Di 58 rojan de li dijî dagirkeriyê berxwedaneke bêhempa - 2
CAFER CAFO - XANDÎ ELO / EFRÎN
Gelê Kurd di hemû pêvajoyên dîrokê de li ber xwe daye û serê xwe li hember dagirkeran netewandiye. Ev dîroka berxwedanê ya gelê Kurd li
EfrînêEfrînê dîsa dubare bû. Gelên herêmê 58 rojan li dijî dagirkeran li ber xwe da û navê vê berxwedanê bû “Berxwedana Serdemê”.
Kantona Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê li ser sînorê Tirkiyê ye. Herêma Efrînê bi qasî 3 hezar û 850 kîlometre çargoşe ye.
Ji sala 2013`an ve êrîşên dewleta Tirk li dijî gundên sînor ên Efrînê ranewestiyan. Di encama bombebaran û gulebarana Tirkiyê de gelek welatiyên van gundan hatin kuştin û birîndar bûn.
Di destpêka sala 2018`an de Erdogan û çeteyên dewleta Tirk li dijî kantona Efrînê êrîşa dagirkeriyê dest pê kir. Li dijî êrîşê gelê herêmê û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berxwedaneke bêhempa nîşan da.
Di vê dosyayê de em ê behsa çîroka berxwedana 58 rojan û hovîtiya dewleta Tirk bikin.
Di encama êrîşên asmanî de komkujî
Piştî gefên Erdogan, di roja 20`ê Çileya sala 2018`an de, saet derdora 16.30’an bi 72 balafirên şer êrîş li dijî Efrînê dest pê kir.
Di destpêka êrîşa asmanî de li dijî gelê herêmê komkujî pêk anîn. Roja yekemîn a êrîşê komkujiyek li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawa çêbû û di encamê de 9 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn. Li navçeya Mabata jî roja 26`ê Çileyê komkujî pêk hat û 7 kesan ji heman malbatê jiyana xwe ji dest da.
Li dijî gundê Gobelê yê navçeya Şêrawa êrîşa asmanî pêk hat û di encamê de 18 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 7 birîndar bûn, 4 ji wan ji heman malbatê bûn. Li gundê Şikata yê navçeya Şiyê jî di komkujiyê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
Sibeha 26`ê çileyê balafirên şer ên dagirkeriya Tirkiyê li dijî gundê Yalanqor ê navçeya Cindirêsê êrîşek pêk anî, di encamê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest da. Di êrîşa li dijî navenda navçeya Cindirêsê de jî 13 welatiyan jiyana xwe ji dest da.
Di êrîşên li dijî navenda bajarê Efrînê de 7 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da, 17 kes jî birîndar bûn, her wiha li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê jî di encama bombebaranê de 20 welatiyan jiyana xwe ji dest da.
Roja 16`ê Çileyê li dijî Nexweşxaneya Avrîn jî êrîşek pêk hat, di êrîşê de 16 welatî, di nav de zarok jî hebûn, jiyana xwe ji dest da.
Bi giştî di êrîşan de 257 welatiyên sivîl, ji wan 45 zarok û 36 jin, şehîd bûn. 742 kes, jê 113 zarok û 113 jin, birîndar bûn.
Dr. Dilgeş Kerkûkî diyar kir ku artêşa Tirk bi awayekî yekser êrîşî sivîlan dikir û got bi dehan şehîdên sivîl gihîştin nexweşxaneyê. Her wiha welatiya bi navê Xedîce Mihemed ku xwişka wê di êrîşan de şehîd bû, der barê bûyerê de wiha got: “Em 7 kes bûn, em çûn jêrzemîna avahiyekê, paşê em 2 rojan li mala birayê min man, bombeyek li malê ket û xwişka min şehîd bû.”
Êrîşên li dijî saziyên giştî
Deverek nema ku nebû armanca êrîşên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê, ji bo ku welatiyan tengav bikin û berxwedanê têk bibin, êrîşî saziyên sivîl ên giştî jî kirin.
