avakirin. Li gorî agahiyên ku Fermandara QSD'ê Zinarîn Kobanî dane heta niha 52 focên leşkerî hatine avakirin û li seranserî ciyografiya Bakurê Sûriyê hatine bicihkirin. Di her focekî de jî nêzî 250 şervan hene.
QSD'ê her wiha focên leşkerî yên pispor jî weke Hêzên Taybet, Destwerdana Lezgîn, Antî-Teror, Istixbarata Leşkerî, Bêbandorkirina Mayînan, Çekên Giran û Sekvan ava kirin.
Girêdayî vê mijarê Fermandara QSD'ê Zinarîn Kobanî destnîşan kir ku pêwîstiya birêxistinkirinê di hemû aliyan de pêdiviyeke zêde ye ji ber firehbûna ciyografîk a Sûriyê ku ji aliyê QSD'ê ve hatiye rizgarkirin da ku evan herêmên hatine rizgarkirin bêne parastin û asta hêzên leşkerî were bilindkirin.
Rola akademiyên leşkerî di avakirina kesayeta şervanê niştimanperest de mezin bû
Ji ber perwerdeyên akademîk û birêxistinkirî QSD'ê serkeftinên leşkerî yê mezin li Bakurê Sûriyê pêk anîn. QSD'ê şervanên xwe di aliyên fikrî û leşkerî de perwerdekirin da ku kesayeta şevanan li gorî pîvanên niştimanî ava bike. Niha piştî 3 salan gelek akademî hatine avakirin, ango nêzî 55 akademiyên fikrî û leşkerî li seranserî Bakurê Sûriyê hatine avakirin. Her wiha perwerdeyên pisportî yên focên taybet ku li jor behsa wan hatine kirin.
Fermandarê QSD'ê Kanî Ehmed piştrast kir ku ew şervanan li gorî hunerên şer ên pêşketî perwerde dikin da ku karibin di hemû şeran de tevbigerin û niha şervanên wan ji hemû rewşên awarte re amade ne.
QSD'ê birêveberiya xwe jî baş birêxistin kir
Kar û xebatên Meclîsa Leşkerî û Fermandariya QSD'ê ne tenê birêxistinkirina leşkerî bû, lê belê buro û komîteyên xwe yên rêveberiyê jî ava kirin da ku karûbarên van hêzan birêxistin bike. Di nava van buroyan de Buroya Malbatên Şervanan, Têkiliyên Giştî, Arşîv, Ragihandin, karûbarên Sivîl, amadekirin û perwerde, Darayî û fînansekirin û çekkirin, Buroya Agahiyên Leşkerî, Buroya karûbarên jinên şervan. Evan buro jî şaxên wan li seranserî herêmên di bin serweriya QSD'ê de ne hene.
Li gorî Fermandara QSD'ê Zinarîn Kobanî evan buroyên hatine avakirin bi roleke sereke ya piştgiriya bi QSD'ê re di aliyên rêveberiyê de rabû û veguherî saziyeke leşkerî ya temam.
QSD'ê niha parastina ji sedî 25 ji rûpîvana Sûriyê dike
Niha QSD'ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku rizgarkirine bi cih bûye û parastina sivîlan dike û aramiya herêmê diparêze. QSD'ê hêza xwe li gorî sê herêman birêxistin kir ew jî ev in: Cizîrê, Firat û Dêrazorê ku van herêman bi qasî %25 ji giştî rûpîvana Sûriye’yê ne.
QSD'ê xewna gelê Sûriyê veguhert rastiyê
QSD'ê di pêngavên xwe yên têkbirina terorê li Bakurê Sûriyê û çespandina hebûna xwe li herêmê hevsengiyên leşkerî li herêmê serûbin kirin. Her wiha pilan û komployên hin aliyên derve ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li herêmê didan meşandin têkşikandin. Nemaze ji ber ku QSD'ê li gorî daxwaz û bangawaziyên gelê Sûriyê tevgeriya da ku wan ji terorê rizgar bike. Li gorî welatiyên herêmên ku QSD'ê ji terorê rizgar kirine, QSD'ê bi vê yekê xewna gelê Sûriyê veguhert rastiyekê.
QSD'ê ji tecrûbeyên xwe yên sê salên borî sûd wergirt û pergala xwe ya rêxistinî li seranserî herêmên Bakurê Sûriyê nû kir. Her wiha bandora wê li ser çalakiyên leşkerî erênî bû û vê yekê hişt ku gelê Sûriyê li derdora wê bicive û veguherî motika bingehîn a artêşa Sûriya paşerojê ku nûnertiya îradeya hemû pêkhateyan û giştî gelê Sûriyê dike.
Fermandara QSD'ê Zinarîn Kobanî dibêje ku hêzên wan di van demên borî de karibûn gelek destkeftiyan di gelek aliyên leşkerî, mirovahî û rêxistinî de bi dest bixe. Zinarîn Kobanî got ku ji bo pêkanîna serkeftinên mezintir ku xizmeta berjewendiya gel bike ew xebatên xwe di asta herî jor de berdewam dikin.
Girîngiya QSD'ê di rewşa niha de
QSD êdî hêzeke girîng a di nav Sûriyê de ye. Hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê û giştî gelê Sûriyê vê hêzê weke hêza niştimanî ku parastina ax û gelê Sûriyê dike dibînin. Her wiha QSD'ê meqseda hemû ciwanên Sûriyê ye da ku welatê xwe ji terorê rizgar bikin û di çarçoveya parastina rewa de xebatên xwe bidomînin. QSD'ê hêviya jiyana bi rûmet ji welatiyan re vegerand.
Di aliyê navnetewî de jî QSD'ê xwe îspat kir ku li dijî terorê di Sûriyê’de ew hêzeke temam e û hêzeke dikare ewlehî û aramiya herêmên Bakurê Sûriyê biparêze. Her wiha motika bingehîn a avakirina artêşa Sûriyê ya paşerojê ye. Hêzên navnetewî jî vê rastiyê baş nas dikin. Li ser vê yekê êdî hatiye îspatkirin ku QSD, hevkarê herî bi hêz û sereke yê Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ'ê ye.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 337 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 22-03-2025
Gotarên Girêdayî: 16
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 03-01-2019 (7 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Serbazî
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 22-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 22-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 337 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.25 çirke!