Rêveberiya XweserRêveberiya Xweser ... li Sûriyê yekemîn ezmûna demokrasî û pirrengiyê
AZAD SEFO / NAVENDA NÛÇEYAN
Di demekê de ku li hemû bajarên Sûriyê şer û wêranî hebû, welatî dihatin kuştin û koçber dibûn, ji dilê şoreşê ji Rojava li ser destê gelên Sûriyê rêveberiyek hate damezirandin. Bi derfetên xwe yên xweser xizmet pêşkêşî gel kir, lewma bû armanca gelek hêzên li dijî vîna gelan, lê ev rêveberî bû bingeha avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Rêveberiya Xweser... li Sûriyê yekemîn ezmûna demokrasî û pirrengiyê
Bihara gelan ku çirûska wê li Tûnisê dest pê kir û bi daxwaza azadî û rûmetê li gelek welatên Ereban belav bû, di 15`ê Adara 2011`an de ev şoreş li dijî rejîma desthilatdar gihîşte Sûriyê û li hemû bajar û bajarokan belav bû. Meş û xwepêşandanên aştiyane di demeke kurt de veguherî pevçûnên çekdarî û şerên ji bo desthilatdariyê. Ji ber ku rejîmê wê çaxê bi tundî bersiva xwepêşandêran da, jixwe wê çaxê hêzên herêmê yên mîna Qeter û Tirkiyê ketin ser xeta şoreşa gel û piştgiriya hêzên tundraw ên mîna Îxwan El-Muslimîn kir.
Bi vî awayî şoreş ji xeta xwestekên gel dûr ket, ji deriyê Tirkiyê jî teror derbasî Sûriyê bû, komên girêdayî El-Qaîdeyê yên mîna Cebhet El-Nusra, DAIŞ, Partiya Îslamî ya Tirkistanê û gelek komên din ên çete derketin û bi armanc û siyasetên dûrî xwestek û şoreşa gelên Sûriyê tev geriyan. Di encamê de şoreşa rûmet û azadiyê veguherî rewşa wêraniyê, bajar hatin wêrankirin û bi sed hezaran sivîl hatin kuştin û li hundir û derveyî welêt koçber bûn.
Di wê demê de ku li Sûriyê ew qas tevlihevî û wêranî hebû, li Rojava siyasetmedar, şêx û rûspiyên Rojava li hev civiyan. Rojava wek mozaîkeke gelan e ku Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Kildan, Ermen, Çerkez û Tirkmen lê dijîn. Gelên herêmê yên ku hatin ba hev, roja 21`ê Çileya sala 2014`an Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand.
Egerên damezirandina Rêveberiya Xweser
Gelê Kurd ku ji aliyê partiya Baasê ve dihate çewisandin, her tim di nava têkoşînê de bû, lewma ji gelên din ên Sûriyê bêhtir birêxistinkirî bû. Dema ku şoreşa Sûriyê dest pê kir, gelên herêmê xwe birêxistin kir û neketin xizmeta planên derve û herêmên xwe ji destwerdanên derve parastin. Di 19`ê Tîrmeha sala 2012`an de şoreşê dest pê kir. Bajarê Kobanê destpêkê ji rejîma Baasê hate rizgarkirin, di heman demê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hate damezirandin. YPG`ê herêmên din ên Rojava ji Efrînê heta bi Dêrikê ji rejîmê rizgar kirin, ji bilî hin herêmên biçûk li Hesekê û Qamişlo tu hebûna rejîmê li Rojava nema.
Ji bo rêvebirina vê herêmê û peydakirina derfetên jiyanê ji bo welatiyan, pêwîstî bi pergaleke rêxistinî hebû. Li ser vê pêdiviyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ku di sala 2003`yan de hatibû damezirandin û endamên wê ji aliyê rejîma Baasê ve dihatin çewisandin, projeya rêvebirina herêmên Rojava bi awayekî fermî pêşniyar kir û navê wê bû ‘Rêveberiya Xweser’.
Pişîtî ku ev proje hate gotûbêjkirin, hêzên dijberî mafên gelê Kurd û di serî de jî Tirkiyê bi rêya çeteyên xwe dest bi êrîşên leşkerî kir. Her wiha êrîşên siyasî û aborî jî pêk anîn, armanca wan ew bû ku vîna pêkhateyên Rojava têk bibin. Êrîşên leşkerî yên li dijî Rojava bi rêya komên çete yên mîna DAIŞ`ê Cebhet El-Nusra û qaşo Artêşa Azad a Sûriyê pêk hatin, êrîşên aborî jî bi şêweyê ambargoya li ser bajar û herêmên Rojava û girtina deriyên sînor pêk hatin. Hewl didan gel birçî bikin û vîna wî têk bibin. Êrîşên siyasî jî bi awayê ambargoya siyasî pêk hatin, rê li pêşiya gelek tevger û aliyên siyasî girtin û nehiştin derbasî herêmên Rojava bibin.
Hewldanên fetisandina projeya nûhatî
Piştî ku projeya Rêveberiya Xweser ji aliyê PYD`ê ve hate pêşniyarkirin, Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) xwedî li projeyê derketin. Ji bo pêkanîna projeyê her du meclisan roja 8`ê Îlona sala 2013`an belgenameyek ji 9 xalan îmze kir. Li gorî belgeyê pêwîst bû makezagon bihata amadekirin û ji bo ewlehiya herêmê jî hêzên ewlehiya hundirîn bihatana avakirin.