Li navenda herêmên Cindirês û Racoyê navendên Heyva Sor a Kurdistanê bombebaran kirin. Li navenda Cindirêsê êrîş birin ser mizgefta Selaheddînê Eyyûbî ku di sala 1961`an de hatiye avakirin, her wiha êrîş birin ser mizgefta gundê Çilmê yê Cindirêsê ku di sala 1958`an de hatiye avakirin.
Ji destpêka êrîşan heta roja 1`ê Sibatê nêzî 30 hezar pez û dewarên welatiyên Efrînê hatin telefkirin û 8 hezar hektar erdê çandiyê û 5 çewlikên mirîşkan jî ji ber bombebaranê hatin xerabkirin. Her wiha Goristana Şehîd Seydo ya li bajarokê Kefersefra yê Cindirêsê hate bombebarankirin.
Çeteyên Tirkiyê jêderên ava vexwarinê yên li bendava Meydankê jî topbaran kirin. Her wiha pompê avê yê gundê Metîna li navçeya Şera, kaniya bajarokê Celemê, pompa avê ya bajarokê Kefersefra yê herêma Cindirêsê jî bombebaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 68 dibistan jî rûxandin û bi dehan xwendekar şehîd û birîndar bûn.
Ji bo tunekirina dîroka Efrînê şûnwarên dîrokî hatin talankirin û hilweşandin
Artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê roja 28`ê Çileya 2018`an şûnwarên dîrokî yên Êndara li navçeya Şêrawa bomberan kirin, dîroka van şûnwaran digihîje 10 hezar salan. Dîsa şûnwarên Nebî Hûrî bûn armancên dagirker û çeteyan û ev dever jî hatin rûxandin.
Dijminên gelan her wiha êrîşî cihên olî kir; dêr, mizgeft û mezar hatin hilweşandin, ji wan 3 cihên ku di lîsteya UNESCO`yê de ne hatin hilweşandin. Her wiha bi dehan mizgeft, mezarên êzidî û elewiyan û dêrên xiristiyanan jî hatin hilweşandin.
Li dijî dagirkeriyê berxwedana gel ya bêhempa
Gelên Efrînê ji çek û balafirên dagirkeran û çeteyan netirsiyan, li dijî êrîşan berxwedaneke bêhempa meşandin, şer kirin şerê gel ê şoreşgerî, gelek welatiyên Efrînê piştî ku gundên wan hatin dagirkirin jî ji gundên xwe derneketin, tevî hemû metirsiyan jî li gundên xwe man û çek, xwarin û vexwarin digihandin şervanên YPG û YPJ`ê yên di çeperan de. Gel bi hev re li ber xwe dida.
Piştî ragihandina seferberiya li dijî dagirkeriyê, bi sed hezaran gelê bakurê Sûriyê berê xwe da kantona Efrînê û li kêleka berxwedana gel cih girt, tevî ku navenda herêma Cindirêsê dihate bombebarankirin jî lê dîsa gel berê xwe da wir û êrîşa dagirkeran û bêdengiya cîhanê şermezar kirin.
Her wiha bi sedan welatiyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî berê xwe da Efrînê, ji başûrê Kurdistanê jî şandeyek hate Efrînê, her wiha nûnerên gelek rêxistin û saziyên siyasî, civakî û olî yên başûrê Kurdistanê xwe gihandin Efrînê.
Sembolên berxwedana Efrînê li dijî dagirkeriyê
Di pêvajoya berxwedana Efrînê de gelek nimûneyên berxwedanê derketin ku bûne sembolên Berxwedana Serdemê. Li gelek çeper û girên herêmê şerên dijwar rû dan û destanên lehengiyê hatin nivîsanndin. Artêşa Tirk a dagirker ji bo ku bikare hin girên herêmê dagir bike, bi dehan êrîşên asmanî pêk anîn, mîna girên Qestelcindo, Şêxhûrzê, Heman û Kevirê Ker.
Dema ku hêzên dagirker hewl dida li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê pêşde biçe, şervana Yekîneyên Dijterorê Avesta Xabûr berê xwe da tankên dijmin, bi lehengî êrîş kir û xwe bi tankê ve teqand, tank rûxand û yên tê de jî hatin kuştin.
Şervana YPJ`ê Barîn Kobanê ji çepera xwe ya li gundê Qurnê derneket, li ber xwe da, heta guleya dawîn jî şerê dagirkeran kir û di çeperê de şehîd bû û ji bo berxwedêran bû kaniya moral û berxwedanê.
Îlan Kobanê jî karîbû 22 hevalên xwe ji çembera çeteyan rizgar bike, şervan Îlan li herêma Cindirêsê xwe di nav komeke çeteyan de teqand û gelek ji wan kuştin.
Fermandarê YPG`ê Karker Êrîş piştî dagirkeriyê jî ji Efrînê derneket, bi çeka xwe li dijî dagirkeran şer kir û roja 18`ê Adarê di êrîşa asmanî de şehîd bû.
Birûsk Hesekê hin aliyên berxwedanê vedibêje
Berdevkê fermî yê YPG`ê li Efrînê Birûsk Hesekê der barê pêngava yekemîn a berxwedana Efrînê de ji ajansa me re axivî. Birûsk Hesekê diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê di di meha destpêkê ya êrîşê de nikarî bigihîje armancên xwe û wiha got: “Amdekariyên me hebûn, ev yek di berxwedana meha destpêkê de xuya bû. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû hêza xwe û çekên giran û teknîka leşkerî, hewl da xetên me yên parastinê bişikîne, lê wan nikarî bi pêş bikevin, şervanên YPG`ê û YPJ`ê di çeperan de heta dawiyê li ber xwe da. Dewleta Tirk a dagirker ku di meha destpêkê de têk çû, taktîkên xwe yên leşkerî guhertin. Li gorî plana nû dê çeteyan bide eniyên pêş û artêşa Tirk jî dê parastina wan bike. Armanc ew bû ku di navbera gelê Kurd û gelê Ereb de nakokiyan çêkin. Em dizanin ku leşkerên Tirkiyê tev li êrîşên bejahî nebûn, lê belê li şûna wan çeteyên wan ku Ereb û Kurdên Sûriyê bûn, êrîş kirin. Artêşa Tirk giranî da ser teknîka leşkerî, destpêk bi balafir û tankên NATO’yê êrîş kir, paşê jî çeteyên xwe bi rê kirin eniyên şer.”
Birûsk Hesekê her wiha behsa berxwedana şervanan a di çeperên şer de kir û wiha pê de çû: “Li her gundekî û çeperekê berxwedanên lehengî hatin nîşandan ku mirov dikare destanan li ser wan binivîse. Mînaka wê jî berxwedana gundê Hemamê yê Cindirêsê bû; artêşa dagirker û çeteyên wê bi rojan hewl da gung dagir bikin, lê her car rastî berxwedana bêhempa ya şervanan hatin. Di dawiyê de çekên kîmyewî bi kar nîn. Li girê Şêzhûrzê jî bi rojan berxwedaneke mezin rû da, nêzî mehekê li ber xwe dan, her ku dijmin ew der dagir dikir lê di dîsa şervanan di saeta dawîn a rojê de rizgar dikir. Her wiha mînakên mîna wê berxwedanê li girên Kevirê Ker, Şiyê, Girê Qestelcindo hebûn. Li girê Qestelcindo artêşa dagirker û çeteyên wê hemû cureyên çekan bi kar anîn, di rojekê tenê de 24 balafiran ew gir bombebaran kir.”
Birûsk Hesekê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dagirkeriya Tirk şerekî bê sinc û exlaq dikir û hemû zagonên şer binpê kirin û wiha got: “Şerekî bê zagon û hiqûq bû, hemû zagonên şer hatin binpêkirin, lê mixabin li hember vê tiştê hemû aliyên ku behsa mafên mirovan, mafên xwezayê û mafên zarokan dikin jî bê deng man.”
[1]