Piştî ku hemû amadekariyên ragihandina saziyên rêveberiyê hatin kirin, rojekê beriya ragihandina rêveberiyê ENKS`ê ku wê çaxê endamê Meclisa Niştimanî ya Sûriyê bû, û rêveberên wê li Tirkiyê bûn û bi fermanên Tirkiyê tev digeriya, xwe ji rêveberiyê kişand da ku vê projeya nûhatî bifetisîne.
Hewldana ENKS`ê ya tunekirina projeyê têk çû, ji ber ku roja 12`ê Mijdara sala 2013`an yekemîn saziya rêveberiyê bi navê Meclisa Giştî ya Damezirîner a Rêveberiya Demkî hate avakirin. Sazî ji 82 endamên ji hemû pêkhateyên herêmê pêk dihat, ji vê saziyê jî Desteya Şopandinê hate avakirin, desteyê dê belgeyên pêwîst amade bikira, her wiha li gorî projeyê herêmên Rojava wek 3 kantonan hate dabeşkirin (Cizîr, Kobanê û Efrîn). Her kantonek dê meclisa xwe ava bikira û ji hemû meclisan dê mecliseke giştî bihata avakirin.
Rêveberî bi awayekî fermî hate ragihandin
Li ser banga komîteya amadekirina rêveberiya demkî, roja 2`yê Berfanbara sala 2013`an Desteya Şopandinê civîna xwe ya duyemîn li dar xist, endamên desteyê biryar da ku navê projeyê bibe projeya “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk”.
Roja 21`ê Çileya sala 2014`an pêkhateyên Rojava yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Kildan, Ermen, Çerkez û Tirkmen, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand, wê çaxê hemû gelên Rojava daketin kolanan û ragihandina rêveberiyê bi şahiyan pêşwazî kirin.
Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk, ji bo rêvebirina herêm û navçeyan 21 deste hatin damezirandin; Desteya Têkiliyên Derve, Desteya Parastinê, Desteya Karûbarên Hundirîn, Desteya Şaredariyan, Desteya Diravî, Desteya Karûbarên Civakî, Desteya Perwerdeyê, Desteya Çandiniyê, Desteya Tenduristiyê, Desteya Bazirganiyê, Desteya Aborî, Desteya Çandê, Desteya Veguhastinê, Desteya Ciwan û Sporê, Desteya Turîzm û Hawîrdorê, Desteya Karûbarên Olî, Desteya Jinan, Desteya Mafên Mirovan, Desteya Zemhêr, Desteya Edaletê û Desteya Enerjiyê.
Cara yekemîn 3 zimanên fermî
Li gorî hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser li kantona Cizîrê 3 zimanên fermî hene; Kurdî, Erebî û Suryanî, her endamekî Meclisa Zagonsaz bi zimanê xwe sûnd dixwe. Hemû belge û arşîvên rêveberiyê bi 3 zimanan têne nivîsandin, her wiha di civînan de her kes dikare bi zimanê xwe biaxive.
Tevî astengiyan jî destkeftiyên mezin
Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê rejîmê ve hatibûn paşguhkirin. Lewma Rêveberiya Xweser di destpêka karê xwe de gelek astengî kişandin, lê bi demê re hemû sazî hatin çalakkirin û pir kar û xebatên girîng li herêmê pêk anîn.
Ji ber şer û pevçûnên li herêmên din ên Sûriyê, bi sed hezaran koçber ji herêmên cuda yên Sûriyê xwe li herêmên Rêveberiya Xweser girt ku herêmên aram û ewle bûn. Lewma rêveberiyê jî ji bo koçberan li gelek deverên bakurê Sûriyê kampên koçberan ava kirin û li gorî derfetên heyî hemû pêdiviyên koçberan peyda kirin.
Li herêmên rizgarkirî meclisên sivîl
Gelên herêmê bi hev re, ne tenê rêveberî ava kirin, lê belê hêzên leşkerî yên hevbeş jî ava kirin. Di dawiya sala 2015`an de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hate damezirandin, vê hêzê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de bûn, rizgar kirin. Ji Holê heta bi Şedadê û Minbicê, Tebqa û Reqayê herêm rizgar kirin û niha jî li gundewarên Dêrazorê şerê rizgarkirinê dewam dike.
Her ku herêmek ji van herêman dihate rizgarkirin, gelê herêmê ji bo rêvebirina karûbarên welatiyan û jinûveavakirinê û vegera welatiyan meclisên sivîl ên herêmî ava dikirin. Lewma li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê meclisên sivîl hatin avakirin û herêm bi rê ve birin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser
Piştî ku her herêmekê xwe bi bi rê ve dibir, nûnerên rêveberiyên sivîl li hev civiyan da ku rêveberiyeke hevbeş ava bikin û ji bo koordînekirina karûbarên rêveberiyan mekanîzmayeke karên hevbeş peyda bikin. Di encamê de roja 6`ê Îlona sala 2018`an Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate ragihandin.
Ev rêveberî der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, di hin mijarên jiyanî, mîna yekkirina buhayên bacên gumrikê, buhayên sotemeniyê û hwd. di gelek mijarên din de biryarên hevbeş dide.
[1]